Dibêjin rojekê ji rojan Îsa (a.s) û Hewarî yên wî, di rê de diçûn. Rastî şivanekî hatin. Hz. Îsa (a.s), silav lê kir û cewaba xwe hilda. Û pê re got:
– Şivanê delal, ma tu ji bo axretê jî kar û ’emelekî dikî an jî na? Şivan, lêbelê çi şivan! Şivanê arif cewab da û got:
– “Ey Pêxemberê Xwedê! Min şeş mesele ji te girtine û ez pê emel dikim.
Hz. Îsa (a.s) je pirsî, ew çi ne?
Şivan got:
- Heta ku tişten helal hebin, ez ê heram naxum û qe carek halal xilas nabin.
- Heta rastî hebin, ez derewa nakim û rastî tu carek xilas nabin.
- Heta ‘eybe min hebin, ez ji eyb û kemasiye xelke xeber nadim û qe carek ‘eyb û kêmasiyen min xilas nabin!
- Heta ez mirina şeytan nebînim, ez ji wesweseyen wî xilas nabim û şeytan jî he ne miriye.
- Heta ez xezîna Xwedê Teala vala nebînim, ez dilê xwe nabijînim male xelkê û xezîna Xwede Teala jî qe bicarekî vala nabe û her tijî ye.
- Heta ku ez xwe di cinnetê da nebînim, tirsa ezabê cehennemê ji dilê min dernakeve û hêjî ez ne çûme cinnetê. Piştî xeberdana şivan xilas bû:
- Hz. Îsa (a.s) got: “Îlmê peşîn û paşîn di van şeş tiştan da ye.
FİKRÎ AMEDÎ
fikriamedi.blogspot.com