Jiyana Şêx Abdulselam Barzanî

Şêx Abdulselam di serokatiya Barzaniyan de xwediyê taybetiyekê ye. Barzaniyan, bir serokatî û rêberiya Şêx Abdûlselam Barzanî, bûn xwediyê rê û rêbezek milî. Gel ji wî gelek bawer dike. Lewra wî ji gel gelek hez dikir, ji maf û hiqûqa gel re rêzdar bû.

Wek tê zanîn ku piştî ku Şêx Abdûlselam Barzanî hat îdam kirin jî, ew rê û rêbaza milî ya Kurdistanê ji aliyê birayên wî Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mistefa Barzanî; lawên Mele Mistefa Barzanî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî ve hat domandin.                                                   Barzan, aşîretek e. Barzaniyan jî, serok eşîrên eşîretê ne. Eşîreta Barzan, navê xwe ji navenda eşîretê gûndê Barzan digre. Şêxên eşîreta Barzan jî, Şêx Abdûlselam Barzanî û kalikên wî ne.

Gor agahdariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî: Mezinê eşîretê yê yekem Mesûdê mezin  e. Diyar e ku Kurdistanê bi ev kalkê xwe hatiye bi nav kirin.

Bingeha Şêxên Barzan jî, ji mîrên Amidiyê tên.

Dema Şêx Taceddîn dibe serokê eşîretê. Ew di hemandem de alimekû pêşengekî olî yê mezin e. Loma li derûdora wî gelek bawermend dicivin.  Encama ev civandina bawermendan Dergeha Barzan ava dike û dibe şêxê Dergeha Berzan. Di wê qonaxê de jî şêxitiya Barzanan dest pê dike.

Piştî ku Şêx Abdûlselam Barzaniyê mezin dibe serokê dergehê, wê demê biryar tê girtin ku Medreseya Barzan ava bibe. Bi avabûna Medreseya Barzan, Şêxên Barzan, bes bi şêxitiya xwe ne, bi îlmên xwe jî dibin xwediyê giraniyekê.

Mevlana Xalid dema ku Dergehên Naqşîbendî ziyaret dike, ziyareta Dergeha Barzan jî ziyaret dike. Mewlana Xalîd, di wê ziyareta xwe de Şêx Abdûlselam Barzanî dike xelifeyê xwe. Xelifetî ji, qedir û qiymeta Şêx Abdûlselam û Dergeha Barzan xûrttir dike.

Şêx Abdûlselam Barzaniyê mezin di sala 1872-an de diçe ser dilovaniya xwe. Pişt re ji Şêx Muhammed, bavê Şêx Abdûlselamê Biçûk dibe şéxê Dergeha Barzan û berpirsiyarê Medreseya Barzan. Dostaniya wî ya mazlûman û feqîran, dibe sedem ku serok eşîr giliyê wî ji Dewleta Osmanî re bikin. Dewleta Osmanî jî, wî sirgunê bajarê Bedlîsê dikin. Ew li wir salekê hepis dimîne. Ew piştî ku vedigere Herêma Barzan, di sala 1903-an de diçe ser dilovaniya xwe.

Şêx Mûhammed xwediyê 4 lawan bûye. Ew lawên wî: Şêx Abdûlselam, Şêx Ehmed, Mûhammed Sıddık, Babao, Mele Mistefa ne.

Piştî Şêx Mûhammed lawê wî yê mezin Şêx Abdûlsalem Barzanî, dibe serokê eşîretê,  Dergeha Barzan û Medreseya Barzan. Hemû eşîretên derûdora Herêma Barzan, ji Şêx Abdûlselam Barzanî re rêz digrin.

REFORMXWAZIYA WÎ…

Serokatiya Şêx Abdûlselam Barzanî, ji serokatiya heyî ya edetî cûdatir bûye. Xwediyê qerektereke milî, civakî, olî û reforxwazî bûye. Loma jî Şêx Abdûlşselam li herêma xwe gelek reformên dîrokî û girîng pêk tîne. Reformên di dema wî de pêk hatine, her kurdek jî baş dizanê û jê re rêz digrin, ew in:

1-Xxwediyêmulkbûnê ji holê radike. 2- Axê ji gûndiyan re belav dike. 3-Qelindê bûkê ji holê radikê. Bi zorê zewacê qedexe dike. 4- Pêwendiyên civakî û herêmî û însanî, gor pîvanên wekhevî û edaletê rêdixe. 5-Biryar dide ku li her gundeki mescîdek ava bibe. Ew mescîdan bes wezîfeya ol û îbadetê nebînin.. Di hamen dem de bibin navendên civakî, navendê danûstandinê, navendên çareserkirina pirsgirêkan, 6-Li her gundekî ji bona ku pirsgirêk ji her aliyî ve çareser bibin, bi îradeya gûndiyan meclîsek/konseyek ava dike. 7-Ji her eşîretekê nji bona hêzên çekdar ava bibe, biryar dide û gor wê biryarê hewil dide.

Şêx Abdûlselam bi van reformên xwe, bi hemû eşîretên Kurdistanê re dibe xwedıyê peywendiyek xûrt. Hemû eşîret jî baweriya xwe ji Şêx Abdûlselam Barzanî re nîşan didin.

PROJEYA WÎ YA MILÎ…

Ew, di heman dem de xwediyê projeyeke civakî û milî ye jî. Ew dixwaze ku pêşî li herêma xwe û pişt re jî li tevayî Kurdistanê vê sîstemê ava bike. Ev sîstema jî, ji sîstema Împaratoriya Osmanî cûda û serbixwe ye. Ne sîstemek despotîk û otorîter e. Ew projeya wî, domandina projeya Şêx Ûbeydûllah Nehrî ya milî ye.  

Bi ev projeyên wî li Kurdistanê fikrên reforxwazî û civakî û milî belav bûn, rê û rêbazek nû ava dibe.

Şêx Abdûlselam Barzanî, di sala 1907-an de bi hemû şêx û serok eşîrên Kurdistanê re civînekê li dar dixe. Di wê civînê de biryarên gelek girîng tên girtin. Ew biryaran pêşkêşî desthilatdariya Împaratoriya Osmanî dibin. Ew biryarên dîrokî û girîng ew in: “1- Li Kurdistanê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. 2-Li Kurdistanê perwerdayî divê bi zimanê kurdî bibe. 3-Qeymeqam, mıdurên navçeyan, xebatkarên din divê ji kurdan bên diyar kirin. An jî kêmtir in divê ew memûrên ku kurdî dizanin ji bona Kurdistanê bên diyar kirin. 4-Ola Împaratoriye û Dewletê, îslam e. Divê di dadgehan de biryar gorî hiqûqa îslamê bên dayin. 5-Divê bac bê girtin. Lê ev baca divê li Kurdistanê ji bona çêkirina rêyan, avakirina dibistanan bê bi kar anîn.”

Şêx Abdulselam Barzanî, ji bona ku ev projeyên xwe ya milî pêk bîne, bi Hemû Cemiyetên Kurdistanê û bi Rêxistina Azadî ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû re pêwendî çê dike. Di heman dem de bi Şêx Mehmûd Xafîd, Şêx Abdûlkadîr Nehrî, Axayê Şîkakê Simko û pêşengên civaka kurd yên din re jî danûstandin dike.

LI HEMBERÎ DEWLETA OSMANÎ SERÎHILDAN Û ŞER…

Dema ku ew daxwazên serok eşîr û şêxên Kurdistanê digihîjİN destê  desthilatdariya Osmanî, ew daxwazan li dijî dewleta Osmanî wek îsyan tên qebûl kirin. Împaratoriya Osmanî leşkerên xwe dişîne ser Kurdistanê. Hezar mixabin ji derveyî Eşîreta Barzan eşîretên din li berxwe nadin. Heta hezar mixabin beşek ji wan eşîran jî dibin hevalên dewletê. Wê demê Şêx Abdulaelam biryara şer dide. Eşîreta Barzan bi mehan şer didomîne. Lê Şêx Abdûlselam Barzanî mecbûr dibe ku herêmê terk bike.

Şêx Abdulselam diçê herêma Suryaniyan. Suryanî, ji Şêx Abdûlselam re xwedî derdikevin û cî didin wî.

Lê hêzên dewletê dikevin Kurdistanê û herêma Barzan, gûndan dişewitînin, malên gel talan dikin. Mêran dikûjin. Jin û zarokan dîl digrin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî (Birayê Şêx Abdûlselam yê biçûk) 3 salî ye. Ew, bi diya xwe ve dîl tên girtin û di zîndana Misulê de tên girtin.

Beşek çekdar jî xwe vedikişînin çiyayên bilind. Li benda biryara Şêx Abdûlselam Barzanî dimînin.

DÎLKETINA ŞÊX ABDÛLSELAM BARZANÎ…

Şêx Abdûlselam di sala 1908-an de vedigere Herêma Barzan. Hêzên xwe çekdar dîsa dicivîne ser hev, li hemberî hêzên dewleta Osmanî dest bi şer dike. Di vî şerî de hêzên Dewleta Osmanî zerarên mezin dibînin û şikest dixin.

Şêx Abdûlselam Barzanî li dijî Meşrutiyeta Yekemîn (1908) jî derdikeve. Ew li dijî Îttîhad Terakkiyan jî xwediyê helwesteke reformxwaz e. Wan nîjadperest qebûl dike.

Piştî ev serkeftina Şêx Abdulselam Barzanî, Hikûmeta Osmanî ji Şêx Abdûlselam hevûdîtinê daxwaz dike. Ew jî qebûl dike. Piştî muzekerayan, dewleta Osmanî daxwazên wî qebûl dike. Herdu teref girtiyan azad dikin. Dewleta Osmanî, zerara daye herêmê tanzîm dike.

Pişt re heta ku Şaîr Sileyman Nazıfê Diyarbekîrî ji Misûlê re bibe walî, pêwendiyêm herêmê û dewleta Osmanî baş dimeşe. Lê piştî ku Sileyman Nazîf dibe walî, dest bi tade û zilmeka nedîtî dike. Di sala 1913-an de biryar dide ku Şêx Abdûlselam Barzanî bê girtin. Loma jî hêzek çekdar dişîne ser wî.

Şêx Abdûlselam jî wê demê mecbûr dibe ku biçe Rojhelata Kurdistanê. Dibe mêvanê Seyîd Taha. Nêzikî Ûrmiyeyê li Rajanê bi cîh dibe. Di salên 1983-an de jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li vî bajarî xwediyê bingehekê bû.

Dewleta Osmaniyan ji bona ku Şêx Abdûlselam Barzanî dîl bê girtin û an jî bê kuştin, xelatek mezin pêşkêş diyar dike..

Şêx Abdûlselam Barzanî, di vê qonaxê de bi Axaya Şîkakê Simko re hevûdîtin çê dike. Bi hev re derbasî Gurcistanê bajarê Tiflîsê dibin. Bi berpirsiyarên Çar re danûstandin dikin. Lewra Çar soz dabûye ku di têkoşîna milî ya kurdan de bibe alîkar.

Piştî hevûdîtina berpirsiyarê Rusyayê Şex Abdûlselam vedigere Îranê. Li Îranê Axayê Şîkakê Simko ve ji hevûdu vediqetin. Ew, encama dawetê diçe gundekî kurdan dibe mêvan. Xwediyê gûnd Sofî Abdûllah, dema ku Şêx Abdulsalem û 3 hevalên wî di xew de bûne, wan digre teslîmî Dewleta Osmanî dike. Wek tê zanîn ji bona wî Dewleta Osmanî xelatek mezin danî bû. Encama vê îxanetê Sofî Abdûllah, ew xelata mezin werdigre.

ÎDAMKIRINA ŞÊXÊ MILÎ Û SEROKÊ TEVGERA KURDİSTANÊ…

Şéx Abdulselam Barzanî piştî dîl dikeve, wî dibin Misûlê. Li Misûlê ji aliyê Sileyman Nazîfê Diyarbekirî -ku ew hevalbenê Îttîhada Terakiyê bû- ve hat darizandin. Ew darizandina, darizandinek hiqûqî nebû, darizandinek gelek keyfî bû. Piştî darizandina nehiqûqî û keyfî, biryara îdamkirina Şêxê mezin û Serokê Kurdistanê hat dayin. Gorî nerînekê Şêx Abdûlselam Barzanî, di 14.12. 1914-an de, gorî nerînekê jî di destpêka sala 1915-an de tê îdam kirin.

Şêx Abdûlselam Barzanî, li ber çavên malbata wî û birayên wî tê îdam kirin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî biryar dide ku tu wext teslîmî dijminên miletê kurd nebe.

Bi îdama Şêx Abdûlselam, miletê kurd serokekî xwe yê mezin wenda dikle.

Bi îdama wî miletê kurd şervenekî xwe yê mezin jî wenda kir. Lewra Şêx Abdûlselam hem serokekî siyasî û milî bû, hem jî şervan û lehengekî mezin bû. Lewra ew di sala 1912-1913-an de li ser navê împaratoriya Osmanî beşdarî şerê Balqanan bibû. Encama şervanî û lehengiya xwe, serkeftina xwe, ji padîşahê Osmanî xelat wergirtibû.

Bi îdama Şex Abdûlselamê Barzanî, miletê kurd serokekî xwe yê civakî û reformxwaz wenda kir.

Şêx Abdûlselam Barzanî, bi xwe arîstokratekî rewşenbîrî, olî, civakî bû. Wek tê zanîn ku di dema împaratoriya Osmanî de  Tevgera Milî ya Kurd di salên 1840-î de bi serokatiya arîstakrat û mîrên Bedîrxaniyan û di sala 1880-î de di bin serokatiya civakî û olî de Şêx Ûbeydullah Nehrî de meşiya.

Şêx Abdûlselam Barzanî di heman dem de temsîlkar û berpirsiyarê wê fikjrê û kategoriya civakî ya arîstokrat bû jî.

Piştî ku Şêx Abdûlselam Barzanî hat îdam kirin, birayê wî Şêx Ehmed Barzanî bû serokê eşîreta Barzan, Dergeh û Medreseya Barzan.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply