Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok

Li dinyayê û li welatê me çîrok bûne mijara gelek lêkolînan. Pirr caran çîrok, bi bêjeyên “hebû tunebû li welatekî”, “hebû tunebû carekê ji caran” dest pê dike û guhdaran dixe nava xeyalên neasayî û fantastîk, carcaran guhdaran dibe ser çiyayên di nava ‘ewran de, car caran jî guhdaran dibe heft tebeqe di binê ‘erdêde.

Di şevên zivistanê yên dirêj de civata kurdan bi çîrokan re hevaltî dikirin ango çîrok parçeyek ji jiyana kurdan bû. Hinek çîrok hebûn, neteweyî bûn ango li hemû welêt dihate zanîn (Şengê û Pengê, Mîrze Miheme) hinek jî herêmî bûn, an jî hew li gundekî tenê dihatine zanîn.

Li gorî mijarê cureyên çîrokê cuda cuda ne. Her çîrokek ji sê beşan pêk tê (çîvanok, beşa hîmî û encam). Divê di her çîrokê de bûyer, leheng, cih û dem hebe. Taybetmendiyeke çîrokan a herî mezin motîf in. Her motîfek xwediyê wateyekê ye. Di çîrokên kurdî de motîfên wek “porkur”, “beranê reş û sipî”, “tîremar”, “morika” xewê hene.

Em ê di vê xebata xwe de li ser bêjeya çîrokê, dîrokeya çîrokên gelêrî ya li dinyayê û di nava kurdan de, çavkaniyên çîrokê, cureyên çîrokê, naveroka çîrokan û bi kurtasî li ser çend motîfên di çîrokên kurdî de derbas dibin bisekinin. Ji bona avakirina vê metnê me, di warê çîroka kurdî de lîteratura heyî vekolandin û bi awayekî sîstematîk agahiyên derbarê çîroka kurdî de li ber çava raxistin….

Mehmet Bozkoyun-Dergipark

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply