Civana Keran (Çîrok)

“Rojekê ez li ber dîwarekî rûniştibûm, pîremêrekî Kurd hat li ba min rûnişt û ev çîrok ji min re got..”

Kerekî gewr û pîr li ba keşeyekî filan hebû. Rojekê kerê wî di paşiya axurê de seriyê xwe rakir û zirriya, zirrîneke ku çi caran berê wilo nezirriye, zirrîneke bi sohtin, ku dilê xwediyê kerî pê çelqiya, xwîna wî di tamarên leşê wî re beziya, dêmê wî sor bû û hizrêd xwe li ber pixêreka agirê kirin, dawî gote jina xwe ya ku bi hewl:

-Diya zarowan! Ev zirrîna kerê me ne mîna hercare.

-Çima?

-Ez dibêm, qey mirove, ne kere..

-Ev çi gotine? Ger yek bibihîse, wê bi te bikene, wê henekên xwe bi te bike. Çawa ker mirove?

-Bi Isa sûnd dixum, ku ev zirrîna, nola şîn û giriyê ber seriyê kuştiyane, an jî mîna nalîna jineka, ku li dûrwelatê xwe mêr kiriye.

-De bese lo ! Tu nizanî çi dibêjî !

-Ez diçim binêrim, ka çi bi seriyê kerê min hatiye.

Jina wî bawer nekir, ku keşeyê rast here, lê gava dît, ku ew rabû û ber bi deriyê malê ve çû, gotê:

-”Kerê te pîr bûye û welatê xwe bîr tîne..Here zikê wî tijî cihe bike, wê ji bîr bike.” û di ber xwe de keniya.

Keşe bi derve de çû. Zivistan har bû, şev tarî û sar bû, ji dûr ve xumxuma ewiran dihat û carcaran birûskê lêdida..Keşe deriyê axurê vekir, fîsik vêxist û ber bi kerê xwe ve çû, kerê ku bi ya dilê xwe ve mijûl bûbû, di xwe de got:

-Gelo! Ka dîsa çi kar û bar va şeva tarî de hene, ev keşe hatiye ba min, ma kul û janên min ne besin?

Keşe hêdîka ber bi wî ve çû, fîsik nêza seriyê kerî kir, li ser dîwarê axurê siyêd wan herdukan mezin bûn..Keşe çi bibîne?! Çavêd kerî tijî hêstir bûne.

Raste ku qotika “xudde” hêstiran li ba keran ji ya mirovan mezintire û li ber şewq û ronahiyê bêtir hêstir ji çavên keran dirijin, lê ne şewqa fîsikê pir bû û ne jî kesekî li kerî dabû, ku bigrî û hêstir ji çavên wî derên.

Keşe xemgîn bû, dest avêt xaça “selîb” darî ya, ku li ser sîngê wî bû, li siya xwe û ya kerî nirî û got:

-Xwedêyo! Çima ev sewala digrî û xwe disojîne?!

Bi fermana Xwedê kerê deng kir, got:

-Keşeyê bi rêz ! Ez welatê xwe dibîrînim.

Dilê keşe ji tirsa lêda, tewata wî nema, kabêd wî sist bûn û gumanêd wî mezin bûn, dawî xwe girt û ji kerê xwe pirs kir:

-Tu welatê xwe bîrtînî?

-Erê!..Ez gellek hez welatê xwe dikim.

-Tu ji bîra welatê xwe digrî, kero?!

-Ma hûn mirov jî bo welatê xwe nagirîn?

-Erê raste, lê ne te berî niha bi bîst salan welatê xwe bi xwe berda û tu hatî ba min?

-Bîst sal?! Nayê bîra min..Erê, min welatê xwe hîşt, ku ez li dinyayê bigerim, çavêd xwe ruhnî bikim, ku ez li dawiyê vegerim û welatê xwe xweştir bikim û ber bi pêş ve bixînim.

Keşe kêfxweş bû, ku ew têdigihîne axaftinên kerê xwe û ker jî têdigihîne gotinên wî.

Keşe pirsiya:

-Te li welatê xwe çi dikir, kero? Ez dibêjim “Kero!”, ji ber ku tu kerî, ne wilo ye?

-Çima bixeyidim? Gava ez ne ker bama, te nedigot min “Kero!”..Min li welatê xwe serkerî dikir, lê li vir jî tu dibînî!..Ez bûme kerê te.

Keşe gotê:

-Li ba me mirovan, gava em bîra welatê xwe dikin, em diçin welatê xwe û gava hinde zordar dest davêjin ser welatê me, em xebat û bizava xwe dikin, ku ji koletia wan derbikevin. Hinde mirov jî hene radihêjin deban û çekan, rext û tivingan û li dij wan zordaran derdikevin..Ma yê we keran çawa ye? Hûn çi dikin, gava kesek welatê we ji dest we distîne?

Kerê keşe carekê xwe hejand û got:

-Em ker?!..Ez dibêjim te, lê ji kerema xwe hinek cihe têxîne afirê min, ku ez bixum..Ew kaya, ku te dayî min kêm bû, têra min nekir û ji bîra neke, ku tu cilkekê bavêjî ser pişta min, ji ber ku sare û axura min bi lême.

Keşe bi lez afirê kerî ji cihe û kayê dagirt û kurtanekî kulavî avête ser kerî, bi hêviya ku li ser rewşa keran bêtir agahdar bibe.

Kerê wî kêfxweş bû û guhên xwe carekê leqandin, dawî got:

-Li ba me keran ne wilo ya..Em bi piraniya xwe tenê dizirin. Li welatê me jî niha gur zordariyê dikin. Em jî bi Demokratiyê bawer dikin û jê re dixebitin. Ker dij xudiyên xwe ranabin û di polîtîka me de tiving nînin û gotinên nola: “Hilgavtin”, “Serhildan”, “şoriş”, “Berxwedan” û “Rizgarkirin” di çandeya me de tunene.  Lewra em ker, her bi kêf dijîn û kes ji me naye kuştin. Çi li vir û çi li welatê me ! Raste em bi roj û şev kar û xebatê dikin, lê tu dizanî; bê kar zikê mirovan jî tijî nan nabe. Lê çi caran em seriyên xwe li xudanên xwe hilnadin û dij wan şorişê nakin.

Keşe bi bîr û baweriyên kerê xwe kêfxweş bû, êdî ji wî re cihe xir kir “pir kir” û cilka ser milên wî sitûr û qaling kir, dawî got:

-Başe kero! Ez dikarim çi bo te bikim?

-Ez divêm dost û hevalên xwe top bikim ser hev , bi hev re li ser welat û jîna xwe em bipeyivin, lê axura min piçûke û kerên mîna min pirin, xwarina min jî têra wan nake.

Keşe gotê:

-Têgihîştim..Lê tenê daxwazeka min heye..Divê hûn tev dij va ramyariya xûnrijandinê derbikevin, çiye lo ev hinde kes hene dixwazin guran bi zor û kuştinê qorî bikin!..Tu dizanî, ku kuştin ne tiştekî başe..? xûnrêtin dij mirovatiyê ye. Raste, ku gur hêriş ser welatan dikin û her gav dev bi xûnin, lê divê mirov û kerên mirovan seriyên xwe piçekî ji wan re biçemînin û hinde mafên xwe yên çandeyî bixwazin, ji ber ku gur nikarin mejiyên xwe biguhêrin, divê hûn nerm bin..Ne wilo ye?!

Kerê lê vegerand:

-Erê keşe ! Em ji berê da dij vê ramyariyê ne..Wek te gotî, em dikin.

Keşe û kerê xwe yê pîr ve soz kirin, ku keşe alîkariya kerî bo dîtina cih, bo amadekirina xwarinê û bo avdayînê bike û ker jî tev li hevalên xwe civaneka dij ramyariya şorişê çê bikin û têde li ser welatê xwe û li ser jîna xwe bipeyivin.

Di hefteyekê de, kerê pîr mîna şêrekî terlan “ciwan” bi hêz bû, bang li gellek komikên keran kir, ku li hev bicivin û hev û din bibînin û ji bo civana keran di nav mirovan de jî bangeşiyê “propaganda” belav kir, tew nizanî şepkînî “rehtbûn” çiye.

Keşe jî ji dilşahiya xwe nema diçû kenîsê, nimêj û xwedaperestî “îbadet” di wan rojan de tew ji bîr kir û ji ber ku keşe têdigihîşt; ker çi dibêje, ew jî amade bû, ku gotineka xwe li civana keran bike. Ji wî re ne giring bû, ku bizane, ker têdigihînin gotinên wî an ew têdigihîne gotinên keran, giringtirîn ew bû, ku wan dikarîn bi rengekî bîrdozî “fikrî” an jî bi şêweyekî ker-mirovî bi hev re biaxivin.

Roja yekemîn ji civana keran, keşe dest bi axaftinê kir, civan pîroz kir û got:

-Hemû davdiliyên “hezret” hêja! Sipasiya mezin bo Xwedayê, ku hêştiye em têbigihînin gotinên hev û din û sipasiyeke dî bo kerê min î pîr, ku rewşa keran li vî welatî bo min diyar kir. Rewşa we dilê min wale kir “xemgîn kir” û zîkîyeka ‘hikarî” peht li hemana “nefs” min kir. Ez û piraniya keşeyên vî welatî nimêjê dikin, ku hûn ji zordariyê aza bibin û jîneke bê asteng di nav me da biqedînin. Eger hinde kêmaniyên nedivî “neqenc” ji aliyê welatiyên min ve bi mafê we tên kirin, bila sîngên we jî ji wan re vekirî û fireh bin, ta em, çi mirov û çi ker, mîna dost û hevseran bi hev re bijîn.

Gotina keşe posîdeyeke “hikarî” bê pêreve “Mîsal” li keran kir, êdî tevan zirrîn û bi nalên xwe zevîn çeqandin, şadmanî û sipasî bo keşe nîşan dan.

Di civanê de, curecure axaftin, lêkolîn, tênêrîn û pêketinên bi wirc “lişt, menfee’t” li ser civata keran, abore, çand û rêzaniya wan cî girtin.

Di wê demê de ji aşxana “xwaringeh” germ bihna xwarinê dihat..

Kerê keşe rabû ser xwe û got:

-Davdiliyên hêja! Vane bîst salin, ez bo mafê keran dixebitim, lê mixabin! Ev xebata li gellek komikên mirovan mîna xebateka bê hode hatiye nasîn. Niha jî ez xwe bi çanda keran mijûl dikim. Hêviya min ewe, ku hûn di van du-sê rojan de rê bidin min, ku ez bi kar û barê civanê rabim. Vane bo we afirên xwarinê, aşxane her vekiriye, ewê ku bêhtir bixu, divê temet “hinek” cûz “pare” bide, vane ciyên razan û tirkirinê û eveye eywana zirrînê. Keşeyê destbol jî alîkariya dengkut “bêdeng” bo me dayî û ji me tê, ku em mafê wî bi zirrînê bidinê.

Li dû axaftina wî kerî, kerekî teralntir “ciwantir” û bi berçavk rabû ser xwe û destpê kir, Xwedê nebihîse…! Wî gotinên gelek dijûn “pîs” dij bi ramyariya şoreşgeriyê sapirandin. Mebesta wî ji gotina bê xoyê ew bû, ku xwe bi keşe bide hezkirin û ciyê kerê pîr li ba wî bigire, hema bi çi be, bila be.

Ew li ser polîtîka keran axivî û reve kir “tefsîr”, ku herkî ker nerm bin, wê bêhtir servehesiya bin, gava yekî bar li ser piştê be û bizavê biket, wî barî bêxîne, wê lê bidin, heya pişta wî kul dikin û ta wî dîn dikin. Divê ker bizanin çawa cî dikin xwe “cî ji xwe re distînin”, li her welatekî divê bibin hevalê komikeka mirovên dilnazik û berîk tijî, ji wan re seriyên xwe bihejînin û biçemînin, ku dilên wan mirovan bi kerên ku ji welatê xwe revend bûne, bite sotin û zordarî li ser wan kêm bibe.

Kerê bi berçavk têra çû, her dîwarekî da qulpekî xwe vêxist, ji wir ta welatê ku jê hatiye. Gava li ser welêt diaxivî, digot:”-Gava Demoqrasî û Sosyalîzm pêk bên, wê mafê her yekî bite dayîn û çi caran serhildan ji me re nepêwîste, tenê yekbûna me keran di bin ala Sosyal-Demokratîzmê de..Ewê ku seriyê xwe dij dijminên welatê xwe hildide, dijminê me ye..” Ne kerê pîr ji wî hez dikir û ne jî wî ji kerê pîr hez dikir, lê ji bo xatirê keşe her hevalêd hevdu bûn.

Hinde kerin din derketin ser şanowa zirrînê, yekî dî yê bi berçavk hebû, bi navê qelfekî kerên jêhatî axivî, zimanê wî dikir pitpit û litlit û lêvêd wî dikirin pirpir. Wî tew nizanî çi digot û nediyar bû, ka rista wî di wa civanê de çiye. Gotinên ewên din ducarkî dikirin û seriyên hemû kesan bi zirrîna xwe gêj dikir. Carcarn jî qerewata xwe rast dikir û berçavka xwe paqij dikir, lê çi kesî guh nedida wî ji ber ku çavêd keran li xewana “sufre” tijî xwarin û bostanî “salate” bû..

Ji aliyekî dî ve, kes ji wî bawer nedikir, ji ber ku li welatê wî, qelfeyê wî berê xwe pêşengê şorişa dij bi guran didît û niha jî xwe melisandiye û tenê bi zirrîna axuran dema xwe derbas dike.

Kerekî dî hebû, porê wî mîna yê mankeran dirêjkirî bû, zirrîna wî piçekî ji zirrînên din cuda bû, wî digot:‘Emin kerekî niştimanîm, emin li zangoyeke kerlocî didem be fêrkirdin..Emin û emin…” Te digot; qey wê bi zanînê bipeqe, lê mixabin! Wî jî tiştekî hêja di mafê kerîtiyê de negot, tevan ji zirrîna wî şepkîn bûn. Keran teva welatê xwe bîr anîn, hinda jî bi helbest û hozanan daxwaza welatekî azad kirin.. Lê mixabin! Çi demê welat bi hêstiran, bi sersemiya “serxweşî” dilan û bi zirrîna eywan û axuran tên rizgarkirin?!.. Berî kutabûna civanê, keşe û kerê pîr careka dî axivîn û zirrîna wan rojan pîvan û bihayî jê re dan, bi reqpeqan, bi çeqana nalan civan giha dawiyê.

Li derve, hemû gelê wa derdorê ji ber ku pambû kiribûn guhên xwe, tiştek ji zirrîna wan keran nebihîstin û gava mirovek ji wan bipirse; gelo! We civana keran çawa dît, wê bibên:

-” Ma çi demê keran kanî bûn zordarî ji ser milên xwe rakirana? Daxwaza kerê, ciheyê têrê..Ker wê bimîne ker, heya heyv dibe xençer..” ….û azadbît Kurdistan….

Cankurd-cankurd.wordpress.com

————————————————–

(*) Bi rastî ez bo belavkirina vê çêrokê her poşmanim..Di rojnameya “Berxwedan” de sala 1988’ê hatiye belavkirin.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply