Evînek Qurçimandî

‘’ Ji bo evînên bê mirad û bimerez’’

Kalê tevî ku temenê wî  bi ser notî ketibû lê hîn û hîn dilê wî ji dilê mirovên çardeh salî xweştir diavêt. Li ser xwe bû û tike tik ji ber linga dihat. Debara wî bê kar û xebat ne dihat. Wî karek ji binê erdê derxista dê ewê ji xwe re karek peyda bikira. Ar û av disekinî Kalê nedisekinî. Mîna pilo bû. Gelekî xwîn sivik bû.

Kalê cardin wek her gav tebata wî ji ber betaliyê nedihat. Rojek ji rojên payizê bû. Dinya ne zêde germ û ne zêde sar bû. Hema têhna germahiya rojê li xweşa mirova diçû. Kalê di navrojê de bi dengekî bangî hevjîna xwe Sarê kir.

Kalê:

-Sarê kanî rahêje semawer, çay û şekirê xwe em hilmekê biçin nava erdê xwe. Hem emê hinekî pê behna xwe derxin di nava wê payizxêrê dinava wê zirçinê de û hem jî emê dora darê xwe wan mer bidin.

Sarê:

-Merev destê xwe deynê ser êgir wê tebatî hebe lê ji ber bêkariyê;  sekn û tebata te nabe.

Kalê:

-Çima tu xwe wanî aciz dike kevaniya min stûna mala min. Ger tu  zêde aciz bibe dê emê necin bila bimîne. Erd û malê dinyê tevde kûçikê devê deryê te be.

Sarê:

-Ez ji kar ne acizim lê ez ji bo te divêm hinekî li rehetiya canê xwe binêre.

Bi vê axaftinê re Sarê rabû  çay, şekir, semawer, qedehê xwe da hevdu û xist hindirê zembîla ji darên xosa ku sorî hinekirî mîna kezyên bûka li hev hatiye pêçandin.

Kalê û hevjîna xwe Sarê tên nava erd û derdora darê xwe mer didin. Beriya ku dest bi karê nav erd bikin semawerê xwe vêxistin û çaya xwe dan ser. Dixan mîna dixana trênê bi ser erd ket. Bayê hênik bayê payizê li dixana agir dixist û dixan mîna marên ku rabe raqsê vir de û wir de diçû û dihat. Ava di semawer de bu pilqe pilqa wê di semawerde mîna piqilkên barana baharê piqil dida. Kalê çû ser semawer sekinî û gazî hevsera xwe kir .

Kalê:

-Lê Sarêêê  gazî gaziya vî semaweriyê, ava têde di ser hev de diqelibe kanî çay li kuderê ye ez çayê bavêjim semawer.

Sarê:

-Dev jê biger vaye ez hatim. Ezê serast bikem.

Kalê cardin çû nava darên xwe û hevjîna wî Sarê li dora semawer çû û hat. Çaya xwe amade dikir. Di wê navberê de refek ji komên asayîşê hatin nêzî wan bûn. Çek di destê wan de bi ken û henek hatin nêzî wan bûn. Dê kesên li wan temaşe bikrana wê bi gotina ev komên han ne dibin çekandene; bi kincên şahiyê diçin govend û dîlanê. Devê wan ji ken nedihat ser hev.

Ji komê yekî gazî Kalê kir û ji Kalê re got qewet be xalo. Li ser vê yekê Kalê sere xwe rakir û wan bersivand.

Kalê:

-Wey Çekoyê Remo tu ye rehma Xwedê li dê û bavê we tev de be. Xwedê miradê we tevda bike. Xêre hûn mîna keriyê şêra bi terqa hev ketine?

Çekoyê Remo:

-Xalê Kalê wek ku tu jî dizanî em derketine dewriyê ji bo em gelê xwe û xaka xwe ji hov û ne mirovan bi parêzin.

Kalê:

-Xwedê we star bike. De kanî tu û hevalên xwe tevde werin em çayê vexwûn. Waye xalojna te Sarê jî çay pêda kiriye.

Çekoyê Remo:

-Na xalo mala te ava. Divê em biçin sekn û tebatî bi kêr me nayê.

Kalê:

-Xwarzê tu rast dibêjî lê  ez gelekî dixwazim ji dil û can ku tu û hevalên xwe werin çayik min vexwûn.

Li ser vê gotina Kalê yekî ji wan, ev daxwaz paşde venegerandin, hatin ba Kalê û hevsera wî Sarê rûniştin. Kalê çû wan pêşwazî kir. Jixwe xwiya gelê heremê ye dema ku li derve nanê xwe dixwûn hisabê mîvanên bê wext dikin. Ji ber vê yekê xwarin û firaxên zêde bi xwe re tînin. Kalê jî çû wan qedehên zêde anîbûn ji zembîlê derxist û anî ba endamên asayîşê danî. Kalê yeko yek ji wan pirsî kom ji şeş kesan pêk dihat.

Kalê:

-Ev yek jê  Çekoyê Remo ye.  Ev jî Dilbirînê Biro ye ez wan nas dikim gundiyê me ne. Lê ev her çar camêrên din min wan nasnekir. Gelo ew çi kesin ji kuderê ne.

Li ser vê pirsa Kalê;  Çekoyê Remo bersivand:

Çekoyê Remo:

-Ev camêr ji Rojhilat e, ev yê din ji Başûr e yê din jî Kurdê Qafqase ev yê hanê jî ji  Bakur e. Yanî  Serxetiye.

Dema wisa yeko yek hatin naskirin Kalê destê xwe maçî kir û danî erdê û paş re danî ser enya xwe û got:

– Xwedêyooo! Ji erd heyanî bi ezman mala te ava şabaş ji te re û rehma te re. Îro ev yek jî çavê min dît mirin emrê te ye ser sera û ser çavan. Emrê te xweş û şêrîn e.

Ji hêlekê ev gotinên Kalê li xweşa endamên asayîşê çû û li hêlekê jî gelekî bala wan kişand û Kurdê Qefqasî ji Kalê pirsî:

Kurdê Qefqasî:

-Çima te wisa got xalo ? Xwûya ye hindirê te jî tije ye.

Li ser vê axaftinê Dilbirînê Biro ket navberê û got:

Dilbirînê Biro:

-Me van hevalana bi Kalê da naskirin de beriya ku peyv hîn zêdetir germ bibe em Kalê jî bi van hevalana bi naskirin bidin.

-Em ji Xalê Xelîl re dibêjin Kalê. Di nava gundê me de gelek ciwan navê wî yê rastîn nizanin ku Xelîl e. Ji ber ku temenê wî gelek mezin bûye û hem bi gotina temen mezinbûnê û hem jî ji ber rêzdarî û hezkirinê bi gotina kalo yanî bapîr re ji Xalê Xelîl re hatiye gotin Kalê. Ew di dema xwe de kolberekî (kaçaxçî) zor û yeman bû. Hem li bakûr û hem jî li başûr bi çavên serê xwe serhildanên Kurda dîtiye. Gelek çîrok û çîrvanokên wî serpêhatiyê wî hene. Heyanî ku em çayê vexwûn bila ji me re behsa hin serpêhatiyan jî bike. Birastî ez gelekî ji serpêhatiyên bav û kala hez dikim.

Li ser vê yekê tevda hevalên din jî ev yek pejirandin.

Kalê:

-Gelî xwarz û birazyan hûn jî pê dizanin welatê me welatê Kurda mîna daristanekê ye  û em Kurd jî mîna dar û deviyên di nava daristanê de her hinek bi hawakî pir hindik ku şûna devê dehs û biviran ne lê be tune ye. Herkes bi hawakî derb xwarine û birîndar bûne. Wek we jî di despêkê de got ku xûya ye hindirê xalo tije ye.

-Ev yek gelekî rast û bi serê xwe ye. Dibîne tûrê herkesî de kevir heye û dixwazin ku keviran ji binê tûr derxin û bi vir virînin.  Hema bala xwe bidinê Kurd ji kê re xizmet kirine di dawiyê de zilm li wan kirine û qet rûmet nedane me Kurda.

-Kurd di ber Tirk, Ereb, Farisan hetanî di ber Rûs, Ermenî û Ezeriyan de hatin kuştin lê ji ber tofan û rûreşiya Helepçê, Enfal û komkujiyên hwd. xelas nebûn. Îro cardin ciwanên me tên kûştin lê di ber gelê xwe de û li ser xaka xwe tên kûştin ev di dîroka me Kurda de ev cara yekem e.

-Kurdên  Binxetê ango Rojava li kîderê û Kurdên Qefaqas û Rojhilat li kîderê îro ji her çar hêlên welêt ciwan xwe feda dikin ji bo xaka Rojava.

Piştî Kalê ku ev gotinana ji kezeba şewat axivî û pêve hevjîna wî Sarê çay serast kir; semawer, çeydan û qedehên çayê anî ba wan.

Kalê xwe xweş kir ku ji ciwanan re çayê têxe qedeha û pêş wan bike lê ciwanan ev  yek nehiştin. Ciwanan ji hev re çay dagirtin û çaya xwe vexwarin.

Piştî çay hat belav kirin û pêve Kalê dest bi axaftinê kir.

Kalê:

-Gelî camêran beriya mîna şûrê tûj kû dil û hinavê me bi qelêşe; berîya ku têlên bi dirik û mayin welatê me ji hev perçe bike em her tim diçûn bakur û başûr dihatin. Em her gav li dawet û şahiyên hev û  me li serê govenda desmal dihejand. Li bin konên sersaxiyê me êş û kulê xwe bi hev re par vedikir.

– Dan û stendinên me di nav hevûdu de bû. Em diçûn şevbihêrkên hev; heyanî nîvê şevê em li civata hev rudiniştin. Bêhna qehwê mîna bêhna bixûr û lewenta belav dibû li der dorê. Dengbêj dengê wan di nava şevên tarî de zîz û lal dibû. Millet mîna perperîkên li dora lokizan kom bibe li odeyên ku ji nîvanan tîje dibû li hev kom dibûn.

-Hemî kesî hevûdû nas dikirin û birakên hev bûn. Piştî têlên bidirik û mayin ketin navbera me em ji hevûdû dûr ketin. Her çiqasî têl û mayîn ketin navbera me jî lê cardin tev li wan mayin û têlên bidirik em diçûn û dihatin ba hevûdû. Di vê rewşê de gelek kes hatin kuştin û laşên wan di nava mayinan de bû xwarna ajalên kovî,  kûçik, rovî, keftar, gûran  wan bi qîl û diranên xwe perçe perçe kirin.

-Ez bi xwe diçûm bakur û dihatim. Bi taybetî ez diçûm Newala Xursê. Newala Xursê li bakur navê newalekê ye û ji diwazde gundan pêk ve tê. Li wê derê ji Gundê Xursê ji Xursa Navê ez û Cemîl birakên hevbûn. Me gelekî ji hev hez dikir û em diçûn û dihatin ba hev. Bi hefta bi meha em li malên hev diman. Çi derdê me; xwestek û hêvyên me hebûna me bi hev re par vedikir. Lê mixabin ew jî di nava mayinan de hat kuştin.

Hîn Kalê wisa diaxivî Çekoyê Remo xwe avêt ber peyva Kalê:

Çekoyê Remo:

-Kalê çawa hat kuştin ji kerema xwe re ji me re behs bike.

Kalê bikul û birîn serê xwe hejand, çavên wî xewr bûn.  Mîna  kesên ku ji serî çav be û û bibe ling wîsa her du çavên wî melûl bûn û tije hêsir bûn. Lêv lê ricifî û ji ser lêvên wî xembarî mîna ava şîpan herikî. Keserek kûr kişand. Kalê:

-Belê birazyê ezê çîroka wî ji we re bibêjim. Ez jî dixwazim ji kesên wek we re behs bikim ji bo ku ev êş bê parve kirin bi vê parvekirinê neyê ji bîr kirin ji bo ku çardin ev sosret bi serên gelên me neyên. Ev bar ji ser milên me bê rakirin û birînên me jî bên derman kirin.

Kalê mîna mirovên ku berên wan têkeve rêyek kûr û dûr xwe bera nava çîroka xwe ya bi êş û kûl dike:

Rojek ji rojên heyva gulanê bû. Çîya û banî erd û asman, xweza bi reng û ruyên gula geş bibû. Mîna  xêlya ser rûyê bûka bedew bû.  Cardin tevda kolberan berê  xwe dabûn hevdû ji bo ku barê xwe yê kolberiyê daxin xeta Firensewî ( Binxetê-Rojava).

Cemîl ketibû nava fikara gelo ew jî barê xwe yê  kolberiyê daxe Binxetê an danexe. Eger ku biçe gûman hebû ku bê kuştin ji sedî not. Lê eger ku barê xwe danexe Binxetê jî heye ku xwestiya wî damara dil û ronahiya çavê wî  Lem’a ji dest wî biçe; malbata Lem’a lê dev biguhere û bifekisînin.

Ji ber bedewbûna Lem’a gelek xwazgîniyên wê hebûn. Lê ji berê ew jî dildarê Cemîl bû her çiqasî Cemîl rewşa wî ya aborî nebaş bû xizan bû û di heman demê de jî dinava xwazgînyê wê de kesên dewlemend jî hebûn lê ewê jî li ser Cemîl biryar dabû. Cemîl di dilde bibû tîrêjên berbangêya  ronkayiya rojê.

Beriya ku Cemîl birêkeve  Cemîl diçe ba dergîstiya xwe û jê xatir dixwaze ji bo şevtirek din wê bi rêkeve biçe binxetê ji bona ku zanibe tu xwestekên wê yên taybet heye an na?

Dema Cemîl diçe ba Lem’a; Lem’a berê xwe jê dizîvirîne û rû nade Cemîl. Li ser vê yekê Cemîl bangî Lem’a dike:

Cemîl:

-Çima tu poz bi min naxe? Ez ne dijminê te û xêrnexwazê te me. Ez dergîstiyê te me. Hezkirî û dilxwazê te me.

Lem’a:

-Eger tu hez kirî û evîndarê min bûya te min dinava tirs û xofê de nedihişt. Te dev ji min ber nedida, tê li min xwedî derketa.

Cemîl:

-Dev ji berdana te li hêlekê tu mala min agir berdê û tê de ez bêm şewitandin ez ji te re nabêjim çima tu wisa dikî jî. De kanî ji min re bêje kanî ev galgal û gotinên tu ji min re dibêje sedem çiye?

Lem’a:

-Ev gotinên ku ez ji te re dibêjim ne ji ber xwe ve dibêjim. Eger ku te ji min hez bikra û ku tu naxwazî ez dinava şewt û janê de bilîzim te berê xwe nedida nava mayina û mirinê. De kanî ji min re bibê je qeyn tu nizane ku tu here Binxetê gûman gelek zêde heye ku tê bê kuştin. Ev yek ne bese ku ez li hember te bêzarbim? Eger ku tiştek bi te bê qeyn tu nizane ezê li ser rukarê dinyayê bê zar û ziman bim. Eger ku tu ji min hez dikî û tu naxwaze ez ji kesek din re bibim yar were meçe Binxetê.

Li ser vê peyva Lem’a , Cemîl ifinek jê hat mîna bayê ber meşke. Cemîl; dergistiya wî bi galgal û gotinên xwe behna lê çiqandî û agirê bi dilê wî xistiye;  xwest bi dixana cixarê û bi agrê cixarê agirê dilê xwe sivik bike û behna xwe bide û bîstîne, qutya xwe ya tutinê ji bêrîka xwe derxist cîxareyek sitûr pêça; xwest ku bi çeqmaqê xwe yê mixtara çixarê vêxe. Çiqasî  jenand ne jenand çeqmaqê wî vê neket li ser vê yekê bu niçe niça wî û çeqmaqê xwe bera bêrîka xwe da cixara pêçayî jî xist qutya tutinê.

Cemîl:

-Lem’a hew ji te ez bi eşqa dilê xwe diçim bi vê oxirê. Çûna min ya ez diçim ji bo xatrê çavên te yên reşî belek e. Eva du sal bûye tu dergistiya min î.  Ji ber xizaniyê ez ne dikarim kar û bira te bikim û ne dikarim qelenê te bidim. Ev yek tu nizane ku çiqasî canê min diêşîne. Eger ku ez cilika bênamusiyê bidim serê xwe û sibehînê yekî şîr heram çav qehpik dev bavêje te yan jî malbata te me bifekisîne nişana me xera bike ezê çibikim? Wê gavê mirin jî ji bo min hindike.

Lem’a:

-Eger ku Xwedê neke tiştek bê serê te bê wê çûn û ne çûna te ji çire be. Eger ku tu ji bo min wisa dike tu kîja welatî bêje ezê bêm bi te re. Bila bi tenê evîna me ne qurçime. Kanîya miradê me ziha nebe. Ez dikevim dexlê Xwedê xwe davêjim dexlê te qe tu bahara dile me ne ke zivistana reş û tarî. Bila canê min ji te re bibe gorî.

Tirs û xof êş û kûl di dilê Lem’a de mîna eytûnê gûr bû. Ew tirs û xof û êş û kûl di her dû çavên Lem’a de mîna çemên Dîcle û Feratê ku bi ser axa birîndar axa Kurdistanê diherîke bû lehiya rondikan û xwe ji  çavên wê bi ser hinarkên rûyê wê ve serberjêr kirin.

Dema Cemîl çav li halê Lem’a kir nema dizanî bû çi bikira dil û hinav lê bibû şûşe, xembariya dilê Lem’a bibû kevir hinav û dilê Cemîl mîna xwê hûr hûrî kir. Cemîl ketibû navbera Xelîl û Celîl. Ne dixwest Lem’a biêşe û mecbur bû ku biçe Binxetê ji bo kar û bira dawetê bi ser hevde.

Cemîl :

-Lem’a hez kirin mîna mirinê carekê bi tenê bi serê mirov ve tê. Îro ev yek bi serê min ve hatiye. Çi dibe bila bibe tu dixwaze bila ez canê xwe li ser kim divê hezkirîya min bi xêlî û çepik ji mala bavê xwe derkeve. Bila xêlîya bûkanîyê û lîlandina daweta di dilê te de nemine.

– Lem’a ez diçim û bila hêsir ji çavên te nekeve ser erdê. Tu baş bizani be her rondikek ku ji çavên te dibare mîna derbên tifinka di bedena min de bifire barandina hêsrên çavên te min behtir diêşîne. Qet xemê nexwe Xwedê heye xem tune ye.

Lem’a :

-Ez çi bêjim û nebêjim tê bi a xwe bike. De here oxra te a xêrê be destê Baz Şêx Evdilqadir û Siltanê Ewlîya Siltan Şêxmus li pişta te be.

Li ser vê qise kirinê dengê Lem’a li hev geriya û bi lez berê xwe da malê.

Cemîl jî bi kerb û hêrs ji gundê Elîpaşa berê xwe da Xursa Navê bi berjor ve hilkişiya. Cemîl mîna sews û gêja nema dizanibû çawa dimeşe. Bi dilekî şikestî û fikar hat mala xwe ji bo ku haziriya xwe bike.

Dema Cemîl tê mal haziriya xwe dikin ji bo ku şevek din bi rêkeve. Qasîd tê ba Cemîl ku rêjber ne hazire ji bo ku ji wan re bi be rêber. Sefera Cemîl dû roj  paş ve ket.

Cemîl li hespê xwe yê kûmêt dêl hinekirî siwar dibe  û berê xwe dide dehlê ba dêya xwe Dirê. Dirê dinava gundiya de bi bernavka  I’caca dihate naskirin. Dirê jinek hûrik û reşik bû. Lê beramberî vê yekê gelekî jêhatî û li ser xwe bû. Ji ber vê yekê der dorê tevde wê bi navê I’caca ango icacok yanî babîsork dihate hildanîn. Gelekî çalak jîr û jêhatî bû.

Dirê di nava dehla xwe de gihayên di nava tûtinê de şîn hatibû diçinî û di ber de jî avdana tûtinê dikir. Dema siya Cemîl bi ser Dirê dikeve Dirê serê xwe radike dibîne Cemîlê kurê wê li ser sera sekinîye.

Cemîl :

-Yadê qewet be ji te re tu çi dike?

Dirê:

-Xwedê te bihêle lawkê min. Tu dibîne ez avdanê dikim.

Cemîl :

-Îro ne zûbû ji bo avdanê?

Dirê:

-Na lawkê min îro dema avdana wê ye dinya zêde germ e. Eger neyê avdan wê tûtin li ber tavê bi şewite û bi serî de. Dev ji min berde gelo te çawa kir. Te barê xwe serast kir ji bo ku tu biçe Binxetê.

Cemîl:

-Welehîn yadê min xwe amade kir ji bo ku ez birêkevim lê mixabin qasid ji me re hat ku rêjberê me nexweş ketiye çend roj bi paş ket çûna barê me.

Dirê:

-Kurê min , kezeba min were  bi a diya xwe bike û neçe bi vê oxirê de. Tu dibîne wa ye çûna we neçû serî. Mirov nizane çi li pêşiye ye; Xwedê neke ku li te biqewime dê ez reben por kûra diya te ezê çi xwelîyê li serê xwe kim.

Cemîl:

-Ez bi qurbana diya xwe bim tu ji min re çi dibêje? Çawa ez neçim bi vê oxrê de? Ez neçim dê ezê çawa dergîstîya xwe xelaskem? Bi hezaran ziman sor hene. Ya têkevin mejyê dergistiya min wê ji rê derxin an jî yekî dev kuçik dev bavêjê dê wê gavê wê mirna min ne çêtir be ji mana min re?  Ji xwe ev ne cara min ya pêşîne. Ez gelek çûm e bi sax û selametî vegeriya me. Hewqas xwe ne tirsine Xwedê bê erê ezê gul herim gul vegerim. Tu pirsgirêk çê nabe.

Dirê:

-Lawkê min tu rast dibêje hema êdî ez nema dizanim;  vê gavê mîna darek di nava min de bişkê dilê min bi tirs û xof e.

Li ser vê galgal û gotinên di navbera Cemîl û diya wî de derbas dibe êdî  Dirê dayka Cemîl baweriya xwe bi Xwedê û Pêxember tîne ku Cemîl ji ya xwe nayê xwarê ewê jî hew behs kir. Peyv zîvirand ser merseleyên din.

Dirê:

-Cemîlê min ez divêm bi xêr tû çû û bi selametî vegeriya emê vî beranê xwe şerjêkin û mala xwezûrê te û dergistiya de bi ezîmînin ser nan. Gelekî şerm e. Eva şeş meh zêde bûye em bi sî û sitarê hev neketine. Ji dilê mala re ji mervantiya nuh re qaşo em bûne meriv û xizmên hev.

Cemîl:

-Yadê tu çêtir dizane. Bi rastî ez jî wek te di fikirîm lê min got dibe tu di dilê xwe de aciz bibe min jî ev yek ji te re negot.

Dire :

-Çima ezê aciz bibim lawkê min? Qeyn tu diya xwe yeka çikos dibîne? Ev yek qet nebû û li xweşa min neçû.

Cemîl:

-Na yadê ez bi qurban ji ber ku tu gelekî hînî Hingo bûye destê te ji Hingo nebe.

( Hingo navê beranê mala Cemîl bû, ji ber ku berxê navmalê bû ji ber têr cehbûnê hîngî bong bibû her tim xwe li hindilka ( lotika) dixist bi berxitî ev nav lê hatibû kirin û ev nav li ser ma bû.)

Cemîl tê malê ba bavê xwe Hecî Şêxo. Bavê Cemîl Hec Şêxo hewî anîbû ser di ya Cemîl û li ba  jina xwe ya din dima. Meselê ji bavê xwe re dibêje bav jî dibeje kanî emê çend roja xwe li bende ragirin. Her çendî wisa  li benda rêjberê xwe diman jî lê wek mirovên li ser agir be vir de û  wir de diçûn û dihatin.

Barê  kolbera tûtina Xursê bû. Tûtin dibirin Binxetê bi bûhayek baş didan û li vegerê an ji xwe re tifing, devançe û fişek di anî an jî  çay û pelê cixara dianîn Serxetê. Lê ew bar di mala kê de ba mîna agrê dinava kadinê de vêkeve bi xeter bû. Ji ber ku hikûmet ew bar bi kê re û li kîder bigirta wan di hefsa de dirizandin ji bilî îşkence û lêdanê. Wexta di mala da barê qaçaxê bihata girtin wî bara jina didan ser xwe û jin diketin hefsa. Ji ber vê yekê gelek zarok di hefsê de xwedê didan û eger keç bûna navên wan di kirin Hefsê. Mêr bihata girtin kesek tûne bû li derve kar bike û malê xwedî bike. Ji bo vê yekê ji gelek malbatan ji neçarî jin ji dêleva mêr diketin hefsa.

Cemîl :

-Bavo tu çi dike?

Hecî şêxo:

-Ez tiştekî nakim. Te barê xwe serast kir gelo ?

Cemîl:

-Belê bavo, min serast kiriye. Çi gava kerwan bi rêkeve ezê barê xwe barkim û birêkevim.

Cemîl hespê xwe dibe hewşa bavê xwe bin holikê holka darmaziya. Hespê Cemîl hespê kumêt dêl hine kirî bû.  Av û êmê hespê dide ber wî radihêje mehesê hespê xwe tîmar dike. Cemîl li hespê xwe mîqate bû bêhtir ji ronkayiya çavên xwe. Li gora wî hespê wî şeref û namûs bû. Eger hespê di bin bar de bikeve an jî dema li ser tixûp barê wî bê zeft kirin li gora derdorê mirin bi şereftir bû. Ji bo vê yekê ne Cemîl bi tene hemî kolber wisa li hespê xwe miqate bûn. Eger bi bihîstana hespên baş li Hind û Sind  bûna dê ewê bi taybetî biçûna wî hespî bi anîyana. Bûha û berdel çibûya ne xem bû ji bona wan.  Hesp li gor simên xwe buhayên wan diyar dibûn. Hespên simqantir û hespên sim keverî. Bi taybetî hespên simqantir dianîn ji ber ku hespên simqantir di heremên çiya de bi beza bûn. Hespên sim kever jî li deştê bezabûn. Hespên sim kever simê wan pehn bûn, yên simqantir jî sime wan gilover bûn.

Piştî bi du rojan ji bo çûna Binxetê qasid ji Cemîl re tê.  Cemîl roavakî xwe ji Xursa Navê ber riya gundê Elî Paşa dide. Tê Serê tehtên li gundê Elîpaşa temaşe dike. Bi rastî bi niyeta ku wê biçûwa dîtna dergistiya xwe lê ji ber şerm û fediyê neçû mala wan . Li jora gund ji xwe re li xanyê dergistiya xwe tema şekir. Keserek kûr kişand. Cîxareyek pêça û vêxist; dixana wê bi jêr ve berda dibe kû ew dixana; hesreta dilê Cemîl bighêjîne ba dergistiya wî Lem’a. Piştî cîxara xwe vexwar û pêve bi dilekî şikestî bi hevîyek qurçimandî rabû ser xwe mîna birîndarê heftê xençerî vegeriya mala xwe.

Piştî Cemîl hat malê bibû êvar tarîyê xwe bera erdê dabû. Cemîl tê malê şîva xwe dixwe. Cemîl kîsê xwe yên xet sorî ku her kîsek sed kilo tûtin diketê bar kirin ew û çend kesên gundî dan dûv hev û di Rêya Kupan de xwe bera Deşta Qoserê dan.

Cemîl dema tê nêzîka sînor barek xwe li nêzî sînor dadixîne. Paşê barê din jî xwe didin bende sihirandina şevê ji bo ku leşkerên nobeta sînor digrin di nobetê de di xew ve biçin û di wê navberê de derbasî hêla sînor alîyê din bibin.  Navbera  her du koska li der dora du sed, dû sed û pêncî metroyî bû. Di despêkê de an kişfa deverên bê mayin dihatin kirin an jî hin dever mayinên wan jê dahatin derxistin û  Ji bo ku leşker bi wan nehisin li ser pêga hespên xwe li deverên ku mayin jê hatiye vala kirin kûlav radixistin; heyanî ku derbasî  hêla din bibin û ji deverên bi xeter dûr bikevin. Dema ku zivistan bûya û barîn tune bûya hinek ard  bi erdê werdikirin ji bo cihê bê mayîn bê xûya kirin.

Rêjber tê  Cemîl û hevalên wî pêşwazî dike û di pêşya wan de jî deverên ku mayîn jê paqij kiribû li ser dirêjayiyê kulav raxist. Cemîl û hevalên xwe dan dû rêjberê xwe û hespên xwe di ser kûlavan re derbas kirin. Dema hesp di ser kûlavan de derbas bûn deng ji simên wan dernediket. Hêdî hêdî  Cemîl û hevalên xwe bi hespên xwe derbasî wîyalî sînor bûn.

Cemîl û hevalên xwe derbasî Binxetê bûn. Cemîl li Binxetê barê xwe radestî bavê xwe Hecî Şêxo dike. Cemîl dema derbasî Binxetê dibe diçe ba malbata gundiyê xwe. Cemîl beriya ku vê carê biçûya Binxetê, carek din jî çibû Binxetê û ji bo daweta xwe hin kara bûkê kiribû. Wî kara xwe a ji bo dawetê bi emanetî danîbû mala gundiyê xwe; ji wê kara bûkê boxçika bûkê ne neqişandîbû ewî ji kevaniya malê rica kiribû ku wê boxçikê ji bo dergistiya wî bineqişîne. Lê kevaniya malê ji ber ku bi dergûş bû jê re got ku wê nikaribe bineqişîne; ewî jî ji kevaniya malê re gotibû tu bi neqişîne ezê li ber dergûşa te bim. Bila ev boxçik ji bo xatrê çavê hezkiriya min bê neqişandin. Wek ku eşq û evîna wê li dilê min hatiye neqişandin divê ev boxçik bê neqişandin.

Li ser vê axaftinê kevaniya malê ji nivê şevê dest bi neqişandina boxçikê kir. Cemîl rabû destûr ji bavê xwe xwest ku wê di heman şevê de derbasî Serxetê bibe û barê xwe yê din jî derbasî Binxetê bike.  Bavê Cemîl Hecî Şêxo çiqasî kir û nekir ku bila bi mîne şevek din derbasî Serxetê bibe û barê xwe yê din bîne. Cemîl ji biryara xwe nehat xwarê.

Hecî Şêxo:

-Cemîl te xêre çi xezeb di ber te re tê. Nûh ti ji Serxetê hatiye û tu dibêje di heman şevê de ezê herim barê din bînim. Heya tu here û bê wê dinya zelal bibe tevda leşkera niha wê derkevin dewriyê.

Cemîl:

-Bavo dibê ez herim barê xwe yê din bînim û şevek din jî barê xwe barkim û derkevim Serxetê ji bo ez haziraya daweta xwe bikim. Êdî bese her ku av di gola de dimîne av genî dibe. Heya vê gavê li ser dergîstiya min tu nav û niçik çênebûye mala Xwedê ava lê qeyn heya ku nav û niçik çêbibe, şeref û namûsa me bişkê û pêve em nûh dawetê çekin.

Cemîl got ya Ellah û ya Xwedê rabû serxwe çû hespê xwe ji xirbe derxist û bi ser hespê ket. Berê xwe da Serxetê. Cemîl beriya ku bê Serxetê binê simê hespê xwe kulav dike. Ji bo dengê teq û reqa simê hespê li der dorê bela nebe.

Cemîl dema nêzîkî kozika leşker dibe ji hespê xwe dadikeve  bi hemû hêza xwe zengûwa hespê kin digre û derdikeve Serxetê. Cemîl dema hat Serxetê mala ku barê xwe lê danîbû hîna malbat dixew de bûn. Cemîl ji hespê xwe peya dibe û li deriyê malê dixe.

Li ser dengê lêxistina derî xwedyê malê tê derî vedike dibîne ku Cemîl li ber derî rawestiya ye. Piştî silav dayinê derbasî hindûr dibe û ji xwedyê malê re dibêje ku lazime bi lez û bez barê xwe bar bike û vegere Binxetê. Li ser vê yekê mazûbanê wî jî dike û nake ku bila şevek din bar bibe Binxetê Cemîl ji peyva xwe nayê xwarê û diçe barê xwe bar dike. Li ser vê yekê mazûbanê wî jî radihêje tifinga xwe û pê re derdikeve rê. Cemîl çiqas dike nake mazûbanê wî ji dûv wî venagere. Cemîl û mazûbanê xwe dema tên ku wê derbasî Binxetê bibin li Serxetê li ber têlên bi dirik leşker bi wan dihise. Li ser vê yekê li Cemîl û mazûbanê wî gûle tê rijandin. Bi fîşeka pêşî hespê Cemîl  birîn dibe. Cemîl li hêlekê tifingê di teqîne û li hêlekê jî bi hefsarê hespê girtiye û hespê li dûv xwe dikşîne ji bo kû barê xwe xelas bike. Mazubanê Cemîl jî li leşkera di teqîne. Çiqasî hewl da û ne da Cemîl ji ermanca leşkera dernexist. Li ser vê yekê mazûbanê Cemîl gazî Cemîl dike ku dev ji hespê berde û xwe xelas ke; lê Cemîl li ser vê yeke got ku ew  çi bibe bila bibe dê ewê hespê xwe û barê xwe di nava destê leşkeran û di nava mayinan de nahêle û wisa diqîre:

Ez ferxê Xursiya me . Kewê ribat bilbilê lat û zinara me. Dê çawa  ezê barê xwe û hespê xwe dinava destê çar neferên qûn bi cilik  ku kes nizane pelika guhê bavê wan ji kîjan pîvazê ye bihêlim. Sibehînê ku ez dakevim Rasta Dengê rasta gundê Xursa Navê tevda kolberan peyv bê peyvê wê bi kutînin serê min û wê bêje tu jî mêr û zilame tu barê xwe dihêle û direve. Dê ez mirinê didim ber çavên xwe û ez barê xwe nahêlim û narevim.

Piştî vê halana ku di xwe da û pêve bi saetekê fîşekek li milê Cemîl dikeve . Cemîl cardin hefsarê hespê bernade û şer dike.  Hem ji ber bê xew û betilandinê û hem jî ber birîndariya xwe Cemîl çong lê difise lê cardin jî hefsarê hespê bernade û şer dike. Yek û dido fîşekek li serê Cemîl dikeve û Cemîl mîna çîyayekî bilind bê xwar ji qam ve dikeve erdê.

Mazubanê Cemîl jî hem fîşekê wî  ber bi xelasiyê ve diçe û hem jî dinere ku Cemîl tê kuştin ji neçarî ew jî paş ve vedikişe.

Piştî ku Cemîl bê rih li erdê dirêj bû û pêve eskerê ku pêre ketibûn şer tên li ser cenaze wî radiwestin û cenaze wî didin ber gula. Panzdeh gula di cenazê wî de vala dikin.

Bi bilind bûna rojê gazî çêdibe ku Cemîlê Hec Şêxo li Serxetê hatiye kuştin. Bîst û pênç roja cenazê wî li ber têlên bi dirik dimîne.

Dewlet destûrê nade ku kesek here cenaze bînin û veşêrin. Bi hinira pera û bi navberiya mezinên eşîra diçin cenazê Cemîl ji ber têla davêjin ser hespekî û tînin gundê Engawê. Êdî siwarê hespa kumêt dêl hinekiri bê rih avêtibûn ser pişta hespekî din.

Piştî ku cenazê Cemîl ji  gundê Engawê anîn Xursa Navê millet ji çar hêla ve qoriyan Newala Xursê. Ji gundê Aqres û Cewzat bigre Biloka ji  gundê çiyê hetanî gundê deştê heçê kesên ku bihistin hat pêşwazîkirina cenaze. Newal ji mirovan bibû ku ax bihata avêtin li erdê nediket, dê weledê xwe diavêt bibû mîna haşer mehşerê. Sedema vê eleqê yek jê  ji ber ku Cemîl xortî ciwan û bi dergîsti bû bi sosretek mezin hatibû kuştin ya din jî ji bilî Cemîl bi sedan kolberên din hatibûn kuştin û cenazeyên wan di nava mayinan de diman û cenazeyên wan kûçik û ajalên kovî dixwarin. Ya bi rastî her çiqasî jê bê haybûn jî ew civîna millet isyanek bê deng bû.

Piştî ku kuştina Cemîl hat bihistin û pêv e diya Cemîl  I’caca  ango  Dirê bi şev û bi roj hema ji xwe re digot Cemîl lawo te temya dergistiya xwe li kê kir û te ji kêr e hişt û tu çû?

Li ser vê bûyerê dengbêja li ser kuştina Cemîl klam gotin. Yek ji wan dengbêjan Fadilê Kufrakî ye.

Dema Kalê wisa got Dilbirînê Biro xwe avêt nava peyvê.

Dilbirînê Biro:

-Kalê tu wê sitranê dizane gelo?

Kalê:

-Erê her ku ez bi tena serê xwe dimînim an jî Cemîl û hevaltiya xwe tê bîra min ez sitranê ji xwe re dibêjim

Qûrte qûrt li gewriya Kale ket. Kela girî tek qirika Kalê, deng lê xerbilî. Rondik cota cota xwe ji hewdên çavên Kale berdan.  Mîna qêrîna sêwîyên li ser cenazeyên bavên xwe agir bi dilên endamê asayişe xist.

Dilbirînê Biro:

-Kalê tu dikaribe ji kerema xwe ji me re li ser bistirê? Welehîn dengê te jî gelekî xweş e.

Kalê:

-Birazyê êdî  em kal bûne mîna berê dengê me ne xweş e.

Li ser daxwaza Dilbirînê Biro û hevalên dina Kalê destê xwe avêt nermika gûhê xwe dest bi stranê kir:

 

Wî de laooo

Hecî Şêxo kurdindawo

Wey wicaxê te li wicaxê reş geriyayooo

Merev dizane lawê min bişîne Xeta frensa du neqlawoo

Gula qaçaxçiya hesreta Lem’a Xatûn keçka bi dergîstî di dil de mao Cemîl laooo

Cemîl laooo Engaw bişewite wê bi kelbeşi

Lê tu bala xwe bidê serê vê sibê gewrika dinyê li serê diya te bi heji

Min got bavê te xayine bi bavê xwe re nemeşi

Bere Xwedê kûlkê têxe mala Hesen Çawişê Engawî

li ser serê Cemîlê min danî qere nizama reşe

ji êvarde kuştina beranê  minî çavreşe

kaçaxçiyê Binxeta gula kaçaxçiya Cemîl lawoooo

Cemîl lawo Engaw bi şewite

Bejna Cemîlê min şitla tayê hinarayê

Bera şîn nebûya li Xursa Navê li serê wan teht û zinarayê

Bera Xwedê kulkê têxe mala Hesen Çawişê Engawê

Cemîlê min qetandiye ji siwarayê

Lê tu bala xwe bidê li ser serê Cemîlê min bûye şîrqe şîrqa tematîka û qirpînê nagehenê û enaxtarayê

Lê belê serê vê sibê meytê Cemîlê min maye li nav wan şivan li nav wan pirêzan li nav wan beyaraêêê

Ezê rabim serê vê sibê  ji Xursa Navê meytê Cemîlê Hecî ji Engawa xopan bavêjim ser çar darayê

Ezê bînim Xursa Navê têxim bin axa saraêêê

Ez nema dizanim rebena Xwedê Lem’a Xatun bidim kîja dijminan û neyara

Hesreta Lem’a Xatûn keçka bi dergîstî di dil de maooo

Cemîl lawooo

Cemîl lawo min got Engaw bi şewite bi te yi

Min got tu bala xwe bidê bavê te xayine ketiye bi bende te yê

Min got îro Cemîlê min siwarê hespê kumêt yekî dêl bi hineyi

Min got haho reben hêsîr diya te yi

Berxê min te ne kêr û ne xençer û ne devançeyi

Hema qamê bi te bi qamê eskeriyê re tune ye

Lê tu bala xwe bidê vaye dergistiya; lewê min di hindir de ye

Bere Xwedê kûlkê têxe mala Hesen Çawişê Engawê

li ser serê Cemîlê min daniye mehrebeyi

Ez nizanim son û dawiya dergistiya lewê min ji kêreyi

Gula kaçaxçiya zavaooo

Hesreta Lem’a Xatun keçka bi dergistî di dil de mao

Axxx Cemîl lawoooo

Cemîl lawo Engaw bi şewite mêwe bi tirî

Lê tu bala xwe bidê berxê min Engaw bi şewite mêwe bi tirî

Lê ez bala xwe didimê qesr û qonaxê bavê Cemîlê min lêkirî

Cemîlê min siwarê kûmêt yekî dêl hine kirî

Gava serê vê sibê tu di ser çavê dayka xwe de buhirî

Lê ez bala xwe didimê sê derba  li ser mile rastê  li ser dayka xwe di fitilî

Li sehera serê sibê îro cewabek ne xêrê di vir de bihirî

Min got lêlê korê  e’mmayê  îro Xwedê dizane ku Hesen Çawişê Engawê û Hecî Şêxo wicaxê te kor kirî

Lê tû bala xwe bidê serê vê sibê îro dengê bêxwediyê sîtama li ser serê Cemîlê min li Engawa xopan di xerbilî

Lê ez bala xwe didimê serê vê sibê Cemîlê Hecî bi panzdeh gula bi birinî

Dibin xwînê de xemilî

Lê tu serê vê sibê bala xwe bide ser bejn û bala beranê soring kirî

Ez bala xwe didimê  vê sibê, pê çavên Cemîlê min fêde nake şîn û girî

Bera Xwedê kûlkê têxe mala Hesen Çawiş , gawirê şepqe kirî

Çawa derbek da bejn û bala ezîzê ber vî dilî

Gula qaçaxçiya zavaooo

Qaçaxçiyê Binxeta Cemîl Lawooo

Cemîl lawo min got ew sibe bû sira bê tê

Berxê min lawo sira bê tê

Ez bala xwe didmê îro dengê qaçaxçiyê Xursa Navê ji qehwê tê

Min got ezê guhdarî bikim;

Sitê min bişkê çavê min birje bê dengê kê û kê  tê

Ez bala xwe didimê Xelîlo , îro deng ji hindirê qehwê tê

Di got doh vê wextê cewaba Cemîlê Hecî ji Binxetê tê

Hesreta Lem’a Xatun keçka bi dergîstî di dil de maooo

Axx Cemîl lawooo

Cemîl lawo Engaw bi şewit li newalê

Lê tu bala xwe bidê îro gava te berê xwe da bû xeta Frensewî;  te Lem’a Xatun dabû kîja malê

Lo berxê min Engaw bi şewite darê teri

Min ji te re ne got ku bavê te xayine pê re neri

Bila Xwedê kulkê têxe mala Hesen Çawişê Engawê li ser serê Cemîlê min daniye kafiristan qevge û şer e

Lê tu bala xwe bide merev dizane ku berxê min dû derba li Xeta Frensewî di eynê ruwê  de vegeri

Dengê like likê tematîka li ser serê berxê min lal û ker e

Lê xelkê cewabek ne bi xêrê anî ji me re

Gote lêlê Dire korê  e’mmaê

Ma ne nav kêlê qolincê Cemîlê Hecî vê sibê Xwedê dizane li ber Engawa xopan li ber qereqolê nala çem û kaniya xwîn jê deri

Lê Cemîlê Hecî bi diwazdeh gula bi birîne dev nagere lo lawooo Cemîl lawooo

Gula kaçaxçiya zavaooo

Kûla keçka bi dergîstî di dil de maoo

Cemîl lawoooo

Cemîl lawo Engaw bişewite bi dar û bîhni

Lolo berxê min Engaw bi şewite bi dar û bihni

Min ji te re negot bavê lawê min xayîni

Lê min dizanî bû ku wê te bi xwe re bibe û bi xwe re bîni

Min nizani bû  wê te ji vir bibe  te ji wê de nîni

Bere Xwedê kulkê têxe mala Hesen Çawîşê Engawê  gawirê  Xwedê nenas bi şewitîne

Li ser serê Cemîlê Hecî, kafir sîtamî qere nizama reş datîne

Lê ez bala xwe didimê berxê min ji hevala diqetîne

Lê Cemîlê Hecî vê şevê li nava pûş û palaxê datîne

Hînkê cewabek ne xêrê vê sibê ji min re tîne

Go lêlê porkurê Dirê Cemîlê Hecî îro du ro li Engawê bi pazdeh gula bi birîne

Hayêêêê lawoooo

Gula qaçaxçiya zavaoo lawoooo

Hesreta Lem’a Xatun keçka bi dergîstî di dil de mao lawooo

Cemîl laooo

Cemîl lo lawo bê hayê lê wayê

Dirê korê wî  e’mayê

Hema tu bû kunda serê şikêra yê

Tu bû pepûka serê giyara yê

Lê tû bala xwe bidê tu ma li ber hêt û dîwarayê

Merev îro dizane bala xwe bidê berxê te îro bişîne Xeta Frensayê du neqlayêê

Qaçaxçiyê Binxeta lawooo

Hayêêê gula qaçaxçiya zavaooo  lawooo Cemîl lawooo

Cemîl lawo îro serê vê sibê ezê dengekî bi gazîkim yekî bi hewarkim

Lolo berxê min ezê dengekî bi gazîkim yekî bi hewarkim

Ezê li her du sikakê Xursa Navê bang kim

Ezê meytê Cemîlê xwe li Engawa xopan li ser darakim

Ezê bînim Xursa Navê dibin axa sar kim

Lê tu bala xwe bidê ezê îro derdê Cemîlê xwe çawa li tev derdakim

Ez nema zanim wê Lem’a Xatûn wê kîja qipraxê nebaşa biki

Cemîl lawo Engaw bi şewite bi rê ye

Lê min ji te re negot bavê te xayine

Nere Binxetêyi

Min got qeyn tê pêre here û tê pê re bê yi

Min nizanibû tê ji vir here û tê ji wê derê neyê

Lê tu bala xwe bidê wê berxê min îro du cara wê min vegerîne li Xursêyi

Ez nizanim gava te berê xwe da oxrê pişta xwe da felekê

Ez nizanim te temya Lem’a Xatun dabû kêyi

Hayêêê lawooo zavaooo

Gula qaçaxçiya  Cemîl lawooo

Kalê sitrana xwe xelas kir û pêve dil lê esirî, çav mîna dû çavyên serava; wek tavyên biharan hêsir xwe ji çavan bera erdê da. Mîna ku agrê vemirî ji nû ve bê gûr kirin hinav û dil lê şewitî. Wek ku birîna kevn devê wê vebe li ser cerg û kezebê bi xwînê der bibe şewt û janê dil û gurçikên Kalê jan da. Hemî serpêhatî û bîranînên Kalê bûn wek mîxên di bedena Îsewîyan de dihat çikandin, bi xezeb mîna tîrên birûskên biharan di nava dil û mejyê Kalê de diçikiyan.

Civat bi meraq û baldarî lê guhdar dikirin. Kale jî li hember wê meraqa di dilê civatê de çîroka Cemîl û dayka wî berdewam kir:

 

Piştî Cemîl hat kuştin û pêve diya Cemîl Dirê ket hiznê . Du sê sal ne serê xwe û ne jî cilê xwe şûşt. Cilên li ser bedena wê bibû mîna carikên bastêqê. Dema diket nava nivîna  û ji nava nivîna radibû kincên wê bi nivîna ve dizeliqî. Her rojên Xwedê wê Dirê biçûwa ser gora Cemîl û ji xwe re dilorand.

Goristana gund li ser rêka dehla mala Cemîl bû. Diya Cemîl Dirê dema ji mal biçûwa dehlê beriya her tiştî diçû ser gora Cemîl. Êvarî jî li vegerê disa diçû ser gorê. Dema nîvrojî ji dehlê dida rê û dihat ser gorê. Carna şîv dixwar û pêve jî heyanî nîvê şevê li ser gorê bû. Bibû destik pê re dihat hiş û aqlê xwe winda kiribû.

Zivistan, havîn; germ, sar bûya barîn hebûya û tune bûya jê re ferq ne dikir. Bi çi hawî bûya wê bihata ser gorê wê dilorand ji xwe re. Lorandina wê ne wek lorandina bû. ji ber kezeba şewat destê wê ber bi asîman vekirî, ji her dû çalên çavên wê mîna ava şîpên gûr hêsir xwe ji çavan ber dida û bangî Xwedê dikir.

Her gav wisa di got:

– Xwedêêêêê destên me nedigihaştê û em nikarîbûn bi wan qeyn tu jî ne li wir bû û destê te jî nedigihaştê ku tu jê re bergiriyê bike?

Xwdêêê em bêkes û bê xwedîne tu jî li me xwedî dernekeve dê emê çawa bi karibin ku li hember van zaliman bijîn. Wan kezeba min şewitandin hêvî dikim tu jî kezeba wan bi şewitîne ku carek din kezaba dayikên din ne şewitînin; bûk û zava miradên wan di gewriya wan de ne qurçimînin.

 

Gundî çiqas li ber dilê wê diçûn û dihatin ji bo ku xwe ji bîr bike wê gûh nedida gotinên gundiya. Bi sedan kes hatibûn kuştin û pirê wan cenazeyên wan di nava mayinan de dima. Fata gundê Heftê Xwehan jî hevjînê wê û dû lawê wê di nava mayinan de hatibûn kuştin û cenzaeyên wan di nava mayinan de mabû. Fatê jî bi şev eyarên pez dikşîne serê xwe û diçe nava mayinan bi kuling erdê vedixepirîne hestî û bedenên perçe kirî hema li wir bin temir dike. Mirovên gundî, cîran serpêhatiya Fata Heftê Xwehan û mîna wê jê re mînak rê didan lê ewê bi dilê xwe nikarî bû û dev ji lûbandina xwe bernedida.

Piştî kuştina Cemîl sê sal derbas bû û pêve rojekê bihar bû. Dirê ew beranê ku dema Cemîl bi silametî ji Binxetê vegeriya ya û wê Cemîl wî beranî ji bo mala xezûrê xwe bikra nan beranê bi navê Hingo dabû dûv xwe û hatibû nava goristanê.

Dirê wek her carê hat ser gora Cemîl dest bi lorandinê kir û giriya hey giriya. Heyanî ku mîna meşka ba ji ber here hindirê xwe bi girî vala kir û kaniya hêsrên çavan ziwa kir.  Carekê Dirê serê xwe datîne ser kevrê gorê û serê xwe hew bilind dike heyanî esriya teng. Ji ber ku goristan di ber riya gund de ye; çûn û hatin her gavê li ser wê riya heye. Gundiyê ku di ber goristanê re derbas dibe dibinin Dirê serê xwe danîye ser kevrê gorê hew ji gundiya wek hercarê Dirê li ser gorê ji xwe re dilorîne.  Beranê bi navê Hingo jî li dora Dirê li nav gorstanê diçêre heyanî bi Esriya teng. Dema esriya teng Hingo dike bare bar û bi seriya li Dirê dixe. Wê gavê hinek gundî di wir de derbas dibin û dibinin ku beran bi seriya li Dirê xist û Dirê li ser kêlekê ji ser kevrê gorê dikeve erdê. Gundî baz dide bi  ber Dirê ve diçe dîtna dibîne ku Dirê çûye ser heqiya xwe.

Erê Dirê niyet kiri bû  kû wê beranê xwe Hingo bike qurban lebelê nizanî bû ku wê sebra dile wê, kezeba wê , Cemîlê wê bibe qurban.

Êdî Dirê jî  rizqê wê ji dinyê hatibû qut kirin. Wê jî berê xwe dabû welatê çûn û nehatinê. Tev li êş û kulê dilê xwe li rex gora lawê xwe yê Cemîl ew Cemîlê ku bi miradê xwe şa ne bibû serî danî nav axa mezela.

Kalê:

-Gelî camêra bawer bike heyanî roja yewmil qiyame em behsa zilma ser gelê xwe bikin dawî lê nayê. Lê dema ez li ev nifşê nû li we ciwanan dinerim dilê min hênik dibe ez gelekî kêf xweş dibim. Hêvî dikim dê êdî wê Xwedê li gelê me were rehmê.

Kurdên Qefqas Mîrzo:

-Xalê delal evan tiştana bi serê me tevdeka hatiye Çi Kurdên  Bakur, Rojava Rojhilat, Qefqas. Divê em ji xwe re vana bijmêrin û hefsar nexin destê tu kesî.

Dilbirînê Biro:

-Kalê bi destûra te be êdî em jî rabin herin peywira xwe bi cih bînin. Bawer bike destên me tevda ji civata te nabe lê divê em biçin. Lê rojên di pêş de emê bên çayek te vexwûn bi behnek fireh tê ji me re bi axive.

Kalê:

-Bawer bike hûn bên ezê gelekî kêf xweş bibim ez li hêviya hatina we me.

Tevdeka endamên asayişe rabûn ser piya û destê xwe dirêjî Kalê kirin çûn destê Kalê maç kirin û bi hêvî û bawerî û di heman demê de bi eşq berê xwe dan dahatûyê pişta xwe jî dan rabirdûyê.

Dema Kalê ji paş ve li wan ciwanana mêze kir desmala xwe ji bêrîka xwe derxist û vê carê hêsrên çavên xwe ku  ji bo şanaziyê herikî bû paqij kir bi ew desmala ku di ciwaniyê de Cemîl diyarî wî kiri bû.

 

ŞOREŞ XURSÎ

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *