Bihevrabûn (Çîrok)

Kûsî, weke  her rojê, ev sibê jî, ji hundir derketin derve û berê xwe dan hêla erdê kulîlkan. Di wargeha kulîlkan de dîtin û gotin nabe weke hevûdu: Erdek bi rengê biharê, bi ava zozanan, bi dengê çivîkan, bi bêhna kulîlk û pincarên xemilandî bû.

Kûsî, nêzîkê erdê bû: Kulîlk, teşqelek ket nav wan; her yekê ji wan gazî yê din dikir û digot: “Lawo lawo, keçê keçê birevin, hat hat car de jî, hatinnnn!”

Ev teşqela kulîlkan, her roj wisan bû. Di nav kulîlkan de kulîlkeke sermiyan hebû, navê wê Pîra Beybûn bû, Pîra Beybûn lê nihêrî ev halê wan gelek xirab e, serên xwe xistin ber zikê xwe û hizr dikirin (fikirî û fikirîn), serên xwe bi xemgînî rakirin.

-Ey gelê kulîlkê, ez ji kuderê dest pê bikim, ez nizanim, lê wisan dewam bikeeee… Lê mixabin, ev ê wisan here, em êdî tu kesî/ê nabînin li ser rûyê erdê; em ê gişt di bin kûsiyan de bihelisin.

Gula Belengaz:

-Êêê Pîra Beybûn, ka em ê çi bikin qey qedera me bû, qey siûda me bû, ev kûsiyên hanê rastî me hatin, wey li min o wey li me yo!..

Nefel:

-Hevalno, welle weke Pîra Beybûn got pergalên me ber bi qedandinê ve diçe, lê xebereke min heye, ez ê ji we re bibêjim hela hûn dibêjin çi.

Kulîlkan gişt bi hevre dest pê kir, gotin:

-De bibêje heval.

Nefel:

-Ez ê xeberdana xwe, tiştên min ji mozan bihîstiye, ji we re qal bikim, ew ê hîn baş bibe: Ev du roj in, ez guhdara mozan dikim, moz tiştên ecêb ecêb ji min re dibêjin.

Kulîlkan got:

-Hela hela çi ye gelo?..

Nefel:

-Hela hinekî rawestin, ez peyva xwe biqedînim… Ez ku de  mabûm, himmm temam. Mozan ji hevûdu re digotin: “Filan çiyayî şikeftek heye di şikefta wê de çend sendelî hene û li ser sendeliyan jî, çend balçimk hene.”

Gula Belengaz:

-Wey balçimk îcar çi bû, ev çi navekî tevşo mevşo ye?

Nefel:

-Lê min jî, wek te digot gelo balçimk çi ye? Lê mozan ji hevûdu re digotin: Balçimk nola çivîkan e, hema ew bi şev tenê derdikevin der, ji ber ku bi roj pirtûkan dixwinin, der û dora xwe hînê xwendinê dikin, di dadgehan de dawa çareser dikin  neheqî û dadmendiyê (bêedaletî û dadmendiyê) ji hevûdu vediqetînin… Ez bawerim, hûn têgihîştin, hûn serxwet bûn?

Pîra Beybûn:

-Cana min, me ji te fehm kir, lê ka em ê çawan herin şikeftê, de ka em çûn, ka em ê çawa kûsiyan bibin?

Gula Belengaz:

-De ka Pîra Beybûn, bi roj ba me yê bi rengê xwe û bêhna xwe me yê balçimkan  bianiya, de ka em çi bikin qey şansê me bû, ev bi şev derdikevin der.

Ji sibê ve ev kulîlkên hanê qirik li hevûdu qetandin, lê tu tiştek ne kirin; gişt di cihên xwe de rawestiyan… Lê wexta ev kulîlkan dipeyivîn Pirpirîka Rengîn jî guhdariya wan dikir.

Pirpirîka Rengîn:

-Hevalên Kulîlkê, bibexşin min guhdariya we kir, ez pir xemgîn bûm: him ji bo pergala  we, him jî, ji bo pergala me: ji ber ku qetlkirina we qetlkirina me bi xwe ye. Lê min çareserek dîtî ye, hûn gişt komê ser hevûdu bibin, ez niha mizgîniya xêrê, ji we re bînim.

Pirpirîka Rengîn, çû cem balçimkan, pergala kulîlk û kûsiya ji wan re got.

Balçimkan got hevalê pirpirîk, tu jî dizanî ku derketina me ya derve tenê bi şev e, bila bibe şev em ê werin. Pirpirîkê got baş e, û firiya çû cem koma xwe, tiştên hatibû serê kulîlk û bandora li wan bike, yeko-yeko ji koma xwe re got, koma wê jî heq danê û di nav hevûdu de fikirîn… Pirpirîkan êdî biryara xwe dabûn ji bo bike şev, ber vê tavê ve firiyan…

Êdî bûbû tarî, balçimk jî ji hevûdu re got, vay bû şev hadê em soza xwe bihînin cîh û ber bi erdê  kulîlkan ve firiyan, hatin di nav kulîlkan de rawestiyan, û gazî li kûsiyan kirin û dadgeh danîn: Di dadgehê de kulîlkan, dest bi axaftinê kir, pergal û rewşên xwe  yek bi yek gotin. Dûvre jî , kusî dest bi axaftinê kir û got:

-Kulîlkên hêja, hûn evqas di ber me de bimirûz û xembar bûbûn; lê mixabin tiştek destê me were tune ye, em mecbûr in di vê erdê de derbas bibin.

Yek ji kulîlkan yek ji kûsiyan girik li hevûdu qetandin, ji balçimkan, Balçim Deqê îcar dest bi axaftinê kir:

-Hevalno, welleh ez pir êşiyam bi vê teşqela we, hela li min binêrin.

Hemû kulîlk û kûsî berê xwe dane, Balçim Deqê.

-Hevalno, em gişt hatinin ser rûyê jiyanê, lazim e, em bi hevûdu re xweş derbas bikin. Ji ber ku em li vê jiyanê mêvan in, em îro hene, lê em sibê tune ne. De werin em gişt bibin dost û hevalên hev û em vê bêtehmiyê bi xeberdana xweş bi hevûdu bidin  têgihîştin, serxwetkirin ku hela sedem  çi ye? Hizra (fikr) me ev e ku, mesela we tiştek hêsan e.

Kulîlk û kûsî bi hev re got: “Heyra qurban ji ku hêsan e?”

Balçim Deqê:

-Hêsan e ji ber ku mesela we, tenê pirsgirêka tunebûna rê ye.

Kulîlk û kûsî gotin “wey li me yoo, ev çend sal in ev xemgîniya me ji bo tunebûna rê ye!”

Balçim Deqê:

-Belê ji bo rêyek bû. Lê ev mesêla rê, em ê gişt mil bidin hevûdu, em ê çareser bikin. Werhasil em ê bi şev, hûn jî, bi roj hevl bidin, em ê rê biqedînin, çareser bikin.

Balçimk firiyan çûn hêlîna xwe, pirpirîk jî, li ber tavê hatin xwarê, êdî bi roj pirpirîk, kulîlk û kûsî, bi şev jî balçimk şixulandina rê re bûn yekbûn. Di qedandina rê de, erdê kulîlkan bû cîhê şad û seyranê, gişt bi hevûdu re şad bûn…

 

Eylem Akıncı-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply