Biryan û Savara Kurdan

Ez li gelek welatên cîhanê geriyame, min li tu ciheke ”tenûr” û nanê tenûrê nedîtiye. Tenûr tenûra kurdan e. Mucîdê ji mast, dew û rûn çêkirin jî kurd in. Kurd di meşkan de mast diçelqînin û dikin dew û li ser dew rûnê taze heye. Mast, dew, çortan û herweha gelek tiştên din aîdê kultura kurdan e.

 

Kedîkirina Beraz’an cara pêşîn li Kurdistanê pêk hatiye. Di gel ku ola Îslamî xwarina goştên Beraz’an qedexe kiriye jî, li çîyayên Kurdistanê hêj jî Berazên kovî hene. Yekî Licî di gundê ”Akro” de bi çavên serê xwe beraz dîbû. Li cem me (anku li Licê) ji Beraz re ” Wehş” dibêjin. Gelek heywanên din jî ji alî kurdan ve, li Kurdistanê hatine kedîkirin.

 

“Mast” jî cara pêşîn ji alî kurdan ve hatiye çêkirin. Mast û çeqilmastê kurdan navdare, meşûr e. Lê, çi heyf ku; tirkan mastê kurdan jî ji xwe re kirine mal, jê re gotine “Yogurt” û bi vî navî ketine bazara dinê – cîhanê – û bazirganîya wê kirine. Ji xeynê kurdan tu gelek, milletek nizane “Savar” çêbike. Mucîdê Savarê kurd in û ev xwarin xwarina millî –netewî – a kurdan e. Tirkan wê jî ji xwe re kirine mal. Wan navê Savarê kirine “Bulgur” û bi riya bazirganîyê li dinê –cîhanê – belav kirine.

 

Ez li Stockholmê çûm restorantê. Min li lîsteya navên xwarinan mêze kir, xwarina bi navê ”Biryan” hebû. Ez ji xwe re mam şaş. Swêdî nizanin biryan çiye û di nav xwarinên wan yên netewî de ev xwarin tune. Gelo aşpêjê wan likur çêkirina vê xwarinê fêr bûbû? Garsonê restorantê Swêdî bû. Min jê pirsî ku aşpêşê wan swêdî ye yan biyanî ye? Wî got ”aşpêş hîndî ye, ji Hîndistanê ye.” Min paşî bi aşpêj re xeber da. Wî got ”Xwarina biryan li Hîndistanê têçêkirin. Xwarina hîndîyan e.” Min jê re got ku li bajarê Kurdistanê anku li Bedlîsê ev xwarin tê çêkirin û navê xwarinê jî heman nav e, yanê biryan e. Aşpêj got ”wisane yan me biryanê ji kurdan girtiye yan jî wan ji me girtine.” Êdî rastiya wê çiye, ez jî nizanim. Lêbelê biryan xwarineke xweş e.

 

Li Swêdê bi sedan kovar hene. Her kovar li gor babetek e. Kovara xwarinê, aşpêjiyê jî heye. Di vê kovara xwarin û aşpêjiyê de danasîna ferhenga aşpêjî ya cîhanê tê weşandin. Di çend hejmarên wê de ji metbexa kurdan çend xwarin hatin danasîn. Li gorê nirxandina nivîskarên kovarê ” şaristanî bi destê jinên vî welatî hat zayin, nan li vî welatî cara yekem hat lêdan, ajel û sewal li ser vî xakî hatin kedîkirin, mast li vî welatî cara yekem hamin bû! Bi kurtî: Kurdistan buhuşta serzemîn bû…”

 

Di gel hêjayiyên civakî, hebûnên dîrokî û şaristanîya welatê me, çi heyf ku ji ber sedemên sîyasî û konjukturî di dema îroyîn de welatê me paşve maye û hilberînên nû naafrîne, îcadên nû pêk nayne. Ji ber rewşa statuya kolonyalî ya welatê me, ji bo nebûna dewletbûnê, welatê me paşve ma û kete rewşeke xirab.

 

Helbet dê gelê kurd azad bibe û welatê kurdan  rizgar bibe û dîsa ji şaristanîya cîhanê re xizmet bike.

 

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *