Baba Tahirê Hemedanî (937-1010)

Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî naskirî bû û navê wî Tahir e. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baba ku hevwateya peyva pîr e ya ku bo rêberên olî dihat bi kar anîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li Hemedanê ji dayik bûbû û her li wê derê jî miribû. Wî bi zaraveya lurrî nivîsiye lê goranî jî zaniye û ew carna di helbestên xwe de tevlî zaraveya xwe kiriye.

Helbesta wî bi dildariya xudê û afrînerî pir e û bi pesindana ciwaniyê ku belge ye li ser hebûn û yekbûna afrînerî, xudêyî mişt e. Diyar dibe ku wî helbestên xwe bo Yarsaniyan nivîsîne û li nik wan wekî sirûd û stiran dihatin gotin.

Destnnivîsên Baba Tahirî ya dubetiyên wî di arşîfên cîhanî de hebûn (mîna Arşîfa neteweyî li Parîsê) û hindek rojhilatnasan ew di sedsala nozdeyê û bîstê de bi wergera wê bo zimanên xwe re, mîna îngilîzî û fransî û elmanî weşandibû.

Ev destnivîs 175 dubeyt in û ji aliyê Bexş Qulî Qerebaxî ve û li ser fermana Mehemed Paşayê Qaçarî li sala 1844-ê hatiye civandin. 600 dubeytî û 5 xezel û çend parçeyên din ji şîira Baba Tahirî di destnivîsa »Gulşen«ê de ya Mehemed Qazî kurê Mehemed Rezayê Mehcûrî di sala 1783-yê de hatine nivîsandin û ev destnivîs (E-12) di arşîfa Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî li Sant Petersburgê hilgirtî ye.

Destnivîseka Baba Tahirî di arşîfa Qonyeyê de di mezargeha Celaleddînî Romî de hatiye dîtin û ev destnivîs li sala 1444-ê hatiye nivîsandin. Berhemên Baba Tahirî wekî pirtûk ji aliyê Hisên Wehîd Destgurdî û bi pêşgotina Reşîd Yasemî û herweha ji aliyê Mehemed kurê Îbrahîmî ku bi Xetîbê Wezîrî jî têt nas kirin hatine belav kirin.

Çavkaniya zanyarî û wêneyî: Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
Amadekirin: Sidqî Hirorî/kulturname.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply