Efrîna bedew xemgîn e

Şûnzaya bi darzêtûn e
Bi şengebî û beybûn e
Bi royê re peydabûn e
Warê jiyan û hebûn e

Efrîna bedew xemgîn e
Her dilkêş û dilrevîn e
Dilşikestî bi birîn e
Hey wax me dî kes nebîn e

Dilkêş e, rind û bihuşt e
Hêlîna ji xewnan mişt e
Kevoka bi hawar û qişt e
Bê xwedî ma û bê pişt e

Ji dest bê bavan dinal e
Dirindeyî bi ser de zal e
Jiyana lê tûj û tal e
Şev û roj di bîr û bal e

Lê hêwirîn hirç û keftar
Dizin, nûkerin bê hefsar
Bêjîn e,war bû tar û mar
ji rewiştê rûtin wek mar

************

Mihemed Hesko(birasoz). Almanya 01.06.2022

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *