Bergên herî serkeftî yên pirtûkên kurdî û fikrên xwîneran

Ev xebat ji aliyê Azîz Tekîn ve di 31ê meha yekem a 2018an de li ser bloga wî hatiye weşandin. Li ser giringiya mijarê û ji bo ku bigihê gelek kesan me xwest li ser çandnameyê jî parvebikin. Hevî dikin ev nivîs ji bo grafîkerîya kurdewarî bibe çavkaniyek

***

Bi dîtina min berga herî serkeftî ya pirtûkên kurdî – Azîz Tekîn

Berga pirtûkê cil û bergê pirtûkê ye. Rasthatineke di cîh de di kurdî de çawa ji bo lixwekirinên mirovan cil û berg tê gotin ji bo “lixwekirinên” pirtûkan jî berg hatî gotin. Ji bo wê ye ku dîtin û têkilîdanîna me ya yekem bi bergên pirtûkan re dest pê dike. Ger  lixwekirina bergên pirtûkan baş be li ber dilê me şîrîntir dibe.

Hin kes ji bergan agahiyên derbarê naverokê hêvî dikin, qet nebe pir hindik çi di nav berhemê de hebe li ser “rûyê” wî jî wisa bixwiyê. Hin kes jî di wê baweriyê de ne ku kesê bergan çêdike ne ku “kurteya” berhemê derxe ser bergê, dibê berhemê di hişê xwe de taswîr bike, bi awayeke serbest. Ez jî di vê fikrê de me; divê rê li ber xwîner bê vekirin ku bi serbestî bikaribe berhemê bixwîne, an na ger tu tişta herî girîng biresmînî ser bergê sînorê xeyalkirina xwîner ko dikî. Ser meselê di van dawiyan de berga pirtûka Anayurt Oteli ya Yusuf Atılgan ku Weşanên Can bi ya min awayeke gelek xweş çap kirî, bû cihê nîqaşê. Hin kesan rexneyên; ji xwe encama pirtûkê di berga wî de hatî çapkirin kirin.

Bergên pirtûkan di serî de bi niyeta ku rûpelên berhemê biparêzin dihatin çêkirin. Ji bo wê jî kîjan melzeme qalind û sert ba maqûltir bû. Di wan dewran de wek postê heywanan bo berg dihat bikaranîn. Ji ber hindê niyeteke estetîkiyê tune bû.

Bi guherîna amûrên teknojiyê re helbet berg jî şikleke nû girt. Ji bo pirtûkên dîjîtal an jî e-pirtûkan mesela bergê hêsantir bû; êdî qalib û lihevkirina rengan ewqas kêşeyeke mezin nîne. Lê her çiqas derfet zêde bibin jî bi min berg ji derfet zêdetir bi fikr ve girêdayî ye. Ji bo wî jî mesela derfetê ne tişteke derbasdar e.

Du sal û nîv di weşanxaneyeke de xebitîm û dizanim ku di der barê bergê de fikra nivîskar neyê girtin ew berg kêm dimîne. Weşanxaneyên din dema berga pirtûkê amade dike bi nivîskar re pêwendî datîne baş nizanim lê divê têgihîneke wisa hebe. Axir kesên bergan çêdikin nikarin hemû pirtûkan bixwînin, ji ber wê jî kesê herî baş dizane çi awa berg li rihê pirtûkê tê nivîskarê pirtûkê bi xwe ye.

Bi pêşketina matbayê re hin kesan êdî ji pirtûkan pere qezenç dikir. Bi demê re pirtûk bû amûreke danûstandinê ku kêm caran nirxê xwe wenda dikir. Ku tişteke were firotin û stendin dê helbet hin stratejiyên firotinê ji xwe re diyar bike. Tam di vir de berg derdikevin pêş. Ji bo firotinê tişta herî girîng dîtin e, ji ber wê ye ku hemû tiştên firotinê xîtabê dîmenê dikin. Ji hêleke din ve jî pirtûk êdî bûne “tişteke arazûyê” û nikare gohê xwe ji girîngiya dîmenê re bigire.

Ger di nava pirtûkê de şaşiyên redekteyê hebin meriv dîsa dikare tolere bike lê şaşîkî li berga pirtûkê ne cîhê famkirinê ye. Ser meselê çend meh berê Weşanxaneya Lîsê pirtûka helbestan ya Narîn Yukler çap kir û di berga pirtûkê de şaşîkî mezin hebû. Yukler di 2017an de xelata Pêşbîrka Arjen Arî stendibû lê weşaxane 2016 nivisandibû. Avesta jî di pirtûkên xwe yên dawî de problema kumikan dijî. (bnr: hinaradawîyadinyayê)

Ji xwe ev serê çend salan e bergên Weşanxaneya Belkîyê di nava xwînerên kurdî de cihê nîqaşê ye. Piraniya kesan naecibînin û dişibînin resmê me di zarokatiya xwe de çêkirirî an jî resmê Paintê. Hin kes jî eksê wî wek dijderketineke dibînin. Lê wisa dixwîyê her diçe bergê Belkîyê baş dibin.

Bi ya min divê meriv berga pirtûkê wek perçeyeke bifikire. Ne ku wek beş beş bê veqetandin. Ger tu wêneyeke bikî orta bergê, ew berg jixweber dibe sê beş. Piranî li beşa jorê wêneyê an jî li beşa jêrê wêneyê navê berhemê û navê nivîskar tê nivisîn. Bi gelemperî logo û navê weşanxaneyê jî li jêr tê bicîhkirin. Li gor dixwiyê di bergê de wêne bikaranîn -ji wêne qesta min di nava çerçoveyeke de çapkirina berg (bnr: weşanêndo)- her diçe kêm dibe. Ger ne berhemeke bîyografîk-otobiyagrafîk be an jî ne bîranîn be divê wêne tercîha herî dawî be.

Li dinyayê jî û li Tirkiyê, her wiha di nav weşanxaneyê kurdî de jî berg her diçin ber bi mînîmaliyê ve diçin. Resmên bi compîtirê hatî amadekirin li ser bergan tê bicîhkirin. Di vê mijarê de bergên Avesta rêya xwe dîtine.

Ji ber ku em xwîner û weşanxane jî zêde li ser bergan nasekinin navê kesên bergan çêdikin derneketine pêş. Jixwe hin weşanxane navê kesên bergê çêdikin nanivisînin an jî wek weşanxane derbas dibe. Çend kes tên hişê min; ji bo Nûbihar û çend weşanxaneyên din İHB Reklam Ajansı, ji bo Peywend û çend weşanxane û kovarên din Şemal Medya (Aysel  Kazıcı  Özalp), ji bo Avesta; Ahmet Naci Fırat, Azat Aktük û Genco Demirer, ji bo Lîsê Şener Özmen (ji derhêneriya dîtbarî qesta wan herhal berg jî ye!) ji bo çend weşanxaneyên din Onur Öztürk û ji bo Belkî Asya Genim.

Ev nivîs ji ber ku bi kesên bergan çêdikin û weşangeran re jî neaxiviye belkî kêm be lê ew jî mijara nivîseke din e. Belkî blogereke din jî bergçêkeran re nivîseke xweş derxe.

Min ji çend kesên rû bi rû nas dikim an jî bi awayeke ji xwandina wan bawer im her sê pirsên jêrê kirin. Ji wan kesan (du kes ne tê de) bi tevayî xwîner in an jî hê berhemeke wan ya çapkirî tune ye û bi awayeke alfabetîk hatine rêzkirin. Hûn dikarin li tevahiya bergên pirtûkan ji kurtcekitap.com û pirtukakurdi.com ê binêrin.

Biraniya kesan pirsan bersivandine herî pir ji bergên Lîs, Avesta û Peywendê hez kirine. Wisa dixwiyê ku pirtûkên di van dawiyan de hatî weşandin zêdetir di hiş de maye, ev jî herhal ji kurtûba dema bersivandinê ye ku zêde li ser bergan nesekinîne. Bêyî hin sererastkirina bikim lîsteya xwîneran li jêr e.

Pirsên me kir ev in:

Merheba, ez dixwaxim ji bo blogê nivîseke li ser bergên pirtûkên kurdî amade bikim. Ji bo wê ji çend kesên bi xwendina kurdî re eleqedar in daxwaza çend pirsan bikim.

  • * Pirsa yekê; ji bo we bergê pirtûkên kurdî di çi astê de ne û derbarê kêmasî û başiya wan de çi difikirî?
  • * Ya duduya; tu dikarî deh heb bergên pirtûkên kurdî yê herî diecibînî bo me rêz bikî? (Ji deh heban zêdetir û kêmtir jî dibe) Tu dikarî bergên pirtûkên nexwandiye jî lê zêde bikî.
  • * Bêyî hûn li pirtûkan an ciheke din binihêrin [xwe û min nexapînin 🙂 ] navê keseke bergên pirtûkên kurdî çêdike tê hişê we. Ji kerema xwe re navên wan jî binivisînin. Ger nav neyê hişê pirsê we “wek nav nayê hişê min” bibersivînin 🙂
  • Ji kerema xwe re ger bi niyet bî bibersivînî di nava du rojan da li pirsên min vegere 🙂

Bi silametî.

Azad Yuksel

Mirov dikare bibèje ji bilî 2-3 weşanxaneyan bergên pirtûkên kurdî ne baş e. Pirtûkên kurdî ji aliyê bergê, wêneyê bergê, mezinahîya puntoya nivîsê ve xwedî kêmasî ne. Pirtûkên Weşanxaneya Peywendê him ji alîyê bergê ve him jî ji aliyê puntoyên nivîsê ve baş e û xwînerî aciz nake. Dema mirov pirtûkê ji hev vedike bergê wê ji boyî xwendinê tu astengîyan dernaxîne. Pirraniya bergên pirtûkên wan bê wêne û ên bi wêne jî çavên mirov naêşîne. Weşanxaneya Avestayê jî kêm zêde bi vî awayî ye. Weşanxaneya Lîsê berê pirtûkên wan ji aliyê bergê ve ne baş bûn. Pirr caran bergê wan di destê mirov de dima. Van salên dawîn pirtûkên wan jî ji aliyê bergê ve baş in. Lê di nav weşanxaneyên kurdî de ên bergên pirtûkên wan baş in mirov dikare wisa rêz bike.

Peywend, Avesta, Nûbihar, Lîs.

  • 1- Nara, Mehmet Dicle / avesta
  • 2- Li dêrê, Hesenê Metê / Peywend
  • 3- Bahoz, Eskerê Boyik / Avesta
  • 4- Nûbar, Wezîrê Nadirî / Nûbihar
  • 5- 99 Morîkên Belavbûyî, Helîm Yûsiv / Peywend
  • 6- Pêşmerge, Rehîmê Qazî / Lîs
  • 7- Hinara dawî ya dinyayê, Bextiyar Elî / Avesta
  • 8- Barê Şevê, Fawaz Husên / Avesta
  • 9- Saturn, Remezan Alan / Peywend

Bedirxan Muhsîn Aybar / @bedirhan_aybar

Bedirxan bergên pirtûkên kurdî bi gelemperî xirab dibîne. Yên Avestayê diecibîne, bi taybetî jî bergên pirtûkên helbestan ên Avesta çap kirî. Yên Belkîyê gelek xirab dibîne û wiha dibêje; “ya rast ên herî xirab in.”  Derbarê bergan de wiha dibêje: “Mixabin ez nikarim bihejmêrim, bergekî wisa taybet nîne ku bala min kişandibe. Divê berg di derbarê naveroka pirtûkê de tiştekî bêje. Lê belê divê berg gelek hûrgilîyan jî nede, divê mîstîsîzma pirtûkê tune neke. Dema bi awayekî baş tê çavê min, ez hîn caran lê dinêrim ka kî amade kiriye.”

Bedirxan dibê ku navê kesekî bergan amade dike nayê hişê wî û ji xwe heta ji bergeke gelek hej neke nanêre ka kî amade kiriye.

Cîhan Kaynar @channumah

Cîhan ji xeynê Avesta û Lîsê bergên kitêbên kurdî serkeftî nabîne. Lîsteya Cîhan:

  • 1- Hemû bergên pirtûkên Bextiya Elî / Avesta
  • 2- Mîrname, Jan Dost / Avesta
  • 3- Mijabad, Jan Dost / Avesta
  • 4- 99 Morîkên Belavbûyî, Helîm Yusif / Peywend
  • 5- Reîs Remezen(ekan), Ferhad Pîrbal / Avesta
  • 6- Fîncana Ferfûrî, Ezîz Gerdenzerî / Lîs
  • 7- Erdên Bihiştê Yên Wenda, Yavuz Ekinci / Doğan Kitap

@canNurcihan

  • 1- Birîna Reş, Musa Anter / Aram
  • 2- Qesra Balindeyên Xemgîn, Bextiyar Elî / Avesta
  • 3- Qehpikên Kuçeyan-Fewzî Bige / Belkî
  • 4- Siya Evînê, Mehmed Uzun
  • 5- Xatê Xanim, Eliyê Evdilrehmen
  • 6- Em li vir in, Beroj Akreyî / Avesta
  • 7- Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr, Ferhad Pîrbal / Avesta
  • 8- Xewna Pîrepindan, Şêrzad Hesen / Avesta
  • 9- Jineke Xinanî, Şêrzad Hesen / Avesta
  • 10- Bîreweriya Laş-Ehlem Misteganmi / Avesta

Dara Porxelek / darabandini.blogspot.com

  • 1-Apê Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, Bextiyar Elî / Avesta
  • 2- Asûs, Mehmet Dicle / Avesta
  • 3- Gulên Şoran, Eta Nehayî / Avesta
  • 4- Rojnivîska Spinoza, Şener Ozmen / Lis

Ekrem Malbat / ekremmalbat.wordpress.com

Bergsazî bi min gelek muhim e. Lewra hêla pirtûkê ya ku ewil ji xwedewan re dixuye berg e. Bergê pirtûkê gere kurteya pirtûkê be. Dema ku ez di bin siya van xala de li bergên weşanxaneyên kurd dinhêrin, tişta ku hêvî dikim nabînim. Lewra berg, ne gorê navê pirtûkê gere gor naveroka pirtûkê bê amadekirin. Sedema vê pirsgirêkê jî ew ku, grafiker ne ji malê ye. Ango weşanxane bi piranî bergan bi grafîkerên ji derve de dixebitin didin çêkirinê. Ji ber wê jî girafîker bi piranî gorê navê pirtûkê berg çêdikin. Helbet di noxteya çareseriyê de hêlek aboriyê jî heye lê ya herî muhîm ew e ku bergsaz çand û motîfên kurdî baş bizanibe û bikaribe bergê pirtûkê ji nava pirtûkê derbixe.

Her çiqas em bergsaziya weşanxaneyên kurdan kêm bibînin jî bergên gelek serkeftî jî hene. Di nav wan de yên herî zêde bala min kêşandine bergên rêzepirtûkên Nûbiharê yê bi navê “klasîkên edebiyata Kurdî” ye. Rengek sivik û portreyên serkeftî di xwe de hewandine. Dûre pirtûka Weşanxaneya Lîsê ya bi navê “Kurdistan û Kurd” jî bi min xwediyê bergek pir sefkeftiye.  Di weşanxaneya Avestayê de pirtûka bi navê “Etnisite ve Milliyetçilik” jî gelek bergeke serkeftiye. Ez dikarim bibêjim ku bergsaz, hemû naveroka pirtûkê bi yek perek îfade kiriye.

Mixabin bi nav ez pir kêm bergsaz nas dikim. Eger ku ez bi nav wan bibêjim bêguman ez ê navê Îbrahim Xelîl Baran bibêjim.

Enes Meçin / pakopiso.blogspot.com.tr

Ji nav weşanên Kurdên Bakurî de balkêştir û ciyawaztir berg, bergên pirtûkên Avestayê ne. 23 sal bênavber weşanên xwe kurdî-tirkî didomîne. Bergên weşanxaneyê ji dest Azad Akturk derdikevin. Bergên pirtûkên Weşanxaneya Lîsê perakende û belawela ne. Tu nikanî bi giştî şîroveyek li ser wan bikî, pakopîso ne. Ji nav weşanên Kurdî de di hêla bergên pirtûkên xwe de xwediyê xeraptirîn bergan bêguman weşanên Belkîyê derdixe. Bi giştî xerabin bergên kitêbên wan. Di hêla weşangeriyê de berg û mîzanpaş û redaksiyon tev di zik de fîyasqo ne. Bergên Weşanên Nûbiharê sade û yekreng in. Bergên Weşanên Peywendê zêde cîddî ne 🙂 Wek nav jî Asya Gemin tê hişê min.

  • 1- Ta, Mehmet Dicle / Avesta
  • 2- M, Şêrzad Hesen / Avesta
  • 3- Bîra Qederê, Mehmet Uzun / Avesta
  • 4- Anatomiya Demsalên Zer, Yehya Omerî / Evrensel
  • 5- Êvara Perwaneyê, Bextiyar Elî / Avesta

Esrakê / esrake47.blogspot.com

Ez di derbarê bergê pirtûkê kurdî de ku difikirim morlê min xira dibe, tansîyonê min dikeve, dewekî divexwim… Ku asta berga 5 be, ya pirtûkên kurdî 1 e. Temam belkî rewşa xwendina pirtûkên kurdî nebaş be. Lê ev nabe bersiv ji bo nexweşikbûna wan. Li gorî analîzê min tu weşenxanêyê kurdî karê berga nadin mirov an jî ajansê vê karî bi profesyonelî dikin. Gelek berg heya wan ji naveroka pirtukê nîne. Qalîta qaxiza standart e. Wextê mirov dibînê tu dîtbarî nîn e tê de. Hin weşenxaneyê tirkan henin mirov tenê dixwazê destê xwe di ser bergên wan re werîne û bîne. Ewqasî keyfê dide mirov. Ji aliyê estetîkê ve qet nebaş in bergên kurdî.  Ji xwe hin weşenxane (Belkî) mirov dikeve ferqîyê ku bi paîntê hatiye çêkirin. Ya star!!

Yê ku dibêjim jî ne ku ez gelek gelek di ecibênim lê dîsê jî yê îdare ne;

  • 1- Kobanî, Jan Dost / Dara
  • 2- Bêbavî, Şêxo Fîlîk /Avesta
  • 3- 20:39, Ciwanmed Kulek / Avesta
  • 4- Li Welatê Sînora, Sherko Fetah / Ayrıntı
  • 5- Zarokên Ber Çêm, Ciwanmed Kulek  / Avesta
  • 6- Xaniyê Şîn, Tahîr Tanînha / Lîs

Ferhadê Mihemed:

Bi giştî meriv nikare qala edebiyateke profesyonel ê Kurdî bike. Hema çi bigire ji her hêlê ve bêşik kêmahiyên me hene. Ez weha dewam bikim, wextê ku meriv li kitêbekê dike hûr bibe berg bala merivan dikişîne, hetta ez piçekî fişal bikim bergek dikare bibe sedema xwendina kitêbekê. Başiyên wan û nebaşiyan wan hene bêguman. Wekî min li jor jî behs kir, neprofesyoniliya me ji vê hêlê ve jî tê xuyakirin. Lê belê têkiliyeke welê tête ber çavên min, temenê weşanxaneyê çiqas dirêj be xweşahî, lihevhatin û licihbûna bergê/bergan jî hewqas rewatir û xurtir dibe.

  • 1- Segwer, Mihemed Mûkriyanî / Avesta
  • 2- Şivanê Kurmanca, Ereb Şemo / Lîs
  • 3- Mirina Kalekî Rind, Mehmed Uzun / Îthakî
  • 4- Daristan, Mihemed Ronahî / Ronahî
  • 5- Herimî, Bawer Rûken / Lîs
  • 6- Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê /Apec Forlåg
  • 7- Barê Şevê, Fawaz Hussên /Avesta
  • 8- Siya Evînê, Mehmed Uzun / İthakî
  • 9- Bêbavî, Şêxo Fîlîk /Avesta

Firat Roni @FratRoni

Bi rastî bergên pirtûkan ji bo xwîneran gelek girîng e. Ev girîngî jî hêdî hêdi di nav xwînerên kurdî de jî cihê xwe digre. Min bixwe berê digot “hema bila kurdî be çawa dibe bila bibe.” Lê îro ji bo min girîng e û ez gelek jî bala xwe didimê. A rast girîngî dayîna bergên pirtûkan,di nav xwînerê kurdî de jî êdî cih digire.

Belgê pirtûkan hemû nayên bîra min yên ku tên bîra min û min ecibandiye ev in:

  • 1- Morana Gerdûnê, Bayê Labûte, Kawa Nemir / Lîs
  • 2- Hinara Dawî ya Dinyayê, Bextiyar Elî / Avesta
  • 3- Lehî, Firat Cewerî / Eeverest
  • 4- Reîs Remezen(ekan), Ferhad Pîrbal / Avesta
  • 5- Ez û Min, Omer Dilsoz / JJ
  • 6- Şihêna Hespên Azad,  Mehmet Oncu / Sîtav
  • 7- Kobanî, Jan Dost / Dara
  • 8- Pêtî, Mahabad Felat Arda / Lîs

Fuad Qaya / endazeyar.blogspot.com

Fuad li ser pirsa me ya çi kesê berg çêdike tê hişê te İbrahim Halil Baran, Dawût Ozalp û Ahmet Naci Firat rêz dike. Li ser başî û xirabiya bergan jî bi “qapaxên” ew bi xwe çêkiriye bersiv dide me. Bergên wî bi hûnereke gelek xweş dagirtîbûn lê mixabin di nivîsê de cîh tuneye ku em li vir nîşan bidin.

  • 1- Doktor Şivan (Said Kırmıztoprak), Selehattin Ali Arik / Weşanên Weqfa İsmail Beşikci
  • 2- Şewnamey Şaîrekî Têhnî, Abdulla Peşêw / Peywend
  • 3- Mem û Zîn, Ehmedê Xanî / Kültür ve Truzm Bakanlığı Yayınları
  • 4- Mem û Zîn, Ehmedê Xanî / Lîs
  • 5- Romana Kurdî û Nasname, Haşîm Ahmetzade / Avest
  • 6- Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr, Xelîl Duhokî / Avesta
  • 7- Şivanê Kurmanca, Erebê Şemo / Lîs
  • 8- Reşoye Dare, Cegerxwîn / Lis
  • 9- Di tuwaletê de, Rênas Jiyan / Belkî
  • 10- Daristan, Mihemed Ronahî / Ronahi

İnan Eroğlu / inanolo.blogspot.com

Ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêjim, ji ber ku tenê wan ji nêz ve dişopînim. Bergên kitabên kurdî bi ya min ne di ast û rewşeke baş de ne gava bi hin kitabên dinyayê re didim ber hev. Lê ji bo yên kurdî, du sê weşanxane hene (wek Lîs, Peywend, Avesta) ku bergên wan li gor weşanxaneyên din baştir in lê ev nayê wê maneyê ku ew bi serê xwe jî pir baş in. Kêmasî çi ne nizanim lê berg divên berî xwendinê, berî naveroka kitabê xîtabî çavê xwendevanan bikin, ne ku hema ji bo nivîsandina navê nivîskar û berhemê. Welle eyb e meriv bêje lê bi Xwedê hin weşanxane hene meriv ji ber bergên wan fedî dike û naxwaze kitabên wan bixwîne. Ev çilo îş e yaw, qenebe bila nivîskar li bergên xwe miqate bin.

Tu bawer bikî heta niha tu bergeke kitaba kurdî çênebûye ku min pir jê hez kiribe û pir ecibandibe an jî sirf ji bo bergekê min kitabek stendibe.  Lê mesela bergên ku Şener Ozmen ji bo berhemên xwe çêdike ne xirab in ji bo min, bi taybetî ya Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, kêfa min jê re hatibû. Berga 20.39 a Ciwanmerd Kulek jî balkêş e bi ya min ji ber ku wek bergên din ne li ser kompîterê lê bi destan hatiye xêzkirin tevî navê nivîskar û romanê û ji bergên din cuda dibe.

Erê, çend kes tên hişê min: Şener Ozmen, Seywan Saediyan, Genco Demirer, Ibrahim Halil Baran û bergsazê Peywendê, Dawid Rêbiwar bû ne şaş bim.

Kulîlk / jinajifilanhezdiket.blogspot.com

Li goreyê min kitêbên kurdî ji bo hejmarê çend di asteke nebaş de be, bergên kitêbên kurdî jî yên ku hatine çapkirin ewqas di asteke ne baş de ne. Berg; bi xêz û wêneyan pêkbê heger, divêt ji aliyê kesekê ku ji hunerê fêhm diket ve bê çêkirin. Eleqedarbûna pirtûk û berga wê girîng e bes divêt navê mijarê rasterast di nava bergê de neyê dîtin. Mînak: di berga “Dilopên Jiyanê / A.Rahim Kılıç-Ahmet Yardak, Weşanxana Ronahî” de dilopeke avê heye. Ji xwe di navê pirtûkê de dilop hatiye bikaranîn, tiştek nebû ku “dilopên jiyanê” tehayûl bike(imgelemek) bibe berga kitêbê?

Çend ez keseke ku  tiştan gelek zor diecibînim û di ser de jî bergên kitêbên kurdî zor biecibînim jî (xwezî min bi vê fikrê neheqî li kitêbêd me kiriba) ez ê çend libên kitêban ji aliyê cindibûna bergêd wan ve rêz bikem:

  • 1- Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim, Séchu Sende / Avesta
  • 2- Jineke Xinanî, Şêrzad Hesen / Avesta
  • 3- Xewnên Pîrepîndan, Şêrzad Hesen / Avesta
  • 4- Û êdî navê te aso ye, Nûroj Mûnzûr / Ronahî
  • 5- Pêlên Eşqê,  Dirbas Mistefa / Dîwan
  • 6- Rê û Rêç, Narîn Yükler / Lîs
  • 7- Leylaname, Ayhan Geverî / Nûbihar
  • 8- Asûs, Mehmet Dicle / Avesta

@laweperixan

Bi rastî bergên pirtûkên kurdî di çi astê de ye wek pirseke giran ji min re hat. Car caran bergên pirtûkan jî bala min kişandiye (bi awayekî ne baş). Wexta tu li bergê dinêrî tu tu mahne pê nadî. Tu nizanî bê qala çi dike. Bi gelemperî tu bêjî ya rast asta bergên pirtûkên kurdî ne baş e (ji xwe bela xwendina me kêm e dîtina berga jî kêm e). Lê tiştekî ku bala min kişandîye jî ew e ku bergên pirtûkan jê jî ti mahneya naveroka pirtûkê diyar nakê bi ya min, ev jî kêmasîyeke (bi gelemperî). Carekê ji xwe re di fikirim: yaw bi hezar pirtûk hene ez divê kujanê bi xwînim? Min bersiveke bi vî awayî ji xwe re dîbû;divê berk bangî min bikê û bê hêy xwendevano were bi qêpira min bigire û rûpelên min di nav lapê xwe de bi gevizêne…

  • 1- Nav, Burhan Tek / Belkî
  • 2- Tirspîvan, Hesen Ildız / Belkî
  • 3- Mexzena Xwînê, Rênas Jiyan / Belkî (çapa yekî)
  • 4- 99 Morîkên Belavbûyî, Helîm Yûsiv / Peywend
  • 5- Derb, Bahoz Baran / Avesta
  • 6- Erojen, Berfo Barî / Na
  • 7- Qijikên Xêrê, Selamî Esen / Evrensel

Lezgîn Kitêpçiyan / emeklemeler.blogspot.com.tr

Lezgîn xwe wek xwînerê kurdî nahesibîne û vê jî wek kêmasiya xwe ya mezin dibîne. Ji ber vê jî bi awayeke dirêj bersiv nade pirsan, tenê çend heb bergên hez kiriye û di hişê wî de maye ji me re rêz dike:

  • 1- Pirtûkên Nûbiharê yên Rêza Edebiyata Klasîk
  • 2- Bêbavî, Şêxo Filîk / Avesta
  • 3- 1984, George Orwell / Lîs

Mewlûd Oğuz /   mevlutoguz.tumblr.com

Beriya her tiştî spasiya te dikim te bal kişande ser vê mijarê. Bi lêpirsîn û çavpêketinên wiha ez bawerim -û hêvîdar im- xwendekar jî û weşanger jî wê bêhtir bala xwe bidin bergên pirtûkan. Lê weku xwendevanekî ez ji zerfê (berg) bêhtir mazrufê(tekst, naverok) dinêrim, bi wê re elaqedar dibim. Lê ew nayê wê wateyê ku ez bergekî spehî û estetîk naxwazim, elbet dixwazim lê wekî min got ji bergê bêhtir bi naverokê re eleqedar dibim.

Mala Şener Ozmen, Brahîm Xelîl Baran, Azad Akturk hezar carî ava be, bi saya serê wan bergên nîspeten spehî û estetîk dertên. Nivîskar, rexnegir û estet Semih Gumuş* di vî warî de, derbarê bergên pirtûkan û giringiya wan du nivîsên karîger û sûdewer belav kiribûn, bi vê munasebetê pêşniyar dikim ku herdu nivîs bi baldarî bêne xwendin, bi taybetî weşangerên me yên birêz bixwînin.

Wekî ji nimûneyên min hilbijartine jî eyan e, tê xuya kirin, ez bêhtir ji bergên ku Şener Ozmen, Brahîm Xelîl Baran û Azad Akturk sêwirandine hez dikim. Herwiha ez berg û mîzanpaja hêja Aysel Kazici jî diecibînim.

  • 1- Gerdeniya gewherî, şerha Ziving / Avesta
    1.1 Birakujî, Abdulla Peşêw /Avesta (piştî nivîs hat weşandin li lîstê zêde bû)
  • 2- Şewnamey Şaîrekî Têhnî, Abdulla Peşêw /Peywend
  • 3- Feqiyê Teyran / Nûbihar
  • 4- Çîroka Reşpoşan, Dana Fayeq / Peywend
  • 5- Qonaxa Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê,  Îrfan Amîda / Lîs
  • 6- Hibra Sor, Rizgar Elegez / Lîs
  • 7- Kevirên Bendewariyê, Kawa Nemir / Lîs
  • 8- Bermayiyên Demê, Mihemed Şarman / Avesta
  • 9- Gulên Şoran Li pey qedereke winda, Eta Nehayî / Avesta
  • 10- Bêbavî, Şêxo Fîlîk / Avesta
  • 11- Ez tev de pencere me, Dîlan Şewqî / Avesta
  • 12- Çaryek bi ezman şûn de, Şeyhmus Dağtekîn / Avesta

https://www.insanokur.org/onemli-sorunlarimizdan-kitap-kapaklari-semih-gumus/

** http://kitap.radikal.com.tr/makale/haber/kitap-kapaklarini-nicin-onemsemeliyiz-373612

Omer Tekin / qanqol.blogspot.com

Dema ku em di edebiyata kurdî de bergên pirtûkan bidin ber çavan pêşketinek tê dîtin û gelek bergên xweş derketiye û derdikeve jî.

Lîsteya bergên herî pir xweşa min diçin ev in:

  • 1- Xewna Pîrepindan, Şêrzad Hesen / Avesta
  • 2- Jineke Xinanî, Şêrzad Hesen / Avesta
  • 3- Kobanî, Jan Dost / Dara
  • 4- Hotel Europe / Ferhad Pîrbal / Avesta
  • 5- Ta, Mehmet Dicle / Avesta
  • 6- Kenên Parsek, Hesen Qizilcî / Avesta
  • 7- Hinara Dawi ya Dinyayê, Bextiyar Elî / Avesta
  • 8- Reis Remezan(ekan), Ferhad Pîrbal / Avesta
  • 9- Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, Bextiyar Eli / Avesta
  • 10- Otobês, Yunus Eroğlu / Lîs

Şerif Kaya / serifkeya.tumblr.com

Li gorî bazara heyî, asta bergê pirtûkên kurdî pir xirab e. Weşangerên me li bazarê mîna ku di salên notî de bin, dinêrin. Dibên qey xwendevanên kurdî di fanosê de heps bûne û herikîna demê ti bandorek li wan nake. Na, a rastî ew weşangerên “terkepaint” di nava fanosê de heps bûne ku haya wan ji bilî bernameya “paintê” ji ti bernameyekê tuneye (bnr: weşanên belkîyê). Ji xeynî pirsgirêkên teknîkî, ji ber ku bergsazî bi tenê serê xwe huner e divê xwediyê weşanxaneyan xwe ji vî karî dûr’xin û rê bidin ku hunermendên xweyî şiyan dest bi vî karî bikin. Di vî warî de Weşanên Lîs û Weşanên Nûbiharê hewl didin ku bergên pirtûkan bi awayekî estetîk saz bikin, bi taybetî meriv di bergên Şener Özmen û Îbram Xelîl Baran de çêjek ezamet ditehmije. Ew hunera wêjeyê û hunera dîtbariyê di bergekê de pir rind têkilî hevdu dikin.

  • 1- Morana Gerdûnê, Bayê Labûte, Kawa Nemir / Lîs
  • 2- Strana Şev û Rojekê, Ciwanmerd Kulek / Avesta
  • 3- Fîncana Ferfûrî, Ezîzê Gerdenzerî / Lîs
  • 4- Nara – Mehmet Dicle / Avesta
  • 5- Gulistan, Se’diyê Şîrazî / Nûbihar
  • 6- Kelîle û Dimne, Beydaba / Nûbihar
  • 7- Qijikên Xêrê – Selamî Esen / Evrensel
  • 8- Donzdeh Siwariyên Merîwanê, Pîremêrd / Peywend
  • 9- Keleha Spî, Orhan Pamuk / Lîs
  • 10- Hêlange, Yaqob Tilermenî / Lîs

Weysel Tirpan @Weyseltirpan

Bi rastî gava birêz Aziz Tekin nêrînên min î ê li ser bergên berhemên kurdî xwest zehf keyfa min hat. Min fêm kir ku ne tenê ez im ê ku bi ciwankariya bergan girîng dibîne û pê serê xwe diêşîne. Qet nebe dînekî din jî heye!

Mixabin wek gelek mijarên din mijara bergan jî di asteka xirab de ye. “Amatorîbûn” an jî “qiymet ne dayîn” di virê de jî derdikeve ber me. Li gelek civatan gava ev mijar vebûye piranî vê meselê piçûk dîtine.

Li ser bergên pirtûkan çend nîşe:

  • -Wêneyê bergê, tiştê ku navê pirtûkê rasterast tîne hişê me çi be ew e. Mînak di navê pirtûkê de dar hebe yan wêneyê darekî yan jî ê daristanekî çap dikin. Yanî tiştekî zêde ji rêzê û erebesk çêdibe.
  • -Carcaran jî ti eleqa naverok û bergê tune. Li ser bergê îxtiyarekî (carna du) rû (dest) qermiçî heye. Tu berhemê dixwînî ne laqî wan îxtiyaran têy ne jî siya (şopa) wan dibînî.
  • -Hinek berg hene em nagîjin kurahiya wan! Li ser bergê tabloyek, pêykerek an jî dîmenek navdar xwe dirêj kiriye lêbelê ti eleqa wê û naverokê tune. Tu dibêjî qey bergên çend pirtûka tevlîhev bûne.
  • -Hinek berg hene hingî sade hatine çêkirin em ji hunera wê bergê fam nakin; Navê nivîskar (helbestvan), navê berhemê, navê weşanxanê û hew… Tew jixwe carna navê weşanxanê jî tune!
  • -Hinek berg bi armanca surrealîst an jî postmodern çêdikin (errrrrriiiiikkk!) lêbelê, ê ku çêkiriye jî têde, tukes jê fêm nake! Divê bi lezûbez li zanîngehan beşa vê zanistiyê bê vekirin.
  • -Hinek berg jî hene dengbêj, zarok, gund, çiya û hwd hene. Tu ji wî/ê hevalê/a jîr dipirsî “ka te vê bergê bi kîjan fikrê çêkiriye” dibêje “ev berhem behsa kurdan dike (na yaw!). Ev jî sembola kurdan e.” Qey başqe sembolên kurdan tune ne. Û ma tu mecbûrî sembolekî kurdan bi kar bînî?

Çend bergên diecibînim:

  • 1- Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, Bextiyar Elî / Avesta
  • 2- Heft wêney rûtî jinî cenabî wezîr, Ferhad Pîrbal / Avesta
  • 3- Miriyên Sade, Selîm Berekat / Lîs
  • 4- Gerîneka Guernicayê, Yildiz Çakar / Lîs
  • 5- Heteroglossîa, H.Kovan Baqî / Ronahî
  • 6- Peyman, Ulku Bîngol / Ronahî
  • 7- Hingê, Rojen Barnas / Nûbihar
  • 8- Welato, Nûpelda / Pêrî
  • 9- Qûtê Salê, M.Mahsûm Oral / Ava
  • 10- Latê Lêron, Tahir Taninha / Lîs
  • 11- Evîntirş, Bajar Mîrzeman / Belkî
  • 12- Amîsabad, Fawaz Husên / Avesta

Yehya Omerî

Şener Özmen bergên Lîsê çêdikin, Brahim Xelîl Baran jî yên Nûbiharê çêdike. Her du jî baş in.

Lîsteya min:

  • 1- Keştiya Bayê, Selîm Temo / Lîs
  • 2- Morana Gerdûnê, Bayê Labûte, Kawa Nemir / Lîs
  • 3- Bergên her sê pirtûkên Ahmed Aras ewên ji Nûbiharê derketine
  • 4- Dîwana Seydayê Tîrêj / Peywend
  • 5- Xweşiya bi êş, Bavê Nazê / Lîs
  • 6- Miriyê Heram, Bavê Nazê / Lîs (berga çapa nû)

@xerz11

Ev mesele ji bo min mûhîm e. Helbet ez şaş nebûm ji ber  kesê ku wê di derbarê vê yekê de binivîse “tu yî” 🙂

Di derbarê bergên pirtûkan de mirov dikare bibêje ku ev bi tena serê xwe cureyekî hunerî ye. Di vê her bergekî  ji nû ve bê afirandin û ne ku ji Googlê an jî ji deverekî din bête daxistin. Em dikarin bibêjin ku hin weşanxane û hin jî niviskar girîngî didin vê yekê. Lê hin weşanxane hin jî nivîskar wiha difikrin: “Dawiya dawî qalik e, ma çi girîngiya wê heye!” Ev yek hinek min aciz jî dike. A yekem kitêb ne çîqolata ye ku mirov bixwe û bavêje çopê. Kitêb dimînin, di malan de, di mekteban de, an jî di pirtûkxaneyan de. “Berg jî heman wekî kitebê wê bimîne bo pêşerojê. Wekî din kitêb gere bi gelek zimanên cihanê bêne xwendin. Yan jî gere derdekî wanî yê wisa hebe.” Berg divê şahidiya demê jî bike. Belkî jî divê ji kaniya çanda wê miletê derkeve, belkî jî na! Lê gere estetîk be! Bi tevî van gotinan ez di hêla resim an jî fotoxrafê de ne serwext im. Helbet di nirxandina bergekî de kêm im. Lê bergên Avestayê, Lîsê, Nûbiharê baş in. (Nûbihar wek ku li ser bergan qewî disekine). (Diyar e Lîs jî tasnîfekî dike)Yên Peywendê gelek qlasîk in. Hin kes wisa diacibînin lê ez ji bergên qlasîk zêde heznakim. Yên Aramê bi gelemperî li ser fotrafan in. Lê bi ya min mirov nikare bêje”Egêêê fotrafekî tekane ye ha.”  Ez dibêjim qey di van pirtûkên dawî de Rênas Jiyan dest ji bergên Belkîyê kişandiye. Ji ber ku min çend bergên baş dît 🙂 Wêşanên JJ û DO vasat in. Yên Mihemed Uzun jî mirov nikare bêje xerab in.

  • 1- Çîroka Reşpoşan, Dana Fayêq / Peywend
  • 2- Hinara Dawî ya Dinyayê, Bextiyar Elî /Avesta
  • 3- Xaniyê Şîn, Tahir Taninha / Lîs
  • 4- Bêdengî û Çend Tiştên Din, Kawa Nemir / Lîs
  • 5- Piçek Jiyan Qetek Asîman, Fawaz Husên / Avesta

Derbar Rêvebir

Check Also

Sûleyman Çevik: Nûbihar Mîrata Medresan e

Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan …

Leave a Reply