Ev bajar li Bakurê Kurdistan ê dikebê.Niha di bin rêveberîya Tirkîye yê de li herêm a Rojhilat a Anatolîya de bicîh bûye. Ligor hinek çavkanîyan navê Mûş ê ji “mij”ê tê. Mûş di deştek fireh da bicîh bûye. Zivistanên wê sar heta ti bêjî, havînên wî jî germ heta ti bibêjî. Biharên wê bi şilî, payîzên wê jî bi bah sermayê derbas dibe. Li gor ast a behrê 1350 mîtro bilindtire. Li bakurê wî Erzirom, li rojhilat a wî Bilîs, li başurê wî Elih û Amed, li rojavayê wî jî Çewlik dikebê. Hejmar a mirovên Mûş ê jî bi tevahî nêzikî 450 hezar kes in. Ji vana nêzik sed hezarên wî li navend a bajêr, yên din jî li navçe û gundan dijîn. Tevî navçeya navendê 5 navçeyê wê 350 gûndê wê hene. Milazgir, Kop, Gimgim, Tîl, Dêrxas û navçeya Navend e. Bêdengîyên Mûş ê li Navend ê pirranî bi zimanê Tirkî, li navçeya Dêrxasê bi Erebî li navçeyê din û gundan jî bi Kurdî (zaravê Kurmancî) diaxivin. Bilî Gimgim ê hemû kes girêdayê mezheb a Sûnne ne. Li Gimgim ê cîh cîh Elewî hene.
Pirranî piştî salên 1990 î hejmarek zêde welatî ji sedemên aborî û sîyasî koçberî welatên rojavayê Tirkîyeyê bûne. Li ev bajarê derfetên aborî pirr kêm in. Cotkarî di asta xelasîyê deye li dijî wî xwedîkirina ajalên sermezin derfet ek pirr maqul dixwîye.
Li Bajarê Mûşê zanîngeh ek bi navê Alparslan ê di sala 2007 an de hatîye vekirin û 10 hezar xwendekar di beşên cûrbecûr de derfet a xwendinê ji xwere dibînin.
Li bajarê Mûşê jibo seyran û gerê hinek cîhên dîrokî hene. Ya herî navdar jî Pire ya Mûrad ê ya dîrokî ku di dem a Selçûklîyan de hatîye çêkirin e. Li Milazgir ê jî wuha cîhê dîrokî hene. Bilî van deveran jî bi taybetî jî li dor a çemê Mûradê jibo seyranê cîhê pirr xweş hene. Xwarinên Mûşê û govendên Mûş e ku li herêma xwe navdarin hene. Şahîyên Mûşê pirr bi kêf û coş derbas dibin. Bajarê Mûş ê nola hemûyê bajarên Kurdîstan ê xwedîyê çand û dîrok ek dewlemend e lê çi xêr ger bi dest dewletê ger bi sedem a teknolojîyê di cîhê van dewlemendîyan de tişt nemaye.
Slav li cimaetan haziran.
Mamoste Ayetullah Hasanoglu