Derbarê Selaheddînê Eyûbî de Çend Pirtûkên Kurdî | 1

Li ser jiyan, têkoşîn û dema Selahaddînê Eyûbî û herweha li ser dewleta Eyûbiyan bi kurdî pir hindik pirtûkhene. Bi zimanên din bi taybetî jî bi îngilîzî û zimanên Ewropiyan gelek pirtûkên lêkolînî , roman û film hene. Lêbelê cihê keyfxweşiyê ye ku di van çend salên dawîn de û bi xebata wergerandina birêz Emîn Narozî û Ziya Avcî hinek pirtûkên li ser Selahaddîn û dema wî ku ji alî dîrokzanên dîrokî ve hatibûn nivîsîn li kurdî hatine wergerandin û weşandin.

Dema min 25 sal berê pirtûka Cankurd ya bi nave ”Selahdînê Eyûbî – Kurdekî Cîhan Hezand” di nav weşanên ”Helwest”ê de weşand û ji bo wê pirtûkê pêşgotin nivîsî, hinek kurdan gotin ”Selahaddîn ji bo kurdan tiştek nekiriye. Wî ji ola Îslamê re xizmet kiriye.” Lê, ez wek wan nedifikirîm. Li gor min dive mirov Selhadînê Eyûbî li gore wê demê, li gore şert û şûtên wê demê, li gor zanîna wê demê û rewşa cîhanê û ya rojhilata navîn a wê demê binirxîne. Divê neyê jibîrkirin ku di dema me ya îroyîn de Selaheddînê Eyubî jib o kurdan bûye sembolek neteweyî û li tevahiya cîhanê ew weke kurdekî navdar hatiye nasîn.

Dewletên wê demê dewletên li ser bingeha netewî nedihatin damezrandin. Dewletên wê demê li ser nave xanedanên damezrenêr dihat binav kirin û li ser wan bandora olî ango ola Îslamê hebû. Divê mirov bifikire gelo kurd di serdema Selahaddîn de azad bûn û bi rûmet bûn yan di sala 2000î de… Di dewleta Eyûbiyan de Serokê dewletê, serok wezîr, birêvebirên dewletê, fermandarên artêşê hemû jî kurd bûn. Artêşa Siltan Selaheddînê Eyubî artêşek bi taybet yak u bi tevahî ji kurdan pêk hatibû.

Di dibîstanek swêdiyan ya li Stockholmê de mamosteyeke profesor ê Swêdî dema di dersxaneyê de di dersa pêşîn de ji xwendevanan pirsî ku ji kur in, ji kîjan mîletîne? Û dema min got ez kurd im, wî got: ”Du navên sembol ên kurdan hene ku wan kurdan bi cîhanê daye nasîn. Yek jê Selhaddînê Eyûbî ye yên di jî Barzanî ye. ” Bi rastî jî di dîrokê de Selahaddîn û di dema nêzîk a van sed salên dawîn de jî Mistefa Barzanî û herweha niha jî Mesûd Barzanî kurd bi cîhanê dane nasîn.
Min di pêşgotina ku ji bo pirtûka Cankurd ya bi nave ”Selahdînê Eyûbî – Kurdekî Cîhan hejand” de gotibû : ”Selhadînê Eyûbî rêberê alema Îslamê bû. Ew serdarê gelên rojhilata navîn, siltanekî bi nav û deng bû. Gelên misilman yên rojhilata navîn, kurd, areb, ecem, tirkmen, hemû jî di bin sîwana wî de civîyabû. Selhadînê Eyûbî ji Kurdistanê hetanî Misrê hikum dikir, desthilatdar bû.

Di êrişên xaçperestan de ê ku Îslamê parast û nehêşt ku rojhilata navîn bikeve bin hukmê xaçperestan û herweha ê ku Qudusê/Jarusalemê fetih kir Selhaddînê Eyûbî bû. Dîrokzanên Ewropî dibêjin ku;Selhaddînê Eyûbî kurd bû û li hember dijminên xwe zalim nebûye, ew bi rehm bû, bi helwestên mirovane tevgeriyaye.
Ez ê wek berdewama vê gotara xwe, li ser pirtûkên ku di wêneya jorîn de hene û hinekên din ku li ser Selahaddînê Eyûbî hatine nivîsîn, derbarê wan de yeko yek nivîsên danasînê binivîsim, pirtûkan binirxînim, şîrove bikim.

Didome…

✍️ Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *