Şengê û Pengê

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran…

Hebû tunebû, dibêjin bizineke pîr û heft karikên wê hebûn. Çawa her dayik ji zarokên xwe hez dike, wê jî wisa hez ji karikên xwe dikir. Rojekê, bizinê xwest biçe zozanan ji bo biçêre, guhanên xwe tijî şîr bike û bîne zikê karikên xwe têr bike. Wê berî ku derkeve, tembî li karikên xwe kir û got:

–Karikên min ên delal, niha ez ê herim zozanan, lê divê hûn derî ji tu kesî re venekin, û bi taybetî hay ji gur hebin ha! Eger gur bikeve hundir, ew ê we hemûyan bi carekê de daqurtîne. Ew pir fêlbaz e haa!, lê bila di bîra we de be ku dengekî wî yê stûr, lingên wî yên reş hene, hûn ê bi wî rengî karibin wî nas bikin. Jixwe dema ez vegerim, ez ê vê stranê ji we re bibêjim:

Şenga min Penga min Dayik çûye zozanan Xwariye pelên kizwanan Şîr ketiye guhanan Zû bikin, derî vekin Dayik ha(a)tiye danan Karikan got:

–Bila dilê te rehet be dayê, em ê hay ji xwe bimînin, û ji xeynî te jî, derî li tu kesî venakin. Hema di wê kêliyê de çima gurê fêlbaz jî di ber derî re derbas nedibû! Gotinên dawî yên bizinê, yên ku wê ji karikên xwe re gotin, çûn guhên gur jî.

Piştî ku bizina pîr bi dilekî rehet derket çû û karikan jî derî girt, gur hat li derî xist û bi dengê xwe yê stûr got:

  • Şenga min Penga min
  • Dayik çûye zozanan
  • Xwariye pelên kizwanan
  • Şîr ketiye guhanan
  • Zû bikin, derî vekin
  • Dayik ha(a)tiye danan

Lê belê karikan ji dengê wî yê stûr gur nas kirin û bi qîrîn gotin:

–Em derî ji te re venakin! Tu ne dayika me yî! Dengê dayika me zirav û şêrîn, lê dengê te qalind e. Em dizanin ku tu gur î! Gur zûzûka çû bazarê û ji wir hinek kils kirî. Wî ew kils xwar û dengê wî pir zirav bû. Piştre jî ew vegeriya malê, li derî da û vê carê bi dengê xwe yê zirav ew stran got:

  • Şenga min Penga min
  • Dayik çûye zozanan
  • Xwariye pelên kizwanan
  • Şîr ketiye guhanan
  • Zû bikin, derî vekin
  • Dayik ha(a)tiye danan

Lê belê karikan pêşî got qey diya wan hatiye, lê Piştre fikirîn ku mumkun e dîsa gur be yê li ber derî. Îca wan ji gur re got:

–Ka lingên xwe di bin derî re nîşanî me bide. Gur di bin derî re lingên xwe nîşanî wan da. Karikan got:

–Ev ne lingên dayika me ne! Lingên dayika me spî, lê yên te reş in. Na, na! Tu ne dayika me yî, tu gur î, em derî li te venakin. Gur pir aciz bû, lê lazim bû ji bo xapandina wan riyekê bibîne. Îca ew rabû zûzûka çû cem nançêkerêkî û jê re got:

–Nançêkerê delal, piyên min birîn bûne! Ji kerema xwe hûn dikarin hinek hevîr deynin ser piyên min!?

Nançêker hinek hevîr çêkir û danî ser piyên gur, û gur vê carê çû cem Aşvanekî û got:

–Ji kerema xwe ka hinek arvan li piyên min bike. Aşvan fikirî û di dilê xwe de got “Herhal gur dixwaze dîsa yekî bixapîne”. Û ji ber wê Aşvan xwe li kerîtiyê danî û daxwaza gur neanî cih. Lê belê gur got:

–Ku tiştê ji te re dibêjim tu pêk neynî, ez ê te bixwim haa!

Aşvan tirsiya, û rabû hinek arvan li ser piyên gur reşand û piyên wî bûn spî. Ya erê, mirov wisa ne!

Cara sisêyan gurê fêlbaz dîsa çû ber deriyê mala bizin û karikan, li derî da û bi dengekî zirav got:

  • Şenga min Penga min
  • Dayik çûye zozanan
  • Xwariye pelên kizwanan
  • Şîr ketiye guhanan
  • Zû bikin, derî vekin
  • Dayik ha(a)tiye danan

Karik qîriyan gotin:

–Ka lingên xwe di bin derî re nîşanî me bide, ji bo ku em bizanibin ka tu bi rastî jî Dayika me yî an na!

Gur lingên xwe yên arvankirî di bin derî re nîşanî wan da û gava karikan jî dît ku ling spî ne, kêfa wan hat û gotin:

–Ev Dayika me ye, Dayika me. Hem deng zirav e, hem jî ling spî ne.

Karikan bi lez û bez derî vekir, lê derî çawa vebû venebû, gur ket hundir û xwe çeng kir ser wan. Karik pir tirsiyan û xwestin xwe veşêrin. Yek ji wan xwe xist binê maseyê, yekî xwe xist binê nivînan, yekî xwe xist nava sobeya vala, yê çaremîn li mitbaxê, yê pêncemîn li nav dolabê, yê şeşemîn li binê destşokê û yê heftemîn jî di nav saeta dîwêr de xwe veşart. Lê belê gur ew yeko yeko dît û bi carekê avêt devê xwe. Lê gur tenê nekarî ew karikê ku xwe di nav saeta dîwêr de veşartibû, bibîne.

Jixwe ji ber ku zikê gur jî têr bûbû, wî devê xwe alast û çû xwe li derve, li bin darekê, li ser hêşînahiyan dirêj kir û raket.

Piştî demeke kurt, dayika karikan, yanî bizin, ji zozanan vegeriya… Ax, çi dîmeneke xembar îca li hêviya wê bû! Deriyê mezin ser piştkî vekirî bû, mase, kursî, destşok û nivîn şikiyabûn û tev li erdê belawela bûbûn. Bizin bi saw û tirseke mezin li karikên xwe geriya, lê bêfeyde bû. Wê bi dorê bi navê wan ew gazî kirin, lê tu bersiv derneket. Tenê dema bizinê navê karikê xwe yê herî biçûk got, dengekî zirav hat bihîstin:

–Ez li vê derê me dayê, di nav saetê de me!

Bizinê çû karika xwe ji nav saetê derxist û girt hembêza xwe. Karika biçûk jî ji dayika xwe re got ku gur hatiye û karikên din hemû xwarine… Îca hûn bifikirin ka bizina pîr li ser karikên xwe çiqas hêstir barandine.

Bizina pîr bi xemgînî ji malê derket, karika biçûk jî da dû diya xwe. Gur, li bin darekê, li ser hêşînahiyan xwe dirêj kiribû, û ketibû xeweke wisa giran ku xurexur û pifepifa wî bû. Bizinê çû ji nêz ve li zikê gur nihêrt û ferq kir ku tiştek di zikê wî yê mezin de dilebite, dileqe. –Xwedêyo, karikên min ên biçûk ku gur ew xwaribûn gelo hê jî zindî ne?, got bizinê.

Îca bizinê bilezûbez çû malê, meqes û ta û derzî anî, zikê gurê pîs bi meqesê qelaşt û yeko yeko hemû karikên xwe jê derxistin. Rewşa hemû karikan gelek baş bû, ew zindî bûn, ji ber ku gur hingî lez kiribû, hema hemû karikan bêyî bicû, bi carekê daqurtandibû.

Îca ew çi kêfxweşiyek bû ji bo bizinê û ji bo karikan…

Bizina pîr ji karikên xwe re got:

–Haydê delalên min, de zû herin keviran bînin, bila keviren wisa mezin bin ha! Hê berî ku gur ji xew şiyar bibe, em ê zikê gur bi keviran dagirin.

Û heft karik çûn kevirên mezin gindirandin anîn û heta devîmanê zikê gur bi keviran dagirtin. Bêyî ku haya gur jê çêbe, bizina pîr zûzûka zikê wî dirût û çû xwe tevî karikên xwe, li pişt darekê veşart.

Dema ku gurê pîs û çavbirçî ji xew şiyar bû, rabû ser xwe. Lê ji ber wan kevirên mezin, ew wisa tî bûbû ku xwest here ji bîrekî hinek avê vexwe. Lê belê dema ew ber bi bîrê ve dimeşiya kevirên nav zikê wî li hev diketin û dikirin gurmegurm. Îca gurê zikmezin got: Ev çi gurmegurma zikê min e

Min heft karik daqurtandinç Lê gelo ew xewnek bûye?

Gur heta bîrekî bi zorê meşiya, Piştre xwe bi ser bîrê de xwar kir û hinek av vexwar. Lê belê kevirên di zikê wî de wisa giran bûn ku ew bi carekê ket binê bîrê û bi awayekî pir xirab di nav ava bîrê de xeniqî.

Îca heft karik tevî diya xwe bi bazdan hatin, li dora bîrê bi kêfxwesiya mirina gur reqisîn û Piştre jî çûn mala xwe. Çîroka me qediya,

  • xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.
  • Çîrokên klasîk ên zarokan Gur û heft karik

zarok.net

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply