Kovargerîya Kurdî

Ji serê sedsala 20’an û vir ve, kovar bingehên berhemên arşîvkirin, bipêşvebirin û gihandina ziman, bîr, wêje û dîroka Kurdan in. Her û her qadên, sazîbûn û avakirin û berhemdanîna Kurdî ne. Ev yek ji salên dawîn ên dewra Osmanîyan ve dest pê dike, heta roja me jî didome.

Di dewra Osmanîyan de mekanê sereke ji bo rojname û kovarên Kurdî Stembol e. Di 27’ê Tîrmeha 1912’an de, Kürt Talebe Hêvî Cemîyetî (Komeleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd) tê damezirandin û di 6’ê Pûşpera sala 1913’an de, li ser navê vê komeleyê, bi navê Rojî Kurd kovareke bi zimanê Kurdî-Tirkî tê weşandin û belavkirin. Piştî hejmara çaran, ev kovar ji alîyê hukimetê ve tê girtin.[i] Di heman demê de bi navê Yekbûn (1913) jî kovareke din ji alîyê Komeleya Hêvîyê ve sê (3) hejmar tê weşandin. Piştî girtina Rojî Kurdê, komele di nava demeke kurt de dest bi çapkirina kovara Hetawî Kurdê dike (24’ê Çirîya Pêşîn a 1913’an). Çaxê ku li Stembolê Hetawî Kurd dihate weşandin, li Bexdadê jî bi navê Bangî Kurd kovareke bi Kurdî derdiket. Berpirsê vê kovarê Cemaleddîn Baban bû.[ii]

Bi destpêkirina şerê pêşîn ê cîhanê re gelek endamên vê komeleyê û kovarê tevî şer dibin û di pey re jî ev têne girtin. Lê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di payîza sala 1918’an de, kovareke bi navê Jîn ji hêla Komeleya Pêşketina Kurdistanê ve tê derxistin. Kovar 25 hejmar tê weşandin.

Yek ji kovarên din ên wê serdemê jî kovara Kurdistanê ye (1919). Di destê me de hejmarên 1, 2, 3, 4, 5, 6, 8, 9, 13 û 19’an hene. Ew hefteyî ye û kovareke sîyasî, civakî û edebî ye; xwedîyê wê Mehmed Mihrî, sernivîskarê wê Mehmed Şefîq Arwasî ye.

Bi damezirana Komara Tirkîyeyê re, ev xebatên ku jixwe qels bûn yekcar qut bûn. Piştî Hevpeymana Lozanê û têkçûna serhildanên Kurdan, Kurdên sirgûnbûyî li Şamê kovara Hawarê (1932) derxistin. Celadet Alî Bedirxanî serkêşîya vî karî dikir. Vê kovara ku em wê weke destpêkeke dîrokî bi nav dikin û roja weşana wê jî weke Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin girîngîyeke xwe ya şoreşgerî heye û derîyekî nû ji bo ziman û wêjeya Kurdî vekirîye. Xaleke din a ku vî nifşî û kovara Hawarê dike taybet bikaranîna elfabeya Latînî ye. Kovara yekemîn e ku vê elfabeyê bi kar tîne. Ji hêla naverokê ve kovareke pirrereng e û ev reng di kovarên din ên ekola Hawarê de, di Ronahî (1942), Roja Nû (1943) û Stêrê (1943) de jî têne dîtin; lêkolînên li ser tarîxa Kurdan, tarîxa edebîyatê, çîrok, fabil, helbest, şano, werger, edebîyata klasîk, rêziman, folklor, tefsîra Qûr’anê, ‘hedîsên Pêxember, ferhengok, serpêhatî, tenduristî, duayên Êzdîyan, efsane, destan mijarên sereke ne. Di Hawarê de ji hêla olî ve jî pirrhêlîyeke mezin heye. Li rex tefsîra Qur’anê, Incîl, li rex ‘hedîsên cenabê Pêxember, duayên Êzdîyan cî digirin. Li rex helbestên Omer Xeyyam û Victor Hugo, helbestên Melayê Cizîrî jî hene. Ev pirrhêlîya kovarê hem ji lîberalîya wê, hem jî ji yekgirtina sîyaseta wan a kurdistanî pêk tê. Cudatîyê naêxine navbera kom û olan de. Divê were destnîşankirin ku edîtorîya Roja Nû û Stêrê ji hêla Kamuran Bedirxan ve tê kirin û li Bêrûdê têne çapkirin. Van her çar kovaran, hem ji hêla dewlemendîya çeşnan ve, hem jî ji hêla bipêşxistin û standardîzasyona Kurdî ve, rola xwe ya vejandina Kurdî hene.

Ji bilî Celadet Alî Bedirxan û Kamuran Bedirxan, Qedrî Can, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Ekrem Cemîl Paşa, Dr. Nafîz, Wehbî, Ahmed Namî û Rewşen Bedirxan navên sereke yên ekola Hawarê ne.

Ekola Hawarê bandoreke mezin li ser du kovaran kirîye: Yek jê, Gelawêj e (1941). Gelawêj li Başûrê Kurdistanê bi Soranî bi vê tradîsyonê berdewam bûye.

Kovara duyemîn a Hawarê pêşengî lê kirî, kovara Nûdemê, li paytexta Swêdê, li Stockholmê tê çapkirin. Ev kovar li gelek deveran weke Hawara duyemîn tê binavkirin.

Nûdem hejmara xwe ya pêşîn di sala 1992’yan de li Stockholmê çap dike. Kovar heta sala 2001’ê, bê navbirrî, 40 hejmaran çap dike. Bi taybetî li ser wêjeyê disekine, lê gotarên li ser şaxên hunerê jî tê de her tim têne belavkirin. Edîtorê kovarê Firat Cewerî ye her tim. Dîsa bi edîtorîya Firat Cewerî, kovara Nûdem Werger jî hejmarek derketîye. Ev kovar weke derîyekî nû ji bo hevdîtina wêjeya Kurdî û ya Ewrûpayê tê dîtin. Gelek berhemên nû cara pêşîn di Nûdem Wergerê de bo Kurdî tên wergerandin. Derfetên dîyasporayê yên bo bipêşvebirina Kurdî di nava rûpelên vê kovarê de bi kiras dibin.

Ji bilî van kovaran, gelek kovarên din jî çap bûne li Swêdê, ku em dikarin wan weke arşîv û bîreke qedirbilind bibînin. Rabûn (1975), Pale (1978), Armanc (1979), Kulîlk (1980), Muzîk û Huner (1980), Berbang (1982), Mamosteyê Kurd (1985), Kurdistan Press (1986), Çarçira (1986), Wate (1987), Berhem (1988), Bergeh (1989), Gizing (1993), Çira (1995), Dugir (1995), Helwest (1995) û Vate (1997) ya ku bi temamî bi zaravaya Kirmanckî (Zazakî) ya Kurdî hatîye weşandin.[iii]

Kovara Tîrêjê, ku kovareke xwerû bi Kurdî bû berîya derbeya 12’ê Îlonê, di sala 1979’an de li Îzmirê dest bi weşana xwe kir û çar hejmar jê çap bûn. Berken Bereh, Rojen Barnas, Arjen Arî û Malmîsanij çend nivîskarên kovarê bûn.

Dîsa di sala 1992’yan de, vê carê li Stembolê, kovareke din bi Kurdî-Tirkî dest bi weşanê dike. Rewşen di binê banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de heta 1996’an bi weşana xwe berdewam bû. Ji wir û pê de, çend hejmarên wê yên pêşîn ne tê de, bi navê Jiyana Rewşen kovareke xwerû bi Kurdî 52 hejmar tê weşandin. Kawa Nemir berpirsyarê kovarê bû, M. Zahir Kayan, Cemîl Denlî, Esma Eksen, A. Rahman Çelik, Nurten Demirbaş û Berfîn Zenderlioğluyê bi salan ked dane kovarê. Piştî ku Jiyana Rewşen ji ber sedemên sazîyî û rêxistinî tê girtin, di sala 2002’yan de Rewşen-Name bi edîtorîya Kawa Nemir bi tenê sê hejmar derdikeve.

Ji alîyekî dî ve, kovareke zanistê ya ku di binê banê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de tê weşandin Zend e û heta roja me jî weşana xwe didomîne. Ev kovar li ser mijarên zimanzanî, dîrok û wêjeyê gotarên teorîk çap dike.

Yek ji kovarên sereke yên wê dewrê, ku heta roja me jî didome, Nûbihar e. Kovara ku di sala 1992’yan de dest bi weşana xwe kir, herî dawî hejmara xwe ya 134’an çap kir. Her wiha, bi demê re çend kovarên din î temenkurt ên weke Pelîn, Gulistan û Kevan di serê salên 2000’an de li Stembolê hatine weşandin.

Ev kovar di nava qedexeyan de, di binê zor û zextan û sîya şer de dihatine weşandin. Van kovaran derîyê geşbûn û pêldana wêjeya Kurdî ya roja me vekir. Gelek navên ku wê hingê di wan kovaran de dest bi nivîsînê kirine, îro navên herî qedirbilind ên wêjeya Kurdî ne.

Di serê salên 2000’an de, digel şert û mercên kêmazadîyê, gelek weşanên bi Kurdî vegerîyane welêt. Her wiha, bi demê re kovaran nû jî dest bi weşanê kirin. Kovarên W, Çirûsk û Rewşen kovarên wêjeyî û çandî ne û li Amedê têne weşandin. Ji bilî van kovaran, du kovarên din, ku bi taybetî li ser wêjeyê gotarên rexneyî, lêkolînî û teorîk çap dikin, Wêje û Rexne û Zarema jî weşana xwe li Amedê dikin. Kovara Nûpelda ya ku bi weşana xwe berdewam e û heta niha 10 hejmarên wê derçûne jî li Wanê tê derxistin.

Îro li Îzmirê tevgereke germ li derdora kovarên Kurdî heye. Heterotopîaya ku kovareke wêjeyî ye û Felsefevan jî kovareke li ser felsefeyê ye li Îzmirê bi weşana xwe berdewam in.

Kovara Golik li ser kelepora kovarên Tewlo, Şûjin û Pîneyê bi weşana xwe berdewam e, yên ku li ser karîkatur û qerfê weşan dikirin û êdî nema têne weşandin. Her wiha, gelek kovar û fanzîn li zankoyên Kurdistanê û Tirkîyeyê weşanên bi Kurdî dikin. Vejîn, Laser, Bar, Filîto, Jehr û Pêngav çend kovar in ku ji hêla ciwanên zankoyan ve têne weşandin.

Heke em bi kurtî dêhna xwe bidine qonaxên destpêkî û yên îro yên kovargerîya Kurdî, reng e ev bên gotin: Kovarên serdema Osmanî yên ziman û wêjeyeke di komayê de bûn. Ekola Hawarê ev ziman û wêje ji mirinê rizgar kir; Tîrêj, Nûdem, Rewşen, Jiyana Rewşen û Nûbiharê ziman û wêje rakire ser pêyan. Kovara Vate, ji hinga ku têye weşandin, bo zaravaya Kirmanckî (Zazakî) ya Kurdî bi heman erkê rabûye; kovara Şewçila ya ku niha li Amedê tê weşandin, hêja ye ku di vê mijarê de navê wê jî bê hildan. Kovarên ku îro hê jî bi weşana xwe berdewam in û li welêt têne çapkirin û belavkirin jî, em dikarin wan her wekî gavavêtin û meşîna ziman û wêjeyê bihesibînin.

Dawid Yeşîlmen
kurdilit.net

  • [i] Jîn Kovara Kurdî-Tirkî (Kürdçe-Türkçe dergi): 1918-1919, cild: I, tîpguhêzî ji tîpên ‘Erebî bo tîpên Latînî: M. Emin Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Uppsala, 1985, r. 123.
  • [ii] Bnr. Mesûd Serfiraz, “Osmanlı Dönemi Kürt Basın Tarihine Genel Bir Bakış”, Kürt Tarihi, H. 8 (Ağustos-Eylül 2013), rr. 30-37.
  • [iii] Alakom, Rohat. Kurdên Swêdê (1965-2005), Serkland, 2006, Stockholm, r. 198.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply