Tiştanok-4

 

  1. Qemçik e, sed gilover pê ve ne.
  2. Kevçiya tewq, bi diwarê ve zelîqiye.
  3. Di her sofrê de xwarina nexweşa.
  4. Di destê zengîn de, li ser zimanê feqîr.
  5. Mirov jê xiret digre, ji nezanan re hindik, mezin dibêje yê biçûk gohdar dike.
  6. Boç heye ne hesp e, baskê wê heye ne çûk e.
  7. Derê wê heye bê hundir e, bi pihna lê didin lê bê sûc e.
  8. Doxtor da, min vexwar ez pê zû rehet bûm.
  9. Çav ji komir, poz gizêr, serma dicemidîne, germahî dihelîne.
  10. Bi deva hêzingê dixwe, di dûkêşê de dû diçe.

    Amadekar: Paşa Amedî

———————————————————————————–

Bersiv: 1- Trî, 2- Guh, 3- Şorbe, 4- Pere, 5- Şîret, 6-Masî, 7- Gog, 8- Derman, 9- Berfemêr, 10- Sobe

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *