Çima Em Roja Dayikan Pîroz Dikin ?

Li gelek welatên cîhanê , her sal hefteya duyem roja yekşemê/ladê ya meha gulanê wek roja dayikan tê pîrozkirin ; di wê rojê de li ser girîngiya dayikan a di nav civak û jiyana mirovatiyê de tê sekinandin . Bi vî awayî di malbata mirovatiyê de cejneke hevpar a dayikan derketiye holê.

Avakara ewil a vê kevneşopiyê/ tradîsyonê li gorî daneyên googleyê keçeke ciwan û dilzîz a bi navê Jarvîs e. Jarvîs , li bajarê Philadelphiaya Emerîkayê dijiya û ew keçik ne ji malbateke zengînê wisa bû . Di sala 1960î de dema diya wê dimire , dinya wê xirab dibe . Ji wê kirî ku piştî mirina diya wê, pergela cîhanê dê tevde serûbinê hev bibe. Keça ciwan nikare xwe ji wan ramanên nezelal û xumam rizgar bike. Salekî bi temamî jiyana wê bi xemgînî derbas dibe . Diya wê Roja 6ê Gulana sala 1960î miri bû . Jarvîs di 6ê Meha Gulanê sala 1907an hemû hevalên xwe yên nêz/pêş li hev dicivîne û diya xwe bi bîr tîne , ji hevalên xwe re teklîfê dike ku bila her sal 6ê gulanê wek roja pîrozkirina diya wê be . Hevalên wê vê teklîfê qebûl dikin . Hewildana israrkar a Jarvîsê di wê mintiqeyê de encam dide û her sal meha gulanê meha roja yekşema hefteya duduyan wek roja dayikan tê pejirandin/qebûlkirin. Ev tradîsyon di nav demeke kurt de digihîje alîgirekî berfireh / girseyeke mezin.

Parêzerê/waliyê Teksasê di sala 1912an de rengekî fermî dide vê kevneşopiyê . Ev kevneşopî di demeke kurt de , pêşî li hemû eyaletên Emerîkayê piştre li hemû Ewropayê û Rojhilata Dûr/Asyaya Dûr belav dibe. Bi vî awayî bi hewildana keçeke dilzîz piştî 20 salî li gelek welatên cîhanê ev dibe wek kevneşopiyeke cîhanê .

Piştî ewqas agahiyan ka em binihêrin û fêm bikin bê ka dayik çi kes û çi tişt û li kûderê ye? Dayik : Hevjîn û heskir , dê û xweh , jinap û jinxal , xaltik û metik …û bi kurtasî jêdera mirovatiyê ye. Ango mirov bibêje dayik gerdûn e û gerdûn dayik e û her du bi hev re dibin jiyan rastir e . Ji ber ku yek bê yekê nabe .

Grace Steton Thompson gotiye : ” Diya min li her derê ye , di rûpelên pirtûkekê de ye, di nav xwarina ku em dixwine de ye , di nav bahoza çolîstanê de ye, di cewhera ku roj diçe ava de ye, di ronahiya krîstala heyva çardeşevî de , di tavzerîqa rojavêtinê de ye . ” Ev jî dide nîşandan ku ew li her derê ye. Ji ber ku ew evîn e, hewcedarî ye.

Peyxemberê me Hz Muhammed ( ( s.x.l ) gotiye : ” Ji dê û bavên xwe re başiyê û qenciyê bikin ku zarokên we jî , ji we re sernerm û hûrmetkar bin . ” û di yeka din de gotiye : ” Bihûşt di bin piyên diya mirov de ye .

Îcar ku em jiyaneke bextewar li vê dinyayê û li wê dinyayê bixwazin : Divê mirov ji dê û bavên xwe re hûrmetkar be. Li wan xwedî derkeve. Ne tenê di roja dayikan de mirov ji dayika xwe re baş be. Divê di xweşiyê û nexweşiyê de mirov her tim piştevanê wan be û qîmetê bide wan . Nexwe tenê rojekê be , qîmêta wê rojê jî tune ye . Divê ciyên dayikan di nav dilên zarokên wan de be.

Bi vê hincetan roja dayikan di serî de li dayikên me Kurdistanê yên gelek êş û azar kişandine û li hemû dayikên cîhanê pîroz dikim !

Dilovan Altuboga

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo divê ku em her tiştên ku zarok dixwaze bikirin?

Ger em her tiştê ku ew dixwaze bidin zarokê xwe, em ê xêrê jê re …

Leave a Reply