Zeyno:Armanca min qeydkirina xwarinên Kurdistanê ye

Mihendisa xwarinan Zeyno zêdetir ji 3 sala ye derbarê kultura xwarinên kurdî lêkolînan dike û nivîsan di biloga xwe ya bi navê Nanoziko belav dike. Di biloga xwe da bersivên pirsên weke “Kîjan xwarin çawa çê dibe? Di kîjan demsalê da divê kîjan xwarin bên xwarin? Xwarin û şêrînîyên kevn ê kurdan çi ne?…. “ hemûyan daye û  ew ji xwe ra dibêje: “Kî me ez? Ez kevanîya mala xwe, jinek jêhatî û ‘food engineer’eke zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim, dibînim, dilê min dibijê heya destê min tê bi we re parve bikim.”

Di hevpeyvîneka kurt da Zeynoyê bersiva hin pirsên me dide û wiha behsa xebata xwe dike: “Armanca min û xeyala min jî ew e ez kultura xwarinên her çar parçeyên Kurdistanê nas bikim û qeyd bikim. Li ser wan tiştan binivîsîm.”

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

One comment

  1. Endizyara hêja di karê xwe de pir serkeftiye ji ber vê yekê jî karê pîroz e.

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *