Ebdurehim Rehmî Hekarî Û “Gaziya Welat”

Di Çerçoveya Modernizm Û Netewpervertiya  Kurdî De
Ebdurehim Rehmî Hekarî Û “Gaziya Welat”

Sedat Ulugana
lêkolîner

Destpêk

Rehmî Hekarî di sala 1890de li Elbaqê tê dinê. Qezaya Elbaq ji aliyê îdarî ve, di wan salan de bi sencaxa Hekarî ve girêdayî bû, ku Hekarî jî wê demê Wanê ve girêdayî bû. E. Rehmî dibistana sereke li Elbaqê û ya navendê jî li Wanê di dibistana Darulmuallimînîyê de dixwîne. di vê navberê de, di ber de medresaya dînî de jî ferî dersên olî dibê ku ji ber vê yekê zimanên Erebî û Farisî jî baş hîm dibe. Di dawiya medreseyê de ji Seyîd Taha Arvasî îcazetê distîne. Di van salan de li Wanê Seîdê Kurdî dinase. panzdeh an jî şanzdeh saliya xwe de ji Wanê derdikeve û diçe Stenbolê. Dike ku li wir beşa Îlahîyatê bixwîne. Lê zêdetir,xwe di nav xebat û hewildanên sîyasî û edebî de dibîne. Di van salan dest bi nivîsandina helbestan dike da ku helbestên wî, yê di salên bê de him di kovara jînê de û him jî serbixwe wek rêzepirtûk yên bi navên Gaziya Welat de werin çapkirin. Tê zanîn ku di sala 1908an de li Stenbolê şoreşa Jun Turkan pêk tê û Ebdulhemît ji text tê peyakirin. Rewşa împeratoriyê ya sîyasî veduguhere. hêzên nû tên avakirin. têgehên modern yên wek demokrasî, milet, wekhevî, Azadî, pêşketin perwerdehiya ilmî, zanîst li her deverên împaratoriya Osmanî belav dibin ku kurd jî di bin bandora van têgehan de dimînin. Di van salan de rewşenbîr û xwendevanên kurd yên ku li stenbolê dimînin an jî dijîn dikevin di nav hewildanan ûdi sala 1912an de Komela Xwendevanên kurd ya bi navê Hêvî-Kürd Talebe Cemiyeti yê ava dikin. Weşana Hêviyê jî kovara bi navê Rojî Kurd e ku tenê 4 hejmar tê çapkirin

Di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de vedigere Kurdistanê. Dema artêşa ûris devdora Wan û Bitlîsê dagirber dike, E. Rehmî, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî tevî alayên eşîretan ve li hemberî artêşa ûris şer dikin. Di dawiya şerekî de gruba ku E. Rehmî Hekarî jî tê de ne têk diçe û dîl dikeve. sal 1915 e. Piştî dîlketinê wî dibin Bakûyê û girava bi navê Nargîn ya di orta behra Xezarê de digrin. Ebdurehîm Rehmî, di kampa hêsîran de jî dest ji nivîsandinê bernade, wekî din di kampê de ferî zimanên rûsî û almanî jî dibe. Di van rojan de pîyesa bi navê Memê Alan dinvîsê û çap dike. Tê zanîn ku ev pîyes, di edebiyata kurdî ya nûjen de yekem pîyesa nivîsandî ye. E. Rehmî di kampê de wek sal nîvekî dersên zimên û olî dide zaroyên hêsîran. Piştî sal nîvekî ji kampê direve û diçe Bakûyê. Dema ku di sala 1917an de di erdnigariya împaratoriya rûsyayê de şoreşa Oktoberê (bolşevîkan) pêk tê û hukumeta ûris ji şer vedikişe, E. Rehmî jî tê azadkirin. Ebdurehîm Rehmî Hekarî, havîna di sala 1918an de li Stenbolê ye. E. Rehmî di nivîsa xwe ya bi navê Van Ne Haldedir?[1] (Jîn, hejmar 12) dîyar dike ku wî di qada şer de 2 sal û li hêsîrtiyê de (di zîndanê de girtî – di nexweşxaneyan de wek nexweş-birîndar) jî 3 sal derbas kiriye. Di jêrenota helbesta xwe ya bi navê Zozan (Gaziya Welat, cild II. “kitêba duyem”) de dîyar dike ku ew piştî esareta xwe ya Bakûyê, li Kurdistanê gerek pêk aniye ku 11 Îlon 1919an (rûmî 29 tebax 1335) de li zozanekî Elbîstanê bûye mêvanê eşîra Sînemîlî. Ji jêrenotê em fehm dikin ku di vê gerê de E. Rehmî ne tenê ye. Di heman dîrokê de serleşkerê îngîlîzî Edward William Charles Noel yê ku ji bo damezirandina Kurdistaneke otonom a di bin mahîyeta îngîltereyê de, hatibû peyvirdarkirin jî li wê deverê bû. E. W. Charles Noel di heman demê de saloxgêr jî bû. Ji bo vê peyvirê di tîrmeha sala 1919an de diçe Stenbolê û demekî li vir bi Komela Tealî ya Kurd re hevdîtinan pêk tîne. Li gor nameyên fermî yên îngilizan, E. W.Charles Noel û rewşenbîrên kurd yên di komeleyê de cîh digrin, ji hev cûda derbasî Kurdistanê bûne û ji bo rêxistineke têr, kar dikin. Her weha Hemzayê Muksê jî li hêla Mêrdînê di nav gel de karên propagandayê pêk diani. Li gor belgeyên tirkan, Celadet û Kamiran Elî Bedirxan li Helebê bi E. W. C.Noel re hevdîtin pêk anîne ku em dîsa dibînin di vê navberê de jî E. Rehmî li Helebê ye. Em vê yekê ji jêrenota di bin helbesta wî ya bi navê Wuslet fêr dibin ku dîrok jî (rûmî 9 Tebax) 22 Tebax 1919 e.İhtîmaleke mezîn, E. Rehmî Hekarî ji bo Kurdistaneke serbixwe ketibû di nav karên tevgerê û hewildanan.

Piştî şerê cîhanê împaratoriya Osmanî ji hev parçe parçe bûye, gele netew je veqetiyane û ji xwe re komarên nû ava kirine. Kurdistan ji ber ku gera şer bû, bêtir hatiye talankirin, şewitandin û nişteciyên wê jê hatine avêtin. Kurd, di nav nexweşiyê, xîzaniyê, bêderfetiyê, esaret û cehaletê de nin. wekî din nêzî çend milyon kurd jî bûne koçber ku di nav mercên pir xeter de nin û li hemû bajarên rojava, navîn û başûrên tirkiyê belav bibûn. Di van rojên xerab de rewşenbîrên kurd yên ku li stenbolê dimînin, dîsa dikevin di nav tevgerê. Çend meh şûn di heman salê de (1918) Komeleya Pêşketinê ya Kurdan a bi navê (Kürd Teali Cemiyeti) tê avakirin. weşana cemîyetê jî kovara Jîn e. di nav nûnerên vê cemîyetê de dîsa Ebdurehîm Rehmî heye. Rehmî yê di Jînê de zêdetir yê helbestan binvîse û di van nivîs û helbestên xwe de gaziya yekbûnê, Kurdistaneke azad û serbixwe bike û gazindên koçberên kurd bîne ziman. Demekî şûn de (di sala 1920an de) komel ji ber ramanên cûda yên serokê komelê Seyîd Abdulqadir dibe du çiqan. Ji ber ku Seyîd Ebdulqadir Kurdistaneke serbixwe naxwaze, ew tenê ji bo Kurdistan û kurdan muxtariyetê (xweserî) dixwaze. Ji ber vê yekê

komek ronakbîrên kurd ku tê de E. Rehmî Hekarî jî hebû, ji Kamelê vediqetin û komeleke bi navê (Kürd İçtimaî Cemîyetî) Komeleya Cîvakî ya Kurdan ava dikin. E. Rehmî xebatên xwe yên ji bo Kurd û Kurdistanê vê carê jî di vê komelê de didomîne.

Çawa ku di rûpeleke Gaziya Welat cildê yekem de hatiye dîyarkirin ku heya sala 1919an, sê (3) berhemên wî (Garip Çocuklara Ahlak Aşısı[2], Esir Bir Çocuğun Başına Gelenler[3], Eq’îda Kurdan) hatine çapkirin û heşt (8) berhemên wî jî (Memê Alan, Kürdçe Metod-pratîk[4], Gazîya Welat (cild 1), Dizginsiz İttikad[5], Din Dersleri[6], Mifta Xwendê, Dersa Din, Hakkari Lehçesinde Kürtçe Sarf ve Nahv[7]) li ber çapê ne.

Piştî du salan, di sala 1920an de jîn li ser xesteka hukumetê tê girtin. di van her du salan de em dizanin ku E. Rehmî Hekarî helbestên xwe di bin navê Gaziya Welat de, di bin 4 cildî de tomar kiriye. Weki din, alikarî kiriye ku Mewlûda Kurdî, Mem û Zîn û Dîwana Melayê Cizîrî wek matbû hatine çapkirin.

Wek dawî mirov dikare bibêje ku têgihiştina E. Rehmî a modernîzmê têgihiştineke pragmatist bû. Berî her tiştî wî bi kurayî teoriya modernîzmê nizanibû. Bawermendekî hişk yê ola Îslamê bû. Ev bawermeniya wî her çiqas piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hinekî sivik bibûjî, lê dîsa jî bi temamî neşkestibû. Lewma stargeha xwe di nav sînorên dewleta tirk de didît û bi destpêka pêvajoya damezerandina Komara tirk de dev ji sîyaseta kurdî û kurdolojiyê berda, bi awayekî lez adapteyê rejîma nû bû.E. Rehmî bixwe, bi rastî jî eyneya destpêka modernîteya Kurdî bû. 

Helbestên Wî

 Jîn (1918-1919) 

Piştî damezirandina Kürd Teali Cemiyeti (Komela Pêşketinê ya Kurdan), Kovara Jînê di 7ê mijdara sala 1918an de dest bi çapê dike û heya Sermaweza (2 sermawez) sala 1919an çapa xwe didomîne. Di vê navberê de 25 hejmar tê çapkirin. Kovar ji aliyê naveroka xwe ve li gor demê dewlemend e. Kovar him kovareke edebî, him îlmî û him jî sîyasî ye. Memdûh Selîm, Ebdurehîm Rehmî Hekarî, Hemzayê Miksê, Hîlmîyê Sîwerekî, Kemal Fewzî, Ezîz Yamulkî, Kamûran Bedîrxan, Law(ê) Reşîd, Qazîzade Mistefa Şewqî, Qazîzade Latîf Zaxoyî, İhsan Nûrî (paşa), Abdulah Cewdet, Xelîl Xeyalî û hîn rewşenbîr û xwendevanên kurd di kovarê de nivîsên ku mijarên wan cûr be cûr in û helbestên mijarcûda nivîsîne. Di kovarê de hema bibêjin di hemû gotaran de texneya sîyasî, xwestina mafên kurdan û armanca hişyarkirina cîwata kurd heye. Prensîpên Wîlson, pirsgirêka cemîyeta hemalên Stenbolê (ku piraniya wan kurd bûn) di kovarê de tên nîqaşkirin, û xalên xelet tên rexnekirin. Wekî din, piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn, wek tevahiya civak û gelên ku di binê pergala împaratoriya Osmanî de dijîn, kurd jî halekî pir xerab de nin. Şerên Rûs -Osmaniyan (ku qada şer serheda Kurdistanê bû) gelê kurd koçber kiriye û bajar, gundên kurdan xerab kirîye. Ev rewşa xerab di jînê de hema bibêje di hemû hejmaran de hatiye ziman. Piştî muterekeya Mondorosê, li parîsê ji bo rewşa kurd û ermeniyên şeş wîlayetên rojhilat yên Osmanî (Bitlîs, Wan, Erzirûm, Elezîz, Sêwaz, Amed) civîn dihatin didarxistin ku berdevkê kurdan yên ji bo parastina mafên kurdan Şerîf Paşa bû. Belkî jî yekem car bû ku di kovareke kurdan de, mafê Kurdistaneke serbixwe êdî bi dengekî bilind dihat nîqaşkirin, parastin. Ji ber vê yekê em di heman kovarê de wêneyên Şerîf Paşa dibînin. Kemal Fewzî, Law(ê) Reşîd, Hîlmîyê Sîwerekî li ser folklora kurdan rawestiyane ku di gotarên xwe de li ser dizî û tahrîpkirina Zîya Gokalp a folklora kurdî jî anîne ziman (Zîya Gokalp, çîrokên kurdên Amedê wek “Dede Korkut Hikayeleri” wedigerine zimanê tirkî). Li gor nivîskarên jînê, “cenabê Wîlson” mafê serbixwetiyê pêşkêşî netew û gelan dike, (ji xwe Împaratoriya Osmanî perçe perçe dibe) û Şerîf Paşa li Parîsê dewa mafê Kurdistanekî diparêze û dew dike, divê em jî cîwata kurd amade bikin, di her qadê de seferber bibin ku êdî dewleteke kurd yê bê avakirin. Lewma, xwendevanên kurd dîsa Hêvî-Kürd Talebe Cemiyeti (Komela Xwendewanên Kurd) yê ava dikin, jinên kurd jî Kürd Kadınları Teali Cemiyeti (Komela Pêşketinê ya Jinên Kurd) ava dikin (serokê wê Encum Xanim a Yamûlkî bû) Mafên hemalên kurd tên parastin, Mem û Zîn dîsa tê çapkirin. Divê kurd ji bo xwe êdî amade bin ; eve di vê derûniyê de Ebdurehîm Rehmî di Jînê de him gotaran û him jî helbestan dinvîse, Di nivîs û helbestên wî de hem rengê olî û hem jî rengê netewî hene. Yanî tahayûla E. Rehmî a Kurdistanê, Kurdistaneke Musulman e. Ew di xwe de moderniteya kurdiyeke (Kurdistaneke) misilman a hevdem dihewîne. Dema ku em bibêjin, di Jînê de Memdûh Selîm, milê kurdiya sekuler be, E. Rehmî milê kurdiya olî ye, lê ban Kurdistan û kurdî ye. Xwestekên wî, li hev temam dikin. metoda nivîs û helbestên wî dîdaktîzm e. Dike her dem tiştan bi kurdan bide fêrkirin, nasandin û dîyarkirin.

Yekem nivîsa pexşanî ya E. Rehmî di hejmara yekem de tê çapkirin ku navê nivîsê jî, Xewa Me ye. Di vê nivîsa xwe de E. Rehmî, li ser jiyana kurdan a rojane mînakan dide ku kurd di warê netewbûyîn û dewletbûyînê de di xeweke girande nin. E. Rehmî bi avayekî profesyonel, têkiliya jiyana kurdan a şivani, xwedîkirina pezan û di derengmayiya kurdan a di warê moderniteya hemdemî çê dike ku li gor wî, “nimêja sibehê li kurdan derbas bûye” hema nebe divê “nimêja nîvro bikin.” İnsaniyetê, Telgraf, telefon, riyên binerd-sererd, (metro- Cede), elektîrk, Teyare, Balon û hwd îcad kirine, ku kurd tu şeklî di vê pêşwaziyê de nînin. Kurd ji ber halê xwe yên xerab di nav girînan de nin ku ev yek tu faydeyê nagîhine wan. Divê kurd rabin li ser xwe. Ji vê xewa giran rabin. Çareseriya vê xewa giran jî dîyar e : zanîn !Di vê nivîsa E. Rehmî de mirov sê têgehên E. Rehmî yên serekeyî dibîne : Kurdbûn, misilmanî û xwesteka modernîteya hevdem.Yekem helbesta E. Rehmî ya ku di Jînê de çap bûye Bang e. Ev helbesta wî dîsa di heman hejmarê de hatiye weşandin. Mirov dikare bibêje, E. Rehmî di gotara xwe ya bi navê “Xewa Me” de tespîta raketin û nehaydarbûyina kurdan a netewî dike. îjar di helbesta xwe ya Bang de jî dike ku gel,ji xewê rakê, hişyar bike. Yanî di pexşanê de tespît heye û di helbestê de jî derman. Metefor jî banga sibehê ye. Hem di binê “Bang” ê de û hem jî di bin “Xewa Me” de dîroka 24.10.1918an heye.

Hejmara duyem a jînê a duyem 14ê mijdara heman salê de derdikeve. Di vê hejmarê de jî helbesteke E. Rehmî ya bi navê Qewî bi xwarina ze’îfan dijîn hatiye weşandin. Di vê helbesta xwe de E. Rehmî li ser zagona xwezayê rawestiyaye. Mînaka wî qijikeke ku di nav dindikên xwe de, ji bo cûcikên xwe kurmikek girtiye. Li gor Rehmî kurmik zeîf e û qijik qewî ye, qewî zeîfan dixwin û bi vî şeklî jîyana xwe berdewam dikin ku ev jî tiştekî normal e. Helbet di van şibandinên wî de rexne û helwesta sîyasî heye. Hejmara jînê ya sêyemîn de navê pexşana E. Rehmî Îtîfaq e. Rehmî di vê nivîsa xwe de li ser yekbûnê radiweste. Dîsa mînakên civakî bi kar tîne. di vê nivîsa wî de dîdaktîzm heye. Di heman hejmarê de E. Rehmî helbesta xwe ya bi navê Eşqa Welat weşandiye. Divê mirov bide zanîn, ku welatê di dil û mêjûyên E. Rehmî de ne ji zozanan, konên reş, keriyên pezan, bêrivanên li peyê bizin û mîhan, kûçikên şivanî û kaniyên avsar pêk hatiye. Yanî welat ji bo wî, bajar nînin, gund û zozan in, xwezaya kurdan di vê helbesta wî de pir baş hatiye dîyarkirin. Di hejmara çaremîn de jî dîsa E. Rehmî çîrokeke bi navê Bir Kürd Mahbûbesinin Sabah Meşguliyeti (mijûliya sibehê ya dildareke kurd) weşandiye ku zimanê çîrokê ne kurdî ye, Tirkîya Osmanî ye. Mekan dîsa zozanekî Kurdistanê ye. bûyer kar û barên rojanê yên zozanan e, leheng, delaleke kurd a berdil e. Di naveroka çîrokê de wek mînakeke folklorîk, sitraneke kurdî û wek bîreveriyeke çandî û edebî mînakdayîna evîna Mem û zînê heye, E. Rehmî vê sitranê ji devê delala kurd dide xwendevanan, dem, dema hejandina sirsûmê dew e. E. Rehmî di vê çîroka xwe ya tirkî de têgehên rojane yên jiyana zozanan kurdî dide, lüzûma wergeriya tirkî di jêrenotan de dîyar kiriye. Em di vê çîroka wî de dîsa haydar dibin ku navên kûçikên kurdan jî wek tradîsyon gîhiştiye roja me. Wisane ku navên kûçikên kurdan nêzî sed sal berê jî Gurzo u qesap bûn. Ev nivîsa E. Rehmî her çiqas çîrok be jî, wî dîsa tê de nûmûneyên sîyasî jî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Mînak, behsa di serdema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de lehengiya serokeşîrên kurd ya li hemberî aertêşa Rûsyayê wek jêrenot hatiye dayîn. Di hejmara pêncem ya Jînê de Rehmî pexşaneke bi navê Piçûkê Negirît Memikê Naxwut de xwestina mafê kurdan di pergala olî de dinêrxîne û dîyar dike ku ola îslamê jî vê babetê emir dike. Divê kurd di hizûra Xweda û Pêxember de dewa mafê xwe bikin. Di heman hejmarê de,di helbesta wî ya bi navê Destê Tenê Deng jê Nayê -Yekbûn de behsa kolektîvîzim ê tê kirin. Di hejmara şeşemîn ya Jînê de E rehmî yekem car di nivîsa xwe ya bi navê Halê Me yê Hazir de prensîbên Wîlson nîqaş dike û Helwesta Rehmî ya sîyasî di vir de bi avayekî zelal xuyaye. E. Rehmî di bereka prensîpên Wîlson de Kurdistaneke azad û serbixwe dixwaze ji bo kurdan. Li gor wî, kurd di bin sîya tirkan de mane, dereng mane û ji xwe re tu kar û bar nekirine. Niha dema Kurdistaneke azad, hukumeteke serbixwe ye. Hemû gelên ku di bin pergala imparatoriyê de dijiyan, ji xwe re hukumet avakirine û tenê mane kurd. Dem hê ne dereng e. lê divê kurd bilezînin. piçûk heya mezinan ji bo vê armancê kar bikin. E. rehmî di vê babetê de hîn destnîşanên demografîk jî pêşkêş dike. Li gor wî ger ku kurd li Kurdistanê sihab dernekevin, wê demê Ermeniyên yên li Kurdistanê xwedî derbikevin ku nufûsê wan qat bi qat ji nufûsê kurdan kêmtir e. Di heman hejmarê de nivîseke wî tenê nîne, dîsa helbestek jî nivîsiye E. Rehmî. Navê vê helbestê jî Selaya paşîvê ye. Tê zanîn ku sela yan ji bo mirîyan yan jî ji bo haydarbûna roja înê, şeva pêncşemê ji aliyê melan ve tê xwendin. Di vir de mirov dikare herdûyan jî bifikire lê kirpa “şev” selaya şeva pêncşemê tîne bîra mirov yanî roja înê jî di vir de dibe roja Kurdistana serbixwe. Wek piraniya helbestên wî di vê helbestê de jî,erka îslamî heye, Referansên wî dîsa di vir de jî olî ne. Gel di xew de ne, divê hişyar bibin.sela jî ji bo hişyarkirinê ye.

Rehmî, deh sal berê Celadet Elî Bedirxan (di kovara Hewarê de-Gazinda Xençera Min), 6 sal piştî Salih Bedirxan (di kovara Rojî Kurd de – Berî Şûr Qelem) metefora Qelem û Şûr tîne ziman. di hejmara Jînê ya heftemîn de di nivîsa xwe ya bi navê Şerê Topan Xilas bû Îro Şerê Qeleman e ye. Ev Çerçoveya ku S. Bedirxan, E. Rehmî û Celadet Elî Bedirxan xêz kiribûn têgîhîştineke nû di xwe de dihewand. Li hemberî metodên kilasîk, metodên nû, li hemberî cehaletê, xwendin, li hemberî koletiyê azadî, li hemberî nîfaqê yekbûn hebû. E. Rehmî bi mînakan dîsa destnişan dike ku hêza qelemê ji hêza amûrên şer pirtir e. deverên ku mirov bi bandora amurên şer distînin bi hukmê qelemê wenda dikin, mînaka li ber çavên wî İmparatoriya Osmanî ye, deverên Balkanan bi amûrên şer sitandin lê bi hukmê qelemê wenda kirin. Di hejmara heyştemîn a Jînê de E. Rehmî rewşa Kurdên Koçber bi nivîsake Tirkî tîne ziman : Kürd Muhacirleri Ne halde? E. Rehmî di vê nivîsê de nameya ku muhaciran jê re şandine faksîmile weşandiye. Di heman hejmarê de helbesta wî ya bi navê Bo Neslê Têt de şîret û hêvî heye ji bo xwerzîyê wî yê bi navê Sado… Divê Sado mezin bibe, bêtalîhîya kurdan bişkêne û ji bo wetanê xwe bixebite, gelê xwe îhya bike, welatê xwe ava bike. Ev hêvî, bi rastî di şexsê Sedoyê xwerzî de ji hemû zaroyên kurdan hatiye xwestin. “ Bêdewletbûyîn” di vê helbesta wî de têgeha herî şênber e. E. Rehmî di nivîsa xwe ya bi navê Piçûkek Îbret ya ku di heman hejmarê de cîh girtiye de, şîretên xwe didomîne. Di vê nivîsê de şîretên xwe li gelemperî piçûk-mezinan dike. Di şîretên xwe de taybetî Ji bo netewbûyîneke pêşketî û serkeftî, karên baş, kolektivîzmeke durûst pêşniyar dike. Di Hejmara nehemîn de di nivîsa wî ya bi navê Welat de bîranîna welêt heye. Helbet ew welatê ku ew bîrê dike, welatê zozanên bilind, keriyên pezan, şivanên bilûrvan, kûçikên gurêx û yê bêrîvanan e. Em di hejmara dehemîn û yanzedmîn de dibînin ku wî tenê helbest nivîsîye. di hejmara dehemîn de helbesta wî ya bi navê Deng heye. Di vê helbesta wî de deng, dengê belengazî, birçîbûn, bêtifaqî, paşvemayîna kurdan e. dîsa di hejmara yanzdehmîn de jî helbestek heye ku navê wê jî Nalîna Sêwîyekî ye ku tê de heman mijar aniye ziman. Nalînî dike sêwiyekî kurd ku ji mirovahiyê teda dibîn û gazindên xwe dike. Her weha tê zanîn di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, di erdnîgariya Kurdistanê de Wan, bajarê herî zirardîtî bû. hem ji ber êrîşên Ûris û hem jî ji ber komkujiyên li hemberî Ermeniyan hatibûn kirin de, bajêr seranser hatibû talankirin û şewitandin. Her weha E. Rehmî jî di donzdehmîn hejmara Jînê de di nivîsa xwe ya tirkî ya bi navê Van Ne Haldedir? Em dizanin ku eslê vê nivîsê jî nameyeke ku ji E. Rehmî re hatiye şandin e. Dîyar e ku E. Rehmî ji vî bajarê Kurdistanê pir hez kiriye û ji ber xerbbûyîn û valabûyina wê pir li berxwe ketiye. forma vebêjandina vê nivîsî,bîranîn e lê rewşa wanê hê jî aktûalîteya xwe ya xerabbûyî, di dema nivîsandina vê nivîsê de jî diparêzînê.

Di hejmara sêzdehmîn ya jînê de helbesta wî ya bi navê Heyye ‘Ele’s-Selat, hejmara çardehmîn de helbesta wî ya bi navê Sersal û ya panzdehmîn de jî helbesta wî ya bi navê Nûr hatiye weşandin, Di “Heye’elasela” yê de bi metodên olî gaziya kurdewariyê hatiye kirin, di “Sersalê” de rîtuelên Newrozê û di nûr de jî dîsa rîtûelên îslamî hatine bikaranîn. Tê zanîn ku pîyesa E. Rehmî ya bi navê Memê Alan di edebiyata kurdî ya nûjen de pîyesa yekemîn e. Tê zanîn ku E. Rehmî Ev pîyes di rojên xwe yên di bin esareta rûsan de nivîsiye. Ev pîyes jî di du hejmarên Jînê de (di hejmara panzdehmîn û ya şanzdehmîn de) wek du beşan (jixwe pîyes ji du perdeyan pêk tê. di her hejmarê de perdeyek hatiye weşandin) hatiye weşandin. Pîyes bi avayekî hêsan hatiye avakirin, cîh, otaxeke gundan, leheng Memo, jina wî Xezal, diya wî Çavreş, hevalê wî Lewend û xulam in. wek piraniya berhemên E. Rehmî di vê berhemê de jî senteza kurdewarî û muslumantiyê heye. Dem, dema şerê Qûdsê (serdema Eyûbiyan e) ye. Lê her çiqas E. rehmî ev pîyes di binyadeke rastîn de damezirandibe jî, em dîsa dizanin ku di binyada vê pîyesê de folklora kurdî heye, jixwe Memê Alan lehengekî folklorîk (mîtolojîk) e.kilama şînê ya ku di dawiya pîyesê de tê gotin jî (Hoy Memo) di Kurdistanê de kilameke gelêrî ye. Ango E. Rehmî, ji edebiyata kurdî ya Gelêrî kilam an jî çîrokekî hildide, bi mijareke kurdewarî ve girê dide, şeklê wê veduguherîne bi têgehên olî dixemilîne û transferê edebiyata kurdî ya madern dike. Bi kurtayî serpêhatiya pîyesa Memê Alan ev e. di hejmara hevdehmîn de helbesta bi navê Nezanîn, di hejmara hejdehmîn de ya bi navê Mirovînî, di hejmara nuzdemîn de jî ya bi navê Loma jî bilbil weşandiye. Ev helbestên Rehmî jî, ji aliyê naverokên xwe ve ji helbestên wî yên din cûdatir nînin. Di hejmara Jînê ya bîstemîn de helbest an jî nivîsên E. Rehmî tinene. Di hejmara bîst û yekemîn de Helbesta wî ya bi navê Ji Bo Şerîf Paşa heye ku nav li serî, ev helbest ji bo Şerîf Paşa hatiye nivîsîn.me di perên paş ve de jî dîyar kiribû ku Şerîf Paşa li Parîsê, ji bo parastina mafên kurdan dixebitî û xebatên lobî dimeşandin. Di hejmara bîst û dûyemîn de helbesta bi navê Ji bo Cîwata Dayikan û di ya bîst û sêyemîn de jî helbesta xwe ya bi navê Gaziya Dûmahîkê, di hejmara bîst û çarem de helbesta bi navê Firqet û ya bîst û pêncemîn de yanî di hejmara jînê ya dawî de jî Wuslet weşandiye. Yanî Jîn êdî tê girtin, firqet, jê dûrketin e û Wuslet jî gehîştina merama xwe ye.

Di kovara Jînê de yekûn sîh (30) nivîsên E. Rehmî hatine weşandin. Ji van (bang, Qewî bi Xwarina Zeîfan Dijîn, Eşqa Welat, Destê Tenê Deng jê Nayê-Yekbûn, Selaya paşîvê, Bo Neslê Têt, Deng, Nalîna Sêwîkî, Hayyealessela, Sersal, nûr, Nezanînî, Mirovînî, Loma jî Bilbil, Ji Bo Şerîf Paşa, Ji Bo Cîvata Dayîkan, Gazîya Dûmahîkê, Firqet, Wuslet) nuzdeh (19) heb helbest in, yek pîyes (Memê Alan) e, Ji van nivîsan yek (Bir Kürd Mahbubesinin Sabah Meşguliyeti) çîrok û yek jî (Van Ne Haldedir?) bîranîn e. deh heb jî (Xewa me, İtîfaq, Piçûkê Negirit memikê naxut, Halê Meyê Hazir, Şerên Topan Xilas Bû îro Şerê Qeleman e, Kürd Muhacirleri Ne Halde, Piçûkek Îbret, Welat) gotar in. tevahiya helbestên wî kurdî ne ku ji vî sîh nivîsî, sê heb nivîsên wî (Kürd Muhacirleri Ne Halde, Van Ne Haldedir? û Bir Kürd Mahbubesinin Sabah Meşguliyeti) bi tirkîne û yên din bi kurmancî ne ku kurmanciya wî devoka Başkalan e (devoka Başkalan dişibe devoka Colemêrgê). Nîşeya ebdurehîm Rehmî di bin nivîsên wî yên kurdî û helbestan de bi avayê Ji Mala Hekariyan E. Rehmî ye û di nivîsên wî yên tirkî de jî wek Hakkarili Abdurahîm Rahmî derbas dibe.

Piştî Girtina kovara Jînê me çava behsê kiribû, komeleya Kürd Tealî Cemiyeti ji ber cûdatiya fikrên endamên dibe du par. koma ku seroktiya wê Seyîd Abdulqadir dikir (yên ku ji bo Kurd û Kurdistanê muxtariyet-otonomî dixwastin) komeleyeke bi navê (Kürd Kulubü) Kuluba kurdan ava dikin, koma ku pêşengtiya wê Memdûh Selîm dikir jî (Kurdistaneke serbixwe dixwastin) Kürd İçtimaî Cemiyeti) Komeleya Civakî ya kurdan ava dikin. em dizanin ku vê carê jî ji aliyê komeleya Kürd İçtimaî Cemiyeti ve rojnameyek bi navê Jînê[8] hatiye derxistin. Mudurê rojnameyê jî dîsa Memdûh Selîm Beg e. Di hejmara Rojnameya Jînê ya sîh û şeşan de nivîseke balkêş heye. Tê zanîn ku di dawiya sala 1919an de ji bo karên rêxistinê û propagandaya Kurdistaneke azad û serbixwe, Komela Tealî ya Kurd Hemzayê Muksê dişîne devera Mêrdîne. Hemze li wî ji aliyê îtîhat-terakîcîyan ve tê binçavkirin û paşê jî tê girtin.Lê nameyek ji hevalên wî yên li Stenbolê re tê şandin û tê de hatibû gotin ku Hemzayê Muksê ji aliyên dewletê ve hatiye kuştin. (Lê ev cav ne rast bû. Hemzeyê Muksê heya sala 1958an jiyaye.) Li ser vê nameyê, di rojnameya ya jînê de (Jin 21, pûşper 1920) no:36, r.2) ji bo Hemze nivîseke tirkî ya bi navê Şehîd-î Millet hatiye weşandin. Îhtimaleke mezin ev nivîs ji aliyê Memdûh Selîm ve hatiye nivîsîn ku tê de navê Ebdurehîm Rehmî wek Milli Şaîrîmiz (Helbestvanê me yê Netewî) derbas dibe. Ev bernavk ji aliyê Jînê ve ji bo wî birêk hatiye dîtin. “Helbestvanê Netewî” di vê nivîsa tirkî de ji bo Hemzeyê Muksê helbestek nivîsîye ku navê helbestê jî Şehîdê Kurdistan e. Dîsa di heman hejmarê de tabloyek di derbarê lekerên kurdî de (ku li hemberî wan wateya wan a tirkî û li gor deman kişandî) di rûpelekî de amade kiriye. Li ser tabloyê jî îbareya “ Dîyarîyek e ji bo zaroyê kurdan” 

Gaziya Welat 

Rehmî Hekarî Helbestên xwe yên kurdî di bin navê Gaziya Welat de çap kiriye. cara yekem em di bîst û yekemîn hejmara kovara Jînê (Jîn.h.21) de pê dihisin ku E. Rehmî Hekarî mecmûayeke helbestan derxistiye ku tê de tenê helbestên wî hene û navê wê jî Gaziya Welat (Kitaba Ewel) Heya niha navê Gaziya Welat dihat zanîn lê haya me ji naveroka wê tinebû. Cildê Yekemin di pirtûkxaneya Zanîngeha Ataturkê (Erzirum)[9] û Pirtûkxaneya lêkolîneriyê ya Serment Çifter (Stenbol) heye. Lê cilda duyem a Gaziya Welat (kitêba duyem) li ber destan nîne. Lê ez bi avayekî tesadüfî, di sala 2011an de di pirtûkxaneyekî de rastî wê hatim. Min jê fotokopiyek girt.Eve helbestên ku di Gaziya Welat cilda duyem (Gaziya Welat kitêba duyem) de cîh girtine, yekem car ji aliyê me ve hatin weşandin. Mixabin berî weşandina min, min kopiyek min ji dostekî re şandi bû. Kesekî bi navê Necat Zivingî bê îzna min ev cild girtibû û di pirtûka xwe de weşandi bû.Hema nebe divê ji bo exlaqê zanîstê vê şaşiya xwe êdî rast bike. Lewma ev tişt di warê zanistî de di cîhanê de tawanekî mezin e lê sed heyf ku li Kurdistanê tiştên weha pir in.

Wekî din tê gotin ku, tevahiya Gaziya Welat çar cilde û cildê çarem jî destnivîs e û nehatiye çapkirin. cildê sêyem jî mixabin vê gavê li ber destan nîne. Dibe ku wî ev cild, piştî avakirina Komara Tirkiyê (29 tîrmeh 1923) nikaribûye bide çapkirin. îhtîmaleke mezin li bal malbata Zapsû him cilda sêyemîn û destnivîsa ya çaremîn heye.

Helbestên wî yên ku di cildê I. û II. yên Gaziya Welat de cîh girtine, ji aliyê naverokê ve eşq û kelecana Kurdîstanê di xwe de dihewînin. Hin helbestan de Kurdistan dayîk e, hinekan de jî Zozan e. Di hin helbestan de kurd wek karikên di bin pencên şêran in, nezan û bêtifaq in, di hinekan de jî lehengên utopya helbestvan in…Lê di hemûyan de jî Kurdistan bê taqet û bê mecal e ku derdê Kurdistanê hîn cîyan de kew tînin ziman hîn baxên xerab de jî kundên kor… Kurtayî wek navê berhemê Welat dike gazî… Ji ber ku “welat (Kurdistan)” li ber mirinê ye û “zarên welêt (kurd)”, ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn li dîyarên dûr -nêzîk belav bûne… Welat nexwaşe ku dike gazî, gazî dike ku zaroyên wî paş ve vegerin û werin lê bibin xwedî… Welat ji ber bêxwedîtiyê gazindan dike, Welat tarûmar û perîşan e. Gel birçi, bajar û gund xerabe ne.Muterekeya Mondorosê hatiye şanenavkirin, Peymana Sevrê hatiye amadekirin, gelên împaratoriyê yek û yek ji tirkan vediqetin lê hê jî haya kurdan ji bayê dinê tineye, Welat (Kurdistan) dike gazî ku welatî (kurd) li welatê xwe xwedî derkevin, wê azad bikin…Welat dike gazî ku prensibên “cenabê Wîlson” jî li ber çavan in, divê her netew qedera xwe, pêşeroja xwe tayîn bike. Lê kurd hê jî ne netew in, Divê pêşiyê bibn netew.. pêşve biçin, modernîteyê zeft bikin, bên perwerdekirin û bibin yek… Eve Welat ji ber van hemû sedeman dikir gazi…Wisane ku her helbestên Gaziya Welat wek manîfesto, wek sirûdan e. Lewma Jînê E. Rehmî Hekarî, wek “Helbestvanê Netewî” ragihandibû. “Helbestvanê Netewî” baş dizanibû ku rewşa kurdan giran, qedera Kurdistanê di xeterê de ne. Lewma ev helbestên wî, di bin navê “Gaziya welat” de hatin çapkirin. Di heman demê de Gaziya Welat duyemîn cilda Gaziya Welat (kitêba duyem) de navê helbesteke wî ye.

Yekemin cild a Gaziya Welat (Gaziya Welat kitêba ewel) di sala 1919an de li Stenbolê di çapxaneya Necm-i Îstîkbal de çap kiriye.cilda duyem di sala 1921an de dîsa di heman çapxaneyê de çap kiriye. Em di hejmara kovara Jînê ya bîst û yekan de (18 pûşper 1919) dibînin ku yekem cilda Gaziya Welat hatiye çapkirin.kovar di vê hejmara xwe de bernasîya vê berhemê dike ku bihayê wê jî deh quriş e.Ev helbestên ku di yekem cilda Gaziya welat de hatine weşandin, ji helbestên wî yên ku di kovara Jînê de hatine weşandin cûdatir nînin. Tenê helbesta bi navê Bêhêvî nebin û di Jînê de nehatine weşandin lê di yekemîn cilda Gaziya Welat de hatiye weşandin Naveroka Gaziya Welat a Kitêba Ewel, ji helbestên bi navên Eşqa Welat (Jîn, h.3), Qewî Bi Xwarina Zeîfan Dijîn (Jîn, h.2), Heyye ‘Ele’s-Selat Jîn, h.13), Mirovînî (Jîn, h.18), Bêhêvî Nebin, Destê Tenê Deng jê NayêtYekbûn (Jîn, h.5), Selaya Paşîvê (Jîn, h.6), Bang (Jîn, h.1), Deng (Jîn, h.10), Nalîna Sêwîkî (Jîn, h.11), Sersal (Jîn, h.14) pêk hatiye, ku yekûna wan, yanzdeh (11) helbest in.

Cildê duyemîn ya Gaziya Welat (kitêba duyem) di sala 1921an de li Stenbolê, dîsa di heman çapxaneyê de (Necm-i İstikbal Matbası) hatiye çapkirin. Heya niha, Ev cild nehatibû dîtin û li ber destan tinebû.Cilda duyem ya Gaziya Welatc (Kitêba duyem), yekem car di vê berhemê de tê weşandin. Ev cild ji helbestên bi navên Yekbûn, Gaziya Welat, Loriya Welat, Bihûşt, Firqet, wuslet, Kef (Kew), Hewar, Zozan, Fekkirhu illa ma se’a (“jı bili xebata wî” bibîrbîne), Kulu we-şrebu wela tusrifu (bıxun vexun, lê israf nekin).Yekûna helbestên ku di vê cildê de cîh girtine jî yanzdeh (11) in. Ji van Helbestan Firqet di bîst û çaremîn (Jîn, h.24.) de, Wuslet jî di bîst û pêncemîn (Jîn, h.25.) hejmarên kovara jînê de hatine weşandin. Yên mayî – 8 helbest heya niha nehatine weşandin, yekem car di vê berhemê de cîh digrin.

Helbestên ku di cilda duyem a Gaziya Welat de cîh digrin de jî helvesteke polîtîk heye. Temaya Kurdistanê di helbestên wî de xurt e, Bîrkirina Welêt,rengê xwe daye hemû helbestên wî. Ev helbestên wî jî ji yê ku Jîn û Gaziya Welat Kitêba Ewel de hatine çapkirin cûda nînin. îhtimaleke mezin, ev helbestên wî di serdema kovara Jîn (1918-1919) û rojnameya Jînê (1920-?) de hatine nivîsîn. Dibe ku ji van helbestan hinek di rojnameya Jînê de jî hatibin weşandin. Lê vê gavê tenê haya me ji hejmarên 33. û 36. yên rojnameya Jînê heye Di hejmara 33. de helbest û nivîsên E. Rehmî cîh negirtine. Di hejmara 36. de çawa me gotibû ku helbesta ku ji bo Hemzayê Miksê nivîsî bû ya bi navê “Şehîdê Kurdistan” cîh girtiye.

Cilda duyem a Gaziya Welat (kitêba duyem) bi navê xwedê destpê dike. Mesela di Gaziya Welat kitêba ewel de ev yek nîne. piştî besmeleyê di helbestên bi navên Fekkirhu illa ma se’a (“jı bili xebata wî” bibîrbîne) û Kulu we-şrebu wela tusrifu (bıxun vexun, lê israf nekin) de şîretan li xwendevanan dike ku ew şertên ola îslamê bicîh bînin. Mijar hewcebûna kirinên olî û termên exlaqî û sosyal in. Di helbesta wî ya bi navê Firqat de, tama helbesta klasîk heye, helbest di heman demê de,di bîst û çaremîn hejmara kovara Jînê de jî hatiye weşandin Me çawa di perên paş de jî gotibû, firqet jê dûrketin e, Lewra hejmarek şûn de Jîn dê bê girtin.Helbestvan yê ji Jînê yanî ji merama xwe dûr bikeve, Ji ber ku Jîn ji bo wî bedena Kurdistanê ye ku di Jînê de tê temsîlkirin. Di Jînê de di bin helbestê de wek jêrenot hatiye dîyarkirin ku ev helbest ji bo Jînê di trenê de, di dîroka 25 Tîrmeh 1919an de hatiye nivîsin. Piştî vê helbestê, helbesta wî ya bi navê Wuslet tê. Dîsa Ev helbest jî di bîst û pêncemîn hejmara kovara Jînê de hatiye weşandin. Di bin nusxeya ku Jînê de hatiye weşandin de hatiye dîyarkirin ku ev helbest li Helebê di dîroka 9 Tebax 1919an de hatiye nivîsîn. Di helbestê de mijar, “xwe gîhandina dayikê” ye. Lê di vir de dayik ne mitov e, dayik Kurdistan e, yanî Kurdistan di vê helbestê de jî temayeke xurt e. Ev helbest piştî dîlmayîna xwe ya Bakû yê nivîsîye. Çawa behsê deke, ji Kurdistanê pênc sal dûr maye, Di vê navberê de Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) derbas bûye. Kurdistan vala û xerab bûye, nişteciyên wê yan hatine mişextkirin yan jî bi xwe koçber bûne. Di rewşeke weha de Kurdistan ji bo E. Rehmî dayîkeke perîşan e. Di vê helbestê de Kurdistanê dide axaftin. Yanî di helbestê de hunera teşhîs heye. em perîşanbûyina Kurdistanê ji zimanê wê dibîhîsin. Di Helbesta wî ya bi navê Kef (Kew) de jî dîsa ev temaya Kurdistanê heye. Helbestvan di vê helbestê de du kewan dide axaftin, heman huner di vê helbestê de jî heye, di naverokê de em rexneyê jî dibînin ev rexne him şexsî û him jî polîtîk e. Ji ber ku welatxwazî (Kurdistanxwazî) ne karekî hêsan e, bilî propagandaya sîyasî, axaftin, belkî karên weşangeriyê, pêwîste di nav gel de, pê bi pê mirov bigere, hal û kar li ber çavên xwe bibîne. Wekî din di helbestê de wek bêje çîya derbas dibe, E. Rehmî di jêrenotê de dîyar dike ku ev çiya li devera Pazarcixê ye. Yanî, mirov dikare bibêje, ev helbest piştî ger û nêrînan hatiye nivîsîn.

Di helbesta Yekbûn de E. rehmî fabl bikar aniye. lehengên me du sê karik, gidik û şêrek e. Çawa hûnê jî texmîn bikin, ji bo ziktêrkirina xwe şêr ê karikan bixapîne û wan bixwe Lê lazim bû karik bibûnan yek û nehatina xapandin. Bi avayekî zelal tê xuyan ku ev helbest sembolîk e, di şexsê karikan de rewşa kurdan a civakî, sîyasî û di şexsê şêr de jî dijminên wan ên bihêz û xurt hatine temsîlkirin. Peymana xwe bi vî avayî digîhîjîne xwendevanan. Helbesta bi navê Lorîya Welat … Mirovek çima dike lorî ? yan ji bo razandina zarokekî yan jî ji ber êş û kederan… Di vê helbestê de (ku li serê helbestê bêjeya “istran-stran)” heye) “dayika Kurdistan” ji ber êş û kederê nexweş û bêhal e, helbestvan ji bo dayikê dilorîne.Helbesta bi navê Hewar de wek sirûdeke netewî ye, di helbestê de gaziya şer, xencer û rîmên şervanan hene. Lê em dizanin ku nivîsa xwe ya jînê de gaziya qelemê heye, Hema wek hemû rewşenbîrên kurd, di cîhana E. Rehmî de jî şûr û qelemhev temam dikin. Qelem şûr tûj dike di qada şer de, şûr jî qelemê tûj dike li ser maseyê. Di gera “şer û peyman” de helbesta Hewar, peywira şûr tîne cîh. Ji bo çi ? li gor E. Rehmî, helbet ji bo “dîn (îslam) û milet (kurd) ” heman tema di pîyesa wî ya bi navê Memê Alan de jî heye. Helbesta bi navê Gaziya Welat, navê xwe daye berhemê. di sernava vê helbestê de jî bêjeya istran (stran) Me çawa gotibû ku Gaziya Welat, gaziya Kurdistanê ye. Kurdistan nexweş e û di nav nifînan de ye, zaroyên wê (kurd) jê dûr ketine ku di dema mirinê de jî nayên li bal wê…Me çawa gotibû ku Kurdistan li şerê cîhanê hê nûr derketibû, xerab û wêran bibû, kurd jî koçber, birîndar, nexweş û xizan bibûn. împaratorî li hev belav bibû, gelên împaratoriyê ji xwe re komarên nû ava kiribûn lê kurd bê par û bê çare mabûn Her weha Gaziya Welat jî, qêrîna Kurdisitana birîndar û wêran bû. E. Rehmî, bilî gazind û rexneyên polîtîk hêvîyên xwe yên ji bo kurd û Kurdistanê jî tîne ziman. Em di helbesta wî ya bi navê Bihûşt de van hêvîyên wî dibînin. Mirov dikare vê helbestê re terma utopya jî bikar bîne. Utopyaya E. Rehmî Hekarî ya di derbarê kurd û Kurdistanê … Di utopya wî de mekan ne bajar e, gund e, Lê ne gundekî kilasîk e, gundekî “modern” û pêşketîye. riya gund ne xwelî ye bi “sel”, “selbend” û “cede” ye. her dû terefên cedeyê de darên “çinar” hatine danîn. Di gundan de “mekteb” (dibistan) hene. Gundî zane û bi îlm û irfan in. Çawa me got ku mekan gund e, gundiyan “ziraet” islah kiriye, programa wan a rojane kifş e, dema xebatê xebat e û dema bêhnvedanê jî seyran e. Kurdên utopyaya wî jî mirovên nûjen in. Xwarina xwe li ser “kursiyan” dixwin ku firaxên her yekî ji hev c’uda ne û kevçiyan bi kar tînin. Keçik “pîyano” yê dixe, malbat “musîkê îcra” dike, Zaroyên ku diçin dibistanê, ger ku nikaribin spartekên xwe çê bikin, malxê û kebanî ji wan re dibin alîkar Ji ber ku “ bav û dêyen zane” ne Vanan, mînakên moderniteya ku E. Rehmî ji bo kurdan derpêş dikir bûn, Lê di modernîteya wî de helbet îbadetên olî jî hebûn ku piştî mûsîkê malxê cimaetê dawetê nimêjê dike. Di vir de mirov baş dibîne ku rewşenbîrên kurd, ji têgeha “modernîteyê” çi fehm kirine, ku modernîteya wan fehm kiriye, modernîteyeke serveyî (rûbarî) ye. Bi vî avayî jiyaneke weha li gor E. Rehmî, ji bo kurdan “bihûşt” e. Bihûşta kurdan,gundên weha nin. “Pîyano”, “ziraeta islahkirî ”, “mektep”, “kursî” jî amûrên jiyana bihûştî ne.

Helbesta dawî Zozan e. Em di jêrenota helbestê de dibînin ku zozanê Engîzek li hêla Elbîstan e (Mereş), zozanekî eşîra Sînemîlîyan e. Dîsa em ji vê helbestê hîm dibin ku -çawa me behsê kiribû – E. Rehmî ji bo propagandakirina Kurdistaneke serbixwe li van deveran geriyaye.Di bin helbestê de bi teqwîma rûmî dîroka 29 Tebax 1335 heye ku di teqwîma mîladî de ev dîrok teqabulê 11 Îlon 1919an dike. Ev helbest bilî zelalkirina xalekî, di aliyê naveroka xwe ve jî balkêş e. Tê de hesreta helbestvan a li hemberî cîhê ku jê dayik bûye heye. Heftkanî, Çilkanî, Wan û Başkale… Helbestvan ji zozan dixwaze ku emir bide bayê xwe û bayê wî biçe devera wanê û bibêje wan; “Lawê we êdî hatiye.” Sînemilî û Başkala …Her du jî ji bo helbestvan welat in, lê Başkala şirîntirîn e. wek mekan “çiya” û “zozan” (yên Sînemîlîyan), “welat” tînin bîra E. Rehmî. Divê ava Engîzekî ya sar, dil hinavên helbestvan yên ku ji ber dûrketin û hesreta welat hatine sotin û şewitî hênik bikin, Ew lawê çiya û zozanan e… Ji welêt 5 sal dûr maye, birîndar û hesretkêş e lê êdî divê dawiya derd û kulan were û lawê çiya û zozanan bigîhîje mirazê xwe.

Bilî van helbestan, vê gavê li ber destên me helbestên wî êdî tinene. Lê dîyar e ku wî pir helbest nivîsînîne. Bawer dikim ev mijûltiya wî ya bi helbestê re heya dawîya emrê wî berdewam kiriye. Tê zanîn ku keça wî, Hale Xanimê hîn helbestên wî dane birêz M. Emîn Bozarslan, ku ev helbest hê jî li bal wî ne. Bi rastî mirov pir meraq dike gelo ev helbest bi çi aweyî hatine nivîsîn û mijarên wan çi ne…

[1] Wan di çi rewşê de ye?

[2] Parzaya rewiştê ji bo zarokên ecêb

[3] Serpêhatiyên zarokekî dîl (hêsîr)

[4] Rê-rêbaza kurdî

[5] Baweriya bêsînor

[6] Waneyên olê

[7] Di zaravayê Colemêrgê de rêziman û hevoksaziya Kurdî

[8] tenê du hejmarên rojnameyê (no: 33 û no: 36) ji aliyê Malmisanij ve hatine dîtin.

[9] Merkez Kütüphane, Seyfettin Özege Salonu, no : 0114961 /7361 S.Ö 1335-1337/ 1919 (Berhem,bi xeletî di bin navê “Kaziya Velat” de hatiye qeydkirin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply