Şîreta Zahid

Germahiya havînê zêdetir bibû. Tava li ser baxçe û zeviyan bi hemû şewqa xwe dibiriqî. Di vê demê de zilamekî ku  xwe wek îsnanekî zahîd û sofî dida nasandin Muhammed ibnî Munkedir nêzî bajarê Medînê bû. Çavê wî leqayî kesekî bû ku di nav zeviyan de di bin wê tavê de bi çend hevalên xwe re dişixûlî . Ji rewşa zilamê gir diyarbû ku zêde zêde westiyaye, betiliye.

Xwe bi xwe fikirî ,” ev zilam germeke wuha de ji bo dinyayê çima ewqas xwe mijûl dike”  Hinekî din nêz bû. “Ecêb! Ev zilam Muhammed ibnî Ali İbnî Huseyn e( İmam Baqir)! Ev zilamê bi rûmet û qedirbilind çima li pişt dinyayê diçe, hewce dike hin şîretan lê bikim û wî ji vê tevgerê vegerînim”

Nêz bû û silav dayê. Ew halê xwe yê westiyayî ve di bin barê bimbarek İmam Baqir(sa) bersiva silavê da.

Gelo li gor nêrîna we zilamekî weke we yê esîl rojek wuha de derkeve derve û vî laşê rûmet biwestîne rast e? Kê ji mirinê bi xeber e? Mirina xwe çawa zanê? Xwedê neke mirin were wê rewşa te çawa be?  Li pişt dinyayê bi vî awayî çuyîna we ne rast e ku rojên wuha bi zor û zexmet û germ de dişuxulin û texde bi laşê xwe dikin.

İmam Baqir(sa) destê xwe ji ser milên hewalê xwe rakirin û ber diwar ve pal bû û got:” Heke ez rewşeke wuha de canê xwe ji dest bidim ezê wek ew kesê ku taet û ibadeta xwe aniye cîh û wezîfeyên dinyayê qedandiye bimirim”. Lewra ev xebeta min jî taet û ibadeta Xwedê ye. Tu îbadetê bi tenê mêj û dia fêm dikî. Ji bo debara min mesrefên min henin. Heke neşûxulim û zexmetiyan nekişînim ezê ji bo alîkariyan dest vekim kesên weke te. Ji bo hewcedarê tu kesan nebim li pişt rizqê xwe hewlê didim. Lê bi tenê dema bikevime gunehan û  li dijî fermanên îlahî mixalîf bim di wê demê de hewce dike tirsa mirinê li min bigire. Ne ewe ku emrên Xwedê tînim cîh. Ji ber ku Xweda ji min xwestiye ji bo debara xwe bixebitim barê xwe li pişt însanan nekim û ji bo wan nebime bar. Zahid: ” Ecêb e! Ez bi xwe şaşim, min digot li gor min ezê nesîhet bikirima, lê diyar e ku bi xwe hawcedariya min bi nesîhetan heye.”

Zeynep Azade

Kurdihikaye.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply