Nivîskar Recep Dildar: Li welatê me jiyana her malbatekê romanek e

Nivîskar Recep Dildar di derbarê edebiyata Kurdî, nivîsandina roman, çîrok û helbestan, hejmar û rewşa nivîskarên Kurd û herwiha di derbarê berhemên xwe yên li ber çapê ji BasNewsê re axivî.

Eleqe û têkiliya bo edebiyatê çawa dest pê kir?

Min di emrekî ciwan de dest bixwendina edebiyatê kir lê ev edebiyata Tirk û ya bi zimanê Tirkî bû. Di dibistana navîn û lîseyê de min gelek helbest, çîrok û romanên bi zimanê Tirkî xwendin, helbet di nav vana  de gelek berhemên klasîk ên cîhanê jî hebûn. Piştî ku parêznameya DDKOyê ket destê min (1974), ez li wê derê rastî elîfbaya Kurdî hatim û li berhemên Kurdî geriyam. Wê çaxê min didibistana mamostetiyê de dixwend, ji welat dûr bûm. Lê havînê gava hatim Diyarbekirê min kitêbeke Cegerxwîn bi dest xist. Cegerxwîn bandoreke mezin li min kir. Gelek kes niha dibêjin te jî wek gelek nivîskarên Kurd bi helbestê dest pê kiriye. Rast e, heta piştî salên nodî jî em rastî çîrok û romanên Kurdî nehatibûn. Mirov çi bibîne bi wê dest pê dike. Ya min jî, ji ber ku bi tenê helbest li ber destê min hebûn, min jî cara pêşîn helbest nivîsandin.

Herî zedê kîjan berhema te di nav xwîneran de eleqe dît? Li gorî te sedem çiye? Li gor te kîjan berhama te ji yên din cihêtir an taybetir bû?

Yek jê meriv nikare pesnê berhemên xwe bide, lê helbest û çîrokên min digelek kovar û malperan de belavbûne. Ya din jî qada Kurdî gelek teng e, gelek zehmet e ku berhemeke Kurdî di nav gel de deng bide û bibe xwedî bandor.

Tiştê ez dixwazim bikim ev e: Divê her berhema nû ji ya berê çêtir be. Ez ji bo vê yekê hewl didim. Ji xwe gava meriv berhema xwe biecibîne, hewcedariya nivîsê jî diqede. Gava yek dinivîse, maneya wê ew e ku berhemên xwe yên berê kêm dibîne.

Li gor te nivîsandina kîjanê zehmetir e; helbest an çîrok?

Helbest, çîrok an jî roman, her şêweyeke edebiyatê, taybetiyeke xwe heye. Berovajî wek ku tê zanîn, di edebiyatê de gotinên herî tîr, nivîsa herî tîr di şêweya helbestê de heye. Û nivîsandina tiştên tîr ji yên rohn zehmetir e. Li gorî gelek rexnegiran helbest û çîrok du xwişkên delal in lê çîrok xwişka pordirêj e. Edebiyat ew tişt e ku gava dinivîsî jî, gava dixwînî jî kêfekê jê bigirî. Berhema kêfê nede min ez nikarim navê edebiyatê lê bikim, ji ber wê herkes pênasa edebiyatê li gorî fam û têgîhiştina xwe dike, edebiyat di nav tu form û qaliban de bi cih nabe.

Çavkaniya çîrokên te çi ye, tu çîrokên xwe li gor jiyan û rasteqîniya civatê dinivîsînî an di xeyalên xwe de ava dikî?  

Di çîrokan de, rastî û xeyal li nav hev dikevin. Gava peyvek bala nivîskar bikişîne, yan jî dîmeneke balkêş bibîne, wan digire ji çîroka xwe re dike stûn û li derdora wê stûnê çîrokekê diafirîne. Di her çîrokê de meriv dikare rastî şopên jiyana nivîskar an jî bûyer û jiyanên lider dora wî qewimîne tiştan bibîne. Çîrok hinek jî fam û têgihîştina nivîskar a li ser civakê ye. Her nivîskar qasî fam û naskirina xwe ya kes û civatê dikare çîroka xwe xurt bike û bixemilîne.

Hejmara nivîskarêKurd her ku diçe zêde dibe, gelo ev yek pêşveçûna edebiyatê ye? Edebiyata Kurdî gihiştiye kîjan astê?

Li gorî fama min ev tesbît şaş e. Jimara nivîskarên Kurd zêde nabe. Jibo neteweyekî 40 milyonî jimara wan gelek kêm e. Lê ji ber ku xwînerên zimanê Kurdî gelek kêm in, nivîskar zêde xuya dikin. Nufûsa Farisan ji Kurdan ne zêdetire, lê bi hezaran nivîskarên wan hene. Pirsgirêk ne di jimara nivîskaran de ye, pirsgirêk di jimara xwendevanan de ye ku jimara wan jî encax bi vekirina dibistanên Kurdî dikare zêde bibe.

Gava meriv edebiyata klasîk bide aliyekê, edebiyata me ya modern jî ber bi başiyê ve diçe, lê mixabin ji bo bigihîje qada edebiyata cîhanê hîn jê re wext divê. Berî her tiştî ji bo pêşketinê jê re bazareke xurt divê. Li welatekî bi hezaran behrem çap dibin lê ji wan yek dudu xwe digihîne qada cîhanê. Em jî niha dinivîsîn lê ji wan wê çendek xwe bigihînin qada cîhanê em nizanin. Em ê wê ji nifşên dûv xwe re bihêlin. Pirsgirêkeke din ya edebiyata Kurdî heye ku ew jî ne di destê nivîskaran de ye. Tecrubeya neteweyan nîşan dide ku zimanên ji aliyê dewletan ve tên parastin û piştgiriya wan tê kirin, zêdetir xwedigihînin qada navneteweyî.

Berhemeke te yê nû li ber çapê heye ? Eger hebe li ser çi mijarê ye ?

Dîwaneke min a helbestan di sala 2003an de çap bûbû. Paşê sê kitêbên çîrokan(Şikefta Xwekuştinê, Li Dû Xezalekê, Kitana Spî) hatin çapkirin û belavkirin. Vê dawiyê li ser romanekê xebitîm û niha ji bo çapê amade ye. Hêvî dikim, wê romana min berî havînê bigihîje berdestê xwendevanan. Min di vê romanê de xwest behsa eş û janên nifşên sedsala me ya dawîn bikim. Min xwest dîroka bajarê xwe ya ne fermî, hinek be jî raxim ber çavan. Li welatê me her malbatek romanek e, min jî bi tenê behsa dîroka malbatekê kir.

Nivîskarî weke karekî dijwar tê dîtin, lê çima di zimanê Kurdî de herkes bi hêsanî dikare bibe nivîskar ?

Zehmetiyên nivîskariyê çi ne: Divê tu ji herkesî zêdetir bixwînî, ji bo kitêbekê binivîsî divê bi sedan kitêb bixwînî. Divê tu her dem çavdêriyê bikî. Yekî çavdêriya derdora xwe neke, nikare bibe nivîskarekî baş. Û divê tu ji dema jiyana xwe fedekariyê bikî. Gava her kes derdikeve kêf û seyranê, divê tu li ser komputera xwe biponijî ku hevoka xwe çawa rast bikî wê çêtir bikî.

Ez tevlî wê famê nabim ku herkes di zimanê Kurdî de bi hêsanî dibe nivîskar. Bi ya min nivîskariya zimanê Kurdî ji nivîskariya hemû zimanên din zehmetir e. Berî her tiştî divê tu zimanekî ku di dibistanan de nayê xwendin, baş hîn bibî û pê binivîsî. Bi wî zimanî bixwînî û lêkolînan bikî.

Îcar ku ji pirsa we berhemên qels û xurt bin, ev tişt di berhemên hemû neteweyan de hene. Lê ji ber ku berhemên wan ên baş bi tenê tên ber destê me, em ên wan ên qels nabînin. Ji bo vê pirsa we, ez dixwazim bersiva xwe bi gotineke pêşiyan bidim: “Giyayê hewşê tahl e.”

Te demekê wergerî jî dikir gelo wergerandina berheman çi bandorê li ser çand û edeiyata wî zimanî pêk tîne?

Têkîliya min û wergeriyê tu carî qut nebûye. Ez niha têdigihîjim ku min asoya nivîsa xwe bi wergerê gelek fireh kiriye. Ji xwe hemû kesên bi edebiyatê re eleqeder qebûl dikin ku ziman bi wergerê geş û fireh dibe.

Min bi wergerê dest bi pexşanê kiribû. Cara pêşîn min romana birêz Seyît Alp “Devran” wergerandibû Kurdî (2005). Ez xwe gelekdeyndarê wergerê dibînim. Min gelek sûd jê girt, bawer im ev ji bo herkesî û her zimanî jî wisa ye.

Sevda Kaplan-BasNews 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply