Rexneya psîkolojîk a tekstê û efsaneya nivîskar

Charles Mauron di pêşxistina rexneya psîkolojîk de bi roleke girîng rabû. Hinek lêkolînvan piştî Freud ku danerê rexneya psîkolojîk bû, mîna kesayetiyeke mezin di vî warî de qala Charles Mauron dikin. Peyva pêkhateyî, rexneya psîkolojîk û efsaneya kesîtî, berhemên Mauron in. Vekolînên Mauron di qada rexneya psîkolojîk de ewqasî bingehdar û girîng bûn ku, bandoreke herî mezin li ser piraniya lêkolînvanên pey xwe re kir.

 

Rexneya psîkolojîk

Peyva rexneya psîkolojîk ji bo cara yekemîn ji aliyê Charles Mauron ve di tekstan de reng da. Wî di gelek pirtûkên wek “Rexneya Psîkolojîk” de pêşxistina teoriya xwe ya rexneyî berdewam kir. Babeta vê riwangeyê rexneya “teksta edebî-hunerî ye.” Babeta sereke bi vî awayî pir girîng e ku heta beriya Charles Mauron, babeta vekolînên psîkolojîk li ser huner û edebiyatê bêhtir bi nûser ve dihatin girêdan.

 

Herwiha rexneya psîkolojîk a bi ser teksta sereke de serdest, yan bi şêweyeke din, nûserê hûrbîn û bingehnas li holê nebû. Lê desthilat û serdestiya berdewam a pêkhatexwazî, derbarê tekstê, bi wan tewereyên ku heta beriya Mauron bi şêweya monopolekirî alîgiriya nûser dikirin, peliyabû nav wan jî û rengdana wê di wir de jî dihat dîtin.

 

Mauron derbarê vê pêwendiyê dibêje: “Rexneya psîkolojîk dixwaze nasîna me li hember teksta edebî zêdetir bike. Ev kar pêşî bi dîtin û komkirina çavkaniyên sereke ji bo xwendina tekstê û dûre deranîna hin pêwendiyan ku di naveroka tekstê de hene û girêdayî derûn û nesta derhiş a nûser in, tên destnîşankirin û piştre bikar tên.”

 

Berê, berhemên hunerî û edebî wek şêwira zarê nexweşekî ji bo nasîna hest û derûna wî dihatin bikaranîn. Bi riwangeya Freud û alîgirên wî, teksta edebî û hunerî amûrek e ji bo nasîna hestên derhiş ên nûser an hunermend. Di vê rexneyê de jiyannameya nûser bi roleke kêmtir radibe. Ji ber ku roleke girîng û berçav a Mauron di pevguhertina babet û dewra xwendinan di rexneya psîkolojîk de heye.

 

Rexneya psîkolojîk ji bo wî, wek şêwazeke vekolînê bû. Herwekî di pêşgotina pirtûka navborî de dibêje: “Di rexneya psîkolojîk a şêwaza komîk de (beşa yekem a rexneya psîkolojîk) yek şêwazê dabîn dike û (beşa duyem a şêwaza komîk) çarçoveya xwe di karkirina wê şêwazê de misoger dike.”

 

Ew herwiha di şîroveya rexneya psîkolojîk de dinivîse: Rexneya psîkolojîk şêwazeke analîzkirina edebî ye, bi şêweyeke ceribandî di bikaranînê de. Ev rexne dixwaze di tekstan de wan pêwendiyan eşkere bike û bike mijara axaftinê ku mumkin e bi şêweyeke hişyar di dema dariştinê de li wan nehatibe fikirîn.

 

Charles Mauron di xwendina “Mallarmé yê Gumanbar” de, balê dikşîne ser wan xalên ku di wê nivîsarê de dubare dibin û lengera xwe avêt ser vê beşê. Lê nasandina wan xalên ku di wan wêneyan de dubare dibin û her tim dibin sedema girêk û kêşeyan û heta radeyekê xwe nîşan didin, ne armanca sereke ya Mauron bû.

 

Ev xalên dubarebûyî, wek mînak (Pirç-agir-rojava-serketina evînê û mirin) divê di wê rewşa rawestiyayî de ku xwe li jêr manaya eşkere veşartine, li ser hîmê hestên ne hişyar bên cudakirin. Bi riwangeya Charles Mauron, herwekî rexnekarên psîkolojîk ên din, rexnekar bi ti hawî li gotin û peyamên nûser nagere, lê karê sereke yê rexneya psîkolojîk nasîna wan pêwendiyan e ku hesta agehdar a nûser, dema afirandina berhema wî, marîfeteke wî ya li hember teksta wî nebû.

 

Efsaneya kesîtî

Charles Mauron di hinek xwendinên xwe yên psîkolojîk de ku li ser hinek şaîrên mezin wek Mallarmé pêk anîne, çend torên metaforî kifş kirin. Wan toran peykerê efsaneyên wî dinexişand ku navê “Efsaneya kesîtî” li wan kir.

 

Mauron di pirtûka “Metaforên hewesdar heta efsaneya kesîtî” de, hewl dida şêwazeke ezmûnkirî û zanistî ji bo gihîştina bi efsaneya kesîtî berçav bike. Rexneya Mauron pêkutiyeke taybet li ser tekstê dike û berovajî piraniya rexnekarên analîza psîkolojîk ên din, jiyannameya nûser xwedî girîngiyeke kêmtir e.

 

Charles Mauron ji wan rexnekaran e ku hewl dida rexneyên wî rewan û zelal û eşkere bin. Teoriya wî bi awayekî vekirî û eşkere hatiye şîrovekirin û ew li ser wê eşkeretiyê rijd bû. Mauron şêwaza xwe ya rexneyê di çar xalan de kom dike:

 

Destnîşankirina çend torên hêmayê yên xeyalî bi komkirin û xwendina hemû karên nûserekî, destê wî digihe dîtina çend torên wêneyên xeyalî yên wî nûserî.

 

Destnîşankirina demên dramatîk û çend hêmayên xeyalî rexnekar ber bi hinek wêneyên payedar û berdewam di berhemên nûser de dibe. Çend wêneyek ku xwe bi şêwazên rengîn di tekstên pircur de dibînin.

 

Destnîşankirina “efsaneya kesîtî” ya nûser bi rêya bi hev ve kirina wan wêneyên ku berdewam û payedar in di karên nûser de, wêneyeke mezin û veşartî ku car caran derdikeve, tê sazkirin û ev wêne efsaneya kesîtî ya nûser bixwe ye.

 

Nirxandina rastiya “efsaneya kesîtî” bi xwendina jiyannameya nûser. Di dawî de bi armanca hûrbûna bêhtir li ser berhema rexneyê, baştir e ku berhem bi jiyannameya nûser re bê danberhev.

 

Ji bilî rexneyên ku bi awayekî giştî li ser alîgirên ekola Freud hene, yek ji rexneyên herî girîng ku li ser rexneya psîkolojîk tê kirin, ji aliyê “Dubrovsky” ve tê kirin ku bawer dike, riwange û rexneya Charles Mauron dibe sedema jinavçûna serxwebûna tekst û berhemê, çimkî di şêwaza wî de kesayetiya tekst û berhemê bi efsaneyeke kesayetiyê ve tê zeliqandin.

 

Lê bi rastî Mauron bi rêya xwendina hemû berhemên nûserekî teksteke mezin ku hemû karên wî nûserî vedihewîne pêk tîne.

Dr. Behmen Namwer Mutleq/Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply