ziman

Adar, 2024

  • 14 Adar

    Sê cî

    Belesebeb negotine, sê cî hene ku Xwedê tu kesî nexe nav lepên wan. Yek jê nexweşxane. Dudo, qereqol û sêsê senayî. Ku tu kete nava lepên wan wê yek bide destê yekî. Merheba ji wer canik û camêrno. Serê sibê bo ku ez herim kar min amedikariya xwe kir. Gava dikevim rê, tiştê ez jê hez dikim vexwarina çayê ye. …

  • 13 Adar

    Tewere

    Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê  navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê. Anatomiya tewereyê Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane …

  • 12 Adar

    Belgenameyek

    Ev nivîsa Karlanê Çaçan ku em li jêr diweşînin di derbarê metranê ermenî Migirdiç Tîgranyan da ye ku di nîvê duwem yê sedsala 19an da li herêma Dîyarbekirê bi tîpên ermenî çend pirtûkên kurdî weşandiye. Ew di sala 1815an da hatiye dinê û kurdên herêmê ji nêzîk ve nas kiriye. Lêkolerê kurd Karlanê Çaçan dîyar dike ku wek mînak M. …

  • 11 Adar

    Meha Remezana Pîroz

      شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِي أُنْزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِنَ الْهُدَى وَالْفُرْقَان (185) البقرة Bawermendên birûmet! Yek ji wan nîmetê ku Xuda Teala ji me re bexşkirî, meha Remezana pîroz e. Meha Remezanê; meha îbadet, şefqet, merhemet û bexşê ye. Meheke pir bi xêr û bereket e. Qurana pîroz di vê mehê de daketiye, mirovahî di vê mehê de …

  • 11 Adar

    Çavdêriyên di Şibakê de

    Ya divê tu bêdeng bî, ya jî divê tu ji bêdengiyê xweşiktirîn gotinekê bibêjî.”   Pîsagor Nivîskar Serdar Komurcu di berhema xwe ya bi navê “Şibake” de mijarên rojane bi çavekî hûrgilî çîrokên xwe vehonaye, nivîskar piranî di zarokatiyê û xortaniyê de tiştên qewimîne bi zimanekî herêmî, bi vegotineke naturel û bi şêwazeke çavdêrîn tabloya çîrokên xwe ji me re rêz …

  • 10 Adar

    Sindoqa Pîroz

    Bêdewletîyê pişta me şikandîye. Çend hezar sal in nav û dengê me heye. War û welatê me, çand û hunera me, zar û zimanê me, bîr û bawerîyên me, dezge û desthilatên me hene. Lê dewleta me tune ye. Bi awayekî de facto, em haymatlos in. Bi wê xezebê ku, bêdewletbûna me jî ne fermî ye. Nav lê nehatîye kirin. …

  • 9 Adar

    55 sal li ser koça dawî ya Şêx Ehmed Barzanî re derbas dibin

    Piştî şehîdbûna Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed cihê wî girt û berdewamî da tevgera Barzan û xebata mirovatî û şoreşgerî Yek ji mezintirîn zana, hilgirê hizra mirovatiyê, niştimanperwer û jîngehparêz li Kurdistanê, Şêx Ehmed Barzanî ye. Şêx Ehmed Barzanî sala 1896 li devera Barzanî di malbateke Kurdperwer û navdar de ji dayik bû. Piştî şehîdbûna birayê wî yê mezin Şêx …

  • 8 Adar

    P s î k n a m e

    Helbestvan dişibine psîkan lê belê psîk naşibine helbestvanan Di temenê mirovan de demeke wiha tê, ne kesekî tu bi hêvî li bendê mayî, ne jî kesekî bi hêvî li benda te mayî dimîne. Ji wê demê û pê de, her tişt û her kes ne li dûr û ne jî li nêzî te ye. Dema mirov pîr dibe dişibe dareke …

  • 7 Adar

    Kurd û dîroknasî

    Di bin ronahiya zanyariyên jorîn de mirov dikare bibêje ku “divê dîroka kurdan a têkuz ji aliyê dewleteke kurdî ve bê nivîsandin; di pêvajoya dîroknivîsînê de divê hemû derfetên pêwist ên dewletê û yên navdewletî bên bikaranîn, desteyên lêkolîner û nivîskar bikaribin bigihêjin arşîvên li seranserî cîhanê û pisporên neteweyî-navneteweyî di heyama nivîsandinê de beşdar bin. Jixwe dîroka zanistî ya …

  • 6 Adar

    BABA TAHIRÊ HAMADANÎ (URYAN)

    Baba Tahirê Uryan kesayetekî kurd ê mezin e ku di sedsala 11an de jiyaye û bi raman, nerînên xwe yên mîstîk-felsefî, dubeytî û çarînên (rubayî/çarçiyan) mohra xwe li dîrokê daye. Helbestên xwe bi zaravayên Lûrî û Goranî yên Kurdî nivîsandine. Di heman serdema Siltanê Selçûqî Tugrul Bey de jiyaye. Di çavkaniyan de der barê jiyana wî de agahiyên têr nînin. …