Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hunera Parastina Şerê Nêzîk

Wîng-Chun, hunera parastina şerê nêzîk yê Başûrê Çînê ye. Di vê hunera şerê parastinê da rê û rêgezên êrîşkirin û parastinê nîn in. Bo nimûne, di boks û tekvando û hinek hunerên şer yên din da rê û rêgezên êrîşkirinê hene, lê di Wîng-Chunê da tiştekî wisa nîn e. Di …

Read More »

Gelo Çanda Me De Xwarinê Tazîyeyê Heye?

Nofelî, gundekî Wêranşarê ye. Gundîyan qerar daye ku di tazîyeyê de xwarin nedin. Ez dibêjim ev qerarekî gelek baş e. Înşalah li Diyarbekira me jî ev edet rabe. Çimkî mesrefa xwarina tazîyeyê pişt li xwedîyê mirî dişkêne. De wisa hesab bikin, ji malbatê yek diçe rehmetê; mesrefê definkirinê heye. Dû …

Read More »

Nêçir û Nêçirvan

Heke xelet nebim li berê pênc salan bûyerek ecêb hatîbû serê me.  Belê gava ku ev bûyera hatî serê me ez û hevalê min Zirtû bi hev re bûn. Zirtû di nav hevalên min da ê herî baş bû. Nizanim çima ji bo min wisa bû dibe ku wî ez …

Read More »

SERENCAMA RÊWÎTÎYEKÊ

Em, berîya her tiştî dikarin bibêjin di romanên Kurdî da piranî li ser çi tê sekinandin û bo hêjayîya berhemê kîjan mijar û armanc wek pîvan têne hesibandin. Belê, di romanên Kurdî da mijar bi piranî dîrok, hestên evîndarîyê, çand û folklora kurdan, pêşeroj, dem çawa tê û diçe bi …

Read More »

MISTEFA BEGÊ KURDÎ Û ŞEŞ HELBESTÊN WÎ

Navê wî Mistefa Begê kurê Meḥmud Begê Sa‘hêbqiran e. Saḥêbqran navê malbateka dêrîn û kevnê Rojhelata Kurdistanê ye. Mistefa Beg di sala 1782yê mîladî de li Qereçolanîya paytextê Babanîyan li bajarê Silêmanî hatîye dunyayê. Di pênc saliyê xwe de çûye ḥucra mizgefta Ḥacî Xan û li Silêmaniyê dest bi xwendina …

Read More »

Zeyno:Armanca min qeydkirina xwarinên Kurdistanê ye

Mihendisa xwarinan Zeyno zêdetir ji 3 sala ye derbarê kultura xwarinên kurdî lêkolînan dike û nivîsan di biloga xwe ya bi navê Nanoziko belav dike. Di biloga xwe da bersivên pirsên weke “Kîjan xwarin çawa çê dibe? Di kîjan demsalê da divê kîjan xwarin bên xwarin? Xwarin û şêrînîyên kevn …

Read More »

Êzdîtî

Êzdîtî oleka xwedênas e û di nav kurdan de kevnar e û heta zimanê qewl û sebeqên olê jî bi kurdî ne . Gelek lêkolînvan reh û rîşalên wê vedigerînin bo serdemê manî û zerdeştiyan û belkî kevintir jî. Elemnetine hene di êzdîtiyê de ku ew di misilmantî û filetiyê …

Read More »

Webala Tajdo – Çîrok

Gundê Hêlînê çar aliyê wî bi çiya ve dorpêçkiriye. Gûndeki pir mezin nîne. Ji çend taxan pêk te. Taxa nava gund navenda dîtina gundiya ye. Gundiyên Helînê di nav xwe de jiyanekî bi kêf û coş avakirine. Dema ku dive zivistan li wir jiyan jî reng di guherîne. Hemu gundî …

Read More »

Faydeyên Komên Xwendinê Çi ne? [3 Pirs -3 Bersiv]

Me ser xwendin û komên xwendinê bi Ayetullah Badikî re 3 pirs- 3 bersiv kirin. Keremkin 1. Hûn demeke dirêj e ku ser koma xwendinê dixebitin. Gelo faydeya komên xwendinê çi ne? Feydeya komên xwendinê ew e ku endamên komê bi awayekî bernameyî û bi disîplîn xwendinan dikin. Dema pirtûkên …

Read More »