“Dûvpişk bi xwe venade”

Romana Edîp Polat ”Dûvpişk bi xwe venade” di nav weşanên Evrensel–gerdûnê de derket. Pirtûk 230 rûpel e. Ev romana duyem a nivîskar Edîp Polat e. Wî berê bi navê ”Ristemê Zal” romaneke dîrokî nivîsîbû. Wî destana ”Ristemê Zal” bi şêweya romanê afirandibû.

Di romana ”Dûvpişk bi xwe venade” de rewşa bajarê Amedê a salên nodî baş tê ravekirin. Binêrin rûpela 17. Merwan ji Yezdan Zaxoyî re behsa rewşa aborî ya Amedê û herweha jiyana rojane ya bajêr ku li bajêr gurrîna balafiran e, teqîna çek û bombeyan e, di berbangê de lêdana deriyan ya bêwext jiyanê li bajarvanên kurd dike dojeh. Gelê Amedê wan salan di rojên herî dijwar û zahmet de derbas dibe. Romannivîs derbarê bajêr de panoramayeke radixe ber çavên xwendevanan ku dilê xwendevanan bi Amedê, bi gelê kurd ê belengaz dişewite. Li vî bajarî roj bi nûçeyên mirinê dest pê dike û zindî bi tirsonekî silav didine hev. Helbet ev rewşa bajêr û salên nodî ye, niha rewş cuda ye, gelê kurd û herweha runiştvanên bajarê Amedê bi berxwedan û têkoşînê qeyd û zincîrên tirsê şkandine.

Di salên nodî de dêlegurek bûbû serokwezîr, serokê artêşê û amirê polîsan dabû ber xwe û ev hersê xwînxwar li dijî gelê kurd hemû şêweyên xirabiyê pêk dianîn. Di salên nodî de li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê dewleta kûr, kontrayên xwînxwar, zilamên Jîtemê û Ergenekonê, mêrkujên Hizbulahê – ku di destê dewleê de bûbû maşe û herroj welatparêzek, rewşenbîrekî kurd dikuşt – hemûyan bi hev re xezeb li serê kurdan rakiribû.

Revandin û kuştina Refîk (ku di esasê xwe de Wedat Aydin e) û xwepêşandana di cenazeyê wî de û êrişa hêzên dewleta dagirker ya li ser meşvanên kurd bi berfirehî tê ravekirin. Dewlet li hemberî gelê kurd şerekî qirêj didomîne û bi destê mêrkujan bi şêweya ”kujer nediyar e” kurdan dikuje. Gelek bûyerên kontravarî ku ji aliyê hêzên dewletê yên kûr û tarî ve têne pêkanîn, di nav rûpelên romanê de têne pêşkêşkirin. Vebêjê romanê vê rewşa kambax ya dema ku bi sedan bûyerên kuştinên ”qesas nediyar e” pêk dihat, di romanê de tîne zimên. Binêre rûpela 132.

Romana ”Dûvpişk bi xwe venade” romaneke bajarvaniyê ye. Di romanê de kuçe û kolanên bajêr, avahiyên şehaser yên taybetî, jiyana mirovên bajarî, kesayetiyên şkestî û serketî, di cîhana bêediliyê de neheqî, zilm û zordarî, tirsonekî û mêrxasî di berhemeke edebî de tê qalkirin.

Romana ”Dûvpişk bi xwe venade” bi babeta hevdem, naveroka xurt, stkruktur, hunandin, ravekirin, karanîna bûyerên rasteqîn, metod û stîla nivîsînê û bi gelek çureyên din romaneke nûjen e. Bingeha vê romanê sosyal realîzma civakî ye. Weke ku birêz Helîm Yusiv jî dibêje : ” …..teknîka destpêkirina bi dîtina laşê kuştiyekî, ku mirov bi kelecan li şopandina bûyeran germ dike, rê dide vegotineke reyalîst ku siya xwe davêje ser hemû rûpelên vê romanê.”

Nivîskarê kurd Edîp Polat, di romanê de bi şêweyeke edebî jiyana kurdan, rewşa civakî û bajarvanî radixe ber çavên xwendevanan. Roman bi babeta xwe netewebûnê bi gerdûniyê ve dide girêdan û edebiyata kurdî bi edebiyata cîhanê ve diquncînê.

 

Di dema berê de çend pirtûkên Edîp Polat yên lêkolînî û pirtûkeka wî ya kurteçîrokan derketibû. Paşê wî dest bi romannivîseriyê kiribû. Bi navê “Ristemê Zal” romaneke dîrokî nivîsîbû. Wî jiyan û têkoşîna lehengê kokkurd Ristemê Zal û serpêhatiyên wî weke roman nivîsîbû û pêşkêşê xwendevanên kurd kiribû.

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *