Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Xwendekara Kurd li TEOGê de bû yekemîn

Xwendekareke ji bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê di imtîhana giştî ya lîseyan de li Tirkiyê bû yekemîn. Suheyla Dilek (14) ku îsal dibistana seretayî xilas kir û kete imtîhana lîseyan (TEOG) bersiva hemû pirsan rast da. Ji milyonek û 200 hezarî bêhtir xwendekar beşdarî imtîhana TEOGê dibin da ku bikevine …

Read More »

Taybetmendiyên Bawermendan

Taybetmendiyên Bawermendan – Hew ji Xwedê ditirsin û xwe jê diparêzin. – Hew ji Xwedê re îbadetê dikin. – Xwedê di ser her tiştî re digirin. – Ji Xwedê pê ve li tu îlahan nagerin. – Kesî nakin hevparê Xwedê. – Bêguman bawerdikin. – Zanin her tişt ji Xwedê ye. …

Read More »

Baweriya Bi Sondê

Ciwanên Hêja! Di Çanda Kurdî de demekê têgeha baweriya bi sondê gelek xurt bûye, xasma jî di nêv çînda oldaran de sond pir hatiye bikaranîn. Ev hawe jî dibe ku ji Fiqha Îslamê katibe nava Kurdan, lewra ji bo ku gelşek bihata çareserkirin, dadmend giringî dida ser du tiştan, yek …

Read More »

“Boxeyê Birîvayê” ya Evdo Şêxo Derket

Di berhevoka nivîsên pexşanî ya li jêr navê “Boxeyê Birîvayê” de, nivîskarê ciwan Evdo Şêxo hewl dide ku êş û hestên xwe bi zimanekî biwêjî û dilrevîn di pîyaleya wêjeya Kurdî ya nûjen de ro bike. Nivîsên ku giranîyê didin vegotina bîsteka dilsoj a janê; meşka rabihurî, îroroj û siberoja …

Read More »

Şêxadî (1075-1162)

Navê wî yê ew pitir pê têt nas kirin Adî kurê Musafirî ye û bi Şêx Adî Hekarî (Şêx Adî kurdî, Şêx Hadî) jî hatiye bi nav kirin. Ew yek e ji rêberên rûhanî yên êzdiyan yên herî bi bandor û wî reform di êzdîtiyê de kirin. Dîtinên cuda li ser …

Read More »

Kebaba Balîcanan

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 6 kesan *Balîcan (ên gir û dirêj): 1,5 kîlo *Goşt: 1,5 kîlo *Firingî: 1 kg *Îsotên hêşîn: Nîv kîlo *Îsota reş: Piçek *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA KEBABA BALÎCANA Balîcanên xwe bişon, bi qasî 3 santîman wan qet bikin. Goştê xwe yê ku ji bo kebaba …

Read More »

Rexneya Pirtûka Hopo – 4

             Di Romanê de Dem             Roman bi giştî salên 1940 î û şûn de jiyana ku hatiye jiyîn parve dike. Beriya şerê Weteniyê û berfirehtir piştî şerê weteniyê(1941-1945) bûyer tê vegotin. Dem carinan dibe bihar, carinan dibe payîz, carinan dibe zivistan û dikeve nav …

Read More »

Pêkenok

Rojekî axayê gundekî û xulamê xwe ji gund tên ku herin bajêr. Her du dikevine rê. Hem ber bi bajar ve diçin û hem jî bi hev re diaxifin. Demekî wuha rê de diçin. Axa ji xulamê xwe re dibêje: “Ez pirr westîyam” û di bin sîya darekê de rudinên. …

Read More »