‘Şeb û şekir
Çûn Diyarbekir!
Şekir rûnişt, dengê xwe nekir!
Şeb pesnê xwe da û qala xwe kir!”
–Çîvanoka Gelêrî-
Çîvanokeke gelêrî ya pir balkêş e ku herçiqasî weke qerfî xuya bike jî, naveroka wê ji hêla derûncivakî ve dagirtî ye û şîretên gelek giranbiha di xwe de vedihewîne. Çîvanok di derheqê mirovên jêhatî û kêrhatî yên nefsbiçûk de, bi henek û tinaziyê, û di derheqê mirovên vala û kêrnehatî yên qure û nefsmezin de hatiye gotin. Tevî sadebûna xwe ya zahirî, di binê xwe de modeleke kûr a derûnî (psyche) ya nefsê vedişêre. Ez ê hewl bidim wê ji çend bîrdoziyên derûnkolerî û derûnşîkarî (psychoanalytic) ve binirxînim.
Du Kesayetî û Karakter
Şekir – Xwebûna Rasteqîn û Hêza Eziyê (Authentic Self / Ego Strength)
Şekir tê Diyarbekirê lê “dengê xwe nakê.” Ev bêdengî ne ji kêmasiyê ye, ji têrûtijebûn û besbûniya navxweyîn (inner sufficiency) tê. Kesê ku bi hêjahiya xwebûna xwe ya rasteqîn bawer be, hewceyê pesindanî û pejirandina derveyî (external validation) nabîne. Di zimanê Kohut de, ev dişibe kesekî ku xwedan hevgirtina xwebûnî (self-cohesion) ye – ne hewceyê neynika (mirroring) ji derve ye da ku hebûna xwe ya hundirîn xurt û qewîn bike.
Şeb – Xwebûna Derewîn (False Self)
Şeb, li hemberî vê, “pesnê xwe dide û qala xwe dike.” Ev tevger, di zimanê Adler de, dişibe aloziya xwe-kêmdîtinê ango girêka kêmasiyê (inferiority complex) ya ku bi rêya zêdetezîmetan (overcompensation) tê veşartin. Dengê zêde ne nîşana hêzê ye, berevajî, nîşana valahiyeke navxweyîn (inner emptiness) e ku meriv hewl dide bi qeşmeriyê wê bipêçe.
Mekanîzmayên Berevaniyê yên Derûnnasiyê
Tevgera Şeb bi tenê bi qerebûkirinê (overcompensation) re nayê ravekirin; li gel wê, du mekanîzmayên din ên berevaniyê jî di kiryara wî de dixebitin:
Rengvedan (Projection): Şeb, bi îhtîmaleke mezin, kêmasî û valahiya xwe ya navxweyîn (hundirîn) nabîne an napejirîne; li şûna vê, ew wan taybetiyên xwebûna xwe yên neyînî li derve, li ser cihana derxweyî diweşîne – bi rêya pesindana zêde ya li ser xwebûna xwe, ew hewl dide wê rastiya rageş û xemgîn a navxweyîn a ku nayêpejirandin, veşêre û ji bîr bike. Bi vî awayî, “bi dengê bilind” ne tenê xwe-nîşandan e, herwiha nîşana red û înkara (denial) rastiya xwebûna ya hundirîn e jî.
Pêkhateya bertekê (Reaction Formation): Gengaz e ku ev reftar û tevger, di bin û der-hişê Şeb de, berevajiyeke hestên rastîn be – hestên tirs, rageşî, ne-ewlebûn û şermê ku nayên pejirandin ji ber ku pir êşdar in, bi awayekî têkûz berevajî (bi pesindan û pozbilindiyê) tên xuyakirin. Li şûna ku Şeb bibêje “ez natirsim ku hûn min nas nekin,” ew bi dengekî bilind dibêje “ez herî baş im” – ev jî mekanîzmayeke berevaniyê ye ku hestê rastîn ê tirs, rageşî û kêmbûnê vediguherîne dijberê xwebûna xwe yê xuyayî.
Xwe-mezinkirin (Grandiosity) û Narsîsîzm
Tevgera Şeb a xwe-pesindanê baş bi têgeha xwe-mezinkirinê “grandiose self” ya Kohut re li hev tê: dema kesek ji zaroktiyê ve bi rêya neynikê (mirroring) têr nebe, kamilî û mezinbûn weke arezûyeke bêserûber a nasnameyê derdikeve holê. Ev ne narsîsîzmeke saxlem e, lê belê narsîsîzmeke şikestî û tazmînkar (fragile/compensatory narcissism) e – ku her dem hewcedarê temaşevanan (audience) e da ku hebûna xwe piştrast bike.
Rêgeza Rastiyê û Rêgeza Kêfê
Di ziman û çarçoveya Freudî de jî dikare bê gotin ku: Şekir li gorî rêgeza rastiyê (reality principle) tevdigere – ew dizane hêjahî ne bi gotinê, bi xwebûn û hebûnê tê pejirandin. Şeb jî bêtir li gorî rêgeza kêfê (pleasure principle) tevdigere – daxwaza lezgîn a hatina naskirinê, bêyî sebir û kûrahiyê.
Encam
Çîvanok, di dawiyê de, peyameke gelêrî lê kûr dide: hêjahiya rastîn a mirov, ji hêjahiya wî/wê ya xeyalî ango ji xwebûna îdealîzekirî/xwe-mezinkirinê (grandiose/idealized self) cuda ye; ya yekem bêdeng dimîne, ya duyem her tim hewcedarê deng û pesnê ye. Ev jî bi rastî tam li ser wê raboriya derûnkolerî (psychoanalytic) ye ku “kesên xwe herî bilind dihesibînin, bi gelemperî kesên herî bêewle ne, di nava xwe de.”
Brahî Alûcî-brahimaluci.blogspot.com
Çavkanî:
Bozarslan, M. E. (2021). Di Edebiyata Kurdî û Folklora Kurdî de HUNER. Weşanên Deng.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…