Dilgeş Dilsoz: Di Kurdî de tinebûna mîzahê kêmasiyeke gelekî mezin e!

Dilgeş Dilsoz: Dibînim îro di kurdî de mizah tine ye, ev kêmasîyeke gelekî mezin e!

Dilgeş Dilsozî wextekê di Azadiya Welêt de dinivîsand, li ser Facebookê jî aktîf bû. Ji zû de ve ye, tew tine sê sal in pêjna wî nayê. Min ji pismamê wî Omer Dilsoz telefona wî sitand û bi rica minnet me hevdu dît, hevpeyvînek çêkir. Dilgeş Dilsoz di off-recordê de gelek tiştên din jî gotin li ser mîzah û tirsa mîzahê lê li ser on-recordê ev pirs û bersivên li jêr man. Ger me hebûya mîzahek… 

Ez bi meraqeke ku min diperitîne dest pê bikim: Her ro dibêm îhtîmalek, Azadîya Welat dikirim û li rûpelan dinêrim, lê ew bû sê sal in ku Dilgeş Dilsoz tine di rojnameyê de. Çi bû, çi cirîya, çima Dilgeş Dilsozî dev ji nivîsandinê berda?

Dilgeş Dilsoz: Civaka me zêde zêdegirtî ye û wek civak kêfa me ji mirovên wek wî deqerû re nayê. Mirovên di nivîsê de deqerû..Divê civakê de kom û bir û eşîr û cimaet hene; mirov ne bi kesayetên xwe, bi komên xwe tên nas kirin. Mesela nabêjin ‘’Tu kî yî?’’ lê dibêjin ‘’Tu ji kê yî?’’ Dilgeşî jî dixwest bi deng û rengê xwe wek Dilgeş bimîne. Bo wî hemû kes, hemû alî, hemû tişt di eynî mesafeye de bûn. Tirs bû tirs digot, xwar bû xwar digot, rast bû rast digot. Ew bi hinekan ne xweş hat, kete ser medê hinekan.

Ez jî xwendevan im û bi min xweş dihat, bi kê ne xweş hatîye gelo?

Dilgeş Dilsoz: Bi termînolojîya wan hinekan ji ‘’jor’’ rîsale hat. Gotibûn bi dilê me nanivîse, gotibûn ‘’çizgî sorunu’’ya wî heye. Gotinek wek ‘’kültürel yozlaşma’’ bi kar anîbûn. Bi rastî ez jî hîn nizanim wateya wê çiye.Di rojnameyê  de fal hebûn, beşa astrolojîyê. Min sere xwe gelekî li ser diêşand û amade dikir. Gotin ew jî ne ligorî çanda me ye, her tişt sekinandin. Ê heyran me henek dikirin, mabest jî ev bû ku me zimanê xwe bi mirovan bida hezkirin.

Azadîya Welat bo nivîskar û xwendevanên kurdî qibleyeke pîroz e lê îro qada nivîsa bi kurdî ne tene Azadîya Welat e, çima piştî van gotinan te li dereke din dewam nekir?

Dilgeş Dilsoz: Ez şikestim, vekişîyam nava xwe û min nenivîsand. Min got ez hinekî jî bişopînim. Dibînim, îro di kurdî de mîzah tine ye, ev kêmasîyeke gelekî mezin e! Eynî tişt hatine sere Pîneyê jî, kovara mîzahî. Kovarê derbe xwar û hate girtin.

Dilgeş Dilsoz 

Yanî bi gotineke aşkere tu dibêjî ji ber tirsê mizaha me tine?

Dilgeş Dilsoz: Tirsa herî mezin dûvik e, tu ditirsî ku wê dûvika bi te ve kin. Yanî damga hazir e. Em civakeke bindest in, ma ne? Ev civak doza heqên xwe dike. Rêxistineke me, şerekî me heye. Bi ser navê ku hessasîyetên me hene, bi ser navê ku zirar negêhîje dozê, bi ser navê ku tu malzeme nedî dest dijminan, xêrnexwazan û xayînên nava xwe pêkotîyeke derûnî li ser te çêdikin. Dibêjin ‘’Lo ma dema van tişta ye! Em va ye canê xwe didin, tu henekên xwe bi me dikî!’’

Hah! Pirsa min a pirs li vir e, ew mantalîte rast e yan ne?

Dilgeş Dilsoz: Ev mantalite ne rast e, ev qalibekî gelekî bi xeter e, ev cûreyeke dîktatoryayê ye. Piştî demekê tu rê li rexneyê digirî. Rexneya navxweyî ji rexneyê wêdetir dîzaynkirineke navxweyî pêk tîne. Çavên derve ka te çawa dibînin, kêmasîyên te çi ne van dibêje. Divê tu guhên xwe bidî van rexneyên dostane. Çavên hinekan lê ye ku tene pesnan bibihîsin, wê deme wê çawa rastîyê bibînin, wê çawa mezin bibin, wê çawa xwe nû bikin? Li welatekî eger  te mîzah bêdeng kir wê însan bibin robot. Civakekê bifikire ku tê de ken tine, henek tine. Çinku kes newêre behsa kesî bike.

Hinek nivîskar û xwendevanên me, heta sîyasetmedarên me jî bo mîzahê wek Uykusuz, Penguen û Lemanê, wek van kovarên tirkan tîrehevokên xwe diavêjin ser Recep Tayyip Erdogan û Bulent Arınç û Abdullah Gül û ez nizam kê. Mîzaha me ev e yan da ku mîzah bibe mîzaha me divê em bere xwe bidin ser Serok Ocalan û Serok Barzanî, imm yek jî Serok Talabanî?

Dilgeş  Dilsoz: Tesbîteke Kekê Îsmaîl Beşikçi heye, kêfa min gelek pê tê, gelek rast e: Her zimanekî dinyaya wî cuda ye. Mesela Özgür Gündem, rojnameya kurdan e, ser dew û doza kurdan derdikeve lê angajeyi Enqereyê ye, wek ziman û hiş. Loma mîzaha wê jî Enqere ye. Du angajmanên siyaseta kurdî hene:  Di warê siyasî de Enqere, di warê entelektuelî de hema dûvikê xwe angajeyî medyaya Stenbolê ye. Ez baş e, a berkaş e, ez nizanim, lê gotinek pêşiyan tê bîra min: Her giya li ser ripin/koka xwe şîn dibe, îja a me jî, divê angajmana kurdewarî çêbe. Mîzah jî divê vê bide ber das û kasa xwe. Nexwe tu rabî çi bibêjî jî, ji teqlîdeke xav wêvetir naçe. Mîzaha kurdî behsa Erdogan bike çi ye, neke çi ye? Bi kurdî mîzah li ser Erdogan nayê kirin, nabe, nagire! Yanî ew pîne wî cilî nagire nagire, welleh nagire. Mîzaha kurdî bi kurdî ye û li ser kurdan e. Gava em dinivsînîn jî peyva ‘’hessasîyetê’’ tê li rûyê me dikeve me disekinîne.  Yek jî sîyaseta kurdan nivîskarên bi kurdî dinivsînin wek rewşenbîr, wek nivîskar nabîne. Ji bo me tabîra sîyasetmedarên me ev e: ‘’Kürtçe yazan, kendini yazar sanan lümpen kişilikler’’

Kürtçe yazan, kendini yazar sanan lümpen kişilikler ha.. Bêwerger, bêlome, bêşirove, bêpirs, bêziman, bêzeman, bêrewşenbîr, bêhevpeyvîn, bê Dilgeş Dilsoz, bêspas, xelas.

Dilgeş Dilsoz: Ez bêriya yariyên kurdî dikim. Mebesta min bi yariyê; henekeka maqûl û estetîk e, sînoreke tenik navbera henek û dijûnê de heye: Henek, mebesta xwe başkirin e, dijûn berevajîkirina rastiyê ye. Henek bo min, geşkirina dilan e; xuna ez nebûma Dilgeş.

Bimrim dilo, xwezila ez Dilgeş bûma!

Omer Dilsoz: De rabe pismam, em biçin.

Oxir be, spas bo we herduyan jî.

 

Çavkanî: http://perxudres.blogspot.com.tr/

Ömer Faruk Baran 

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply