Di serdema klasîk de pirtûkên ‘Dîroka Kurdan’

Ji sedsala 9. û vir ve ji aliyê Kurdan ve di derheqê dewlet, mîrîtî û eşîran de bi Erebî, Farisî, Osmanî û Kurdî mensûr pir kêm bin jî menzûm hatine nivîsandin. Di vê nivîsê de pirtûkên di derbarê  pirtûkênserdema klasîk ‘Dîroka Kurdan’ heta sedsala 20. hatine nirxandin.

Pirtûka Alimê Kurd Ebû Henîfe ed- Dînawerî (M.895) bi Erebî ‘Ensabu’l–Ekrad(Sereceya Kurdan) ku niha winda ye neyê hesibandin di vê mijarê de heta niha pirtûka ku tê zanîn ya ‘Şerefnameya’ Şerefxanê Bilîsî ye ku di sala 1597an de bi Farisî hatiye nivîsandin. Herwiha di sala 1257an de nûshaya ku niha tenê li Pirtûkxaneya Suleymaniyê ya li Stenbolê heye û ji aliyê Hazrecî ve bi Erebî hatiye nivîsandin ‘Tarihu’l–Devletu’l–Ekrad/Dîroka Dewleta Kurd’ jî di navbera yekem pirtûka li ser dîroka Kurdan e.

‘Ensabu’l – Ekrad(Sereceya Kurdan)

Dînewerî di berhema xwe ya bi navê ‘Ensabu’l – Ekrad(Sereceya Kurdan) de di derbarê binemala Kurdan de lêkolînan berhev dike. Hebûna berhemê ji aliyê alim û lêkolînerên ku piştî Dînewerî jiyane ve derketiye holê. Heta niha tu nushayên wê negihiştibin destê me jî bêguman di derbarê binemaliya Kurdan û zimanê Kurdan de xwedî zanyariyên girîng e. Oryantalîstê Rûs Romaskevic di lêkolîneên xwe de dibêje wî li Muzeya Asyayê ya li Saint–Petersburgê pirtûkeke bi navê ‘Risatei Ensabi’l Ekrad dîtibe jî diyar nekiriye ku ev pirtûk a kê ye.

Tarihu’l-Fariki, ed-Devletu’l-Mervaniyye:

Ji aliyê İbnu’l-Ezrak (1117-1181?) el-Farikî di sala 1176an de bi Erebî hatiye nivîsandin. Nushayên ‘Tarihu Meyyafarikin’ li Londra di Muzeya Britanyayê de ye. Li gor van herdu berheman dema mirov lê dinêre edîsyon ji aliyê Dr. Karim Farouk el–Khouly û lêkolîner Yusuf Baluken ve hatiye kirin. (Weşanên Nûbihar, 2014) Nushayeke din jî li Pirtûkxaneya Budlinê ye. Nushaya herî berfireh 418 rûpel e.

Îbnu’l Ezrak di berhema xwe de dîroka Merwaniyan ku di dema Dîroka Îslamiyetê de li Meyyafarqîn û der û dora wê jiyane nivîsandiye. Ji yekem dewletên ku Kurdan ava kiriye ye. Herwiha qala dewleta Şeddadî ya Kurdan, Ebbasî, Selçûkî, Artûkî û Emeviyan jî kiriye. Erzak, dema berhema xwe amade kiriye ji tecrûbeyên dîroknasê Îslamê jî sûd wergirtiye û tiştên ku wî bi xwe dîtiye an jî bihîstiye berhev kiriye. Şerefxan jî di Şerefnameyê de, di beşa ‘Zirkan’ de ji vê berhemê sûd wergirtiye. Beşa Merwaniyan ji vê berhemê ji aliyê M.A. Bozarslan ve ji bo Tirkî hatiye wergerand û bi navê Dîroka Merwaniyên Kurd ‘Mervani Kürt leriTarihi’(Weşanên Koral – 1990) hatiye weşandin.

Tarihu’l-Devletu’l-Ekrad:

Pirtûka ku ji 400 rûpelî pêk tê û nusheya wê tenê li Pirtûkxaneya Suleymaniyê ya li Stenbolê ye û di Beşa Hekimoglu de(no: 695) ye, dîroka Dewleta Kurdî ya Eyûbî hatiye nivîsandin. Berhem ji aliyê M. Emin Narozi ve hat çapkirin û bi heman awayî jî ji bo Kurdî hatiye wergerandin. (Weşanên Azad, 2005, 856 rûpel)

Metnên Şikarî

Sernivîsa van metnan tune ye. Lê ji ber ku ji aliyê Ahmed Haydarî ( M 1506 an jî 1584) ku mahlasa Şikarî bikar dianî bi navê wî tên binavkirin. Berhema ji aliyê Şikariyê Diyarbekirî ve bi Tirkiya Kevin ya Anadolûyê hatiye nivîsandin li Pirtûkxaneya Mizgefta Yusuf Axa ya Konyayê ye. (Klas: 946.6 Sernav: 0000000562). Wisa tê texmîn kirin ku bavê Dîroknas Murat Bardakçı, Cemal Bardakçı ew berhem biriye Konyayê. Çapa di sala 1940an de ku ji aliyê midûrê Muzeya Konyayê ve hatiye çapkirin beşên di derheqê Kurdan de jê hatine derxistin. Berhem dîroka Kurdan a li Anatoliya Navîn ku di sedsalên 13–14mîn de derbas dibe ronahî dike. Berhem bi hatina Selçûkiyan destpê dike û bidestxistina Anatoliya Navîn aliyê Osmaniyan ve bidawî dibe. Di vê 400 salî de diyar dibe ku Kurd aktoreke sereke ne li herêmê. Dîroka ku tê de Mîrîtiyên ku Kurdbûna Dulkadir, Eşref û Germiyanan tê nîqaşkirin di vê berhemê de zelal dibe. Her wiha di derbarê şerê Kurdan ê li hember Osmanî, Selçûkî û Mogolan û bidestxistina Konya û Enqereyê jî di vê berhemê de bi awayekî vekirî hatiye nivîsandin. Sedat Ulugana beşê vê pirtûkêku di derheqê Kurdan de ne, bi giştî berhev kiriye û weşandiye. Li Anatoliyayê Artêşên Kurdistanê (Anadolu’da Kürdistan Orduları) (Do Yayınları 2013)

Şerefnâme:

Berhema ku ji aliyê Şerefxan ve di sala1597an de li Bilîsê bi Farisî hatiye nivîsandin ‘Şerefname’ an jî ‘Dîroka Kurdistanê’ girîngtirîn berhema dîroka Kurdan e. Şerefxan bi armanca malbatên Arîstokrat ên Kurdistanê vebêje ev berhem nivîsiye. Berhem bi girîzgehek, çar beşên sereke û bi encamekê; bi tevahî bi 6 beşan hatiye nivîsîn. Çavkaniyên Şerefxan; ‘Şehname’ya Firdewsî, ‘Nuzhetu’l-Kulûb’a Hamdullah Mustevfî, ‘Zubdetu’t-Tevarîh’ û ‘Zeyl Ala Cami’it Tevarîh’a Hafîz Abrû,  ‘Zafernâme’ya Şerefudîn Elî el-Yezdî, ‘Metlau’s-Sadeyn û Mecmua’u’l-Bahreyn’a Ebdurrezzâq Semerkandî ku bi Farisî ne; Muhammed b.Ömer el-Vakidî’‘Futûhu’ş-Şam’, ‘Futûhu’l-Buldan’a Ehmed b.Yahya el-Belazurî kubi Erebî ne û Berhema Laîfi;‘Tezkiretu’ş-Şuara’ku bi Tirkî hatiye nivîsandin in.

Pirtûk li ser dîroka dewletên ku bi her awayî serbixwe bûne beşa yekem pêk tîne.‘Merwânî, Hasanveyhî, Lûra Mezin û Biçûk û Eyyûbî’; ‘Erdelân, Şenbo, Bahâdînân, Azîzan ve Melikân’ ku li ser navê xwe pere derxistine û xutbe xwendine: ‘Melkîşi, Mirdasî, Hazzo, Nemirân, Kilîs, Şîrvân, Zirrkî, Suveydî, Suleymânî’ ku di bin îdareya Osmaniyan de hebûna xwe domandine pêk tê.Di beşa duyem de jî:‘Sohrân, Bâbân, Mukrî, Biradostî, Mahmûdî, Dunbulî, Zerzâ, Istûnî, Tâsînî, Kelhor, Bâne, Terza’ ûyên ku li axa Safevî ne weke: ‘Mansûrê Reş, Cegnî, Zengine, Pâzûkî’ cih digire. Berhem ji sedsala 17mîn de ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin û gelek pêvekirin li ser pêk hatiye.

Mîrnameya Hekkaryan:

Mîrnameya Hekkaryan bi terza Mesnewî û bi Farisî hatiye nivîsandin. Berhem ji 10.578 beyîtan pêk tê û du pêşgotinên ku piştî pirtûkê tevlî pirtûkê bûye pêk tên. Nivîskarê berhemê katibê begê Hekkarî Yahya El Kirame ku navê wî Temerxanê Yazicî ye. Pêşgotina yekem piştî mirina Temerxan bi heftî salî şûnde hatiye nivîsîn. Pêşgotin ji aliyê nasê Temerxan Mîrza Mihemedê Yazicî ve hatiye nivîsîn.  Pêşgotin duyemîn jî ji aliyê neviyekî Temerxan ve di sala 1914an de ji aliyê Muhammed Teyyar ve hatiye nivîsîn. Di berhemê de ji Mîr Êzdîn Şêr (Îzzedîn Mucella) heta Mîr Silêman, Mîrên ku di navbera 1300–1849an de li Hekkariyê mîrîtî kirine pêk tê.

Temerxan di derbare nivîsandina pirtûkê de dibêje; “Ez 50 salî me. Weke Fîrdewsî û helbestvanê mezin min niyet kiriye ku dîroka Mîr û Padişahên xwe binivîsim. Lewre Padişahên me jî vê yekê heq dikin. Min bi vê niyetê dest bi vê pirtûkê kiriye.” Pirtûk piştî girîzgahê ku ji sedema nivîsandina pirtûkê pêk tê, şerê di navbera zarokên Mîr Zeynel Beg, Zekeriya Xan Beg û Zahid Beg de derbas dibe dike mijara xwe. Ev beş ji derketina Zekeriya Beg bo text û bidestxistina kelhên Çelê û Bêtenûrê heta 1639an didome. Beşa ku ji aliyê Mîrza Mihemedê Yazicî ve hatiye nivîsandin jî ji destpêkê heta 1742an e ku hemû Mîr û Begên Hekkariyan tê de hatine nivîsîn. Berhema ku ji 694 rûpelan pêk tê ji aliyê Mazhar Dûderî ve hatiye dîtin. Xalid Sadinî jî li ser vê berhemê lêkolîneke berfireh didomîne.

Terceme-i Tevârîh-i Şeref Hân:

Ev pêvek ji aliyê Şemê ku di Seraya Yansûr Begê hikumranê Palû de katibî dikir li Şerefnameyê hatiye zêde kirin. Di sala 1682an de bi Tirkiya Osmanî hatiye nivîsandin. Şemî ku ev xebatbo Yansûr Beg kiriye ji destpêkê dest bi wergera berhemê kiriye û ji 1597an heta 1682an bûyerên ku rû dane lê zêde kiriye. Şemî piştî vê ji bo Mîrdasê ku hikumraniya Egilê kiriye Mistefa Beg nushayeke nû nivîsandiye. Li vir, ji Mîrdasên ku li Egilê hikumranî kirine û heta 1684an dîroka wan nivîsandiye. Dr. Adnan Oktay ev werger kiriye mijara lêkolînê.(Weşanên Nûbihar, 2016)

Tarixu Kurdistan:

Berhema ku ji aliyê Muhammed Efendi eş-Şehrezori (m. 1667) ve hatiye nivîsandin di sala 1701an de hatiye kopî kirin. Pirtûk ji 270 varak û  540rûpelî pêk tê.Wisa tê texmîn kirin ku li Samerra ya Iraqê di Pirtûkxaneya Askeriyyin de ye.

Tewarîxî Cedîdî Kurdistan/Dîroka Modern a Kurdistanê:

Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî ji aliyê Mele Mehmûdê Bazidê (1797 – 1867) ve ji bo Kurdî hatiye wergerandin. Her wiha jî Mele Mehmûd pirtûka bi navê ‘Tewarîxî Cedîdî Kurdistan’ ku ji hezar rûpelî pêk di sala 1857–1858an de nivîsiye. Lê belê heta niha nehatiye dîtin.

Nameya di 30ê Adara 1867an de ji aliyê A. Jaba ve ji Îzmîrê bo Rusyayê hatiye şandin de, pêşgotina Tewarîxî Cedîdî Kurdistan( Dîroka Modern a Kurdistanê) ji bo Fransî hatiye wergerandin û wisa hatiye şandin. Ev werger di sala 1997an de ji aliyê E.Î Vasiliyeva ve Kurdî hatiye amadekirin û weşandin. Di nameya Jaba ku di 13ê Hezîrana 1867an de şandiye Dornê de jî qala naveroka vê pirtûkê hatiye kirin. Pirtûka Dîroka Modern a Kurdistanê ji 11 beşan pêk tê û bûyerên ku di navbera 1785–1858an de li deverên Kurdistanê rû dane tomar kirine. A. Jaba di nameya xwe ya ku di 22ê Çileya 1881an de ji Justî re şandiye de ‘Di pirtûka Mela Mehmûdê Bazidî de beşa ‘Gewrê û Stranên wê’ wergerandiye Fransî. Ev werger di sala 1881an de di kovara Bullettin de I’ Athenee Oriental (H.3/1881 r. 145 – 158) de hatiye weşandin.

Tarihu’l-Neseb/Dîroka Mîrên Şêrwanê:

Salih Begê Şêrwî ku di navbera 1787–1821an de li Şêrwanê hikûmranî kiriye Dîroka Mîrên Şêrwanê bi Erebî nivîsandiye. Berhem ji pêşgotinekê û ji heft beşan û ji encamekê pêk tê. Salih Beg dema berhema xwe nivîsandiye ji pirtûkên dîrokî (Şerefname, Dîroka Taberî, Cîhannuma) û tapuyan jî sûd wergirtiye. Di berhemê de hedîseyên dîrokî ku ji sala 1200îde Mîrên Şêrwanê ji Misrê hatine û heta Salih Beg hatine nivîsîn. Herwiha nîqaşên di navbera Mîrên Şêrwan, Botan, Hizan, Rojkan, Xerzan, Gurgul, Spayêrt, Mikis, Zirkan, Hezzo, Karkar  û Axkîs de nivîsiye. Kerem Soylu nivîs ji Erebî bo Kurmancî wergerandiye: ‘Dîroka Nijada Şêrwan (Dîroka Mîrekên Şêrwanê)’, İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınları, 2005.

Târîhî Ekrâd:

Berhema ji aliyê Nazîrî ve di sala 1882an de bi Farisî hatiye nivîsandin. Berhem 75 rûpel e û di her rûpelê de jî 10 rêzik hene. Nivîsa vê berhemê ya orîjinal li bajarê Qûma Îranê ye. Naveroka berhemê xebata ‘Şêx Ubeydullah Nehrî’ ya serxwebûnê ye.

Şuûn-ı Kurdistan:

Li gor Îbnul Emin Mahmut Kemal (Di Sedsala Duyemîn de Helbestvanên Tirk) diyar dike ku Emîn Feyzî Beg bi Tirkî Şuûn-ı Kurdistan nivîsiye û di berhemê de Dîroka Kurdên Bababî hatiye nivîsandin.

Te‘rîxa Caf:

Berhema Te’rîxa Caf ku ji aliyê Kerîm Begê Caf (1889 – 1949) ve hatiye nivîsandin ji pêşgotinek û ji 13 beşan pêk tê. Berhem bi Soranî hatiye nivîsandin. Berhem li ser nifûs û şerê Eşîra Cafê, belavbûna wan li Îran û Îraqê û şerên wan ku di dîrokê de kirine hatiye nivîsandin. Dr. Hesen Caf  berhem di sala 1995an de li Bexdayê çapkiriye.

Encam

Her çiqas Kurd ji dewletbûnê bêpar bin jî di derbarê ‘Dîroka Kurdan’ de him bi zimanê xwe him jî bi zimanên din ewçend berhem nivîsandine. Ev yek hêjayî vegotinê ye. Ligel berhemên ku gihîştine rojame yên tenê navên wan tên zanîn jî hene. Herwiha berhemên di şer û bobelatan de winda bûne jî hene. Di nivîsa bê de dê ji Mihemed Emîn Zekî Beg û ‘Di Dîroka Kurdan de Serdema Modern’ de agahî bên dayîn.

Di weşanên demkî de ‘Dîroka Kurdan’

Rojnameya Teavun û Terakki ya Kurd ku ji aliyê Cemiyeta Teavun û Terakki ya Kurdan ve hatiye derxistin û 9 nushayên wê gihîştine roja me û di hejmara 17. Zilhicce 1326, Cum’airtesi, 27 Kânûn-ı evvel 1324, No:6s.50 î de bi awayekî vekirî tê gotin ku Şêx Evdirehmanê Axtepeyî bi zimanê Kurdî dîroka Kurdî dinivîsîne û nehatiye gotin bê ka bidawî aniye an na.

Di beyannameya kovara Jînê (Cemiyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd 1912) de tê gotin ku ‘Divê Dîroka Kurdan bê Tomarkirin’ Di hejmarên din ên Hêvî de Beyanneme hinekî din jî berfirehtir dibe û tê gotin ku ‘Divê Dîroka Kurd û Kurdistanê bê avakirin’

Dîsa di kovara Rojî-Kurd de ku bi navê M.X nivîseke bi sernavê ‘Ziman’ hatiye nivîsandin û tê de wiha dibêje ‘Kurd îro muhatacê çi ne, em ewan bêjin’ di berdewamiya nivîsê de bi 10 xalan balê dikişîne ser Dîroka Kurdan. Dibêje divê Dîroka Kurdan bê nivîsandin.

Hikûmeta Ezîziye ya Kurd

Berhema ku ji aliyê Celadet û Kamiran Elî Bedirxan ve di berhema bi navê ‘Edirne Sukutunun İç Yüzü’ de qala weşandina wê kiribin û ji aliyê Surreya Bedirxan û Kamiran Bedirxan ve belgeyên ku hatiye nivîsandin hatibin dîtin jî, heta niha xwe negihandiye berhemê. Di Şerefnameyê de bi navê Azîziye ku derbas dibe ji sedsala 19.-20.mîn de malbata ku bi navê Bedirxaniyan tê zanîn dîroka wan e. Abdurrahman Bedirxan dema yekem Rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan derdixe ji hejmara 8.mîn û vir de bi Kurdî rêzenivîsek nivîsandiye.

Târixî Erdelan:

Ji aliyê Mah Şeref Xanim Kurdistanî(1804-1847) ve hatiye nivîsandin. Şeref Xanimê, ji gotinên ku bavê wê û mêrê wê vegotine bi navê ‘Dîroka Mîrîtiya Erdelan’ nivîsiye. Di pirtûkê de ji damezirandina Erdelan heta hilweşandina Mîrîtiyê, nêzîkî hezar sal hatiye nivîsandin. Berhem di sala 1920an de ji aliyê Nasir Azadpûr ve li Sinê hatiye çap kirin. Di sala 1990î de ji aliyê E.Î Vasîleva ve ji bo Rûsî hatiye wergerandin û weşandin.

Şîrkûh Amedî- HEFTENAMEYA BAS

Bîbliyografya:

  • Abdulcebbar Kavarak; ‘Berhemek Li Ser Eşîreta Caf ‘Te‘rîxa Caf’ya Kerîm Begê Fettah Begê Caf’, Nûpelda, S:17-18, 2014, ss:57-9.
  • Bahattin Demir; ‘Devlet Destekli Kürtçe Eğitim Kürd Meşrutiyet Mektebi’, Toplumsal Tarih, S:200, 2010, ss:73
  • Kemal Mazhar Ahmed; ‘Kürtlerde Tarih Tarihte Kadın’, Çev:Abdullah Babek PIŞDERİ, Pêrî Yayınları, İstanbul-1997.
  • Ercan Gumuş; ‘Îbnu’l Ezraq û berhema wî ‘Tarîx’ul Meyyafarîqîn û Amîd’, Nûbihar, H:116/2011, Cild:15, Sal:19, ss:25-31.
  • http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=10&ArticleNr=5769, ET:24/08/2017.
  • http://www.timeturk.com/tr/2009/12/09/ilk-islam-kaynaklarinda-kurd-alfabesi.html, ET:19/8/2017.
  • http://www.zehra.com.tr/tarihu-meyyafarikin-_h111362.html, ET:19/8/2017.
  • İbnü’l-Emin Mahmud Kemal İnal; ‘Son Asır Türk Şâirleri’, Atatürk Kültür Merkezi Başkanlığı Yayınları, Ankara-1999, Cilt:1, Haz: Müjgân Cunbur, ss:653.
  • Kadri Yıldırım; ‘Şerefxan û Şerefnameya wî’, Zend, H:8, 2008, rr:13-30.
  • Mehmet Bayrak; ‘Bilinen İlk Kürt Tarihi Eseri Tarihü’l-Devletü’l-Ekrad’, Kürt Tarihi, S:22, 2016, ss:46-51.
  • Mesûd Serfiraz; ‘Bedirxanî Kardeşlerin İlk Dönem Eserleri ve Düşünce Yapısı’, Kürt Tarihi, S:27, 2016, ss:28-33.
  • Murad Celalî; ‘Yaşamı ve Eserleriyle Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1867)’, Kürt Tarihi, S:27, 2016, ss:5-11.
  • Mustafa Dehqan; ‘A Kurdish Chronicle From Qum’, Manuscripta Orientalia, Vol:17, No:2, December 2011, ss:43-5.
  • Qedim kürd ǝlifbası, Dîplimat, No:28(139), ss:8-9.
  • Rohat Alakom; ‘Bir İzmir Lavanteni Auguste Jaba’, Kürt Tarihi, S:11, 2014, ss:53-4.
  • Rudaw, ‘Destxeta Mîrîtiya Hekariyan Hat dîtin’, H/S:93, 28 Nisan-2011, ss:8
  • Ruken Çalıştıran; ‘Dotmîra Wêjeya Kurdî Mestûre Kurdistanî’, Nûbihar, Sal:19, Cild:15, H:117/2011, ss:33-5.
  • Şakir Epozdemîr; ‘Pîrtûka Salih Begê Şêrwî Hêjayê Xwendinê ye’, Zend, H:14, 2010, rr:107-8.
  • Xalid Sadînî; ‘Hakkarî Mîrleri/Beylerinin Mîrnamesi’, Kürt Tarihi, S:29, 2017, ss:22-7.

 

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply