Etîmolojiya Peyva “Seqet”

Ziman wek mirovan zindî ye. Mirov hebe axaftin, axaftin hebe jî ziman heye. Nîşana sereke ya hebûna gel yan jî netewan zimanên wan e.

 

Gel di nav jiyana rojane de zimanê xwe pêşve dibin. Ji ber vê egerê dibêjin ziman jî mîna mirovan tiştekî dînamîk e.

Bi pêşkeftina teknolojî, huner û mafên mirovan re peyvên nû derdikevin holê.

Di vê serdema dawiyê de, ji bo kesên seqet piçûk neyên dîtin, yan jî ew ji ber xwe nekevin, şûna navlêkên yekser, yên neyekser tên bi kar anîn. Helbet ev helwest dihêle ku kesên seqet jî xwe wek beşeke ji civakê binirxînin.

Di dil û hişên hemû kurdên ku bi hînbûna yan jî hînkirina Zimanê Kurdî re têkiliya wan hene, her tim lêgerîna navlêkan dikin. Ji van navlêkan yek jî peyva “seqet” e.

Xebatkarên Zimanê Kurdî ji hev dipirsin û dibêjin:

Bi tirkî jê re dibêjin “engelli”

Bi îngilzî jê re dibêjin “invalid”

Bi almanî jê re dibejin “Behindert”

Bi frensi jê re dibêjin, handicapé

Bi erebî jê re dibêjin,  المعاقين(el meaqin)

Bi farisî jê re dibêjin malûl

Bi rusi jê re dibêjin invalid.

Her wiha gelo kurdî jê re çi dibêjin?

Di ferhenga kurdî de peyvên wek; astengdar, berasteng, berbend, berbestdar, biasteng, biberbest, bifeşk, bikendûkosp, manîdar, peşgirtî, astengîn bi wateya “seqet” hatine destnîşan kirin. Diyar e, bingehê van hemû peyvên li jor, peyva rengdêr a “teng” e. Hemû peyvên pêkhatî ne û bala mirov dikişînin ser tiştekî ku yan dibe sedema tengaviyê, yan jî ew bi xwe tengaviyan diafirîne. Ji ber van egeran ev peyvên rengdêr qet yek jî wateya navlêka “seqetbûnê” tewaw destnîşan nakin.

Bi hizra min “seqet” ji hemûyan guncavtir e. Ji ber ku ev navlêk, ne yekî piçûk dixe ne jî dibe sedema ji ber ketina kesên seqet.

Helbet, hin kes naxwazin navlêka “seqet” bi kar bînin. Ji wan wêtrê koka peyva “seqet” ji erebî derhatiye. Pir caran niviskarên kurdan bi navê paqijkirin û zelalkirina Zimên, bêjeyên xwemalî yên kurdî jî davêjin. Ji ber vê sedemê ye ku gel zimanê niviskî yê kurdî fêm nake. Bi niviskî peyvên gel dizane bên bikarînan, ta ku bikarin ji wan serwext bibin.

Peyva “seqet” ne erebî ye.

Ji ber ku di erebî de wateya “seqet”, meaq (معاق), meuqîn e.

Koka peyva “seqet” ji ku derhatiye?

Paradîgma I:

Bi hevedudaniya peyvên PHE (Proto-Hînd-Ewropî) *sāi- ‘êş, nexwaşî, werimî’ û *kad-, keid ‘ketin’ saikad, saikeid û paşê dibe seqet û ev jî tê wateya nexwaş ketin û werimandinê.

Peyva PHE * sāi- ‘nexwaş’ îro jî di Zimanê Kurdî de bi şêweyekî berfireh tê bi kar anîn.

Mînakî:

Şayîş ‘endîşe, xem’; zayîl ‘bêçare’; zayîbûn ‘tunebûn, ji hev ketî’; şewişîn ‘winda kirina hevsengiyê’; soyxe ‘tişta xayê wê mirî’, ziyan ‘ji dest çûn, tinebûn’;  zeyîf ‘jar’ û hwd.

Paradigma II:

PHA *(s)k(h)ed-, *(s)k(h)e-n-d- ‘perçiqî, parçekirin, qet qetî kirin’ diyare binngehê resen yê navlêka “seqet” e.

Her wisa *(s)k(h)ed-, *(s)k(h)e-n-d, di kurdiya nûdem de tê maneya jêkirin, şikestîn û ketina tiştekî yan jî jîndarekî.

Bawer dikim hewqas mînak têra şîrovekirina mijarê dikin.

 

Ali Husein Kerîm –Enstituyakurdi

 

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply