1.Duzimanî (bilingualism) “Çi ye duzimanî?”, “Kî ye yekî duzimanî?”, “Pîvana duzimaniyê çi ye?”
Bersiva van pirsan ji demeke dirêje tê niqaş kirin. Gelo mirovekî, xêncî zimanê xwe yê zikmakî, ku bikaribe di zimanekî din de çend hevokan bîne ber hev dikare wek yekî ‘duzimanî’ were pejirandin. Di nava zimanzanan de, li ser wateya duzimaniyê gelek nikaşên curbecur hene. Wek mînak ku em bibêjin, li gorî (Bloomfield, 1933), vuqûfiyeta li ser du zimanan mîna zimanê zikmakî, krîtera duzimaniyê ye. Lê (Haugen, 1953), dibêje ku mirov dêna xwe bidê dikare di zimanekî bilî zimanê xwe yê zikmakî de hevokên rast û biwate bibêje, di- kare xwe bi ‘duzimanî’ bihesibîne. Li gorî (Hockett, 1958) mirov, dibe ku di zimanekî din de qet nikaribe biaxive an jî binivîse (prodaktif), lê ku bikaribe axaftinên wî zimanî fêr bike (reseptif), wê gavê ew, têgiha ‘dunîvzimanî’(semibilingualism)yê bikar tîne. Lê zimanzanên din dibêjin ev cureyeke ‘duzimaniya pasîv’ an jî ‘duzimaniya reseptîv’ e. (Romaine, 1989)
Beriya ku mirov bibe duzimanî divê mirov pêşiyê bibe yekzimanî. Zimanê xwe yê yekemîn baş hin bibe paşê bi zanebûn û bi avayekî zimannasî dest bi hînbûna zimanên din bike.
1.1. Rewşa duzimaniya kurdî- tirkî li Tirkiyeyê
Duzimanî, vuqûfiyeta li ser zima- neki zedetir li ser çend zimanan, dikare bê fikirîn wek takekesî an jî civakî. Herçiqas jî kurdên tenê bi kurdî diaxivin û zimanekî din nizanibin hebin jî, rewşa kurdan a civakî mînakeke duzimaniyê ye.
Kurd bi civakî an duzimanî ne yan jî pirzimanî ne. Kurd1 di welatê xwe de li hember kurdî, bêgavî zimanê fermî yê dewleta2 ku tê de dijîn jî diaxivin. Cuma Çîçek derheqê taybe- tiya duzimaniya kurdan de dibêje;
“Projeya netewe-dewletan ku ji du sed salî zêdetir e ku bûye binge- ha sîstema polîtîk-îdarî ya cîhanê sedemeke bingehîn a duzimaniye ye. Ligel ku tu sînorên netewe- dewletê tenê gelek, zimanek û çandek tune ye, li gelek dewletan tenê zimanek bûye zimanê fermî û civak mecbûr mane ku ligel zimanê xwe yê zikmakî zimanê fermî jî hîn bibin. Rewşa gelê kurd ji bo vê yekê mînakeke baş e.” (Çîçek, 2007)
Êdî kurdên yekzimanî hema hema qet nemane, an jî pir kêm mane. Bêguman zanebûna zimanên din bi her aliyî ve ji bo naskirina çandên din, fêrbûna wêje ,dîrok û hunera gelên din meziyeteke gelek sûdewar û balkêş e. Bi vê taybetiya xwe zanebûna zimanên din mirov radigihîne şaristaniya gerdûnî.
Mirov bi zanebûna zimanan ve hev nas dike, bi hevre têkilî dike û empatiyê hîn dibe. Duzimanî prosesa pêşketina zimanan zûtir dike û firsenda berhevdanînê (contrastive analysis) dide. Lêbelê duzimanîbûna kurdên Tirkiyeyê ewqas bê guneh û masûm nîn e. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Edîb Po- lat pivana navbera her du zimanan wiha tîne zimên;
“Wekî gelemperî tê gotin: ‘Çend zimanên te hebin, tu ew çend pir î!’ Lê divê ew zimanên te, bi hevre aşti- yane bin, li hev bikin, ne neyarê hevbin. Ango kes, divê bi xwesteka xwe hînî wan zimanan bibe, bi hezkirin wan bikar bîne û li wan xwedî derê.” (Polat, 2008).
Lê rewşa duzimaniya kurdî-tirkî li Tirkiyeyê vê radeyê de nin e.
Gelo, gelê kurd dê bi duzimani- yeke wiha ve – ku zimanê duyemîn/ biyanî serdest û zimanê zikmakî bindest – çawa xwe qure bike û ê bibêje ez duzimanî me. Pejiran- dina duzimaniyeke vî qayîdeyî tê wateya ji holê rakirina kurdî ye.Polat gotina xwe wiha didomîne, “Duzimanî li Tirkiyeyê kîjan rewş û saziyê de bi kar were jî, bêedeletiyekê li dijî kurdî dê derkeve holê. Ji ber ku kurdek li Tirkiyeyê tune ku mecbûrî perwerdeya bi tirkî ne bû ye û (îstîsna ne tê de) mirov dikare bêje tirkek tune ku hînî kurdî bûye. Di şertek wiha de pêkanîna duzimanî dê domandina serdestiya tirkî be, lê ji bo kurdî dê gavekî demokratîk be.”
Ji ber ku bi destê komeleyê qada bikaranina kurdî hatiye dagirkirin, weşan û perwerdehiya kurdî hatiye qedexekirin û tirkî li serê kurdan hatiye mecbûrkirin. Li gorî nivîskar Jîr Dilovan duzimaniyeke wiha ji holê rakirin, têkbirin û di dawiyê de jî kuştina kurdî ye.
“Kurd reben û belengazê zimanê xwe ne. Zimanê wan xistine bîreke kûr, devê bîrê jî bi mazgaleke nav- berteng girtine. Li ser bîrê tirkî cixareya xwe pê xistiye û serê govendê dikşîne. Bifikirin jiyana zimanê kurdî û tirkî di kîjan radeyê de ye.” (Eroglu, 2008)
Duzimanî li her derê Kurdistanê mîna hev nîne, mirov çiqas ber bi bakûrê biçe ê bibîne, ew qasî jî duzimaniya kurdîtirkî ber bi yekzimanîya tirkî diçe. Ji ber
ku li Tirkiyeyê zimanê fermî, yê perwerdehiyê, yê polîtîkîdarî û fînansî tirki ye û bi aliyê din ve kurdî li Tirkiyeyê pere nake û dijminê ‘yekîtî û beramberî ya Tirkiyeyê’ ye, kurdî nayê xwestin û qada jiyana zimanê kurdî her ku diçe tengtir dibe.
2. Ji bo kurdên Tirkiyeyê pîvana duzimaniyê çi ye?
Ev bû demeke dirêj ku li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê hene, pêşveçûna kurdan bi her aliyî ve bi destê dewletên serdest hatiye girtin û gelek astengî li dijî kurdî derketine holê. Ziman û axaf- tin hatiye qedexe kirin. Nişfên nû bi perwerdehiya dewletên serdest, bi zimanê wan, bi çanda wan û li gorî armanca wan hatine perwerde kirin. Lêbelê dîsa jî kurdan eslê xwe û zimanê xwe wenda nekirine . Piştî ku televîzyon, medya û dibistanên dewleta serdest belavebûn çand û zimanên biyanî jî kete malên me û dest bi dagirkirina zimanê me kir. Êdî zimanê me nehat axaftin, çîrokên me hatin ji bîr ve kirin, ne Memê Alan ma, ne Zîn ma, ne Siyabendê Silîvî ma ne xeca zerîn, ne hezkirin ma ne eşq û evîn… hê jî em nizanin bi kurdî şa bibin, hê jî girînên me bi kurdî ne.
Beriya ku mirov bibe duzimanî divê mirov pêşiyê bibe yekzimanî. Zimanê xwe yê yekemîn baş hin bibe paşê bi zanebûn û bi avayekî zimannasî dest bi hînbûna zimanên din bike. Lê mixabin, ji kurdan re qedexe ye ku zimanê xwe hîn bibin û bi zimanê xwe perwerde bibin. Di ser de jî kurd mecbûr in ku tirkî hin bin. Vê rewşê jî encameke trajîkomîk derxistiye holê. Dema ku hinek kurdên mehrûmê kurdî û mecbûrê tirkî, yê dunîvzimanî tên li ba hev, silavkirina bi kurdî ve destpê dikin û axaftina xwe bi tirkî didomînin. Ji ber ku vuqûfiyeta gelekan ne li ser tirkî û ne jî li ser kurdî heye, ew van her du zimanan tevlihev dikin û tiştekî ecêb derdixin holê.
Mirovekî ku her du zimanan nizanibe tu car ji axaftinê tiştekî fêm nake. Gelekên din jî hene ku di temenê xwe de tu carî pirtûkeke kurdî nexwendine û bi darê zorê, bi tirkî hatine perwerdebûn, xwe ‘duzimanî’ dihesibînin. Nexêr, mirov dikare dewsa vê duzimanîyê de bêje duderewî, xwexapandin an jî otoasîmîlasyon. Ez jî wekî, ziman- zan Samî Tan, dibêjim “du zimanên nîvçe bi seriyek sîr nakin”.
Wek encam mirov dikare bibêje, kurdî ya ku di nava gel de tê axaf- tin, heta niha ne bi zanebûnê û zimannasiyê, bi avayekî siruştî ji- yana xwe berdewam kiriye. Lêbelê niha em nikarin kurdî bi serê xwe bihêlin, çumkî qada bikaranina kurdî bi zimanên din ve hatiye dagirkirin û kurdî bi her çar aliyî ve hatiyê dorpêç kirin. Beriya zimanên biyanî divê em zimanê xwe baş hîn bibin, di her qada jiyanê de bikar bînin û bizanibin ku zimanê yekemin ya yekemîn û ya duyemîn jî zimanê duyemîn e.
Çavkanî:
-Bloomfield, L. (1933). Language. New York: Holt.
-Çîçek, C. (2007). duzimanî, mirina/wendabûna zimanan û rewşa Kurdî li Tirkiyeyê. Zend , havîn-payîz, 2125.
-Eroglu, Y. (2008). duzimanî niqaşeke luks e. C. Oguz, & D. Rêbiwar içinde, duzimanî (s. 45). Stenbol: weşanên hîvda.
-Haugen, E. (1953). The Norwegian Langauge in America: A study in bilingual beaviour. Philadelphia: UP of.
-Hockett, C. F. (1958). A Course in Modern Linguistics. NY: Macmillan. Polat, E. (2008). duzimanî, lê çawa? duzimanî , 49.
-Rêbiwar, D. û. (2008). Duzimanî. Stenbol: Weşanên Hîvda. Romaine, S. (1989). Bilingualism. UK: Basil Blackwell Ltd.
-Tan, s. (2008). duzimanî û dunîvzimanî. C. Oguz, & D. Rêbiwar içinde, duzimanî (s. 33 36). Stenbol: weşanên hîvda.
(1)Kurdên Federal Kurdistanê derveyê behsa me
(2)Li hember Kurdî; Li Tirkiyeyê Tirkî, li Îranê Farsî, li Îraqê û Suriyeyê Erebî û welatên din zimanekî cuda
Çavkaniyan Nivîsê: Kovara Pêngavê – Hejmara 3yem (2011-2012)
Nivîskar: Peyrew Ronî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…