Bi gelemperî di hêla romannivîseriyê de û bi taybetî jî di hêla afirandina romanên biyografîk û otobiyografîk de nivîskarên kurd ên başurê Kurdistanê qels in, serketî nîn in. Di derbarê serok Mistefa Barzanî, Şêx Mahmûd Berzencî, Celal Telebanî Samî Evdirahman û gelek şexsiyetên/kesayetiyên navdar ên başurê Kurdistanê hêj yek romaneke nehatiye nivîsîn.
Ji bilî serokê Kurdistanê Mesud Barzanî nivîskarên kurd ên başurê Kurdistanê li ser serokê nemir General Mistefa Barzanî pirtûk, roman nivîsîne yan na? Min nebihîstiye, ez nizanim. Ev bu du romanên kurdî yên derbarê Mistefa Barzanî de hatine nivîsîn û weşandin, herdu roman jî ji alî nivîskarekî kurd ê ji bakurê Kurdistanê, romannivîser Mihemed Dehsiyar û yê din jî romannivîserê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Jan Dost e. Romanên van herdu romannivîseran jî hêjayê xwendinê ne.
Belê, romana pêşîn ya derbarê jiyan û têkoşîna leheng û serokê kurd general Mistefa Barzanî de Mihemed Dehsiwar nivîsiye û ev romana wî li Swêdê/Stockholmê hatibû weşandin. Navê wê ”Evîna Dijar – Yan Kurdistan Yan Neman” e û pirtûk di nav weşanên ”Apec” ê de li Swêdê derketiye.
Romana Jan Dost jî li Amedê hatiye weşandinê. Romana Jan Dos ya bi navê ”Şerê Dawî yê General” di nav weşanên Dozê de hatiye weşandin. Roman ji 4 beşan û 72 dabeşan pêk hatiye. Lêbelê her beşê wek kitêbek bi nav kiriye û gotiye ”kitêba yekem” , ”kitêba duyem”. Ji bo her çar beşan/kitêban sernavên cuda daniye.
Di romanê de, tiştên, bûyerên ku di jiyana Barzanî de pêk hatine, tiştên ku hatine serê wî, bi şêweya bîranînê, bi vegotin û vebêjiyê, ji devê Barzanî hatiye qalkirin, hatine rave kirin. Jiyana Barzanî û bûyerên ku di dema wî de li sê parçayên Kurdistanê qewimîne, bûyerên ku têkiliya wan dîrek ango rasterast bi Barzanî re hebûye û bi Barzanî ve girêdayiye, wek bûyerên dîrokî ya dîroka nêzîk a 3 parçeyên Kurdistanê ne. Ji xwe dîroka kurd û Kurdistanê a dema nêzîk bi jiyan û têkoşîna Barzanî û Barzaniyan ve girêdayî ye.
Di romanê de di hinek cihan de dubarekirin heye û cih bi cih bi karanîna peyvên tirkî û arebî hene. Herweke ”Gemî” , ”Lokanta” . Gelo çima nivîskar Jan Dost di şûna gemî û Lokanta de peyva ”Keştî” û ”Aşxane”yê bi kar neaniye… Romannivîser J. Dost di şûna peyva razan, razin de peyva ”biniv” , ”binivin” bi kar aniye. Herweha di romanê de gelek peyvên herêmî, yên herêma behdînan jî hene.
Di romanê de piştî têkçûna tevgera kurd a a li komara Mahabadê û darvekirina pêşewa Qazî Mihemed, Barzanî dest bi meşa çûyina ber bi Sovyetê ve dike û ji nav sê sînorên sê dewletên dagirker derbas dibe, bi leşkerên van dewletan re şer dike, pêşmerge şehîd dikevin, gelek leşkerên artêşa dewletên dagirker têne kuştin. Bi gelek zor û zahmetiyan, bi şerên bi leşkerên dagirkeran re, di encamê de digîşin axa Sovyetê.
Salên sirgûniyê li Sovyetê û vegera welat jî di romanê de tê qal kirin. Şerê kurdan yên li dij Nurî Seîd, General Evdilselam Arif, Evdilkerîm Qasim û Seddam Huseyin û di encamê de peymana aştiyê ya destxistina xudmuxtariyê ya 11 Adarê ku peymaneke di asta federalî de bû tê qal kirin. Û herweha peymana xiyanetê ya li Cezayirê, xiyaneta Şahê Îranê û Kisînger jî tê rave kirin. Wek min berê jî got, roman weke romanek dîroka nêzîk a başurê Kurdistanê ye. Romaneke bi naveroka xwe xurt û hêjayê xwendinê ye.
Bi gotinên kurt û kurdî, weke ku weşanxaneyê jî ji bo danasînê gotiye ; Ev roman çîroka generalê herî navdar ê Kurd di dîrokê de, Mela Mistefa Barzaniyê nemir vedibêje, rêberekî ku di têkoşîna azadiya Kurdan a sedsala bîstan de şopeke bêhempa hiştiye. Bi rêya hûrgiliyên şerên wî yên dawî, ku di odeyeke biçûk de li Nexweşxaneya Zanîngeha Georgetownê hatine kirin, em li ser taybetmendiyên generalê pîr fêr dibin ku bûyeran dixe nav xeyala xwe, gelek serhildanên xwe ji nû ve vedigerîne û jiyana tijî bûyer a ku wî afirand û ya ku wî afirand dinirxîne.
Ev roman ne li ser kesekî ye, lê li ser tevahiya miletekî ye ku têkoşîna wî ya bêwestan di kesayetiyekî karîzmatîk de cih girtiye û di dawiyê de bûye efsaneyek rastîn. Bi rêya vê romanê, xwendevan dê bibe xwediyê mifteyên têgihîştina doza netewa Kurd, ku ji bo wê ewqas xwîn hatiye rijandin ku heta roja îro jî axa şerên berdewam qirêj dike.
………………………………………
” Di romanê de ji bo nemiriya Barzaniyê nemir weha tê gotin…
Ji romanê: “Hacî Mihik, ku hîn radyo di destê wî de bû, ji nişkê ve ber bi derîyê odeyê ve çû. Bi hemû hêza xwe ew radyo tev li spîker û nûçeyan avête tarîtîya derve û got:
– Derew e. Tu derewan dikî. Barzanî nemirîye. Barzanî namire. Derew e derew.
Li asoyê ku çiyayê Şêrînê bi ezmanê tarî û bêdeng ve didirût, ji rojhilat ber bi rojava de, stêrikek xuricî. Xêzikek ronî li ser rûpela şevê nivîsî û tavilê winda bû”.
Ez gotara xwe ya danasîna romana romannivîser Jan Dost ya bi nave ”Şerê Dawî yê General” bi van gotinên zêrîn ên serokê nemir Mistefa Barzanî dawî tînim.
“Em şer naxwazin û baş dizanin bê şer dikare çi felaketê bîne serê gelê me. Kes mîna kurdan nizane bê şer çi bela ye û çiqas dijwar e, lê bila herkes bizanibe ku kurd dev ji mafên xwe bemadin.….. kurd ê tevî her zoriyê jî heta dawî şer bikin û doza veqetandinê bikin…..em ê mecbûr bimînin ku serxwebûna xwe îlan bikin.”
Bi hêviya ku ew roj were û kurd serxwebûna xwe îlan bikin û dewleta xwe ya serbixwe damezrînin. Ez bawerim dê roj were herçar parçeyên Kurdistanê bibine yek û di bin yek alek de, di bin ala rengîn de yekîtiya xwe pêk bînin û bi azadî û bextewarî li ser axa bav û kalan di nav aşitiyê de bijîn.
Lokman Polat
polat.lokman@gmail.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…