Peydebûna Navê Kurd

Peydabûna navên gelan

Derbarê peydabûna navên gelan de tu rêzikeka rasterast nîne. Pir şert û mercên cuda û têvel ji bo peydabûna van navan hene. Hin caran gel bi navên ku bi xwe li xwe kirine hatine naskirin, lê hin caran jî ew bi navên ku gelên din li wan kirine hatine naskirin. Di vî warî da mînak û nimûne pir in.

Ji nimûneyên li herêma Rojhilatê didin xuyakirin ku peywendiya navê “Ereb” bi biyabanê ra heye. Roman ji wan ra gotine “Sarqînûs” yan jî “Sarasîn” (Saracine), yanî “rojhilatî”. Kurdan ji wan ra digotin “Tazî”1.

Navê “Fars” vedigere ser êla “Parsecadî” (Parasagadae), yan jî ser gotina ariyanî kevin “Pars” û “Parsû”, bi manaya “alî, tenîşt”, ji ber ku welatê Farisan li tixûbê başûr yê welatê Medya diket2.

Navê “Turk” jî vedigere ser navê êla “Turk” ya tûranî, yan jî ser navê malbatekê ku serdariya wê êlê dikir3.

Navê “Arminîyan” jî “Hay” (Hai) bû, û Farisan ji herêma ku gelê “Hay” lê dijiya ra “Arminîya” (Armina) digotin û wisa navê wî gelî bû “Arminî”4.

Nimûneyên li welatên Rojava jî ew in ku gelên Rûs, Sirb, Polon û Çek li ba Roman bi navê “Silav”, yanî “Kole” dihatin naskirin, ji ber ku piraniya koleyên Roman ji wan gelan bûn5.

Roman ji cîranên xwe yên “Yûnan” ra “Igrîk” (Greek) li gor peyva “Girayû” (Graioi) digotin. Ev nav jî navê hin rûniştvanên li rojhilatê herêma “Bûyûtiya” ya welatê Yûnanê ye6.

Navê gelê Alman yê neteweyî jî “Duyç” (Deutsch) e. Lê Finlendiyan ji wan ra “Saksa” gotine, li gor şaxê “Sakson” yê ariyanî, û Îngilîzan ji wan ra “German” gotine. Navê Fransiyan jî vedigere ser navê “Fireng/Frang” ku ew jî êlên germanî yên rojavayî ne7.

Xuyakirina navê “Kurd”

Peydabûna navê “Kurd” jî li gor şert û mercên peydabûna navên gelên din e. Dibe ku hin kes guman bikin, ev nav nû hatiye peydakirin. Lê belê rastî ew e ku ev nav di dîrokê da pir kevin e û dawiya hezarsala pêncan a Berîya Mîladê yan jî vedigere ser destpêka heyama Sumerîyan. Di demekê da, ji dawiya hezarsala pêncan a Berîya Mîladê yan jî destpêka hezarsala çaran a Berîya Mîladê Sumerî ji çiyayên bakur û rojhilatê da (çiyayên herêma Başûrê Kurdistanê) daketibûn û gihîştibûn başûrê Mêzopotamya (Îraqa niha). Li ser vê rastiyê piraniya dîrokzanên ku li ser dîrok û şaristaniya Sumeran nivîsandine, li hev kirine8.

Sumeran navê “Ki-En-Gi” li welatê xwe yê nû kirine, yanî “welatê serwer” yan jî “welatê serweran”9.

Derbarê vî navî de em bînin bîra xwe ku Kurd heya niha jî ji kesên ku li gund dijîn û zeviyên wan hene ra “akincî” (a-kin-cî) (Ai-kin-gi) dibêjin, yanî “kesê ku xwedî hebûn e”, serwer e. Û ji kesê ku bê hebûn be ra jî “rêncber” dibêjin. Bala xwe bidin, bermaya peyva “Ki-En-Gi” di peyva îngilîzî da “King” bi manaya “padîşah/serwer” e.

Sumeran ji herêmên tenişta welatê xwe ra li hêla bakur û rojhilatê, yanî ji çiyayê Kurdistanê ra, navê hevdudanî “Kur-tu” yan jî “Kur-du” gotine. Ev bi sumerî tê manaya “çiyayî”. Ji ber ku peyva “Kur” bi sumerî tê manaya “çiya” û suffîksa “du/tu” ji bo pêkanîna sifetê ye, wek ku em bi kurdî ji peyva “çiya” peyva “çiyayî” çêdikin. Sumeran ji xwedawendê mezin “En-lil” ra digotin “Kurgal”, yanî “çiyayê kal, çiyayê mezin”10.

Divêt em bêjin ku peyva “kur” heya niha jî di kurdî da tê bikaranîn. Kurd ji bakur ra “ba-kur” dibêjin, ji ber ku bayê ku ji hêla bakur da tê bayê herî sar e. Kurd li rojavayê Kurdistanê ji bayê ji bakur da tê dibêjin “kur-ba”.

Belê, peydabûna navê “Kurd” di dîrokê da, ji ba Sumeran dest pê dike. Ev jî li gor rastiya jiyanê ye. Mirovê Kurd û çiya di seranserê dîrokê da her bi hev ra dost û heval in. Di pey ra peyva “Kurd” di zimanên din da bi awayekî nêzî vê peyvê hatiye gotin. Padîşahê aşûrî “Tukulti Ninurta-I” (1244-1208 BM) ji pêşiyên Kurdan ra gelê “Qûrtî”, “Kûrti-i” yan jî “Qûr-di-i” gotiye. Padîşahê aşûrî “Tiglathpileser-I” (1114-1076 BM) welatê Gûtiyan (pêşiyên Kurdan) talan kiriye û navê rûniştivanên wir bi awayê “Qûrti” tomar kiriye11.

Dîroknasê armenî Arshak Safrastiyan dibêje ku di zimanên Hindo-Ewropî da tîpa “r” ya piştî tîpa “u” tê avêtin. Li gor wê, peyvên “Gûtî, Kûtî, Kûrtî” yek peyv in.

Ji herêmên her du rexên çemê Xabûrê ra, di tabloyên Hittît û Babiliyan da, gotine “Mat-Kurda-ki”, yanî “welatê Kurdan”, ji ber ku peyva sumerî-akkadî “mat” tê manaya “erd” û suffîksa “ki” tê manaya li gorî wan12.

Şêwazên navê “Kurd”

Şêwazên navê “Kurd” gelek in. Ew li ba Sumeran bi şêwazê “Gûtî, Cutî, Cûdî, Kurtû, Kûrdû” hatine naskirin. Di nivîsên Îlaman da ev nav bi şêwazê “Kûrtaş” (Kurtash) hatiye û li ba Aşûr û Aramîyan bi şêwazên “Kûtî / Kûrtî / Kartî / Kardû / Kardaka / Kardan / Kardak” hatiye gotin. Yûnanan û Roman jê ra gotine “Kardûsûwî / Kardûxî / Kardûk / Kurdûkî / Kardûkay”. Di farisî da jê ra gotine “Kord / Kordha”. Di turkî da jêra gotine “Kürt / Kürtler”. Li ba Armenan jê ra gotine “Kurduwîn / Kurcîx / Kurtcîx / Kurxî”. Suryanan jê ra gotine “Qurdenaye” û bi yekejimarî gotine “Qurdaye”. Ji vê peyvê navê bi suryanî ji herêma çiyayê Cûdî ra gotine “Beqerda / Baqerda”13.

Di heyama Parthan da (250 BM – 226 PM) û di heyama Sasanî da (226-651 PM) navê pêşiyên Kurdan bi şêwazê “Kurd” û gelejimariya wê bi şêwazê “Kurdan” hatiye gotin. Ev di nameya padîşahê Parthî yê dawîn Erdewanî da ji padîşahî Sasanî yê yekem Erdeşêrê kurê Babek kurê Sasan ra gotiye “Ey Kurdê ku li bin konê Kurdan perwerdebûyî, kê destûr daye ku tu wê tacê bidî serê xwe û tu wî welatî têxî bin destê xwe?”14.

Dema ku Erebên Misilman welatê Kurdan talan kirin û xistin bin desthilata xwe, navê “Kurd” di nivîsên erebî da bi şêwazê “Kurd” û “Ekrad” li gor pîvana “Urb” û “E’rab” (أعراب، عُرْب) hate gotin, ji ber ku Kurdan dewleta xwe ya neteweyî ji dest da û piraniya wan bûn şivan û gundî. Bi vî navê “Kurd / Ekrad” gelê Kurd derbasê heyama nûjen bû.

Wek gotina dawî, navê “Kurd” ne peyv e ku nû hatiye peydakirin, belê peydabûna vê peyvê vedigere dora pênc hezar sal di kûraniya dîrokê da. Ev wêne wê hîn zelal bibe, dema em ji pêra mijara şaxên ku gelê Kurd ji wan peyda bûye bigirin ber dest.

 

Wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Çavkanî: Kovara Pênûs, No: 45, r. 17-19

______________________

1 Walter Kigi: Bi zanist û vekirinên îslamî yên destpêkê, rûpel 100. Cewad Elî: El-Mufesil fi Tarix El-Ereb Qeblel Îslam. 1/29

2 A. T. Ulmstedt: Emperatorya Farisî di nava dîrokê da, 1/104. Dyakonov: Midiya, rûpel 72.

3 W. Berthold: Dîroka Turk li Asiya Navîn, rûpel 44.

4 Merwan El-Mudewer: Armen di nava dîrokê da, rûpel 109.

5 Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 1/174.

6 Ebduletîf Ehmed Elî: Dîroka Yûnanî, rûpel 1/8.

7 Komeka Lêkolîneran: Kerkûk, rûpel 116.

8 Li Ebduleziz Salih binêre: Rojhilata Nêzîk ya Kevin, rûpel 448. Hesen Muhyeddin El-Se’dî: Di dîroka Rojhilata Nêzîk ya Kevin da, rûpel 52. Muhemmed Beyyûmi Mehran. Dîroka Îraqê ya Kevin, rûpel 92. Ibrahim El -Feni: Tewrat, rûpel 319. Fadil Ebdulwahîd Elî: Ji Sumer heya bi Tewratê, rûpel 22.

9 Georg Ro: Îraqa Kevin, rûpel 119. Sami Se’id El- Ehmed: Sumerî û bermaya wan a şaristanî, rûpel 41. Ebdulhekim El-Denun: Bîreweriya Pêşîn, rûpel 24.

10 Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 2/15. Georg Ro: Îraqa Kevin, rûpel 152. Sami Se’id El -Ehmed: Somerî û bermaya wan a şaristanî, rûpel 42. Sabatino Mos cati: Şaristaniyan samiyan yên kevin, rûpel 253, nîşe 21.

11 Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 2/17-18.

12 Arshak Safrastiyan: Kurd û Kurdistan, rûpel 30. Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 2/15, 17-18, 1/179-180.

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply