Sernivîskarê rojnama Dîplomat:Tahir Suleyman

Xwe ji xwendevanên Rojevakurd re bide nas kirin, gelo Tahir Suleyman kî ye?

Tahir Silêman Sernivîskarê rojnama “Diplomat”ê, sala 1954’ê li Komara Ermenistanê, nehîya Vêdiyê, gundê Xalîsê ji dayîk bûye. Piştî xitimkirina Dibistana Navîn li Serbajarê Azerbaycanê Bakûyê, li Unîvêrsîtêta Pêdagojîyê da wekî xwendevan bi zimanê Azerî tê pejirandinê, zanîngehê di sala 1980-an kuta dike.

Piştî xitimkirina zanîngehê vedigere Ermenistanê, nahîya Vêdîyê alana Develîyê, dibistana navîn da cara yekemîn wekî mamostayê zimanê Kurdî û Azerî dest bi mamostatîyê dike. Usa jî, derbarê Kurd û Kurdistanê da agahîyan dide gelê Kurd, kasetên dengbêjên Kurdan lihev zêde û belav dike, ji Ewropayê rojnama û kovaran distîne û digihîjîne gel, karekî millî û neteweyî dimeşîne, bi giştî dibe fedaîyê gelên xwe.

Ji Sûrîyayî, Îraqê, Turkîyeyê û Ewropayê welatparêz mêvan têne mala wî, bona van pêwendîyan gellek caran KGB-ya Ermenistan, Azerbaycan, Kazakîstan û Soviyeta berê ewî nerihet kirine.

Di sala 1988-ê gava navbera Azerî û Ermenîyan de li ser Qerebaxa Çîya şer dest pê bû, bi hezaran malbatên Kurdên musulman û herweha tevahî, malbata Tahirê Silêman jî koçber dibe û diçe bajarê Bakûyê cî û war dibe. Ji wê salê vir de xebata rojnamevanîyê dike.

Mamoste Tahir Zewicîye, xwedîyê kurekî ye, xanima wî Nîgara Mihemmed û kurê wî Îsmayîl, kîjanîku Unîvêrsîtêya Êkonomî xitim kirîye, di xebata rojanamê de jî nêzîk ve halîkarê wî ne. Malbata Tahirê Silêman bi giştî xizmeta Kurd û Kurdistanê dikin.

Çawa û kengî we dest bi pirojeya rojnameya Diplomat kir?

Piştî hilweşandina dewleta Yekîtiya Soviyetê, Komara Azerbaycanê bû dewleta serbixwe, gavên demokratîk hatin avêtin, bona kêmjimarên neteweyî gellek derfet û mecal saz kirin. Ji wana yek jî, gelên kêmjimar dikarin Navendên Çandî ava bikin û bi zimanê dayîka xwe Kovar û rojnameyan biweşînin.

Piştî biryara dewletê, li Bakûyê da bi alîkariya rewşenbîr û welatparêzan Navenda Çanda Kurdan hate sazkirin û rojnama çandê bi nabê “ Dengê Kurd“ hate weşandin. Di demekî kurt de gelê Kurd ji navenda xwe xwedî derkettin, koma Dîlanê, koma Dengbêjan, koma Lorîkan, herweha koma Şanoyê jî amade kirin. Bi wêra tevayî dersên zimanê Kurdî hate derbazkirin. Konser hatine dayîn û bi hezaran mirov beşdarî wê bibûn.

Lê belê, pir nekişand di rûyê peywendiya rêveberên Navendê, rewşenbîr û welatparêz ji çandê hatine dûrxistin. Mifta Navendê ketde destê wan kesan, kîjanî ku xêra xwe digerîyan. Bi vê sedemê jî, rojnama “Dengê Kurd” nehate weşandin, Navenda Çanda Kurd jî xebat nekir.

Piştî girtina birêz Ocalan, çapemenî û medyayên nijadperestan, der barê xerabiya Kurdan bi şev û bi roj bang kirin, nepakî dixistine nava gel. Lê bona bersîvdayînê tu mecalên Kurdan tunebû. Rewşenbîrên me çend caran xwestin wekî kovar, an jî rojnameyekî biweşînin, lê rêveberên Navenda Çanda Kurd ew dane tirsê, gotin yê we bigirin.

Carna jî me dixwest pîrozbahiya cejna Newrozê derbaz bikin, dîsa astengî derxistin, digotin ew stranên wê bên stran û govendên ku hûnê bileyîzin, bi giştî li programa we de çi hebe, divêt çend rojan pêş de bidine Navendê, gava hukûmet destûrê bide hûnê biqedînin, ger destûr neyê dayîn, na hûn nikarin wê biqedînin.

Em rewşenbîr û welatparêzên Bakûyê bê gav man, şêwirîn, pirograma rojnameyeke siyasî û civakî amade kir, ji qanûnê derbaz kir. Da weşandin û navê wî me danî “DÎPLOMAT“, bona wê yekê tu kesek nepirse mena navê wê çî ye? Lê “Dîplomat” navekî înternasyonal e û bo me xweş e.

Dipolamt çawa xwe finanse dike?

Rojnama “Dîplomat“ ji meha Îlona sala 2002-an ve qinyat û evraqê wê hatine amadekirin û ji meha Şibata sala 2003-an ve dest bi weşanê kirîye. Rojname bi sê zimanan Kurdî, Azerbaycanî û Rûsî tê weşandin.

Bi sedema aborî cara yekemîn rojname, du mehan carekê ronahî didît. Di demekî kurt de xwendevanên wê pirr bûn, di nava rewşenbîran de bi hewaskarî hate xwendinê, halîkarê xwe berav kir. Piştî wê mehê carekê dihate weşandin. Wan salan cîwarên me û tu teknîkên me yên çapemenîyê tunebûn. Pir dijwarî derdiketine holê.

Paşê me xwe ser hevda da, warê aboriya me qenc bû, ji ber wê ku, di nava gel de hin kesan bi rîya parnivîsarê, hinek karmendan bi rîya kirrîna rojnamê alîakrî dan, aliyê fînansê da halê nivîsxana rojnamê hinekî baş bû û rojname li mehê çar caran ronahîyê dibîne. Li Nivîsxanê (rêdaksiyayê) da xêncî malbata Tahir Silêman, çar kes bê mehtîyê alîkarêyê didine mamoste Tahir Silêman.

“Dîplomat“, we çima ev nav ji rojnameyê re hilbijart?

Me fikirîbû wekî, navekî wusa bijbêrin hemcîhanîbe. Me plan û proqram kiribu rojnamê bişînine Kazakîstanê, Qirgizistanê, deberên Rûsîya, Corcîya. Me du nab jibartibu Polîtîka û Dîplomat. Polîtîka rojnamekî azerîyan hebu, bona wê me nave “ Dîplomat“ jibart û niha dibînin wekî me rast kirîye.

“Dîplomat“ bi sê zimanan derdikeve, zehmetîyên vê ji bo çi ne?

Tu tişt bê zehmetî nayê serî. Bona wêjî, nuçe û nivîsên din werdugherine sê zimana, ev pir dijware, lê bê wê jî nabe. Kurdênme Azerbaycanê 99% asîmlîye bûne, em mecburin wekî nuça wergerîne zimanê Azerî. Wusa jî bona xwandevanên gelên meyî li Rusîya û Kazakîstanê jî Rusî û Kurdî bidin. Çi dikarin wîya jî tikin. Halên aborîyê başbe, karên me jî wê hêsîyayî bibe.

Çima xweru kurdî nabe?

Me jorê jî şirove kir, kurdên Azerbaycanê 99% welgerîyane û zimanê zikmakî nizanin, bona wê em giranî didine ser zimanê Azerîyê, him kurd bixwînin, him jî netewên din bixwînin wekî dîroka kurd û Kurdistanê bizanibin.

Gelo li Azerbaycanê rojnameyeke xweru kurdî derdikeve?

Na, li Azerbaycanê rojnameyeke civakî û sîyasî tenê “Dîplomat“-e, wekî sê zimana dertê. Yek jî rojnama Navenda Çanda Kurd  “Dengê Kurd “ heye lê ew salê carekê, du cara dertê.

Hikûmeta Azerbaycanê ji we re hevakriyê dike yan jî astengîyan li pêşiya karê we çê dike?

Heya niha hikumeta Azerbaycanê tu harîkarî ne daye me, wusa jî tu astengî jî ber me dernexistîye.

Bi giştî, li Azarbaycanê ziman û rewşenbîriya kurdî di çi rewşê de ye?

Qet ne baş e. Wekî Hikumeta Kurdistanê piştkirîya kurdên Azerbaycanê neke, nuneratîya Kurdistanê li Azerbaycanê veneke, 10-salên din kesek nabînin wekî zimanê kurdî zanîbin.

Peyva we ya dawiyê?

Hîvî û daxazîyên me ewe wekî, Hikumeta Kurdistanê wextê kofêrans, civîn, kombuna komeleyan derbas kirinê, kurdên Azerbaycanê bîr mekin, wana jî dewatî civîna wan sazîya bikin. Wusa jî rewşenbîr, rojnamevan, hunermend û zaniyarên me bêne Azerbaycanê piştgirîyê bidine kurdên Azerbaycanê.Helaqetîyê Hikumeta Azerbaycanêva çê bikin, wekî kurdên Azerbaycanê neyên bîr kirin.

Rojevakurd

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply