Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Ziwan û Jîyan TV

Jîyan TV roja 21. adare de bi pîrozkerdişê roşanê newroze reyde senînîya xo vurna û bi kirmanckî dest bi weşanî kerd. No televîzyon xora mîyanê kategorîya televîzyonê kurdan de ca girewtêne. Bi ziwanê kurdkîya kurmanckî weşan kerdêne. Sedemê ke na katagorî de ca girewtêne, sey sazgehanê bînan, no televîzyon zî …

Read More »

Pirtûka Bişirîna Şermînî Nû de DERKET

Bişirîna Şermînî, cara yekem di sala 2003’yan de ji Weşanxaneya Aramê derçû. Piştî 13 salan, di nav weşanên Weşanxaneya Lîsê de, keysa çapa duyem dît û gihîşt ber destê xwedevanên Kurdî Bişirîna Şermînî, pirtûka duyem a çîrokan a Dilawer Zeraq e. Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, bala xwe biriye …

Read More »

Were Dotmam…

Were Dotmam Ji Haco axa re… Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit. Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re …

Read More »

Jiyana Ehmedê Xanê

EHMEDÊ XANÎ (1651-1707) yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e. Ji meqeleya Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan: Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye: Men çi gûyem wesfi an alîcenab Nîst pêxember welê dared …

Read More »

Pirsname – Aro Zargo

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Aro Zargo (Bi alikarî ya M.Samî Çinar) 1.Peyva ku herî jê hez dikî? Aro Zargo: Azadî ye; gelo ji wê baştir tiştek heye. Bêyî azadiyê her tişt wateya xwe wenda dike. 2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Aro Zargo: Ez hatime te bibînim/Xweşnav Tello …

Read More »

Çima Em Roja Dayikan Pîroz Dikin ?

Li gelek welatên cîhanê , her sal hefteya duyem roja yekşemê/ladê ya meha gulanê wek roja dayikan tê pîrozkirin ; di wê rojê de li ser girîngiya dayikan a di nav civak û jiyana mirovatiyê de tê sekinandin . Bi vî awayî di malbata mirovatiyê de cejneke hevpar a dayikan …

Read More »

Min dayka xwe re gêzî çinîn

Ez dema gund zarok bûm diçûme ber pez, îjar rojekî ez ji malê xeyîdîbûm, dema ez li mal dixeyîdim min hêrsa xwe û hemû weca xwe ser dayîka xwe ya belengaz de dirijand, ew çendek bû ez ingirî bûm xêncî min kes pişkêrî jî tunebû ku here ber pez, lingê …

Read More »

Zimanê Zikmakî û Roja Dayikan

Wek tê zanîn gelê Kurd ev demek dirêje bê dewlet e. Lê dîsa jî bi sax û selametî zimanê Kurdî hetanî vê rojê ser piya maye. Gelo zimanê Kurdî çawa bê dewlet û bi kîjan sedeman hetanî vê rojê li ser piya maye ? Em dikarin hinek sedeman wisa diyar …

Read More »

Dayik Jiyan e

     Çîrokek heye. Nizanim hun leqayê wê hatine yan na? Çîrok di navbera jinikek a çavekî wê kor û kurê wê da derbas dibe. Kurik ji ber ku diya wî bi çavekî ye jê aciz dibe, jê şerm dike û bîzê wî ji diya wî diçe. Naxwaze ku hevalên …

Read More »

Dayik

Zîndiyek ku di malzaroka xwe de zindîyek dî neh mehan dihewîne û ji boy wê çendîn barek giran be jî tu car jê acizîyê nake.  Belê, ew zindî dayik e… Jiyana mirovan de ji dayikê pêşdetir tu heyinî tune ye. Dayik ji bilî erke xwe ê dayikatîyê di heman demê …

Read More »