Helbestvan; deng e… Dengekî ku ji dil derdikeve û bi nivîsandinê bi beden dibe. Dengekî ku xewê li zaliman diherimîne… Evîndar e… Evîndarekî ku ji bo dildara/e xwe çi bibêjê kêm dibeje…
Helbest; hest û ramanên bêdeng û bêziman e. Hawar û qîrîna bindestan û mezlûman, dev û destên bendkiriyan, evîndaran û dildaran e… serhildana li hember her curê zilm û zordariyê ye. Evîn e… evîneke bêderman e… ku dermanê wê di nav derdê wê de veşartî ye…
Armanca nivîsandina helbestê; bi awayekî kin û watedar nivîsandina raman û gotinên dirêj e. Helbest navgîneke ji bo ku peyam û hûnera nivîskar bê xuyakirin. Helbest diyarkirana raz û raman û hesta ye. Helbest mîna dûrbînê dûrahiyê nêzîk dike. Ji bo dîtinê tenê çav na, hiş û dil jî pêwîst in…
Yekavakirina ziman destpêkirina kuştina ziman e. Ku ziman bû yekava dewlemendiya xwe winda dike. Wate û kûrahiya bêjeyan bi yekavakirina ziman re qels dibe û roj bi roj dikeve bin bandora zimanê serdest.
Zimanê civakê li gor olê/dînê civakê tê xemilandin. Bêje û gotinên dînî zimanê civakê dewlemendtir dike. Tu civak di sirûşta xwe de bêdîn nabe. Her çiqas saziyên hemdem bi zagona dewletên xwe bêdîn nişan bidin jî gel di nava xwe de bi navê kevneşopî û toreya dînê xwe dide jiyandin.
Netew bi tore û kevneşopiyên xwe dijîn. Ger netewekê ji kevneşopî û toreya wî dûr bixin ew netew ê roj bi roj di nav pelên dîrokê de winda bibe. Ji ber ku toreya Sumeriyan, Urartiyan, Hitîtiyan, Fenîkiyan û Hûna winda bû ew netew jî winda bûn.
Nivîskar divê berhemên xwe li ser koka torêya xwe ava bike. Lê divê di nav newalên reş ên demên kevin de nemîne. Hunermend li ser bingehên duh roja îro ava dike.
Nivîskar û hunermend divê tenê girêdayê rastî û dadiyê bibin. Lê belê di nivîs û hûnera xwe de dikarê xewn û xeyal û ramanên xwe diyar bike. Ji tu kesî/ê û ji tu sazî re nebe tirî. Berhemên nivîskar û hunermend divê pêşî xwediyê berhemê rast bike. Berhem divê bibe dengê kesê/î ku nizanin xwe bîninn ziman. Helbest her çiqasî xwendevan û guhdaran hestîyar û xemgîn bike jî divê bihêvî û bextewar jî bike.
Civak divê li nivîskar û hûnermendên xwe xwedî derkevê. Ji bo ku nivîskar û hunermend mejî û ramanê gel in. Civak bi xêra wan hêvî û daxwaz û armanc, êş û kamraniyan xwe tîne ziman.
Berhem bi kîjan zimanî bê nivîsandin dibe malê wî zimanî. Divê bingeheke bihêz hebe ku rojekê vegere zimanê xwe yê zikmakî. Canê nivîsê bi kîjan zimanî bê ku rojekê vegeriya eslê xwe yê xwe dê diyarkirin. Lê ji bo ku bingeh zimanê nivîsandinê tê girtin ew berhem dibê malê zimanê ku pê hatiye nivîsandin.
Ziman serbest e, azad e. Bêje, wek ku tê dil tê ziman. Ziman di axaftinê de rêbaza xwe bi awayekî sirûştî ava dike. Dema hin kes an hin sazî rêbaza li ser ziman didin an dixin pergalekê de ew tevger siruştiya ziman birîndar dike û car caran dikuje. Ji bedela zimanekî sirûştî ku zimanê zikmakî ye, zimanekî çêkirî tê meydanê. Bi vî awayî bi hebûna ziman tê leyîzandin û ziman xerab dibe. Êdî ziman dikeve bin bandora hin kesan. Zimanê wan kesan û yê civakê ji hev dûr dibe. Mafê tu kesîyan tu saziyan nîn e ku zimanê civakê li gor zanabûn û berjewendiyên xwe birêbaz bike. Her ziman di sirûşta xwe de paqij û zelal e. Divê rêziman nebe bingeha zimanê civakê. Zimanê ku tê jiyandin bingeha rêzimanê ye. Ne mecbur e ku zimanê tê axaftin li gor rêbazên rêzimanê bibin. Ku cûdatî di navbera zimanê tê axaftin û yê rêzimanê de hebin divê zimanê tê axaftin bingeh bê pêjirandin. Awarteyên dijî rêzimanê ne kêmasî ye, dewlemendî ye. Mînak zimanê Ingilîzî bêrêbaz e. Di her mijara zimên de awarteyek heye. Lê dîsa jî ev ziman di cîhana îro de ya herî bi bandor e.
Evîn ji bo ku bibe destan divê biasteng û bizahmet bibe. Tu destan ji nav jiyanên ku di qesrên belek de hatine jiyîn derneketine. Êşa cudabûnê, koçberî, tirsa windakirinê, şahiya bidestxistinê, kêfa serkeftinê evîn û evîndaran dike destan…
DILAZAD A.R.T
(Ev nivîs di kovara E Çandnamê ya heftemînde hatiya weşandin)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…