Flaubert: Madam Bovary ez im!-Mahmut Ozçelik

Hin pirtûk hene, wekî şeraba bi derbasbûna demê re hêj zêdetir çêjdar dibe, wisa bandora xwe  li ser xwîneran dihêle û ji neslekê derbasî nesleke din dibe. ‘Madam Bovary’ jî yek ji wan pirtûkan e. Pirtûk ji qelema Gustave Flaubert di sala 1857an de derçûye. Ev romana Flaubert gelek deng vedide. Rastiya civakî ya wê demê bi hemû hêlan ve radixe ber çavan. Bi vê helwesta xwe dibe rêvekerê romana realîst. Ji ber ku li gor qanûnên demê bi bêexlaqiyê tê tawanbarkirin pirtûk tê qedexekirin, Flaubert jî tê darizandin. Dema dozger pirsa “jina bêexlaq a ku di romanê de derbas dibe kî ye? dipirse, Flaubert bêyî dudiliyê bersivê didêyê: Madam Bovary ez im… Ev bersiv werçerxek e ji bo vê roman û nivîskarê wê… Pê re jî dibe berhemeke klasîk ya nemir. Ji bo asoyên xeyalên me firehtir bibe divê em herdem serî li romanên klasîkbûyî bidin… Çimkî ew tu wextê kevn nabin… Lê haya me ji wan tunebe ew êdî pirsgirêka me û têkiliya me ya bi edebiyatê re ye û çawa tê dermankirin jî her kes dizane…

 

Dema mirov rûpelên romanê diçerixîne pêrgî dema piştî Şoreşa Fransayê tê. Bûyerên sedsala 19. di kesayetiya lehenga romanê Emmayê/ Madam Bovaryê de tê vegotin. Dêr û keşîş, cotkarî, jiyana debdebeyî ya arîstokratan û hwd beş bi beş raxistiye ber çavan…

 

Di romanê de ji bilî çar karakterên sereke -Bijîşk Charles, xanima wî Emma/Madam Bovary, hezkirên Emmayê Rodolphe Boulanger û Leon- çend karakterên din jî balkêş in:

Dermanfiroş Homais: Mirovekî di her qadê de xwedî agahiyan e. Çi bûyer an kirûyeke were qisedan derheqê wê de bi saetan dikare bipeyive û şiroveyan bike. Her tiştî dizane. Bi qisedanên xwe serê her kesî gêj dike. Ji bo her kes ji dermanxaneya wî dermanan bikire di nava dek û dolaban de ye. Xweperest û pozbilind e. Tim dixwaze di wêneyê bi mirovên mezin de were xuyakirin.

Cûmker/cawbir Lheurux: Bi şêweyeke gerokî her amûr û alavên ji mirovan re pêwîst e, ji bajêr dihîne û bi kareke mezin difiroşe şêniyên bajarokê. Mirovekî qelp û keysperest e. Dema dibîne bijîşk Charles di zorê de ye û bi nexweşiya jina xwe re bilî ye, bi faîz pereyan didê.

Keşiş Bournisien: Di her derfetê de dixwaze bandora olê, hebûna olê bi bîra mirovan bixe. Li kuderê nexweşek an miriyek hebe li ber serê wan e. Serqisê dema ji ber emeliyatekê bi xeletî nigê xizmetkarekî-Hippolyte- tê jêkirin tavilê diçe serdanê, di sohbetê de jê re wiha dibêje: Sibe-êvarê ji Dayik Meryemê re û ji Xwedê re dia bikî tu yê çi winda bikî?

 

Emma di dibistana rahîbetiyê de perwerdehiya xwe ya olî/xiristiyanî dibîne, piştî mirina dayika xwe, bi bavê xwe re li Çewliga Bertaux’ê dijî. Rojekê, bi şikestina lingê bavê xwe re qedera wê bi bijîşkê tê malê re diguhere. Bi herka demê re, bi germbûna hestan re bijîşk Charles -piştî mirina jina xwe ya yekem- bi Emayê re dizewice. Dibin xwedî keçikek bi navê Berthe. Lê jiyana ku Emmayê berî zewacê xeyal dikir, mixabin pêk nayê. Di hundirê Emmayê de valahiyeke her ku diçe mezin dibe heye. Nikare pêşiyê li hest û daxwazên xwe bigire. Tenêtiyeke ruhî dijî û vê tenêtiya xwe carinan bi tajiyê xwe Calî re parve dike. Di nava daristanê de bi Calî re dibe hemderd.

 

Emma di nava lêgerînekê de ye. Belkî li pey jiyaneke utopîk e. Fikrên derheqê bextewerî û hezkirinê de hişê wê tevlihev dike. Qîma xwe bi derfetên bi dest xistî naîne û bi pey jiyaneke xeyalî dikeve. Di nava têrnebûneke ruhî de ye. Azweriyên wê serê hevsar jê stendiye û wê di nava ewran de, ji jiyana rastîn dûr digerîne. Ramana di bîrdoziya Buda de tam jî li vir xwe dide der. Mirovên li pey azwerî, xwestek û xeyalên ji rastiyê dûr dê tu carî negihêjin bextewerî û xilasiyê… Emma jî belkî ji van kesan yek e ku li dû azweriyên xwe yên bêgem bi çargavî dibeze… Ev jî dibe sedema izdiraba wê ya bêdawî

 

Mêrê Emayê -Charles- mirovekî saf ê di halê xwe de ye. Qabiliyetên wî yên zêde tune ye. Ne aşberiyê/avjeniyê zane, ne lîstikên bi şûran tê lîstin zane, ne jî çek û rextan bikartîne, tenê pêwîstiyên bijîşkiya xwe pêk tîne. Her roj li pey nexweşên xwe ye. Bi pereyên ji nexweşan werdigire debara xwe dike. Ji jina xwe hez dike û dixwaze wê dilşad bibîne. Emma xwedî gelek qabiliyetan e. Di hêla muzîk û wênesaziyê de gelek li pêş e. Ji pirtûk xwendinê pir hez dike. Lê ew her li pey jiyaneke din e. Carinan ji xwe pirsên wiha jî dike. “Qey ez ji bo çi zewicîm Xwedayê mezin! Gelo talihê min nikarîbû ez rastî mêrekî din bianiyama?” Û bi van pirsan re her roja diçû aciziya wê ew hinekî din diheland. Wekî sedema bedbextiya xwe mêrê xwe didît. Rojekê pêrgî mirovekî polîtîk tê. Ev mêrik xwedî şato û dewlemendiyan e. Di demên berê de wezîrtî jî kiriye. Emmayê û mêrê wê vexwendî şatoya xwe dike, Emma kêf û şahiya li vir dibîne, jiyana jinên hatî vexwendin dibîne, di baloyê de bi kesê bi navê Vîkont re direqise, dilê wê li vî mirovî germ dibe lê mixabin careke din derfeta dîtina wî nabîne û helandina wê, aciziya ji jiyana heyî zêdetir dibe. Jiyana li bajaroka lê dijî- Tostes- jê re pir yekreng û teng dixuye. Di xeyala wê de her bajarên mezin, jiyana bi debdebe ya li wan deran heye. Roj tê êdî nexweşiyên wê yên derûnî rû dide. Wekî çare terikandina bajaroka lêne didin û li ciheke din bi cî dibin.  Navê bajaroka nû Yonville ye. Mêrê wê jî dê li vir bijîşkiya xwe bidomîne. Li cihê/bajaroka nû pêrgî siwarê dilê xwe tê: Ev mirov katibê noter, Leon e.  Ji bo Emmayê ev mirovê rakêşer umîdeke nû diafirîne. Carinan bi aşkereyî, carinan bi dizî hevdu dibînin û li hev germ dibin… Lê ev hêvî jî bi şikestinekê bi dawî dibe. Çimkî ev katib piştî demekê biryara çûna Parîsê dide û ji holê winda dibe. Û pê re jî gotina pêşiyan ya dibêje “xwedê hetanî derîkî veneke yê din nagire” hêviyeke nû ji bo Emmayê aj dide. Xwediyê malîkxaneyeke mezin Rodolphe Boulanger rastî Emmayê tê. Carinan hevdu dibînin. Di Panayira Mal û Ajalan de pêrgî hevdu tên û qala jiyanên xwe yên monotonî dikin. Bi parvekirina hestan re dibînin ku tenêtî, keder, jêbêparmayîna ji hezkirinê taybetiyên wan yên hevbeş in…

 

Dema mirov li romanê dinihêre mirov dibîne ku Emma tim li dû mirovên dewlemend û kesên xwedî derfetên daringî ye, bi vê jî di her firsendê de mêrê xwe dixapîne û pê re ne durist e. Tim dixwaze xwe bavêje hembêza yekê din… Ev jiyana Emmayê dike ku bi Rodolphe Boulanger re biryara revê bide. Çimkî bi Emmayê re nexweşiya ji tu tiştî têrnebûnê heye. Ev bêtetmînîtî dihêle ku Emma xwe radestî per û baskên Rodolphe Boulanger bike. Lê ev mirov bi plangeriya xwe ya çêker, nameyekê ji Emmayê re dişîne û jê re wiha dibêje: “Emma min, dixwazim ji te re tiştek bibêjim, lê wêrek be û ji min hêrs nebe! Ez naxwazim jiyana te ya heyî hilweşînim…” Bi vê nameyê re, Rodolphe wê jinika ku çar sal e baweriya xwe pê anîbû di nîvê rê de dihêle û xwe dide aliyekê… Ev name derûniya Emmayê xerab dike, nexweşiya wê zêdetir dibe, bi qasî çil rojî di nava nivînan de dimîne, piştî demê hêdî hêdî xwe bi olê re bilî dike. Ji bo jiyana tevlihevbûyî jibîr bike, biryara çûna li bajareke din, temaşekirina lîstika şanoyê didin. Ev rêwîtiya ji bo hêsakirina ruhê Emmayê bi rasthatiniyekê re vediguhere rojên xweş yên rabirdûyê. Lewra hezkirê wê yê berî demekê ji hevdu veqetiyabûn, di hola şanoyê de li hemberî wê ye. Ev katibê notêr, Leon e. Ev hevdîtin dibe destpêka bibîranîna rojên berê û hêviya rojên geştir ji bo dahatuyê… Bi mehan ev çûn û hatin û hevdîtina herduyan berdewam dike.

 

Emma ne tenê di hêla hest û daxwaz û azweriyan de bêserûber difikire, di heman demê de di hêla alav û amûrên xeml û xişran de jî lêçûneke di asta îsrafê de dike. Emma ji ber danûstendina zêde, ji hêla aboriyê ve gelekî dikeve tengasiyê, danûstendina amûr û alavên zêde wê mecbûrî cûmker/cawfiroş Lheurux dike ku bi faîz jê pere bistîne. Lê mixabin ji ber deynan karmendên îcrayê jî êdî di nava tevgerê de ne ku çi heyînên wê heye jê bistînin. Di hemû van pêşketin û pêkhatinan de haya mêrê wê Charles ji tu tiştî tune ye. Her tişt ji wî veşarî tê kirin. Emma dixwaze bêyî mêrê wê pê bihese van gelşan safî bike, lê xwe davêje ber bextê kê jî badilhewa ye. Ji bo îcrayê bide sekinandin tenê pêwîstiya wê bi çend hezar frangan heye lê ji hezkirên wê yên kevn Rodolphe Boulanger bigire hetanî Leon tu kes alîkariya wê nakin. Notêr Guillaumin dixwaze vê jinika xwe avêtiye ber bextê wî, tacîz bike, lê bersiva Emmayê wiha ye: “Ji ber ku ez di rewşeke zor de me tu dixwazî ji min sûdê wergirî bêyî fedî bikî! Erê ez di rewşeke dilêş de me lê ne ya firotinê me…” Bi vê gotinê re jî dixwest hemû mêran/nêran bikute, tûke ruyê wan û hemûyan bipelixîne û pan bike…

 

Wekî xelasiya ji qedera bi keder tenê riyekê li pêş wê dima. Nameyeke piçûk ji mêrê xwe re dinivîse: “Ji mirina min kes berpirsiyar nîne…” Û ji dermanxaneyê kulmek dermanê bi jehr digire û vedixwe, tevî hemû hewldanên bijîşkan jî xatir ji jiyanê dixwaze…

Mêrê wê piştî mirina wê, bi hemû lîstik û teşqeleyên hatiye jiyîn dihese. Ji alîkî ve deyndarên Emmayê serî lêdigerînin û wî ji hêla aboriyê ve têk dibin, ji alîkî ve pêrgî -nameyên li ser evîn û hezkirinê yên di navbera Rodolphe Boulanger û wê de hatiye nivîsîn- tê û bendê wî yê bi jiyanê ve hinekî din qels dibe û di dawiyê de ji kerban dimire…

 

Roman/Madam Bovary; bi hostatiyeke edebî ya mezin,  bi zimaneke herikbar, bi vegotineke mirovan di meraqa dewlemend ya herka honaka bûyeran de dihêle, hatiye nivîsîn… Her çiqas xemgîniyek raserî romanê be jî, Flaubert dîsa jî bi qasî karibûye mirov daye kenandin jî.

 

Mesajên ji romanê gelek in. Gelo ew jina ku ji ber daxwaz û hewesên xwe yên pirole ji rê averê bibû,  bi mêrê xwe re xinizî dikir û bi pey hezkirên nû diket ji hêla civakê ve nikaribû bihata aştkirin/sekinandin. Sedemên van hemû geşedanan tenê Emma/Madam Bovary e? Qet sûcê civakê tune ye? Ew mêrên niyetxerab ku ji bêhêzî û jariya Emmayê dermale dibûn û li pey doxînsistiya xwe bûn, qet sûcdar nînin?  Lê malbat! Pest û pêkutiya xesû/xwesiya ku pirtûkxwendin jî li Emmayê qedexe kiribû û sedema ji rê derketina wê wekî pirtûkxwendinê nişan dida? Û gelek pirsên din…

Bi hêviya ku em rojekê vê romanê bi kurdî jî bixwînin…

Mahmut Ozçelik-Çandname

Têbinî: Ev pirtûk bi tirkî hatiye weşandin, 470 rûpel e. Mixabin çend rûpelên wê ji ber xeletiya çapkirinê tunebûn.
Çavkanî:  Madam Bovary, Gustave Flaubert, Weşanên Panama, çapa yekem 2015, werger, Ferhat Çinar

 

Derbar ziman

Check Also

Girê Mirazan /Xirabreşka (000000 – 10 000 beriya Mîladê)

Divê em ji bo têgîhîştina rastiyên dîrokî li belgeyên dîrokî yen nehatine tehrifkirin binêrîn. Di …

Leave a Reply