Lêkolîneke Berawirdî li ser “The Interlopers” û “Bêbextî”yê

Lêkolîneke Berawirdî li ser “The Interlopers” û “Bêbextî”yê
A Comparative Study on “The Interlopers” and “Bêbextî”

Ferhat YILMAZ
Xwendekarê Doktorayê ye di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de li Zanîngeha Dicleyê

PUXTE

Ji bo wêjeya modern a Kurdî kovarên Hawar û Ronahiyê yek ji wan çavkaniyên sereke ne. Em dizanin ku di derxistina van kovaran de û di tijîkirina naveroka wan de Celadet Alî Bedirxan barekî pir girîng hilgirtiye ser milên xwe. Ji bo dagirtina naveroka van kovaran bi dehan navên cihê bi kar aniye. Yek ji van navan jî Bişarê Segman e. Em dibînin ku Bişarê Segman ligel çîrokên xwe yên dîrokî, ji wêjeya cîhanê jî hinek çîrok wergerandine. Bi saya van wergeran em derbarê çavkaniyên Celadet Alî Bedirxan û herwiha kovarên Hawar û Ronahiyê de agahdar dibin. Di vê xebata xwe de em ê çîroka wî ya “Bêbextî”yê û çîroka “The Interlopers” a Hector Hugh Munro berawird bikin. Bi vê yekê jî em ê çavkaniyeke nû ya Celadet Alî Bedirxan bi dest bixin.

Bêjeyên Sereke: Celadet Alî Bedirxan, Hector Hugh Munro, Kurteçîrok, Bêbextî, The Interlopers.

ABSTRACT

The magazines of Hawar and Ronahî are the essential source of modern Kurdish literature. As we know, in establishing these two magazines and filling in their contents, Celadet Ali Bedirkhan took a great deal of responsibilities. He used a dozens of names to fill in the contents of these two magazines.  One of these names is Bişarê Segman. Along with historical stories, he also translated some stories from the World Literature. Thanks to these translations, we obtain information about Celadet ali Bedirkhan and shed lights onto recources of Hawar and Ronahî magazines. Though this study, I will try to compare his story “Bêbextî” with Hector Hugh Munro’s “The Interlopers”. Therefore, through this study, we will reach another source of Celadet Ali Bedirkhan.

Keywords: Celadet Ali Bedirhkan, Hector Hugh Munro, Short Story, Bêbextî, The Interlopers.

1. DESTPÊK

Em dikarin bibêjin ku di wêjeya Kurdî de çîroka modern a Kurmancî di qonaxa Hawarê de rengekî modern girtiye. Di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de kesên wekî Celadet Alî Bedirxan, Nureddîn Zaza, Qedrîcan, Osman Sebrî û Kamiran Alî Bedirxan nimûneyên serkeftî yên vê cureyê dane. Hinek ji van nivîskarên navborî, çîrokên xwe di her sê kovaran de jî weşandine. Hinek ji van nîvîskaran ligel navê xwe yê resen navên din jî bi kar anîne. Bi taybetî Celalet Alî Bedirxan di van kovaran de ji aliyê bikaranîna navên cihê ve balê dikişîne. Xebatên li ser vê mijarê nîşan dane ku Celadet Alî Bedirxan di Hawarê de 33 nav bi kar anîne (Aydogan, 2014: 171-175).

Di nav van navan de em ê li ser navê Bişarê Segman rawestin. Em dibînin ku Bişarê Segman di kovarên Hawar û Ronahiyê de çardeh[1] çîrok weşandine. Ji van çardeh çîrokan çîrokên “Cankêş”, “Keçika Kibrîtfiroş”, “Dr. Rweylot”, “Katêrîn Çîroka Împeretora Rûsyayê a bi nav û deng” werger in. Çîroka “Cankêş” ji çîroka “La Daible” ya Guy de Maupassant, çîroka “Kibrîtfiroş” ji çîroka “Den Lille Pige med Svovlstikkerne” ya Hans Christian Andersen, çîroka “Dr. Rweylot” ji çîroka “The Adventure of The Speckled Band” a Sir Arthur Conan Doyle û çîroka “Katêrîn Çîroka Împeretora Rûsyayê a bi Nav û Deng” ji nivîskarê S. A. Moreskwi hatine wergerandin.

Îro dema ku berhemek tê wergerandin, navê berhemê, navê nivîskarê wê û ev berhem ji kîjan zimanî hatiye wergerandin, tên nîşandan. Dema ku em bala xwe didin van her çar çîrokan, em dibînin ku bi awayekî birêkûpêk ev çîrok ji kê û ji kîjan zimanî hatine wergerandin, nehatine nîşandan. Di serê çîroka “Cankêş”ê de Celadet Alî Bedirxan, navê çîroka resen û nivîskarê wê dide. Di serê çîroka “Kibrîtfiroş”ê de tenê dibêje “Ji Edebiyata Denîmarkî” lê navê resen ê vê çîrokê û navê nivîskarê wê nabêje. Di serê çîroka “Dr. Rweylot”ê de beriya ku çîrok dest pê bike, agahiyek dide. Di binê agahiyê de şanenava B.S. heye ku îşaretî Bişarê Segman dike. Di vê nivîsê de behsa çîroka polîsiyeyê tê kirin û navên Sherlock Holmes û Dr. Watson diborin. Navê nivîskar û çîroka resen naborin. Lêbelê em dizanin ku afirînerê çîrokên Sherlock Holmes nivîskarê Îngiliz Sir Arthur Conan Doyle ye. Çîroka “Dr. Rweylot”ê jî wergera çîroka “The Adventure of The Speckled Band”ê ye. Di vê çîrokê de zirbavekî bi navê Dr. Rweylot heye (Doyle, 1892: 93-107). Wisa dixuye ku Celadet Alî Bedirxan navê vî kesî li çîroka wegerandî daniye. Wî di her du çîrokên berê de tenê wateya navê çîrokan wergerandibû. Lê ji bo çîroka “The Adventure of The Speckled Band” navekî nû daniye. Di destpêka çîroka “Katêrîn”ê de Celadet Alî Bedirxan, navê nivîskarê çîrokê dibêje û wekî wergêr navê Bişarê Segman dide. Lê di her çar çîrokan de jî behs nake ka wan ji kîjan zimanan wergerandiye. Dixuye ku zimanê resen ê van her çar çîrokan bi dorê: Fransî, Danîmarkî, Îngilizî û Rûsî ne. Lêbelê em tê dernaxin gelo ev çîrok ji kîjan zimanan hatine wergerandin. Em dizanin ku Celadet bi Fransî, Îngilizî û Rûsî dizanî (Dilgeş, 2012: 49) û dibe ku wî berhemên Guy de Maupassant, Sir Arthur Conan Doyle û S. A. Moreskwi ji zimanê resen wergerandibin. Lê ji bo çîroka Hans Christian Andersen em nikarin tiştekî bibêjin.

Di hejmara 27an a Ronahiyê de çîrokeke bi navê “Bêbextî”yê bi şanenava Bişarê Segman hatiye weşandin. Ne di destpêkê de û ne jî di dawiya çîrokê de em rastî têbîniyek nayên ku ev çîrok adaptasyonek e. Adaptasyon cureyeke wergerê ye ku di dema wergerandina metnekê de hin tişt ji metnê tên zêdekirin û derxistin, metin li gorî kevneşopa wergêr tê guherandin (URL-1, Türk Dil Kurumu, 2017: 1). Çawa ku em ê di vê xebata xwe de nîşan bidin, ev çîroka Celadet Alî Bedirxan ataptasyona çîroka “The Interlopers”[2] a Hector Hugh Munro ye.[3] Munro nivîskareke Birîtanyayî ye ku bi kurteçîrokên xwe navdar e. Ew wekî pisporê vê cureyê tê nasîn û bi nivîskarên wekî O. Henry û Dorothy Parker re tê berawirdkirin. Munro di bin bandora nivîskarên wekî Oscar Wilde, Lewis Carroll û Rudyard Kipling de maye (URL-1, 2017: 5).

Dema ku em bala xwe didin çîrokên wergerandî û adaptekirî yên Celadet Alî Bedirxan ku bi nasnava Bişarê Segman di Ronahiyê de weşandine, em sîstemeke rêkûpêk nabînin. Li gorî me destnîşannekirina çîrokên adaptekirî ji ber vê nerêkûpêkiyê tê. Di çîrokên “Cankêş” û “Katêrîn”ê de navê nivîskarên resen tê gotin. Di çîrokên “Dr. Rweylot” û “Keçika Kibrîtfiroş”ê de navê nivîskarên resen nayên gotin. Navê çîroka “Dr. Rweylot”ê ji nû ve hatiye danîn. Her çend bê fêhmkirin jî ku ev nivîs werger in, tenê di çîroka “Katêrîn”ê de Bişarê Segman wekî “wergerevan” hatiye nîşandan. Xuyaye ku hinek çîrok adaptasyon in, lêbelê çavkanî nehatine gotin. Yek ji van çîrokên adaptekirî çîroka “Bêbextî”yê ye. Lewra em dikarin Hector Hugh Munro wekî çavkaniyeke wêjeyî ya Celadet Alî Bedirxan bibînin.

Li gorî me hinek çîrokên Celadet Alî Bedirxan wekî “Dayîn”ê û yekem çîroka wî ya “Bobi’nin Hatası” (Xeletiya Bobî) adaptasyon in. Hinek çîrokên bêşanenav li ser navê Celadet Alî Bedirxan hatine nivîsîn wekî “Jinika ko du caran hati bû kuştin”, “Gelo xwe kuşt an hate kuştin” jî werger in; lêbelê çavkanî nehatine nîşandan. Jixwe Ferhad Pîrbal di xebateke xwe de hinek çîrokên wî wekî werger nîşan dide (Pîrbal, 1994: 100-109), lê derbarê çavkaniyên wan de agahî nade. Em di vê baweriyê de ne ku di demên bê de bi xwendinên din dê çavkaniyên van çîrokan xwe bidin der.

Me got ku “Bêbextî” adaptasyona “The Interlopers”ê ye, lêbelê Celadet Alî Bedirxan dema ku ev adaptasyon kiriye metna resen guherandiye û dirûv û naverokeke nû daye çîrokê. Lewra me xwest em têkilî, wekhevî û cudahiyên her du çîrokan berawird bikin. Jixwe wêjeya berawirdî îmkaneke baş e ku mirov bandora wêje û zimanekî din li ser wêje û zimanekî din destnîşan bike û li ser nivîskariya kesayetiyekî/ê rêçên hawirdorê bibîne. Peywir û erka wêjeya berawirdî ew e ku ji aliyê naverok, teşe û ramyariyê ve wekhevî, dijayetî û hevpariya du berheman destnîşan dike. Ew hunereke sîstematîk e ku di wêjeyê de wekhevî, bandor û nêzîkatiyê dike mijarên lêkolînên xwe (Kefeli, 2000: 9). Wisa dixuye ku nasîna wêje û gelên din ji bo dewlemendkirina wêje û çandekê pêwîst e. Ji ber vê yekê jî çavên lêkolîner û wêjevanan her dem li ser netewe û dewletên din, bi taybetî yên pêşketî, bûne ku ji xebatên wan sûd wergirin. (Tekşan, 2011: 23). Eger em bixwazin naverok, şêwaz û cureyên nû di wêjeya me de çêbin, rehettirîn rê ew e ku em bergeha wêjeya xwe ji wêjeyên gelên din re vekin. Jixwe em ji dîroka wêjeya neteweyan dizanin ku ne pêkan e wêjeya neteweyek, xwe ji wêjeyên neteweyên din dûr bixe û bi wan re nekeve nav danûstandinê. Jixwe wêjeya cîhanê bi têra xwe di nav peywendiyekê de ye (Aytaç, 2009: 31).

  1. DAHÛRÎN

Li gorî zanista wêjeya berawirdî wisa dixuye ku sûdwergirtina wêjeyên neteweyî ji hevûdin, gelekî asayî ye. Hîmên wêjeya modern a Kurdî di sedsala 20an de tên danîn û nimûneyên cureyên nû tên nivîsandin. Yên ku van nimûneyan dinivîsîn, wekî Celadet Alî Bedirxan pirziman in û ji wêjeya gelên Ewropayê haydar in. Celadet Alî Bedirxan demekê li Ewropayê dimîne[4] û ji nêz ve digel wêjeyên din hemhal dibe. Di rojnameyên Almanî de çîrokan dinivîse û wergeran dike (Bedirxan, 2009: 64-67). Em dikarin bibêjin ku Celadet Alî Bedirxan di van salan de û di salên Dibistana Mektebî Sultanî[5] de gelek nimûneyên wêjeya Ewropayê xwendine.[6] Lewra pir asayî ye dema ku Bedirxan berhemên xwe nivîsandibe, ji wêjeyên din sûd wergirtibe. Jixwe ev xebata berdest jî nîşan dide ku ev sûdwergirtin çêbûye. Ji bo vê yekê em derbasî berawirdkirina hêmanên her du çîrokên ku bûne mijara vê xebatê bibin, dê baştir bibe.

  • Hêmanên Çîrokan

2.1.1. Cure

Ji hêla cureyê wêjeyî ve çîrokên “Interlopers” û “Bêbextî”yê kurteçîrok in û di kurteçîrokan de kêm leheng cih digirin. Lehengên çîrokê di nav bûyerekê de tên vegotin. Wekî gelek mînakên vê cureyê, bûyer ji rasthatinekê pêk tê û dawiya çîrokê bi surprîzê diqede. Cihên bûyerê bi sînor in, vegêran kurt û tîr e (Hansen, 2017: 1). Em dibînin ku ev pênaseyên kurteçîrokê di her du çîrokên berdest de xwe didin der. Lewre di her du çîrokan de hejmara lehengan kêm e û cihên ku bûyer lê diqewime bi derdoreke teng sînordar in.

Di heman demê de dawiya her du çîrokan jî bi surprîzê diqede. Di her du çîrokan de jî serlehengên neyarên hev, di bin daran de asê dimînin. Di vê rewşê de li hev têne rehmê û dibin destebirayên hev. Hêvî û gumanên hevaltiyê yên xweş ji hev re dibêjin. Xwîner li hemberî vê rewşê wisa difikire ku dê zilamên wan bên, wan rizgar bikin û hêviyên xweş pêk bên. Lê çîrok qet ne li gorî van hêviyan diqede. Ev yek jî ji xwîner re dibe surprîz. Di çîroka “The Interlopers”ê de hevoka dawî “Gur in” (Saki, 1919: 45)  û di çîroka “Bêbextî”yê de hevokên “Li ser berfê rêçine dehban û şopine xwînê xuya dikirin. Ji tifingên şikestî, qetên cilan û ji kiloxên seriyan pê ve tu tişt nedîtin” (Bedirxan, 2009: 59) ji xwîner re dibin surprîz û xwîneran metel dihêlin.

2.1.2. Leheng

 Çawa ku hate gotin di kurteçîrokan de kêm leheng cih digirin. Di van her du çîrokên berdest de jî lehengên ku di bûyera çîrokê de cih girtine ev in: Ulrich Von Grandwitz û Georg Znaeym serlehengên çîroka “The Interlopers”ê ne; Çeçanê Bûbo û Serxanê Siyehpûş serlehengên çîroka “Bêbextî”yê ne. Di her du çîrokan de qala mirovên van her çar kesan tê kirin; lêbelê ev kes nabin endamên bûyera çîrokan. Di dawiya her du çîrokan de jî gur derdikevin ser dikê. Di çîroka “The Interlopers”ê de em çalakiyeke wan nabînin, lê di çîroka “Bêbextî”yê de em dibînin ku gur dibin parçeyeke bûyera çîrokê.

Di çîroka “The Interlopers”ê de Ulrich Von Grandwitz û Georg Znaeym neyarên hev in. Bi heman awayî di çîroka “Bêbextî”yê de Çeçanê Bûbo û Serxanê Siyehpûş neyarên hev in.

2.1.3. Cih (Mekan)

 Di çîroka “The Interlopers”ê de cihê bûyerê dehleke çiyayên Karpathianan e. Di çîroka “Bêbextî”yê de cihê bûyerê dehleke Çiyayê Sîpanê ye. Di her du çîrokan de jî cihê bûyerê pir sînordar e, cih derdoreke teng a li nav darûberan e. Di her du çîrokan de jî ji bo şayesandina cihê zêde agahî nehatine dayîn. Di çîroka “The Interlopers”ê de cihê bûyerê wiha tê qalkirin: “Zilamek rojeke zivistanê di nav daristaneke gur a spîndaran de rawestiyaye. Ev daristan li ser hêla rojhilata Çiyayên Karpathianan cih girtiye.” (Saki, 1919: 42). Nivîskar bi me dide zanîn ku ev cih bi qasî xwe bi darûber e û tê de gelek ajelên kovî dijîn. Di çîroka “Bêbextî”yê de jî cih bi kurtî wiha tê qalkirin: “Di pesarên Sîpanê Xelatê de berf qerisî û bûbû kurşe. Berfê di bin reşikan de dikire xirçexirç û deng dida. Di bêlaneke rêlê de zilamek sekinî bû û guh dida dora xwe.” (Bedirxan, 2009: 55). Di her du çîrokan de jî qurm û şaxên dareke gewre dikevin ser her du serlehengan û di binê wan de dimînin. Piraniya bûyerên her du çîrokan di vê asêmayîna her du serlehengan de diborin.

2.1.4. Dem

 Di her du çîrokan de jî dema bûyerê, bi şevê dest pê dike. Di çîroka “The Interlopers”ê de dem wiha tê aşkerekirin: “Zilamek rojeke zivistanê di nav daristaneke gur a spîndaran de rawestiyaye… Ulrich von Grandwitz di nav tarîtiya daristanê de li pey mirovekî dijmin digere.” (Saki, 1919: 42) Lê wexteke diyar nayê gotin. Ji herîkîna çîroka “The Interlopers”ê em pê derdixin ku bûyer di demeke pir kurt de diqewime. Tam ne zelal be jî em dikarin bibêjin ku bûyer di saetekê de bi dawî dibe û çîrok diqede. Dema bûyerê çîroka “Bêbextî”yê jî wekî çîroka “The Interlopers” bi şevê dest pê dike. Hevoka yekem a çîrokê wiha dest pê dike: “Şevek ya zivistanê bû.” (Bedirxan, 2009: 55)  Lê çîrok danê şevê naqede. Em dibînin ku sahneya dawî ya çîroka “Bêbextî”yê danê sibê ye. Yanî şev çûye serî û bûye sibe. Bi hevokên çîrokê dem wiha hatiye aşkerekirin: “Sibetir peyayên wan di yek wextî de gihaştin cihê ko axayên wan li berfê teqinîbûn.” (Bedirxan, 2009: 59). Lewma dema bûyerê ya “Bêbextî”yê kêm be jî ji dema “The Interlopers”ê dirêjtir e.

  • Bûyer

Bûyera çîroka “The Interlopers”ê li ser du kesan e ku bi malbatî dijminên hev in. Malbata Ulrich Von Grandwitz û ya Georg Znaeym ji bo erdekî di ber hev de ne. Çi ye ku di dema bapîrê Ulrich de malbata wan ji ya Georg hêzdartir e, bapîrê wî bi rêya dadgehê erdê ku li ser şer tê kirin, li ser xwe tapo dike. Lêbelê malbata Georg vê yekê tu car qebûl nakin û dema ku fersend dikeve destê wan dîsa dikevin vî erdî. Lewra di navbera her du malbatan de şer û ceng heta dema Ulrich û Georg tê. Dema ku ev her du kes dibin serekê malbata xwe, aloziya malbatan dikin pirsgirêkeke takekesî. Ji bo hev dilopek av jî zêde dibînin û dua dikin ku birûska Xwedê li dijminê wî bikeve.

Şeveke tarî Ulrich mirovên xwe dide hev ku biçin erdê xwe biparêzin da ku ji neyarê wan kesek nekevê. Erdê ku li ser şer tê kirin, binetara singekî ye. Ulrich mirovên xwe li ser singî bi cih dike ku ji bo dijmin kemîn daynin û ew bixwe jî ber bi binetarê ve dadikeve. Di dilê xwe de xweziya xwe tîne ku di vê şeva tarî û bagerî de ew û Georg rastî hev bên ku dilê xwe bi kuştina wî rehet bike. Gava ku di van xeyalan de ye, di ber qurmê dareke gewre ya narewanê re dibore û bi George re rû bi rû dimîne. Demekê bêdeng û bêbiryar li nav çavên hev dinêrin. Her du jî şidiyayî ne û di destên wan de çek hene. Dilê her duyan jî bi kuştinê dikele. Beriya ku bêbiryariya xwe li ser xwe biavêjin, karekî Xwedavendî her duyan jî di bin xwe de diçilmisîne. Lewra maweya ku bê biryar li hev temaşa dikin, birûskek li dara ku ew li bin in dikeve û darê di ser wan de dirûxîne.

Her du jî di bin şaxên darê de dimînin.  Destekî Ulrich di bin pişta wî de diherise û her du pêyên wî di bin şaxên giran de dimînin. Şaxên ketî, rûyê wî di nav xwînê de dihêlin. Dibîne ku va ye Georg jî tam di ber wî de ye, lê ji wî xirabtir di bin şaxan de maye. Georg hewl dide xwe xilas bike, lê hewlên wî berhewa dibin. Lê li rewşa Ulrich dinêre û dibêje ku çi edaleteke heq e ku tu li ser erdê dizî ketiyî dafikê. Ulrich lê vedigerîne û dibêje ku ez li ser erdê xwe me; dema ku mirovên min hatin em xilas kirin, tu yê ji ber van gotinên xwe poşman bibî. George dibêje tu çi dizanî ku dê pêşî mirovên te xwe bigihînin hawara me. Mirovên min jî di pey min re dihatin. Dema ku xwe gihandin me, dê zêde nefikirin ku barên li ser min rakin û yên li ser te zêde bikin; tu yê di wî halî de bimirî û çi ye ku ji edetê ye,  ez ê xebera serxweşiyê bişînim ji bo malbata te. Ulrich dibêje ku min ji mirovên xwe re gotibû ku heta deh deqîqeyan bidin pey min. Jixwe va ye heşt ji wan çûn jî. Lê çi ye ku tu wekî diz ketiyî erdê min, ez ê tu serxweşiyê ji malbata te re neşînim.

Piştî demekê ku dibezin hev, her du jî bêdeng dimînin. Her du jî dizanin ku dê mirovên wan zû bi zû xwe negehînin wan. Ulrich bi destê xwe yê saxlem ji ber xwe şûşa meyê derdixe û çend qurtan jê vedixwe. Piçek pê germ dibe û hesteke dilovaniyê diniqute dilê wî. Berê xwe dide Georg û dibêje ku tu dikarî xwe bigihînî vê şûşa meyê? Meyeke gelekî xweş e. Georg lê vedigerîne; nexêr hema bibêje tiştek nabînim, jixwe ez ji destê dijminê xwe ava heyatê be jî venaxwim. Ulrich piştî demekê bêdeng ji Georg re dibêje ku cîran min nêrîna xwe guhert; eger pêşî mirovên min hatin, ez ê ewil te bidim derxistin. Ez te wekî mêvanê xwe dibînim. Jixwe beredayî ye ku em wiha ketine pêsîra hev. Cîran heger tu jî aliyê min bikî ku em vê dijminiyê ji holê rakin, ez ê ji te daxwaza hevaltiyê bikim. Georg jî dibêje ku eger ez û tu li ser hespên xwe bikevin meydana bajêr dê milet çawa bi heyirî li me bimeyizîne; dê xelkên derdorê erdê me bigihîne rehetiyê. Tu yê roja Sylvesterê bê mala min, ez ê bême qesra te. Dema ku te ez vexwendim ser erdê xwe, em ê bi hev re nêçîrê bikin. Ez ê te vexwînim lîtavê bo nêçîra çûkan. Erê Ulrich, ez ê bibim hevalê te.

Her du birîndar bêdeng dimînin û dixwazin ku mirovên wan pêşîn bên da ku camêriya xwe nîşanî hevalê xwe yê nû bidin ku heta çend deqîqeyên berê jî dijminê hev bûn. Piştî demekê, gava ku dengê bayê piçek vedide; Ulrich ji Georg re dibêje ku belkî em bangî mirovên xwe bikin, dengê me biçe wan û bên me xilas bikin. Georg her çend îhtîmal nede vê yekê jî beşdarî Ulrich dibe û bangî mirovên xwe dikin. Çend caran bang dikin û Georg dibêje ku ji bilî dengê bayê tiştek li me venagere. Piştî bêdengiyekê Ulrich bi şahî diqîre. Dibêje ku va ye ji singê ku ez daketibûm hinek ber bi me ve tên. Her du bi hev re çiqas ji wan tê ber bi hatiyan ve diqîrin. Georg û Ulrich meraq dikin ka gelo yên tên zilamên kê ne. Piştî demekê pê dihesin ku yên tên ne mirov in, gur in.

Di çîroka “Bêbextî”yê de jî bûyer li ser rasthatina du kesan e ku ew bi malbatî dijminên hev in. Di çîrokê de malbatên Bûbo û Siyehpûş ev sê bavik in ku ji bo erdekî dehlî di ber hev de ne. Ji hev gelek kes kuştine. Çeçanê Bûbo kesekî jêhatî ye û erdê ku li ser dehwa tê kirin, li ser navê xwe tapo dike. Lê Serxanê Siyehpûş ji vê rewşê razî nîne û berberî li Çeçên dike. Ewqas li ser vî erdî rik dikutin hev wisa ku dikarin şevên tarî jî li ser erdî derkevin kontrolê ka gelo dijminekî wan ketiye nav erdê wan yan ne. Çeçan di şeveke tarî û bagerî de mirovên xwe li ser erdê xwe diêxe çavdêriya dijminan û derdorê erdê xwe bi tenê dimeşe. Xweziya xwe tîne ku niha li ser erdê wî Serxan rastî wî bê û dilê xwe bi kuştina wî rehet bike. Dema ku di ber qurmê dareke mezin re dibore ew û Serxan rû bi rû dibin. Her du jî serdan pê şidiyayî ne û xwedan çek in. Di dilê her duyan de jî fikara kuştinê heye. Tam di vê kêliyê de birûskek li darê dikeve. Birûsk darê dike çend parçe û di ser wan de dirûxîne.

Çeçan û Serxan di bin darên ketî de dimînin. Destê çepê yê Çeçan di bin pişta wî de diherise. Serxan jî ji bilî ser û pêyan yekcar di bin daran de dimîne. Dema ku bi ser xwe ve tên, di ber hev de diavêjin û dixwazin dilê yekûdu teng bikin. Her du jî dibêjin ku mirovên wî ji wî agahdar in û zêde nakêşe ku bên wî xelas bikin. Serxan dibêje ku mirovên min ê te di vê halê de bihêlin û sibe xebera serxweşiyê bişînin mala te. Çeçan dibêje bila mirovên te zûtir bên ez û hûn heta ku ji me hat em ê şer bikin.  Lê her du jî dizanin ku mirovên wan zû bi zû nayên. Piştî demekê Çeçan bi destê xwe yê rastê çaya bi tarçîn û qerenfîlî di ber xwe de derdixe û çend qurtan lê dide. Piştre dirêjî Serxan dike û dibêje kerem bike hinek ji vê çayê vexwe. Serxan îkrama wî napejirîne. Dibêje ku ji destê dijimê xwe ava heyatê jî be ew venaxwe. Xweşa Çeçan ji vê mêraniya Serxan tê. Wisa dixuye ku dilê wî bi vê bûyerê nerm dibe û ji Çeçan re dibêje ku wî biryara xwe guherandiye. Eger mirovên wî pêşî bên dê ew ji wan re bibêje ku bila pêşî Çeçan ji binê daran derxînin. Dibêje ku beredayî ye, ev sê babik in ku ew dijminên hev in. Ji Çeçan re dibêje ku were em bibin dost û hevalên hev. Çeçan jî gotinên Serxan di cih de dibîne û dibêje dema ku gel dît du kesên ji malbatên Bûbo û Siyehpûş bi dostanî bi ser hev de diçin û tên dê heyirî bimînin. Piştî vê lihevkirinê her du jî bêdeng dimînin. Di dilê xwe de xweziya xwe tînin ku pêşî mirovên wî bên da ku camêriya xwe nîşanî hevalê xwe bide.

Piştî demekê dema ku dengê bagerê nizm dibe, Çeçan ji Serxên re dibêje ku em gazî mirovên xwe bikin. Dibe ku dengê me biçe wan. Bi hev re dikin deng, lê ji bilî vegera dengê xwe tiştek seh nakin. Piştre dîsa bang dikin. Dûre pê dihesin ku va ye hin kes ber bi wan ve bi lez tên. Kêfa wan gelekî tê û ji hevûdu re dibêjin yên tên gelo zilamên kê ne. Zêde nakêşe ku ew fêhm bikin kesên ku tên ne mirov in, belkî keriyeke gurên har in ku ber bi wan ve dibezin.

  • Berawirdkirina Çîrokan

Çîroka “The Interlopers”ê li ser temaya karên îlahî  ava bûye. Her çend çîrokeke kurt be jî li ser bûyereke balkêş û vegotineke tîr ava bûye. Di kurteçîrokan de jixwe amanc ew e ku bi kurtî, lê bi saya honandineke bihêz hest û nêrîn bên vegotin. Beriya her tiştî em dibînin ku sernavê çîrokê ji naveroka çîrokê derketiye. Yanî sernavê çîrokê ji ruhê naveroka çîrokê derketiye. Bêjeya interlopers (kesê ku tevilî karek an rewşeke kesan dibin) di çîrokê de cih digire (Saki, 1919: 44) û di honandina çîrokê de îşaretî du tiştan dike. Dema ku Ulrich û Georg li hev tên, Georg di axaftina xwe de dibêje ku dema em aşitiyê di navbera malbatên xwe de çêkin, tu kes tuneye ku bê tevilî vî karê me bibe. Lêbelê dema ku çîrok bi temamî tê xwendin, tê dîtin ku peyva interlopersê bêhtir îşaretî guran dike. Lewra di çîrokê de tê gotin ku tu kesê ji derve, nikare tevilî aşbûna wan bibe, lê beriya ku mirov ji aşbûna wan re atengî derxînin, gur tên Ulrich û Georg dixwin. Bi vê yekê jî aşitî di navbera malbatan de dîsa çênabe.

Munro (Saki) di honandina çîroka xwe de hinek bêje û gotinan refereyê hinek rewş an jî tiştan dike. Me li jorê gotibû ku sernavê çîrokê interlopers, îşaretê bêjeya dawî ya çîrokê yanî guran dike. Di honandina naveroka çîrokê de jî îşaretên wiha cih digirin. Wekî mînak; di destpêka çîrokê de tê gotin ku her du kes jî ji bo dijminê xwe dua dikin ku bobelatek di ser wî de bê. Balkêş e ku piştre duaya wan pêk tê. Di ser wan de şaxên daran hildiweşin û kesê ku vî karî jî dike, hêzeke dermirovî (a deed of nature) ye. Yanî piştre muxatabê duayê wan û karê wî, xwe da der û lêkera hilweşînê (fall on) jî wekî îşareta rûxîna daran a li ser lehengan hatiye bikaranîn. Bi vî awayê honandina çîrokê, vegotina wê tîr dike. Em dibînin ku di çîroka “Bêbextî”yê de ev hevnîşanerên wiha yên honandina çîrokê nakevin ber çavên me.

Di çîroka “The Interlopers”ê de em dibînin ku Saki veguherîna Ulrich gav bi gav bi me dide hîskirin heta ku Ulrich ji dijminatiya xwe diqere û dixwaze bi Georg re hevaltiyê bike. Nîşana vê ya cara yekem; dema ku dar dikeve ser Ulrich ligel ku pir hêrs dikeve jî çi ye ku nemiriye, spasiyeke dîndarane (pious thank-offering) hîs dike. Cara duyem, dema ku meyê vedixwe, canê wî germ dibe û hestên xwedayî (Heaven-sent draught) hîs dike. Lewra dema ku berê xwe dide dijminê xwe, dilovaniyek diniqute dilê wî û meyê pêşkêşî Georg dike. Cara sêyem, Ulrich dibîne ku di hişê wî de hêdî hêdî nêrîneke nû zîl dide. Wextê ku Ulrich berê xwe dide Georg di nav êş û azaran de, ev nêrîna wî her car xurttir dibe. Ulrich di nav êş û azarên xwe de dibîne ku ew rika wî ya berê ji holê radibe. Eger pênaseya sedemên guherînê bên kirin: Şikirdariya zindîmayînê, hîskirina hestên xwedayî û giriftarbûna heman sextiyê dikarin bên rêzkirin.

Di çîroka “Bêbextî”yê de em rastî sedemên cihê tên ku dibin sedema veguherîna Çeçan. Ev yek jî ji ber temaya çîroka “Bêbextî”yê pêk tê ku li ser mêranî û mêrxasiyê ava bûye. Lewra wextê ku Çeçan çay pêşkêşî Serxan dike, Serxan dibêje ji destê dijminê xwe ava heyatê jî be ez venaxwim. Ev yek xweşa Çeçan diçe. Difikire ku neyarê wî mirovekî qenc e, mêrxas e. Çeçan dibîne ku dijminê wî bêhtir diêşe, lê li ber xwe dide; lewra dilê Çeçên nerm dibe, li ber neyarê xwe dikeve. Di çîroka “The Interlopers”ê de jî nepejirandina meyê ji destê dijmin heye. Lêbelê Saki zêde li ser vê bûyerê nasekine. Saki her çend li ser hestên Georg hûr nebe jî wextê ku Ulrich ji wî daxwaza hevaltiyê dike, Georg di axaftina xwe de dibêje ku ev nîv saet e, ez jî wekî berê nafikirim û hem te meya xwe pêşkêşî min kir. Lê di çîroka “Bêbextî”yê de ji bilî sedemek hebe, Serxan pêşniyara hevaltiya Çeçan dipejirîne.

Em dikarin di her du çîrokan de jî şopên çand û adetên nivîskaran bibînin. Di çîroka “The Interlopers”ê de di navbera malbatan de peywendiyên rikberî hene, lê malbatan ji hevdu kes nekuştine. Di çîroka “Bêbextî”yê de malbatan ji hevdu gelek xwîn rêtine. Em dizanin ku di nav Kurdan de gelek şerên xwînî hene li ser dewaya erdan. Georg ji Ulrich re dibêje ku tu yê roja Sylvesterê[7] bê mala min. Serxan ji Çeçan re dibêje ku em ê di eydan de bi hev re şahîne daynin. Serxan di axaftina xwe ya lihevhatinê de gotineke pêşiyan a “xwîn bi xwînê nayête şûştin” bi kar tîne. Di nav Kurdan de mêr û mêranî gelekî xwedan qîmet e. Dema ku Çeçan dibîne ku dijminê wî kesekî jêhatî ye, kêfa wî jê re tê û dixwaze bi vî mirovî re bibe dost. Wisa dixuye ku hilbijartina sernavê “Bêbextî”yê ji bo çîrokê jî bi vê hesta mêraniyê re têkildar e. Di çîroka “The Interlopers”ê de wextê ku Ulrich û Georg di bin şaxan de dimînin, behsa çekên wan nayê kirin. Jixwe ji bo honandina çîrokê jî ev hewce ye. Lewra bêjeya dawî ya çîroka “The Interlopers”ê gur in. Çîrok diqede û em nizanin gelo aqûbeta wan çi dibe. Gelo qet li ber xwe nadin an Ulrich bi destekî be jî bi çek li ber xwe dide.

Di honandina çîroka “Bêbextî”yê de bersiva van pirsan heye. Lewra dema ku Çeçan û Serxan di bin şaxan de dimînin tifingên her duyan jî dişikên. Ji ber vê yekê dema ku gur bi ser wan de tên, bê çek in û nikarin li ber xwe bidin. Lewra jî gur bi hêsanî wan dixwin. Ev yek jî bêbextiyeke mezin e. Em dibînin ku çîroka “Bêbextî”yê bi hatina mirovên Çeçan û Serxan li ser bermayiyên wan diqede. Di çîroka “The Interlopers”ê de ev sahne tuneye. Wisa dixuye ku di honandina çîroka “Bêbextî”yê de sernavê çîrokê, şikestina tifingan û sahneya dawî bi xurtî işaretên hev in û li ser hesta mêraniyê hatine honandin. Em di xebateke Celadet a adaptasyonî de jî rastî heman hestî tên. Celadet di hejmara 31ê kovara Hawarê de helbesta Alfred de Vigny a “La Mort Du Loup” (Mirina Gurî) adapteyî Kurdî kiriye. Di vê helbestê de rewş berevajî ye: Mirov bêbextiyê uran dikin. Bi komî û xefexef, bi çek û xencer bi ser malbateke guran de digirin. Bavgur bi mêranî li ber xwe dide û ji canê xwe dibe. Celadet di adaptasyona xwe de ji bo vê êrîşa mirovan dibêje: “Rêçên gurên fêris /Gurên ko me dabû pey/ Û me dikir/ Bi bêbextî/ Di tariya şevê de/ Wek disekine tirsok/ Bi ser wan de bigirin/ Û wan/  Bidin ber tifing û xenceran.” (Bedirxan, 1998, 768). Ji ber ku em bi Fransî nizanin me li wergerên vê helbestê yên bi Îngilizî û Tirkî nêrî. Di her duyan de jî bêbextiya bi vî awayî wiha aşkere nehatiye bilêvkirin û peyva bêbextiyê nehatiye bikaranîn. Xuyaye ku Celadet girîngî dide mêranî û berxwedanê. Lewra jî, kuştinên ne di cih de ne, wekî bêbextiyê dibîne.

Me li jorê behsa sedema yekem a guherîna Çeçan kiribû. Sedema duyem jî sedemeke çandî ye. Em dizanin ku di çanda Kurdî de dijminê mirov jî dema bê mala mirov, divê ew wekî mêvan bê qebûlkirin û zerar lê neyê kirin. Di çîroka “The Interlopers”ê de Ulrich ji Georg re dibêje ku eger mirovên min pêşî bên, ez ê ewil te bidim xelaskirin wekî tu mêvanê min bî. Di çîroka “Bêbextî”yê de ev axaftin tam vegotineke çanda Kurdî digire. Lewra Çeçan ji Serxên re dibêje ku madem tu di erdê min de yî, tu mivanê min î. Çawa ku diyar e, Serxan li ser erdê Çeçan e; lewma mêvan tê hesibandin, lewra divê wekî mêvan bê qebûlkirin.

Yek ji şopa çandî jî vexwarina mey û çayê ye. Di çîroka “The Interlopers”ê de Ulrich di ber xwe de meyeke hêja derdixe, vedixwe û pêşkêşî Georg dike. Di çîroka “Bêbextî”yê de dewsa meyê çayeke bitarçîn û qerenfîl digire. Sedem jî di dînê Îslamê de vexwarina meyê qedexe ye. Lêbelê di dînê Mesîhiyan de ev qedexe tuneye. Di çîroka “Bêbextî”yê de em dikarin hilbijartina navên Kurdî yên Çeçan û Serxan, niqandina cihê mekanê wekî Sîpanê Xelatê jî wekî hêmanên çandî bibînin.

Em dibînin ku di honandina çîroka “Bêbextî”yê de kêşeya xwediyê erd heye. Gelo Çeçan an Serxan xwediyê erd e. Di rûpela 56an de tê gotin ku Çeçan dixwaze îşev li ser erdê xwe rastî Serxan bê. Jixwe di rûpela 55an de tê gotin ku Çeçan erd li ser xwe tapo kiriye. Di rûpela 57an de dema ku Çeçan û Serxan di bin şaxan de dimînin û dibezine hev, xwediyê erd tevlihev dibe. Serxan ji Çeçan re dibêje heye ku ez ketime çalekê. Lê ew çal di erdê min de ye. Çeçan li wî vedigerîne ku belê li ser erdekî welê ku tu dizê wî yî, te ew ji me dizî. Di çîroka “The Interlopers”ê de kêşeyeke wiha tuneye. Erd di dema bapîrê Ulrich de li ser navê wî tê tapokirin. Di çîrokê de jî xwediyê erdê Ulrich e. Dema ku Ulrich û Georg di bin şaxan de dimînin û diavêjin ber hev jî ev yek naguhere. Xwediyê axê her Ulrich e.

  1. ENCAM

Celadet Alî Bedirxan di kovarên Hawar û Ronahiyê de bi dehan navên mexlas bi kar anîne. Em dizanin Bişarê Segman yek ji van navan e ku ji bo wergerandina çîrokên dîrokî yên navdar û nivîsandina çîrokên modern hatiye bikaranîn. Bi vê xebata berdest aşkere ye ku Celadet Alî Bedirxan ji bo xebatên xwe yên adaptasyonê jî ev mexlas bi kar aniye. Çîroka “Bêbextî”yê yek ji xebatên wî yên adaptasyonî ye ku ji çîroka “The Interlopers”ê ya Hector Hugh Munro hatiye adaptekirin. Her çend di adaptasyonê de guherînên naverokî û teşeyî hebin jî her du çîrok gelekî nêzîkî hev in. Celadet Alî Bedirxan dema ku çîroka “The Interlopers”ê adapteyî Kurdî kiriye ji bo çîrokê sernavekî nû daniye, ji bo lehengan navên Kurdî hatine danîn û mekan jî wekî cihekî Kurdnişîn hatiye adaptekirin. Di naveroka her du çîrokan de jî şopên çanda nivîskaran ên wekî xwarin û vexwarin, rojên pîroz, bawerî û nerîtên gelan xwe didin der.

Di çîroka “The Interlopers”ê de temaya karên îlahî hatiye niqandin, lêbelê di çîroka “Bêbextî”yê de li dewsa wê, temaya camêrî û mêrxasiyê derdikeve pêş. Li gorî vê guherîna temaya çîrokê, Celadet Alî Bedirxan hewce dîtiye ku sahneyeke dawî li çîroka “Bêbextî”yê zêde bike û sernavê çîrokê jî bike “Bêbextî”.  Di çîroka “The Interlopers”ê de ev sahneya dawî tuneye. Bi vê yekê, Sir Hector Munro (Saki) ji bo aqûbeta lehengan  nediyariyek daniye, lê ev nediyarî bi sahneya dawî ya çîroka “Bêbextî”yê ji holê rabûye. Ev yek ji ber honandina naverokî ya her du çîrokan pêk hatiye û tercîheke di cih de ye. Saki di çîroka “The Interlopers”ê de hin peyv îtalîk nivîsandine. Ev peyvên îtalîk di honandina çîrokê de xwedî erk in û bi awayekî veşartî îşaretê tiştekî din dikin ku dê dû re biqewimin an jî di çîrokê de xuya bikin; bi gotineke din îşaretê karên îlahî dikin ku mirov nizane dê rewş û kar çawa biqedin. Ji ber ku temaya çîroka “Bêbextî”yê guheriye, Celadet Alî Bedirxan di çîroka xwe de tesarûfeke wiha bi kar neaniye.

  1. ÇAVKANÎ

Aydogan, Î. S. (2014), Guman 1, Diyarbakir: Lîs.

Aytaç, G. (2009), Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, İstanbul: Say.

Bedirxan, C. A. (2014), Gazinda Xencera Min, İstanbul: Avesta.

Bedirxan, C. A. (2009), Rojên Almanya (1922-1925), wer. Osman Özçelik, İstanbul: Avesta.

Bedirxan, C. A. (1941), “Mirina Gurî”, Hawar 2 Hejmar 24-57 (1934-1943) (amd). F. Cewerî, 1998, Stockholm: Nûdem, 31, 4-5/768-169.

Dilgeş, F. (2012), “Celadet Alî Bedirxan ve Hawar Ekolü”, İnatçı Bir Bahar Kürtçe ve Kürtçe Edebiyat (ed.) Vecdi Erbay,  İstanbul: Ayrıntı.

Doyle, S. A. C. (1892), The Adventures of Sherlock Holmes, https://sherlock-holm.es/stories/pdf/a4/1-sided/advs.pdf, 01.03.2017.

Hansen, A. J. (2017), Short Story, https://www.britannica.com/art/short-story, 05.03.2017.

Kefeli, E. (2000), Karşılaştırmalı Edebiyat İncelemeleri, İstanbul: Kitapevi.

Pîrbal, F. (1994), “Bîblîografyaya Çîrokên Hawar, Ronahî û Roja Nû’yê”, Nûdem, Hejmar 11,  rr. 100-109.

Saki (1919). The Toys of Peace and Other Papers, Source: Project Gutenberg http://www.gutenberg.org/ebooks/1477.

Tekşan, M. (2011), Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, İstanbul: Kriter.

URL-1, http://tirsik.net/danegeh/kovar/ronahi-1940, 04.03.2017.

URL2,http://www.tdk.gov.tr/index.php?option=com_bts&arama=kelime&guid=TDK.GTS.5a4f98f92a7257.00342357, Türk Dil Kurumu, 10.03.2017.

URL-3, https://tfarland.files.wordpress.com/2012/10/saki-bio-and-background.pdf, Saki/ H.H. Munro 1870-1916, 10.03.2017.

Extended Abstract

The first samples of Kurdish modern stories were written in the literary and political journals in the twentieth century. As a large number of Middle Eastern Literatures, Kurdish Literature has also benefited from the form of western literature to write these stories. Because the style of this genre appeared in Europe at first and then it dispersed over the Middle East. When Middle Eastern writers have encountered with this genre, they have tried to write the same genre in their own literature. We see that the Middle Eastern writers have made some translations and adaptations of western stories into their literature along with writing new samples of this genre.

Mir Celadet Ali Bedirkhan is one of the Kurdish story writers who published Kurdish modern stories in the journals of Hawar and Ronahî, translated and adapted stories from western languages for Kurdish language in the twentieth century. We know that Mir Celadet Ali Bedirkhan used so many pen names in the journals of Hawar and Ronahî. Bişarê Segman is one of these pen names that he used to write stories. Mir Celadet Ali Bedirkhan translated western stories into Kurdish and adapted some of them for Kurdish under that pen name. One of the stories that he adapted for Kurdish is “Bêbextî”, which was adapted from the Hector Hugh Munro’s story called “The Interlopers”. Hector Hugh Munro is known for his name Saki, which he adopted as a pen name. Hector Hugh Munro occupies an important place in the modern English literature by virtue of his short stories.

The story “Bêbextî” was published in the issue 27 of the journal, Ronahî. However, it is not demonstrated whether the story is an adaptation either at the beginning or end of the story. By this article close at hand, we have tried to prove that the story “Bêbextî” was adapted from the one called “The Interlopers” by means of a comparative reading. Adaptation is a kind of translation and in the course of that translation, addition or omission takes place, that is, the source text is modified on the basis of translator’s tradition. In this very article, we wrote the abstracts of the stories “Bêbextî” and “The Interlopers” to show the similarities of the two. It is clear from the abstracts that, although Mir Celadet Ali Bedirkhan preserved the general framework of the story, he modified it in terms of style and content, and gave his story “Bêbextî” a new aura. We see that, in the story “Bêbextî”, some of the elements have been omitted or modified, and some others have been added to it. Main elements of “Interlopers” such as hero and setting have been modified. The names of the heroes have been Kurdified (Ulrich Von Grandwitz and Georg Znaeym are protagonists of the story “The Interlopers”; Çeçanê Bûbo and Serxanê Siyehpûş, on the other hand, are those of the story “Bêbextî”) and setting (In “The Interlopers” the setting for the episode is the woods of Karpathianan Mountains. In “Bêbextî” the setting for the episode is woods of the Mount Sîpan) is modified as a Kurd-situated region. Additionally, a new paragraph has been added to “Bêbextî”, and in that paragraph there is information never narrated in “The Interlopers”. In the content of “Bêbextî”, the names of the religious days, and foods and drinks have been modified on the basis of Kurdish culture.

In the fiction of “The Interlopers”, the writer has tried to propose the theme of divine power. For that reason, he has written some of the words and references in italic type to illustrate the divine laws which are beyond the slaves’ power. The writer has approved of the title “Interlopers” for that theme of his. In the fiction of “Bêbextî” we realize that the theme is modified. In the story, the writer has sought to propose the theme of courage and bravery, and make the readers understand the importance of the theme. At the end of the story “Interlopers”, we don’t know what happens to the heroes; in the story “Bêbextî”, however, wolves have eaten the heroes in a cowardly way. Depending on that modification, the title of the story has been adapted as “Bêbextî”. From these close analyses, it is apparent that the story “Bêbextî” has been adapted from the one “Interlopers”.

[1] Dayîn (Ronahî,  h. 23, r. 5-7), Bêbextî (Ronahî, h. 27, r. 21-23), Kleopata (Hawar, h. 50, r. 1073-1077), Selahedîn û Rîçardê Şêrdil (Hawar, h. 51, r. 1081-1083), Şûşa Dilan (Hawar, h. 51, r. 1084-1085), Kêleha Şahîn (Hawar, h. 52, r. 1093-1095), Gêwherên Bêtlêmyos (Ronahî, h. 13, 11-14), Rahbê (Ronahî, h. 18, r. 8-10), Keça Kleopatra (Ronahî, h. 21), Boxoçêf (Ronahî, h.25, r. 13-15), Cankêş (Ronahî, h.15, r. 19-22), Keçika Kibrîtfiroş (Ronahî, h. 19), Dr. Rweylot (Ronahî, h.24, r. 9-16), Katêrîn Çîroka Împeretora Rûsyayê a bi nav û deng (Ronahî, h. 27). Ji bo xwendina van çîrokan bnr. Cewerî, F. (amd.), Hawar Cîld 2 Hejmar 24-57 (1934-1943) û (URL- 1, Index of Ronahî-1940).

[2] Me ev çîrok bi sernavê “Zêdekar” wergerande Kurdî û di kovara Çirûskê (Hejmar 30) de weşand. Lewra peyva zêdekar ji bo kes û kesinan tê bikaranîn ku zêdegavî dikin û tevlî karinan dibin ku divê nebûna. Bi heman awayî wateyeke peyva interlopersê jî bi vî rengî ye.

[3] Hector Hugh Munro di sala 1870yan de li Burmayê tê dinê. Dema ku du salî ye dêya wî diçe ser dilovaniya Xwedê, lewra vedigere Îngiltereyê û digel du xwişkên xwe li bal meta xwe dimîne. Di ciwaniya xwe de gelekî ji helbestên Farisî hez dike, bi taybetî jî ji yên Ummer Xeyyam. Ew dibîne ku di helbestan de gelekî peyva “sakî”dibore,  ji ber vê yekê vê peyvê ji xwe re dike mexlas û pirtûka xwe ya Reginald a çîrokan di sala 1914an de bi vê mexlasê çap dike. Di 44 saliya xwe de bi dilxwazî diçe beşdarî Şerê Cîhana Yekem dibe û di 1916an de li Fransayê tê kuştin. Ev çîroka wî piştî mirina wî di pirtûka wî ya The Toys of Peace And Other Papers de diweşe. Ev pirtûk ji aliyê hevalê wî Rothay Reynolds ve di sala 1919an de tê weşandin (URL – 2, Saki / H.H. Munro 1870-1916, 2017: 1-10).

[4] Mîr Celadet Alî Bedirxan, piştî avabûna dewleta nû ya li Ankarayê digel birayê xwe Kamûran Alî Bedirxan mecbûr dimînin derkevin derveyî welêt. C.A. Bedirxan di navbera salên 1922-25an de li Almanyayê dimîne.

[5] Mektebî Sultanî (Galatasaray Lisesi) di sala 1868an de li Stenbolê ji hêla Sultan Abdulazîz ve tê damezirandin. Ev dibistan yek ji baştirîn dibistanên dema xwe bûye û gelek rewşenbîrên Osmanî ji vê dibistanê rabûne. Di dibistanê de ji bilî zimanên Tirkî, Farisî û Erebî zimanên wekî Rûsî, Îngilizî û Fransî jî dihatin xwendin. Di vê dibistanê de derdoreke xurt a wêjeyê hebû. Celadet dema ku di vê dibistanê de dixwîne, bi kar û barên wêjeyê re mijûl dibe û digel hevalên xwe rojnameyekê derdixîne (Dilgeş, 2012: 51).

[6] Di heman demê de em dizanin ku xwendekarên wê demê ji wêjeyên Ewropayê berhemên wêjeyî werdigerandin an jî adapte dikirin. Dibe ku Celadet Alî Bedirxan bixwe jî di salên Mektebî Sultanî de berhemên wêjeyî wergerandibin û di rojnameya xwe ya xwendekaran de weşandibin.

[7] Cejneke dînî ya Mesîhiyan e. Salvegera mirina Papaz Slvester e.  Di 31ê Çileya Pêşîn de tê pîroz kirin.

About Rêvebir

Check Also

NARSÎSÎZMA BÊDENG

Destpêk Narsîsîzm (narcissism) taybetmendiyeke kesayetiyê ye ku bi gelek aliyên xwe ve tê nasîn. Bi …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *