Ziman, Wêje û Malbat

Mamoste Dildar, em te wek çalakvanek zimanê kurdî dinasin. Em dixwazin ku tu bi nasandina xwe ya bo xwendevanên me re, hinek behsa bingeha vê evîndarî û dildarîya xwe ya bo zimanê kurdî bikî?

Ji ber ku em Kurd di nava şert û mercên normal de najîn, ji ber ku têkîlîya me û zimanê me ne normal e, mixabin îro gava yek di nava civata xwe de bi zimanê Kurdî dipeyive, dinivîse wek çalakvanek tê dîtin. Ev ji ber bindestîya me ye, ji ber bê dewletbûna me ye. Heke wek hemû neteweyên cîhanê dewleteke me hebûya, sazîyên me yên ziman hebûna, li dibistanan perwerdeya zarokên me bi Kurdî bûna, helbet ji ber ku min bi Kurdî dinivîsî û diaxivî wê kesî ji min re negota çalakvanê zimanê Kurdî. Lê em di nav sîstemeke dijwar de, di nav pêla asîmîlasyoneke dijwar de dijîn. Heke em nikaribin jîyana xwe wek kurdekî bidomînin, em ê nikaribin xwe li hemberî vê pêla asîmîlasyonê li ser pêya bigrin. Rast e, heta ji destê min tê, ez dixwazim wek kurdekî bijîm. Bi ziman û jîyana xwe ya kurdî serbilind im. Hêvîya min ew e ku nevîyên min her tim ji min re bibêjin kalo û ez bi wê dilxweşîyê bimrim.

Gelek zanyarên wek Îsmaîl Beşîkcîyî dibêjin ku ‘divê her kurdek mala xwe wek dibistanek bikar bîne’. Bi qasî ku em we nas dikin, we mala xwe ne tenê wek dibistanek, belbî wek kargehek ku nivîskaran perwerde dike, bikar anî. Gelo hûn dikarin hinek vê mijarê bi me re par vebikin da kû em jî jê sûd wergirin?

Gava tu wek kurdek bijî, jixwe mal ji bo te hem dibe dibistan, hem jî dibe kargeh. Min tiştekî ekstra nekiriye, min bi tenê li mala xwe bi Kurdî xeber daye. Ev jî tiştekî gelek normal e. Her netewe bi zimanê xwe dipeyive. Ji ber ku em Kurd bûn, em jî di mala xwe de Kurdî peyivîn. Ev ne serbilindiyeke mezin e û ne jî tiştekî sosret e. Tiştekî gelek xwezayî û normal e. Ma kî dikare were hundirê mala te, namlûyê têxe serê te û bibêje Kurdî nepeyive, Kurdî xeber nede. Temam sîstema dewletê ya fermî cuda ye, zimanê fermî Tirkî ye. Lê mal ya min e, cîyê jîyana min e. Ez ne mecbûr im sîstema derve têxim hundirê mala xwe. Ji ber ku zimanê hundirê malê Kurdî bû helbet zarokên min hînî Kurdî bûn. Jixwe zanyar jî dibêjin, zarok gava pêşîyê hînî zimanê dayikê bibe û paşê hînî zimanekî din bibe; zarok di jîyanê de ji hevalên xwe serketîtir dibe. Zarokên min di jîyanê de serketî ne û ez bi wan serbilind im. Îcar gava di malê de, her tim behsa edebîyat û mûzîkê be, helbet ew bala zarokan jî dikişîne û her yek ji alîyekê ve xwe davêje nav wê hunerê. Edebîyat û mûzîk di mala me de parçeyekî jîyana me ne. Em bi edebîyatê perdeya reş a li ser jîyanê radikin, rastîya dibînin û radixin ber çavê civakê, bi mûzîkê jî ruhê xwe yê bindestîyê dişon, nahêlin hîn zêde qilêr bibe.

Paşnavê we Dildar e, gelo tu dildarê çi yî?

Ez navê Dildar ji sala 1980yî ve bi kar tînim. Di gelek helbestên min ên klasîk de, di malika dawîn de ev nav heye. Ez dildarê çi me? Dildarê welatê xwe me, dildarê azadîya xwe me, dildarê xwezaya xwe me, dildarê deng û rengên jîyanê me. Û dildarê zimanê xwe me ku ji ber wê ye min berê xwe daye edebîyata Kurmancî.

Te bi helbestê dest bi nivîsê kiriye, paşê wergera romana Dewran a Seyît Alpî kiriye û pirtûkên te yên çîrokan derçûne. Gelo tu dikarî hinek behsa rêwîtîya berhemên xwe bikî?

Gava em bi kurdbûna xwe hesîyan, li ber destê me bi tenê helbestên Cegerxwîn hebûn. Yanî em bi helbestê hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bûn. Ji ber wê gelek normal e ku me bi helbestê dest bi nivîsê kiribe, lewra me di jîyana xwe de bi zimanê Kurmancî formeke din a wêjeyê nedîtibû. Di salên 2000î de li bakur wêjeya Kurdî geş bû û gelek hevalan dest avêtin çîrok û romanê, êdî li ber destê me gelek mînak hebûn. Jixwe me wêjeya cîhanê bi Tirkî dixwend, haya me ji qada wêjeyê hebû. Pêşîyê min helbestên xwe bi navê KEWÊ CANÊ (2003) belav kirin. Paşê ji bo pêşxistina ziman, min dest bi wergerê kir û min romana Seyit Alp a bi navê Devran bi navê DEWRAN (2005) wergerand Kurdî. Piştî wergerê sê kitêbên min ên çîrokan hatin çapkirin û belavkirin. ŞIKEFTINA XWEKUŞTINÊ (Avesta- 2008), LI DÛ XEZALEKÊ (Ava-2012) û KITANA SPÎ (Nûbihar- 2015). Çawa ku xwendin di jîyana min de wek nan û avê ye, nivîs jî kêfxweşî û sebrika jîyana min e.

Em ji Dildarê zimanê kurdî, ji nuha û pê ve li hêvîya çi bin?

Her ku mirov di nav jîyanê de dipije, dixwaze jîyana xwe sadetir bike û herwisa nivîsa xwe jî sade bike. Ji berê ve ez ji qelebalix û tevlihevîyan hez nakim, heta ji min bê ez ê berê xwe bidim jîyana xwezayî û di nav wê xwezayê de qelema xwe ya Kurdî bilivînim. Ji îro pê ve wê karê min nivîs be. Lê berê xwendin, pir û pir xwendin û paşê piçek nivîs. Helbet ew ê ji van nivîsan hinek jê bigihîjin ber destê keç û xortên Kurd, ew jî bextewarîya me ye.

 

Rojnameya Kurdîstan

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply