Ciwanên Hêja!
Çewa ku tê zanîn, di Zimanê Kurdî de navê pirça ku li serê mirovan şîn dibe, POR e.
Îcar di nava porî de çend navên cuda hene. Ew sêzdeh nav ev in li jêrê:
Por, avde, dav, tûncik, temborîk, bisk, şêbisk, serbisk, qişt, kezî, serkezî, gulî, şîpan.
Li jêrê çewabûna her navekî û rengdêriya wan weha dikarim rêz bikim:
POR: Bi giştî ji pirça ku li serê mirovan şîn dibe re tê gotin.
AVDE: Navê tayekî tenê ji por e. Lê dema di por de dema avdeyek sipî û gewrik dibe, jê re ”avdeyekî sipî” tê gotin.
TÛNCIK: Porê li pêşiya serê mirov dema gurr dibe û li hev tê qelabtin, jê re ”tûncik” tê gotin. Ev nav hem ji bo yê keçan û hem ji bo yê xortan tê gotin.
TEMBORÎK: Hevwateya ”tûncik”ê ye, lê tenê ji bo xortan tê gotin.
BISK: Di herdu aliyên cênîkan de qevdikek porê keçan dema berjêr dirêj dibe, jê re ”bisk” tê gotin. Herweha dema hirya miyan jî bi vî rengî dirêj dibe, jê re bisk tê gotin.
Ev nav di stranên evîniyê de pir tê bikaranîn.
ŞÊBISK: Ev jî her ”bisk” e, lê zêdetir di stranên evîniyê de tê gotin.
SERBISK: Di nava biskan de, biska herî dirêj e. Ev nav ji bo hirya miyan jî tê gotin û bihayê wê jî giran e.
QIŞT: Dema keç/jin porê xwe li ser serê xwe dikin guttl, jê re ”qişt” tê gotin. Ev nav di klasîkên kurdî de jî pir hatiye bikaranîn.
KEZÎ: Dema keç/jin porê xwe zirav dihonin, jê re ”kezî” tê gotin. Ev nav di stranên evîniyê de jî pir hatiye bikaranîn.
SERKEZÎ: Topikên ji zêr, zîv û benikên rengîn bi serê keziyan ve girêdidin.
GULÎ: Dema keç/jin porê xwe ji paş ve dikin du qevdik û weke keziyan dihonin, jê re ”gulî” tê gotin. Ev nav di stranên evîniyê de jî pir hatiye bikaranîn.
ŞÎPAN: Dema kezî gelek bin û pir dirêj bin, ji wan re ”şîpan” (şîpanê keziyan) tê gotin.
Dibe hin navên ji van zêdetir jî hene ku ez pê nizanim.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh, li peyvên kurdî. Her şad û bextewer bin…
Zeynelabidin Zinar
Stockholm 28/ 04/ 2014
pencinar.z@gmail.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…