Hesp û Rovî

Roviyekî birçî derketibû serê rê,
Dît ku hespek ji wê da tê.
Hate cem hespî li ber geriya,
Hesp pesinand û yek caran giriya.
Got: “Ez bêkar û bêşixul,
Ji birçîna roviyên min dikin xulexul.
Ne zar û zêç, ne war û mal,
Ez bê kes im, min ji xwe ra bike heval.
Di taldeya te da bisekinim û bigerim.
Ku wext hat, ez ji bo te bimirim.”
Hesp got: “Rovî tu pir ne ewledar î.
Lî dîsa jî tu ji min ra ne kar û bar î.
Meriv bi te pir nake bawerî.
Tu yî xwediyê fen û fûtan.
Tu dikarî bidî meşandin dar û pûtan.
Ez tiştekî ji te naxwazim.
Bi têra xwe bi hêz û awaz im.
Bes li hember belayan min bike şiyar.”
Rovî got: “Tu qet nekî ax û hawar.
Ez hem zanyar im hem gumanbar.”
Têretêr geriyan, tev vesiyan.
Rojekê bi dengekî ra bi xwe hesiyan.
Rovî got: “Va ye dizûre gurê har.
Dersdayîn li stûyê min bar.”
Rovî bi kêfekê reviya cem gur.
Got: “Tu çi dikî bûrebûr,
Tu hem debengî hem herî xwur.
Dengê te dar û beran dihezîne,
Tu ‘am û tamê bi xwe dihesîne.
Di destê min da hesp e.
Hespekî diran kesp e.
Di stûyê wê da werîs û ben e.
Karê min jî dekbazî û fen e.”
Fikr û ramanên xwe jê ra go.
Ev ji min ra ne tişteke guro.
Gur xwe veşart di paş zinarekî da.
Hesp diçêriya ji wan vê da.
Rovî hat got: “Hespo xwarin bes e!
Hîn ku tuneye li hawirê me kes e.
Emê tev bilîzin çav qurçonekê.
Pêk bîne bi min carê kêfxweşiyekê.”
Piştî gotinê, çavên hespî girêda û şidand.
Werîsê stûyê hespê li darê hûnand.
Rovî bang kire gur: “Lo lo de were!
Hespê girêdayî li hember e.”
Gur hat devek li newqa hespê xist.
Dil û cerga wê tev derxist.
Hesp naliya bi dengekî hezinî.
Got: “Hiş ne li çûk û ne li mezinî.
Ev roviyê derewçînê hîlebaz,
Ku diaxifî qey tu dibêjî bûye baz.
Hûn jî bigirin dersekê. Dawî hat li vê çîrokê.”

Awaz: Deng û seda.
Çavkanî: Mîsbah Hîcrî, Fablên Kurdî, Nûbihar, 2021

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply