Tag Archives: Kurd

Hezîran, 2021

  • 16 Hezîran

    Keremo: Zimanek dikare bi zarokan bijî

    Nivîskarê Kurd Kerem Tekoglu dibêje zimanek dikare bi zarokan bijî, zimanek dikare bi zarokan mezin bibe û dewlemend bibe. Zimanê Kurdî ji aliyê gelê Kurd ve bi hezaran sal e tê bikaranîn. Ew girêdayî famîla Hînd û Ewropî ye. Ew yek ji zimanên Mezopotamya û Rojhilata Navîn e ku xwedî gelek zaravayan e. Weke mînak kurmancî, soranî, goranî û zazakî …

Gulan, 2021

  • 26 Gulan

    Rêzehevpeyvîn (1) – Rojbîn Ozkan

    PÊŞKÊŞÎ Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim. Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên …

  • 14 Gulan

    Komeleyên Kurdan yên dema Osmaniyan

    Di serê sedsala bîstemîn de li gor lêkolînên me ji dehî zêdetir komelên ku ji hêla Kurdan ve hatine damezirandin hene. Ev komele bi destê malbatên mezin ên Kurdan ên ku li Stenbolê wextekî dirêj jiyane û dîsa ji hêla xwendekar û rewşenbîrên Kurdan ve hatine damezirandin. Komeleyên Kurdan di nav ewlehiyê de û di demên hikûmatên nû ên huriyetperwer …

Nîsan, 2021

  • 20 Nîsan

    Dîroka çanda kurd û çavkaniyên wê yên civakî

    Baş tê zanîn ku cografyaya Kurdistanê, sê mehên zivistanî wekî kebîs e û derfetên derketina mirovan a kar nade. Lewma mirovên Kurdistanê, li gorî şevên dirêj ên zivistanî, lîstikên wekî pandomîm, wekî skêç, wekî pol-firandinê, wekî lîstika hingulîskê û hwd. derxistin holê û hê jî hinek ji van lîstikan hene. Mebesta min ji van gotinan ew e ku mirov bi cografyaya …

  • 11 Nîsan

    Rojnameyê Tercumanê Heqîqet ra yew xebere

    Gama ke dewleta Usmanîyan êdî rijîyena, tirkî û kurdî piya wazenê yew dewlete ronê. Çimkî o wext dewletanê muqtedîran soz dabi armenîyan ke Deryayê Siyayî ra hetanî Deryayê Sipî yew dewleta pîle ya armenîyan ronê. Hema vajêne heme erdê Kurdistanê Bakurî zî dekewtêne miyanê ena dewleta armenîyan. Seba ke tirkî misliman bî û xwura dewleta Usmanîyan xîlafet zî temsîl kerdêne, …

  • 9 Nîsan

    DÎPLOMASÎ

    Heta çil salîya xwe, min heq dida Georg Wîlhelm Frîedrîch Hegel. Struktualîtiya jor (îde, fikir, raman, razber hwd.), struktualîtiya jêr (madde, materyal, hereket, şênber hwd.)   belî/tayîn dike.  Yanî diyalektîk îdealîzma Hegel, li ser diyalektîk materyalîzma Karl Marks tayînker bû. Lê çil salî şûnde bi hizrên kûr û dûr, bi fikrên sor û talûke nêrîna min hat guherandin. Çawa û çima? …

  • 5 Nîsan

    NAVEROKA DESTAN Û EVSANEYÊ

    Îro keçek bi navê Şêrîn ji Rojavayê Kurdistanê ku zanîngeha kurdî jî xwendiye, pirsa wateya peyvika ”destan” û ”evsane”yê ji min kir. Min jî demildest ev nivîs nivîsî û weşand, da ku ciwanên me yên ku nizanibin, ger hindik be jî pê agahdar bibin. Peyvika ”Evsane” û ya ”Destan”ê rojane di nava Neteweyê Kurd de tên bikaranîn. Lê mixabin pir …

  • 1 Nîsan

    Destana Rizgan û Nûrê

    Hîma vê destanê li ser evîneke negihîştî û azarkêş hatiye afirandin. Aliyekî hezkirineke mezin û fedakar lê li aliyekî din bedbextbûneke kesernak û wêranker tê dîtin. Çavkaniya vê destanê jiyana me ya rojane ye ku her ro li herêmekê rastî me tê.  Di vê destana klasîk û xelkî de motîfên sereke eşq, evîn, hevnegihiştin, êşkişandin, bêrî, hêvî, fedakarî, berxwedan, tirs …

Adar, 2021

  • 31 Adar

    Teyrê Sîmir

    Teyrê Sîmir, wêneyek ji dergehê medreseya Nadir Dîwan Beg, Buxara (Ûzbêkistan) Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir dibêjin û cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: sî û mir. Peyv Li gor van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji wan pêk hatiye, çar wate û texmînên cuda hene. Sîmir …

  • 22 Adar

    Çîroka Şahmaran

    Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şaḧmaran), gotinek e ku ji “Şaha Maran” tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûpişk û mar de wekî ajalekî …