Romana Semerqand – 4 (Amîn Me’lof)

—Ji berê ve muneccîman ev gotîye û rast jî dibêjin.

“Çar bajar hene ku, di bin stêra serhildanê de çêbûne. Ev bajar, Semerqend, Mekke, Şam û Palermo ne. Gelên van bajaran, ne bi xurtî be, ti carî serî li ber rêveberên xwe netewandine. Ne bi şûrê dadê be, ti carî di riya rast de neçûne. Pêxemberê me, kanciya(küstahî) Mekkehîyan bi şûr qedand. Ez ê jî kanciya Semerqendiyan bi Şûrê dadê biqedînim.!”

Fermanrewanê Maveraûnnehîrê Nasir Xan, li ber textê xwe yê her derên wî xeritandî yê bi heybet, şpîya sekinîbû. Bi tevgera dest û çengên xwe diştexilîya û dengê wî yên derdora wî direcifandin. Çavên wî, ji nava girseyê de li qurbanekî digerîyan. Li yekî biwêribe lêvên xwe bilivîne, awirek bêbawer û işareteke ya îxanetê digerîyan. Lê herkesî bi dozînî xwe li pey yê din veşartibû. Heta bager bibore, her kesî pişt, stû û milên xwe li pişt hev vedişartan.

Nasir Xan, ji ber ku nêçîrek gorî lepê xwe nedît, rahişt cilên xwe yên merasîmê û yeko yeko ji xwe êxistin. Çêrên bi zaravayê Tirk-Moxol dikirin, bê dawî bûn. Gorî adetan, fermanrewanan sê çar, carna jî heft qet cil werdigirtin. Heta êvarî ev cilên nexişandî, kesên bi vîna wan rûmetdar bikin li wan dikirin. Bi vê helwesta xwe, wê rojê tinebûna kesê layîqê rûmetdarkirinê dida nişandan.

Çiqas cara fermanrewan bihata Semerqendê, şahî li dardixistin. Geleke weke her car şahînet bihata girêdan. Lê hêca ji kêliyên ewul pê ve keyfa ti kesî nemabû. Nasir Xan, li ber kevîya çemê Sîabê re çem û çem, di rêyên kevir re bihorîbû û di Derîyê Buxara yê li bakurê bajêr re ketibû nava Semerqendê. Rû geşbû. Çavên wî yên zirav dibriqiyan û hinarkên wî sor bûbûn. Paşê yek car medê wî qermiçîbû. Nîzingê qelebalixê bûbû ku di nav wê girseyê de Ebû Tahir û du sed giregirên bajêr jî hebûn. Çavnêr kiribû û tişta ku lê digerîya nedîti bû. Hespê xwe ajotibû û gotinên newên fêhmkirin milmilandibûn û ji girseyê dûrketibû. Li ser pişta mehîna reşeqîr, rast rast û medkirî bihorî çû. Qene bersiv jî neda çepikên girseya ji kebara sibehê ve li hêvîyê wî sekinîn. Hinan jê daxwaznameyên li daxwaznivîsan dayîn nivîsandin, dihejandin lê beredayî bû! Ti kesî newêrîbû daxaznameya xwe pêşkêşî Fermanrewan bike. Pêtir serî li wezîrê wî didan û wî jî xwe li ser hêsp ditewand, kaxizên wan veydidan û wehda lê mijûlbûnê dida wan.

Nasir Xan, di rîya herdu alên wê bi dar de bihorî. Li pêşiyê çar siwarên alên xanedanê yên reş hilgirtîn, li pey koleyek heta navikê rût û di dest de sêwanek mezin. Ber kevîya cûwa avê ya jê re digotin arîk re bihorî û giha taxa Asfîzarê. Qesra xwe, du gavan ji ya Ebû Tahir wêdetir, li vê taxê çêkiribû. Berê fermanrewan li nava kelehê rûdiniştin lê piştî şerên dawî, ji ber ku keleh xirab bûbû, ew der terk kiribûn. Êdi di kelehê de bi tenê biryargeha leşkerên Tirkan yên warê xwe avakrîn hebû. Piştî bêkeyfîya fermanrewan dîtî, Emer nedivîya herê qesrê. Lê qazî hêvîdarbû ku hebûna dostê wî yê navdar li wê derê rewşê biguherîne. Ji lew re israr kiribû. Dema di rê de dimeşîyan Ebû Tahir, tişta ku diqewimê ji Xeyam re got: Muxalifên Xên ên çekdar, mizgefta Buxarayê ya mezin ji xwere kiribûn kozik û çeper. Ji ber wê Xan, mizgeft dabû şewitandin. Ji ber vê yekê jî pêşengên bajêr yên dînî pêşwazîya Xan nekiribûn. Qazî:

—Navbera fermanrewan û zanyarên dîn de şereke bê navber heye. Carna eşkere û bi xwîn, gelî caran jî xasûkû pinî.

Dihate gotin ku, ulemayan bi hinek efserên ji helwesta hikumdar kerixin re jî têkilî danîbûn. Gorî gotinan, kalikên Nasir Xan, xwarina xwe li rex efserên xwe dixwarin. Ji bo bidin nîşandan ku şiyana wan bi wêrekîya cengawera ve girêdayiye, çi ji destê wan dihat dikirin. Lê Heqanên Tirkan, hêdî hêdî banekiyên fermanrewanên Eceman yên nebaş digirtin. Êdî xwe weke nîv xwedanekî didîtin û çiqas diçû pêtir merasîmên bişatafat li dardixistin. Efserên wan, ev rewş, nedipejirandin. Piraniya efseran pêşengên dînî re têkilî danîbûn. Gotinên wan, yên derheqê Nasir de, yên ku digotin ji rêya islamê derketiye, bi dev vekirî temaşe dikirin. Babê wî dîndarbû. Lê ma qey saltanata wî, ne bi firandina seriyên bi şaşik despêkiri bû?

Wê sala ku tê de dijiyan, sala 1072 yê de, Ebû Tahir alimê têkiliyên wî hakan re baş, yê kêmdîtî bû. Gelî caran ew li Bûxarayê diçû serda wî û dema dihat Semerqendê jî ew bi merasîm pêşwazî dikir û mêhvandariya wî dikir. Ev helwesta wî ya li hevkirinê, qet xweşê hinek aliman nediçû. Lê piraniya wan ji nizingahiya qazî û fermanrewan memnûnbûn.

Qazî, careke din bi helwesta xwe ya li hevkirinê, ji dijberîya Nasir xwe da alî û hemû rêyên nermkirinê ceribandin. Ma li hêviya xelasbûna rika wî. Dema Heqan li ser textê xwe rûnişt û pal da balgiyên nerm, qazî bi hostyî dest bi karê xwe kir. Vê hostayiya wî dilê Emer jî rehet kir. Bi işareta dayî wezîr re, cariyeyek ket hundur û li wê dera weke qada şer de dest dayinhevkirina cilên hakan kir. Vêre aramiyek çêbû,  herkes nerm bû û pis pisekê jî despêkir.

Qazî, heta nîvê mezela qebûlkirinê pêşket, li pêşberî fermanrewan de serê xwe tewand û bê deng sekinî. Piştî bê degiyek dirêj Nasir, dengeke kerixî lê bi hêz ferman kir: “Ji alimên vî bajarî tevan re bêje, bi banga sibehê re bila werin xwe bavêjin ber lingên min. Ew serê netewe, yê bê jêkirin; bila ti kes karê revê neke. Kesê ji ber rika min bireve, nikare li ti welatî vehewe.” Ji helwesta fermanrewan, her kesî fêmkir ku bahoz borî. Heke pêşengên olî werin rê, yê fermanrewan dev ji cezakirinê berdê.

Emer, roja din li rex qazî çû qesrê. Hewa tev guherîbû. Nasır li ser textê xwe rûniştibû. Sênîyek tejî şekirên pembe di destê koleyê li kêleka wî de bû. Fermanrewan şekirek dibir datanî ser zimanê xwe û destê xwe yê din dirêj dikir da ku koleyê din gulavê lê bike. Ev tevger, belkî bist sêh caran hat dubarekirin vê navê re heyet jî li ber fermanrewan re diboriyan. Ev bi teybetî nûnerên taxên Asfîzar, Panjkîn, Zagrîmah, Matûrîdê bûn. Nûnerên esnafên di sûkê de û nûnerên loncayên, sefar, kaxizfiroş, hevrîşimfiroş, avfiroş. Li rex wan nûnerên girseyên hatîn parastin, ango Cihû, Mecûsî û Filehên Nastûrîyan jî hebûn.

Hemûyan ewul erd maçû dikirin û paşê heta haqan ji bo destûrê işaret bida ew welê diman li ser lepan xwe. Piştî hakan işaret dida, berdevkên wî çend peyv digotin û ew jî li ser lepên xwe şûnve şûnve diçûn. Dema ji mezelê derdiketin, ne pêkan bû pişta xwe bidin wî. Banekiyek xerîp bû. Ev rê, ji aliyê fermanrewaneke zêde li ber xwe ketî ve an ji alîyê serdêreke zehf bi şik û guman ve hatibû vekirin?

Soxînê dor gihat wan alimên, herkes li benda wan. Qasî bist kesan bûn. Ebû Tahir, ji bo hatinê li wan bide pejirandin zehf zehmetî nedîtibû. Hemû e’rin û eksa xwe dabûn nişandan. Encama israrkirina di vê rê de sedemê qurbaniyê bû. Niyeta ti kesî ji wan jî tinebû vî bedelî bide. Vaye niha hemû li pêşberî text bûne rêz û her yek ji wan li gorî temenê xwe qas bikaribê bitewe xwe tewandiye. Ji bo xwe rast bikin li benda işareta fermanrewan sekinîne. Lê çiqas diçe işaret nayê. Deh deqîqe. Paşê bîst deqîqe. Di nav wan de yê herî ciwan jî di vê rewşa nexweş de şebikîbû lê çare jî tinebû. Rabûna bê destûr, wê rika fermanrewan ya wek birûskan bikişanda ser wan. Yeko yeko li pey hev ketin ser çokên xwe. Ev jî weke tewandinê rêzgirtinbû, lê qene wisa ne zehmet bû. Dema yê paşî jî li ser çokên xwe de ket erdê, fermanrewan, fermana rabûn û şûnve vekişandina wan da. Bê gotin û bê xeber. Kes bi bûyera bi vî awayî encam dayî şaş nebû. Ev bedelên wan bû.

Paşê dor gihat, efserên Tirk, maqûl, axayên gundan yên ji wan re digotin dîhkan. Gorî rutbe û mewqiyên wan, hinekan destê heqan, hina lingê wî û hina jî milê wî maçû dikirin. Paşê hozanek hat. Qesîdeyek xwend ku tê de pesnê xan dida. Heqan aciziya xwe veneşart û gotinên wî yê pesindanên bi işaretekê birîn. İşaretek da wezîrê xwe û wî jî xwe tewand guh da heqanê xwe. Paşê, ji kesên li wê derê re got:

—Efendiyê me, her gav ji sehkirina heman tiştî kerixîye. Êdî nedivê bişibînin şêr, ne îloh ne jî rojê. Heke kesê tiştekî din bêjê tunebe, bila xwe bide alî.

About Kurdjan Sorî

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *