Rojekê Mîrê Botan çûbû nêçirê. Kincên gundiyan li ser bûn. Kesî nedizaniya ku ew mîr e. Di vegerê de rastî kalekî çiyayî tê:
-Selamûn eleykûm.
-Eleykûme’s selam.
-Kalo ji ku ve têyî, tu yê bi ku ve herî? Barê te çi ye?
-Wele ez ji gund têm. Barê min tirî ye. Ez ê ji bo mala mîr bibim. Ka tiştekî nade min.
-Îca heke mîr tiştekî nede te?
-Wê bide, wê bide.
-Em ferz bikin ku tiştek neda te?
-Nemimkûn e, heta niho mîr kes vala neşandine.
-Dîsa em bibêjin heke tiştekî neda te?
-Heke neda min, ez ê kera xwe yê boz bavêjim ser … mîr.
Mîr ji gotina kalo keniya lê deyn nekir. Berî kalo bi lez xwe gihande mal, cilê xwe ji xwe kir û çû cihê xwe rûnişt. Mudeteke kurt de xulam hat ji mîr re got:
-Ezbenî, kalekî çiyayî barekî tirî aniye û dixwaze te bibîne.
-Bila bê.
Kalo hat pêşberî mîr. Mîr jê pirsî:
-Kerem ke, xizmeta xwe bibêje.
-Wele ezbenî min barekî tirî bo mala mîr aniye. Min got belkî mîr tiştekî bide min.
-Îca heke ez tiştekî nedime te?
-Tu yê bidî ezbenî, tu yê bidî.
-Em ferz bikin ku min neda te?
-Ezbenî heta niho kesek vala ji cem te neçûye.
-Digel vê çendê jî heke ez tiştekî nedime te?
-Vê cara paşî lingê wî digihê avê, mîr nas dike, gotina wî ya di rê de tête bîra wî. Bersiva dawî ya mîr dide:
-Mîrê min, kerê min yê boz derve ye, ha!!!
Mîr keniya û emr da ku dilê kalo bête xweşkirin
Eve helbesta vê pêkenînê: Mîrê Botan û Kalê Çiyayî
Rojek Mîrê Botan tebdîl-qiyafet kir çû nêçîrê,
Heta êvarê ew gerya we kar kir bête Cizîrê,
Dema ku ew dihat şûn da we dît kalek ji wê va têt,
Kerê wî bar li ser piştê, diçit wek agir û wek pêt.
Dema ku ew nêzîk bû merheba dayê we jê pirsî,
“Te xêr e mam, diçî ku ve; bi vî rengê tî û birsî.”
Go: “barê min hemû karçik, dikim dîyarî bo Mîr e,
Yeqîn dê Mîr bikit ferman dê det min hinkî zaxîr e.
Go “Em ferz kin ku Mîr kundî bikit tiştek nedit bo te”.
Go “dê dit ez dizanim vê, sedî sed yan sedî not e.”
Go: “em ferz kin neda tiştek, tu dê hingê çi kî jê re,
Go: “Dê dit ew guman nîne, Mîrê min êkî camêr e.
Go “rast bêjî, belê dîsa eger Mîrê me kit kundî,
Dê çawa destekî vala, vegeryî tu li ser gundî?”
Go “ger ew tiştekî ho kit, hema ez dê biz û zû de
Vî tiştê vî kerê bozî, bêxim filan dera wî de.”
Li ser vê bersiva hanê, ne axaft mîr, nekir qal e,
Cewaba wî di dil da hişt, heta ku ew biçit mal e.
Dema mîr hat çû koçka xo, li ser textê xwe rûnişte,
Ji bo keskî nekir behs e, hemû tişt nav di dil hişt e.
Emir da got xulamên xo, zilamek yê bi vî rengî,
Dema bêtin bînin ba min, nekin hûn jê re astengî.
Ku bîstek ser de derbas bû, zilam anîn li ba mîr e,
Mîrî got “tu bi xêr hatî, ji nêzîk hatî yan dûr e?
Go “ez xelkê filan gundî, minê karçik ji te’r anî,
Ji bo ku tu bidî min hin genim da em bixwîn nanî.”
Go hek bo te nedim genmî, tu dê wê hingê çawakî?
Go “mîrê min, teqez tê dî, ji lew tu mîrekî çak î.
Go “baş e, lê belê dîsa nedim te dê çi bit hal e
go “ew şexsê ku hatî vir, neqabil çûbe berval e.”
“Digel vê çendê jî ger ez nedim genmî dê çi’bkî jê”
Go mîrê min kerê boz wa di derva ye bizanbe vê.
Wê hingê mîr tebessûm kir we ferman da ku mamê kal,
Ji genmî têr bikin, paşê bi kêfxweş wî bişînin mal.
Abdulkadir Bingol
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…