Paşa Uzun ji bo dem û dewranek bi nave “Bîranînên Dewranekî” bîranînên xwe nivîsiye. Pirtûka wî di nav weşanên ”Vate” de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 143 rûpel e. P. Uzun ne bi gelemperî li ser têbiniyên hemû jiyana xwe, li ser dema girtina xwe, razana li hepisxaneyê ango li ser dema beriya salên heştêyî, salên di nav bera 1975 û 1985ê bîranînên xwe nivîsiye.
Min cara yekem nave Paşa Uzun di dema ku ew ji KÎP/DDKDyê veqetiyabû û bubû Ala Rizgarî min bihîstibû. Dema P. Uzun ji DDKDê veqetiyabû bruşurekî rexneyî nivîsîbû û rexne li KÎP/DDKDê girtibû. Pirê kesan ji vê bruşura wî pê hesiyan ku partiya îlegal a DDKDyîyan heye.
Di wê demê de li navçeya Siwêrekî di navbera Apoyiyan û Aşîreke wir Bucakiyan de şer û pevçûn hebû. P. Uzun û Ala Rizgarî jî bi şêweyeke çekdarî beşdarî şerên li Sêwirekê yê li hember axayên wir bubû. Niha tam nayê bîra min wan û Apoyiyan piştgiriya kîjan axa û kîjan aşîr kiribû û li hemberê kîjan axa û kîjan eşîr şer kiribû. Heger şaş nebim li hemberê aşîra Bucakan bi Qirwariyan re li dijê Bucakan têdikoşiyan.
Min Paşa Uzun li Swêdê dît û nas kir. Ji xwe wî pirtûkên xwe piştî ku hate li Swêdê bi cih û war bû, nivîsiye. Ez ê di vê gotara xwe de bi kurtahî qala naveroka pirtûka wî a bîranînên dewranekî bikim.
Pirtûk bi pêşgotinê dest pê dike. Di çend gotinên pêşî ê pêşgotinê de spasiya ew kesên ku di kurdînivîsê de pê re bûne alîkar dike. Hevokeke gelemperî di derbarê nivîsîna kurdî û nivîskarên kurd de gelek bala min kişand. P. Uzun dibêje : ”….nivîskarên milletên din gava tiştekî dinivisînin û diafirînin pere qezenç dikin û pê debara xwe dikin. Yê kurdan ne wisa ye, nivîskarên kurd divê berî her tiştî debara xwe bike, zarokên xwe tazî û birçî nehêle. Ma gava însan bi aboriya xwe mijûl dibe, wê çawa bikaribe binivisîne? Ji bo nivîsandinê wexta wî wê çawa çê bibe? Kîjan weşanxane, berhemên ku bi zor û zahmetî tên pêkanîn, dikirin, çap dikin û difroşin? Kîjan weşanxane dikare heqê nivîskarên xwe bide an jî dide? Werhasil gava yek dibêje ez bi kurdî dinivîsîsim yan jî ez ê binivisînim, tê maneya ku camêr ji bo kurdî nivisandinê mala xwe diviritîne. Ez jî dixwazim mala xwe birivitînim.” Rûpel : 5 / 6.
Uzun pêşgotinek baş û xweş nivîsiye. Pêşgotinek bi nirx e, girîng e. Di pêşgotinê de hest û ruhê netewî aniye zimên. Weha dibêje : ”…însanên ku bi kurdî mijûl dibin, cuda cuda ye, her kesî ji ber sedemekî yan jî ji ber çend sedeman dest bi nivîsandina kurdî kirine, lê di bingeha xwe de nuqteya ku hemûyan tîne ba hev yek e. Navê wê serhildan e, li hember neheqî û zordariyeke ecêb serhildaneka esîl û meşrû. Kulmek însan tenê bi ziman û pênûsa xwe weke arkeologan hebûna me ya neteweyî gav bi gav derdixin ronahiyê, her yek ji aliyê xwe bi tiştekî ve mijûl dibe; bi hezaran navên kurdî, bi hezaran kilam, çîrok û çîrvanokên bav û kalan tên berhevkirin û çapkirin. Dengbêj û nivîskarên welatperwer roman, kilamên nû diafirînin, fîlman, plaqan çêdikin û ji xelkê xwe re pêşkêş dikin, ji bo rojên pêş û nifşên nû bingeheke mezbût û nemir ava dikin….dewleta tirk zimanê min qedexe dike û bi ser de jî ez bi zimanê wan binivisînim? Çanda wan pêşve bibim û dewlemend bikim? Nabe! Qet nabe!….zimanê min kurdî ye û ez dixwazim bi zimanê xwe binivisînim, ewqas….Em ê ji xwe re zimanê xwe fêr bibin, kurdî binivisînin, kurdî bixwînin û kurdî guhdarî û temaşe bikin…..Em ê zimanê xwe weke kulîlkan av bidin, lê xwedî derkevin, xurt bikin, pêşve bibin û dewlemend bikin.” Rûpel : 7 / 8. Belê, hest û ruhê netewebûnê ev e. Dema piraniya kurdan weha bikin, wê demê kurd digîşin radeya hest û ruhê neteweyî.
Beşa yekem a pirtûka bîranînên Paşa Uzun bi sernavê ”Girtina Min” dest pê dike. Di vê beşê de P. Uzun çawa hatiye girtin, wê rave dike. Dema Paşa Uzun ji bo serlêdana Necmeddîn Buyukkaya diçe ku biçe Diyarbekirê di rê de tê girtin. Herçiqas nasnameyeke sexte pê re heye jî, sîxurekî hevkarê polîsan ew teşxîs dike û ji komser re dibêje ”Ev Paşa Uzun e.”
Uzun derdixin dadgehê û di dadgeha komara tirk a dagirker de wî tewqîf dikin û wî dibin dikine hepisxaneya Swêregê. Paşê jî wî neqlê hepisxaneya Amedê dikin. P. Uzun di pirtûka xwe de behsa şerê Swêregê, şerê di navbeya eşîra Qirwarî û Bucakan dike, dibêje ; Bucaxî pişta xwe didine dewletê. Qirwarî jî alîkariya PKKê dikin.” Lêbelê nabêje ku çima Ala Rizgarî beşdarê şerê Swêregê bû. Wan piştgiriya kîjan eşîr dikir û li dijê kîjan eşîr şer dikir? Di dema şerê Swêregê de ji navçeya Licê çend xortên çekdar yên Lîceyî ku ji siyaseta Ala Rizgariyê bû çûbûn Swêregê beşdarê şer û pevçûnên wir bubû.
Uzun di pirtûkê de dûr û dirêj qala hepisxaneya Swêregê dike. Girtiyên hepisxaneyê, Xelîl Axayê Qirwarî, Erkan Uzun û hinek Apoyiyên din ku hatine girtin û li hepisxaneyê ne, hewldanên reva ji hepisxaneyê û gelek tiştên din qal dike.
Ji hepisxaneya Swêregê wî neqlê hepisxaneya Diyarbekirê dikin. P. Uzun pêşî li hepisxaneya hejmar yekê û paşê jî li zîndana hejmar pênc dimîne. Ew bi giranî bîranênên hepisxaneya Swêregê, ên hepisxaneya hejmar yekê û hindikek jî yên hepisxaneya pênc rave dike. P. Uzun di pirtûka xwe de zilm û zordariya dewleta kemalîst faşîst ku li girtiyan dikin û herweha bi hevûdu re hevaltî û hevkariya girtiyan baş aniye zimên. P. Uzun weha dibêje : ”…hefsa pêncan ji bo zarokên kurdan dibe ciyekî weke qampên Hîtler, meziyetên ku me dike însan ji me gav bi gav tên girtin, şeref, heysiyet û şexsiyetên însanan tên pelaxtin û perçiqandin. Lê, ev aliyekî hefsa pêncan e, li ser aliyê din zêde tişt nehatiye gotin. Ji wan yek; Kurdperwerên ji her aliyên Kurdistanê di hefsa pêncan de hatin ser hev, ji taxan, gundan, bajaran û ji herêman, her babet însan di paş dîwarên hefsa pêncan de gihîştin hev, bûn dost, heval û birayên hev. Di şevên dûr û dirêj de ji hev re çîrok gotin, behsa derd, kul û jiyana xwe kirin, di bin lêdan û eşkencê de cesaret dan hev, hevdû tesellî kirin. Tasek av, pariyek xwarin û cixareyek xwe li hev parvekirin.
Di Hefsa Pêncan de, ferqiyet û rengên siyasî ji holê radibe. Yê ku ferqiyet, dubendî û dijitiyên di navbera grûban de ji holê radike îdareya Hefsa Pêncan e, bi gotineke din îdareya 12ê Îlonê ye. Girtiyên li wir, ji kîjan grûbê, rêxistin û partiyê dibin bila bibin, ji bo wan tiştekî îfade nake. Yê girîng ew e ku hemû kurd û dijminê dewletê bûn. Ji ber wê yekê jî îmhakirina wan bi her awayî heq û misteheq bû. Wan her deqîqe, her seat, herr oj, her meh û her sal, bi cop, qalas, heqaret, henek û qerfên xwe, bi lêdan û eşkencên xwe navnîşana me ya kurdî di mêjiyên me de zexmtir kirin.” Rûpel : 85/ 86.
Jêbergirtin dirêj bû, lêbelê van gotinên li jor rastiya rewşa girtiyên kurd yên wê demê destnîşan dike.
Wek tê zanîn di herdu hepisxaneyên Diyarbekirê de ji her siyaseta kurd kesên girtî hebû. P. Uzun di pirtûka xwe de cih bi cih behsa wan jî dike. Di hepisxaneya nimra yekê de greva birçîbûnê pêk tê. PKK û Ala Rizgarî beşdar dibin, lêbelê DDKD û KUK beşdar nabin. Di pirtûkê de şkenceya ku li Bubê Eser hatiye kirin ku ew şewitandine, gelek cihên laşê wî hatiye şewitandin dike, lêbelê şkenceya ku li Nazîf Kalelî hatiye kirin ku hema bibêj nîv seqet bûye û li ser çovê digere nake. P. Uzun digel Bubê Eser, behsa Îkram Delen, Mustafa Karasu, Sevînç Îşcanlî, Xeyrî Durmuş, Medenî Marsîl, Vîldan Tanrîkulu û gelek kesên din dike, lê qala Ozgurliçiyan/PSKyiyan nake.
Uzun bîranînên xwe bi piranî di dema girtina xwe, hepisxaneya Swêregê û hepisxaneya nimre yekê de tîne zimên. Ew zêde behsa hepisxaneya nimre 5 nake. Car caran, cih bi cih bi kurtahî qala hepisxaneya nimre 5 dike. Di beşa dawî a pirtûkê de hindikek behsa nimre 5ê dike. Dibe ku ew bîranînên xwe yên hepisxaneya nimre 5 di pirtûkek din de biweşîne. Ji xwe ev pirtûka P. Uzun bi neqilkirina girtiyên ji hepisxaneya nimre yek û çûyina wan a hepisxana nimre 5 dawî dibe.
Uzun di pirtûka xwe de qala hinek girtiyên siyasî yên hepisxaneyê dike. Ew bi piranî qala girtiyên ji doza PKKê, KÎP/DDKDê û Ala Rizgariyê dike. Lêbelê qala girtiyên ji doza TKP/ÎGD û Riya Azadî/TKSPê nake. Dibêje ÎGDyî jî hebû lê navê yek girtiyekî ÎGDê nade. Ji Riya Azadî/PSK jî tenê qala yekî bi navê Evdirahman ku PKKyî li hepisxaneyê lê dixin dike. Di wê demê de di hepisxaneya jimare yek û pênc de bi sedan Ozgurlukçî/PSKyî hebû. Herweke Nazîf Kalelî, Bayram Bozyel, Yilmaz Çamlîbel û hwd. P. Uzun qala wan nake. P. Uzun behsa hinek kesên ku şkenceyên giran bi wan kirine dike, lêbelê şkenceya herî giran li Yilmaz Çamlîbel, Nazîf Kalelî û Bayram Bozyel kiribûn, qala wan nake.
Lêbelê, digel vê jî, bi ya min, Paşa Uzun gelek baş kiriye ku bi sernavê ”Notên Dewranekî” bîranînên xwe nivîsiye û wek pirtûk weşandiye. Divê ew bîranînên xwe yên hepisxaneya nimre 5 jî bi berferehî binivîse. Ew di wê hepisxaneyê de raza, beşdarê gelek çalakiyên berxwedanê ên li hepisxaneyê bû û herweha ew bû şahidê gelek bûyeran. Zilm û zordariya dewleta dagirker a kemalîst bi xwe dît, wahşeta ku li hepisxaneya nimre 5 hate pêkanîn, kurdên ku li wir hatin kuştin, şehîd ketin, divê wan jî binivîse.
Û herweha bi qasê ku ez zanim P. Uzun romaneke jî nivîsiye. Roman wek dosya di nav çîpên elektronîk, kompîturê/datayê de li benda welidandinê ye, dixwaze ji nav çîpên kompîturê/datayê derkeve û bikeve destê xwendevanên kurd.
Bi hêviya ku ew romana P. Uzun jî rojeke were weşandin û têkeve destê xwendevanên kurd.
Lokman Polat
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…