Sînor

Dema “diwazdehê îlonê” bû. Rewsa Kurdan xirabtir bûbû. Li Bakurê Kurdistanê agir dibariya. Cih li Kurdan teng bûbû. Li gund û bajaran bi hezaran Kurd dihatin girtin, bi wan îşkenceyên giran dihatin kirin û ew diavêtin zîndanan. Bi hezaran Kurd, ji ber vê zilmê mecbûr man ku terka welatê xwe bikin. Malbata Şîlanê û Arjen jî ji van malbatan yek bû. Lejker û polîs li pey dê û bavê wan bûn. Berê bavê wan terka welêt kir. Wan û diya wan xwe çend rojan li ba hin nasên xwe veşartin. Lê li ba nasan jî sitar nemabû.
Rojekê xeber hat ku wê derbasî Kurdistana Sûriyê bibin. Wan di nav çend deqan de hevalên xwe, lîstokên xwe, mala xwe, kalik û pîrikên xwe li cî hiştin û berê xwe dan ber bi sînorê Sûriyê. Mînîbûsek tijî jin û zarok bûn.
Çend rojan li Nisêbînê man. Rojekê ber bi êvarê “nasên wan” ew li mînîbûsekê suwar kirin û heta gundekî ku li nêzî sînor bû, birin. Ew li gund teslîmî qaçaxçîyan kirin û vegeriyan.
Roj çûbû ava. Tarîtiyê hêdî hêdî perda xwe berdida ser Berriya Mêrdînê. Qaçaxçiyan ew li dora xwe civandin. Qaçaxçiyê kal weha dest bi axaftinê kir:
– Divê deng ji we dernekeve. Bala xwe bidin zarokên xwe. Dema ku teqîn bi sîlehan bikeve, zarokên xwe berdin û xwe biavêjin aliyê Sûriyê. Ez çi dibêjim, divê hûn wek min bikin!
Ji nîvê wan pirtir zarok bûn. Ma tu îmkana bêdengbûnê hebû.
Arjen sêsalî û Şîlan jî çarsalî bû.
Diya wan Arjen hilda pişta xwe, bi destê Şîlanê girt û bi qaçaxçiyan re ber bi sînor meşiyan.
Gelekî meşiyan şûnde di nav erdekî rast de rûniştin. Ji tîhna hilke hilka wan bû. Lê çilkek av jî peyda nedibû.
Qaçaxçiyek çû ku sînor kontrol bike. Bi heyecaneke mezin û bi bêdengiyeke kûr li hêviya xebera wî bûn. Dema zarokan hewil didan ku vê bêdengiyê xira bikin, mezinan dest didan ser devê wan. Ku lejker bi wan bihesiyana, xilasbûna wan a bi saxî zehmet bû. Ji ber ku di wî erdê dûz de cîhê ku xwe veşartana tunebû. Wek kelekeke ku di orta bahrê de be, ji her alî ve xuya dikirin.
Elektirîkên Qamişloyê şewqa xwe dabû wan. Şîlanê meraq kir û ji diya xwe pirsî:
– Dayê, ew ku der e?
Diya wê bi dengekî nizm got:
– Ew Qamişlo ye. Bavê we li wê derê ye. Ku hûn bêdeng bibin, em ê herin wira cem bavê we. Ku deng ji we derkeve lejker wê me bigirin.
Şîlan û Arjen piçûk bûn. Demeke dirêj bavê xwe nedîtibûn. Ev cara yekem bû ku diya wan bi wan re weha vekirî dipeyivî. Wan tavilê fam kirin ku gihîştina wan a cem bavê wan girêdayî bêdengiya wan bû. Êdî ji herduyan jî deng derneket.
Qaçaxçî, cih û kozikên lejkerên sînor tespît kirin, cîhê derbasbûnê kifş kir û vegeriya cem wan.
Hîv çû ava. Êdî dema derbasbûnê hatibû. Rabûn ser xwe. Di ber riya paporê re, di nav zeviyên pembû re meşiyan. Bi carekê de şewqa panzerê da ser wan. Hemûyan xwe di nav pembû de dirêj kirin, zarok veşartin. Ku dengekî piçûk ji wan derketa panzerê dê ew bihilciqandana.
Hahooo derdê kelmêşên nav pembûyê Nisêbînê! Te digot qey temî kirine ku bi wan bigirin. Weke maran bi zarokan digirtin. Canê zarokan tev de xwîn bûbû.
Bîstek şûnde panzer bi dûr ket. Tirsa wan jî piçekî sivik bû. Rabûn. Çavên xwe li dorhêla xwe gerandin. Xwe qulûs kirin û hêdîka ber bi sînor meşiyan. Diya Şîlanê ew teslîmî hevaleke xwe ya bê zarok kir. Arjen hilda ser pişta xwe û meşiya. Riya mezin derbas kirin. Çend gav mabûn ku xwe bigihînin sînor. Çavên qaçaxçiyekî li ser kozikên lejkeran bû, yê din bi meqesê têla sînor dibirî. Yeko yeko derbasî aliyê Sûriyê dibûn. Tenê du kes mabûn ku hemû derbas bin, zarokek giriya. Bi dengê giriyê zarok re guleyên leşkeran bi ser wan de bariyan. Qîjînî bi zarokan ket. Hemûyan xwe bi carekê de avêtin erdê. Qaçaxçiyan jî bi tifingên xwe bersiva lejkeran da. Lê lejkeran weke zîpikê bi ser wan de gule dibarandin. Hawar hawara dayikan bû. Ge bi çarpiyan û ge xwe  rekaşkirina bi erdê re ji sînor çend metro bi dûr ketin.
Bi dengê tifingan re panzer jî ber bi wan hatin. Panzeran him dorhêla wan ronî dikirin him jî gule bi ser wan de dibarandin.
Panzer vekişîyan. Dengê teqîna sîlehan hat birîn. Hêdîka rabûn ser xwe. Qaçaxçiyê kal ew jimartin, dît ku temam in, ji wan xatir xwest û bi hevalê xwe re paşde ber bi sînor meşiya. Şîlan, Arjen, diya wan û hevalên wan yên din jî berê xwe dan gundekî ku nêzî cihê derbasbûna wan bû. Hîn dûrî gund bûn, dengê dîkên sibê dihat. Dema ku gihîştin nav gund, êdî dinya hêdî hêdî ronî dibû. Hin gundî diçûn nav erdên xwe. Hinan mangeyên xwe didotin, hinan nan lêdixist, hinan jî dew dikiya.
Hemû jî pir tî bûbûn. Ji maleka qeraxa gund av xwestin. Malikê av da wan. Ava xwe vexwarin û ber bi Qamişloyê bi rê ketin…

Şîlan OTLU

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply