Hecîkê Çûkan-Ramazan Yaman

Jê re digotin Hecîkê Çûka. Temenê wî  ji heştêyî  derbasbuyî  bu. Di xanîyekî pîçûk û jihevdeketî dijîya.Heft –heşt zarokên wî hebun lê tu kes ji wan,lê xwedî dernediket.Hin xwedî xêr jêre xwarin dişîyandin.Rojê pêncşemê diya min şîva miriyan derdixist û didamin û digot bibe ji Hecîkê Çûka  re.Em gelek caran diçûna ba wî.Serpehatiyan xwe bi awayekî efsûnî ji me re digotin.Hema bêje hemû serpêhatiyên wî li ser çûkan  bû.Ku dest bi vegotine dikir tu dibe qey hew disekine.Şewazeke  vegotina wî wîlo xweş hebû ku, em jî beşdarî  serpêhatîyê wî dibun.Carcaran ku me wî guhdardikir em ji vê jiyanê derbasî xewn û xeyalê dûv û direj dibun. Birastî, qey em ne lehengê çîrokê wî bûn…

Ku demsal dibu zivistan karê Hecîkê Çûka dest pê dikir.Lewra qelereşk koçî vî diyarî dikirin. Hecîkê Çûka derdikete duaya berfê(!) Ku berf dihat û rûyê erdê sipsipî dikir çûkê reben birçî diman.Çûk li hêviya rizqe xwe, Hecîkê Çûka jî  lî benda çûka bû.Ku berf zêde nedihat mad û mirûzê xwe  tirş dikir û digot:Na lawo îsal bereket nîne.Yerebbî tû me ji bê berfêtî nehêle.Rehmeta xwe li me bibarîne.Ku hin digotin:

-’’Xalê Hecî tu ne li benda berekete yî,tu li benda çûka yî’

Ji wirê digot:

-’’De here pîsê heram ma qey ez ji nêza mirîme.Derd û kulê min  zad û zevîyên feqîra ye’’.

Radyoke wî piçûk hebû.Li rewşa hewayê guhdardikir.Ku nûçeyên berfê dibihist gelkî kêfa wî dihat.Ku berf dihat ,berî berbangê radibû.Hin textik derdixîst li ser wa  dafik çê dikir.Ku dafîkên xwe amade dikir wa dixiste kîs û li pîşta xwe dikir û diçû neçîrê…

Dibejin”Birçîtî, masîyén herî jîr jî ber bi toré ve tîne’’.Erê Xwedê tu jindarî bi birçîtî imtihan nekê.Lê zivistane sar û seqeme.Mirovên aqilmend ku birçî dime eqlê xwe winda dike.Vêca ev çûkê reben wê çibikin.Ku li deverkê têhna tiştên xwarinê dikirin li wir dicivîn.Dibu wîtewîta wan…

Carna Hecîkê Çûka bi goştê qelereşka, deşta cila tiji dikir.Dibir malê wan dibiraşt û yeko yeko wan dixwar.Hin caran se-çar heb didane me jî.

Rojekê disa berf dihat.Ez û pismamê xwe Ehmed ji dibistanê dihatne malê.Di rê de me Hecîkê Çûka dît.Textikê bi dafik deste wî de hêdî hêdî dimeşîya.Min silav da yê:

-Xalê Hecî qewet be.Tu çawanî başî?

-Wey! Xwedê emrê we dirêjkê zarokno.Hun çawane başin?

-Em jî başin Xalê Hecî.Xwedê ji te razî be.Em  di berde derbas bûn û çûn. Ehmed bi hêdîka ji min re got.

-Fikreke min heye.Heger tu alîkarîya min bikî.Ez ê ji te re jî bejim.

-Bêje fikrate çi ye.

-Na heke tu soz bide ku tê alîkarîya min bikî.Ez ê ji te re bibejim.

-Soz ez ê alîkarîya te bikim.

-Meyzê em ê biçin dafikê Hecîkê Çûka jê bistenin.

-Na ez dizîyê nakim!

-Ev ne diziyê lo!

-Ma çi ye?

Em ê peyde disa dine wî.Yanî ku karê me xelas bû.Em ê disa dafikê wî deynine ba mala wî.

-Temam.

Em çûn mê çente xwe danî malê.Me firavîn xwar em derketin derve.

Danê êvarê bû.Ez û Ehmed li bar mala Hecîkê Çûka bûn.Enterîka mala wî vekirî bû.Me di şibakê de meyîzand.Hecî, çûkên ku girtibun li ser sobê di qelandin. Ehmed got:

-Va ye textik û dafikên wî li vir in.Haydê hê ku me nedîtîye em rajne wan û birevin.Min rahişte textika,wî jî rahişte dafika û em bi lez û bez ji wir revîyan.Em hatin malê me.Me textik û dafik li hewşa me veşartin. Ehmed:

-Sibe sebt e.Dibistan tuneye.Şeveqê zû rabe.Em ê dafikê xwe deynin.Heydê êvara te bixêr.

-Temam em ê zû rabin û dafikê xwe deynin.Êvara te jî bixêr.

Ji kêfa min şîv jî nexwar.Çîqas bi kelecan bûm.Erê wê sibe tijê çûkên me çebin.Ez ê wa xime qefesê û wan xwedî kim.Derdê min ne xwarina goştê wan bû.Erê wey xwelî sero, min ê weke çûkê tûtî,qelereşka di qefesêde xwedî kiribane…

Roja dî berî banga sibehê ez rabûm.Bi dizî ji malê derketim.Bi baz di derencande hatime xwarê. Ehmed li devê derîyê hewşa me li hevîya min bû. Ehmed:

-De heydê lo em dereng man.

-Law derengbûna çi.Hê mela bang nedaye.

-Hadê zû zû zêde neşîtexîle.

Me çû dafik û textik anin.Li ser textika yeko yeko me hemu dafik danîn û em derketine derve.Nêzîkî malê me ersakê me hebû.Me li wîr topê dileyîst.Em çûnê wêrê me teftikê bi dafik danin erdê.Deqene dafik xuya nebin ma berf avet ser textik.Hinek ceh min ji malê anîbu.Me ew jî avetê ser.Wê qelereşk vî ceyî ditîba û hatibane ku ceh bixwin.Wê linge wa lî dafika alîqîba û em ê wa gîrtîbana. Ehmed got:

-Temam va ye dafikê me hazirîn vêga em herne malê.Piştî kû me taştê xwar em ên û çukên xwe bigrin.Em çûne malê.Min derîyê malê vekir.Ox hê kesek şîyar nebuye.Ku diya min û bav ê min şiyar bûbûna ne dihiştin ku ez wê şeveqa tarî derkevim derve.

Ketime nav livîna lê qet xewa mîn nedîhat.Di nav doşekê de geh dizivirîyam vî alî geh dizivirîyam wî alî.Ku deh deqîqe çavê min dihate girtin sûretê qelereşka di ber çavê min de derbas dibu.Nizanim ev hal çawa derbas bu.Le hişê min bi dengekî hate serê min :

-Kurê min rabe taştê bixwe.

-Temam yadê va ye ez rabûm.

Min ji kêfa qelereşka bilez çaye xwe vexwar û ez lî ser sîfrê rabûm.Diya mîn

-Tê çe bi kû de te tiştek nexwar.

-Ez ne birçî me yadê.Ez û Ehmed em ê derkevine derve bi gogê bilezin.

-Temam, lê zû were malê.

Ez bi lez û bez daketim xwarê.Ehmed li devê derî lî hevîya min bû.Em ji hewşe derketin bi ber dafîkên xwe de çûn.Ehmed:

-Gelo li gora te çend heb çûk ketine dafikên me?

-Hema dido bin jî bes e.Yeke min, yeke te.

-Law ma tê çi bikê ji yek e.Ne hewceye ku tu  deynê ser agir.

-Ma tu dibe qey ez ê goştê wa bixwim.Ehmed bi dengekî bilind kenîya:

-Wey lêlê ma tê wa bike dermale.Ez qeherîm:

-Erê ez ê wa bixim dermalê û vê zivistanê ji goştê wan qelî çebikim.Law ma tu dînî ez ê wa di qefesêde xwedî bikim.

-De heydê lo ma kî dîtîye ku qelereşk di qefesêde hatine xwedî kirin.

-Tê cara ewil bibini ma ne baş e.

Em gihane ba dafikên xwe.Lê ne çûk ne jî dafik xuya nedikirin.Min got:

-Ehmed ma me dafikê xwe li vir nedanîbun?

-Belê çawa ma danîbûn vê derê.

-Lê kanî ne livirin.Hê gotina min ji devê min derneketibû.Yekî bi guhê min girt :

-Qewet be ji were dizên biçuk.

Ev deng dişibîya dengê Hecîkê Çûka.Erê ew bû.Dafik û textikê wî li pişta wî bûn.Di destkê wî de jî sê-çar qelereşkê serjêkirî hebun. Ehmed dest bi giriyê kir.Kelê giriyê kete qirika min.Me herdûka serê xwe da berxwe.

-Ma win ji Xwedê natirsin dizekno.Ma malê xelqê li bar avê hatiye.Ez ê we giliyê bavê we bikim.

De vêca were ji vî halî xwe xelaskê.Wellah vê bavê min têra min limin bixista.Hesir weke baranê ji çavê min dibarîn.Jixwe Ehmed gava ku peyva ‘bav’ bihîst qêrînî pê ket.Em herdû girîn û girîn lê çi fêde. Hecîkê Çûka çû ku giliya me bike.Çiqas me jê re lava kir lê ti fêde nekir…

Piştî ku em têra xwe giriyan me piyê xwe da malê û bi gavê tirsonek em hêdî hêdî çûn.Ne ji devê Ehmed ne jî ji min qet peyvek ne derdiket.Erê em herdû jî sûcdar bû.Ma em ê kî tawanbar kiribane.Em hatine devê derîyê hewşa me.Ehmed bî ber mala xwe de çû.Min derîyê hewşê girt û derketîme jor.Bi destê reelî min lî derî xist.Diya min derî vekir û got:

-Wey xwelî li serê min o.Min zarokekî çawa xwedî kiriye.Ma min ji bo diziya xelqê,te anîye dinyayê.Bila bavê te were ez ê jêrê bejim.Wê têra te li texê.Min serê xwe rakir ku tiştekî bibejim.Şelqênîkik ji rûyê min hat.Bi dengekî bilind ez girîm û ketime hundir.

-Yadê bi Xwedê ez hew tiştekî wilo dikim.Ji bavê min re nebêje û min xwe çendkire destê wê.Diya min deste xwe kişand lê min deste wê zevt kir û maç kir.Ma di dinyayêde dil weke dile dayîka meriv heye…

Erê wê şeve ez ji lêdana bavê  xwe xelas bûm.Lê xew nedikete çavê min.Birastî me çima ev bêyomî kiribû.Ji bo sê-çar qeleşreşka.Qelereşkê ku ji nêza dihatin diketin dafika û ji me re dibûn dîl…

Roja dî diya min ceza da min.Nehişt ku ez derkevim derve.Ez di malê de girtî ma bûm.Gelo Ehmed çi kiribû,çi hatibû serê wî.

Dotira rojê dibistan hebu.Ez zû rabûm min taştê xwar û derketime derve.Ehmed li devê derîye me li hêvîya min bû.

-Sibeha te bi xêr tu çawanî?

-Baş im Ehmed.Xwedê ji te razi be. Çi bû li mal çi qewîmî.

-Ma tu nizanî bê çi qewîmî.Diya min û bavê min bimide xeyîdin û li mi dan.Lêbele em vê mesele wilo nahelin.

-Em ê çi bikin kuro.Ez ve neqle alî te nakim.

-Netirse lo em vê neqlê tiştikî xerab nakin.Ma deste me şikestîne em ê ji xwe re dafikan çekin.Em ne hewceyê dafikên Hecîkê Çûka ne.Bila dafîkên wî serî wî bixwin.

-Ma em dikarin çebikin.Ez ji vî karî fam nakim.Ehmed:

-Ez ê çekim.

Piştî ku em ji dibistanê hatin.Em çunê mala Ehmed.Ma li hewşa wan çend textik peyde kir.Ehmed çû hundir benik anî û dafik çekirin.Ma dafikên xwe li ser textik danî û em çûn neçîra qelereşka(!) Me li nezîkî mala Hecîkê Çûka dafikên xwe danîn.Ji bo ku çûk dafikan nebînîn me bi berf avetê ser dafika.Hin ceh jî me bi ser de reşand û em vegeran malê.

Roja dî berî ku em herne dibistanê me biryar da ku em herin li rewşa dafikên xwe meyzenin.Gelo me çend qelereşk girtibûn?Bi gavên lez û bez em hatin ber dafikên xwe.Wa cihê neçîra me ji dur ve xuya kir.Li ser cihê ku me dafik danîbun tiştne reş xuya dikir.Ehmed:

-Tu dibini va ye dafikên me ne vala ne.Em ji weke Hecîkê Çûka jêhatî ne.Min got:

-Ehmed ev naşibe çûka tu dibe qey tiştekî dî ketiyê dafikên me.Em nezîkbûn ku em çi bibinin di dafika me de kîsoyek heye.Rebenê kîso li dafikan aliqîye.Linge wî ye paş ketibû dafikê.Me hewl da ku em kîsoyê nesteleh ji vê beyomîye xelas bikin.Ji xeynî dafika  ye di pîyê kîso da,hemû dafik qetîyabûn.Me kîso ji dafike derxist.Lingê wî bixwînî bû.Em li hêvîya qelereşka bûn lê nesibe me kîso derket….

Me rahişte textikê xwe û me bere xwe da malê.Tu nabe Hecîkê Çûka li rewşa me ya xerab di meyîzand.Hate peşîya me û bi dengekî bilind kenîya.Em gelekî aciz bûn.Ehmed:

-Tu çima dikeni?

-Ma ez bigrîm kuro.Ma bî halê we nayê kenîn.Birastî wîn gelekî jêhatîne.Bû çil salî ez vî karî dikim.Lê heta vêga ji bilî qelereşka mi ti heyvan negirt.

-Haaaah kîso girtine kuro.Gelo hûnê goştê wî bixwin.Ma ne heram e law. Ji were van çûka. Ji torbekê xwe dido qelereşk derxistin û dirêjî me kir.Ehmed:

-Bila çûkên te ji te re bin û va ye kîso li derêha ye herê wî jî bixwe çav birçîyo.Vêca dora kenê ya me bû.Em herdû bi dengekî bilind kenîyan. Hecîkê Çûka hêrs bû deste xwe rakir ku şîkamakê li Ehmed bixê.Lê Ehmed xwe da alîkî.Em bazdan û hatin malê. Hecîkê Çûka di pey me de gotine nebaş digotin.Lê ne xema me bû.Me tola xwe jê sitandibû.

Me wê rojê disa dafikên xwe amede kir û danî cihê berê.Lê gava ku nesîb tunebe tiştek na derkevê holê.Vê neqlê dîkê cîranê me ketibû dafika me û hem jî ne linge wî,serê xwe xistubû dafika belqîtyo.Xwedyê dîk, dafikên me hemû xerakir û textikê dafikan jî avetê soba xwe.

Piştî vê bûyera dawî êdî me hew dafik danîn.Me ji vî kare xirab tobe kir.Ji xwe ji tirsa dê û bavê xwe me hew dikarî bû behsa çûka bikin.Lê Hecîkê Çûka heta wê sala dijwar hê vî kare xwe didomand..Yerebbî ew çi zivistan bû.Em ji serma ji ber sobe nedirabûn.Diya min î reben heta ku soba tije ezing dikirin dêm û bevîla wê reş û şîn dibu.Wan rojê sar û serma de gelo Hecîkê Çûka çi dikir.Rewşa wî çawa bû.Rojek xeberek hat guhê me.Digotin Hecîkê Çûka ji serma qufilîye…Disa weke her rojeke bi berf dafikên xwe danîbûn û li hevîya qelereşka bû.Lê piştî nêçîre, ku di vegerê malê linge wî dişemitê û dikevê erde linge wî dişkê.Li derdorê kesekî ku alîkarîya wî bikê û bibe malê wî tunebuye.Lewra her kes li ber sobê xwe germ dike.Ma kî diwerî bû ku wê serma û seqemê derkevê derve.Ji xeynî Hecîkê Çûka…

 

Ramazan YAMAN-Kurtdiliedebîyati.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply