Bes(têre, enough, yeter)
Ev peyv birastî jî bi peyva “Best” re têkildar e…
Best jî sekinîn e û gorî min têkilîya xwe bi peyva “West(fatigue, yorgunluk)” re jî heye.
Helbet peyva bes di zimanên din de jî derbas dibe. Mînak: Di Farisî de “bas”, di Zimanê Urdu de “bas”, di Zimanê Hîndî de “bas”, Di Erebî de jî wek fonetîkî “bes” derbas dibe.
Mûçing(cimbiz, tweezers) mû + çing(miçûng jî tê bikaranîn)
Divê pêşkî “mû” û “çing” cihê cihê were nirxandin
mû(pirç, kıl, tüy)
çing(hereketa guvaştinê, zor û zext dayîn)
Peyva “çing” tê wateya “guvaştin”ê, Rastî jî di Kurdî de ji bo hereketa guvaştinê û zextê(baskı) peyva “çing” û formên wê tên bikaranîn. Mîsal;
çeng(koltuk altı, armpit) = Çeng hereketa vekirin û girtinê dike, wek hereketa guvaştinê dike.
çongv(dîz, knee)
çenggehv(çene, chin)
çenxelv( çengel)
Bi kurtasî mûçing “tiştî ku pirça diguvişe û hildikşîne” ye…
Bend(ip, rope)
Tiştê ku tiştekî bi hevde girdide, tiştekî disekinîne û rê lê digre…
Formên vê peyvê wa ne;
Bende = Li hêvîyê mayîn, ji bo tiştekî sekinîn, tiştî ku kesekî li derekê yan li tiştekî disekinîne…
Bendewar = Kesê ku li hêvîya tiştekî û kesekî disekine…
Band = Tiştî ku tiştan bi hev de girêdide, dizeliqîne…
Bandaj(FR) = Tiştî ku porê merivan dide hevdu yan ku tiştên belavbûyî berhev dike…
Bant(qaset) = Tê de band tê bikaranîn bo wî…
Bendav = Baraj, tiştê ku avê disekinîne…
Dolbend(yan dorbend) = Tiştê ku der û berên meriv tîne hevdu, por û zikê mirov tîne hevdu… Ev peyv di Kurdî de wek ji bo peyva “tampon” jî dikare were bikaranîn, wekî band û bandajê…
Derbend(dar geçit) = Derbasekên teng. Bo parastinê tên çêkirin yan di navbera çîyayan de bi xwezayî çêdibin.
Bendeke = Çuwalê mezin yê ku ji bendikan çê bûye.
Mast(yogurt)
Peyva mast di sanskrîtî de wek “musto” derbas dibe û tê wateya “şîrê tirş”.
Mast tê wateya “şîrê qetîyayî û şîrê tirş”
Ji şîr 2 xwarinên sereke çêdibin; yek mast, du penêr… Ji bo mast divê şîr tirş bibe, ji bo penêr divê şîr biqete… Hun dizanin di derbarê îcatan da gelek îcat bi tesadufî hatine dîtin. Mesela alkol li Îtalyayê ji bo ku teneyên ceh di bin kûpekî de şil maye çêbûye. Piştre ew ceh xwarine û serê wan xweş bûye û jê hez kirine. Ez bawer dikim ku şîr tirş bûye û taybetîya xwe guherîye. Berê ku şîr dima tirş dibû, bi demê re ferq kirin ku ger tiştek dikeve nav şîr, şîr hişk dibe û hîn dirêj tê xwarin.
Ku em dixwazin wateya bingeya peyva mast fehm bikin lazime em peyvên “ma” “mist” û “mest” jî zanibin.
ma(di derekê de yan di tiştekî de mayîn, sekinîn)
mist(yoğurma, ovma, masaj yapma)
mest(sist bûn, xwe berdan, serxweş bûn)
Belkî jî ku şîr dibû mast wext lê dirêj dibû. Yanî ji bo xwarinê hîn zêde dima û berxwedida. Ev jî dibe ku îşaretek be. Mesela belkî jî însanên berê şîrê ku pir dima re gotin mast yan ma+est, ev şîrove ye…
Firçe(fir + çe) = Divê pêşkî em peyvên fir û çe cihê cihê binirxînin…
Fir = Tiştî ku li ba ketî, tiştî ku ba lê ketî, tiştî ku ji erdê qetîyayî, firîn, firandin, firok, firoke, firokvan, firfirk, firtene, bafir, bafirok hwd…
Tê dîtin ku peyva “fir” di gelek peyvan de derbas dibe lê birastî ev peyv peyveka “ji xwezayê derbasî zimên bûye” ye, yanî “xwezayî” ye û wek Tirkî “yansıma sözcük” tê gotin.
Çûnkî tiştî ku difire dike “firefir”, firefir jî dengek e…
Çe(çebûn, çekirin, ji derekê qutbûn)
Peyva “çe”yê di gelek peyvan de derbas dibe û wateya “qut bûn”ê û wateya “qism, parçe” û hwd dide peyvan.
parçe(par + çe), baxçe(bax + çe), çek(çe+k), dabançe(daban + çe)…
Bi dawî em dikarin bibêjin ku;
Firçe = Tiştekî ku “li ba dixe” û “çe dike” re tê gotin.
Erd( earth, yer, dunya)
Ev peyv di zimanên Hînd-Ewrûpî de ji bo “erdê” tê bikaranîn û cîh bi cîh tê wateya “ax û herîyê” jî…
Di Îngilîzî de “earth”, di Erebî de “erz yan erd”, di Almanî de “erde” hwd
Anku peyva erd tê wateyên “zemîn, herî, ax, welat, dunya, cîhan, yer, yeryüzü” hwd…
Kêr(bıçak, knife)
Di Awesta de “ker” derbas dibe û tê wateya “birrîn”ê. Bes di Kurdî de ger ku tu dixwazî peyveke ne îsîm(ne nav) bikî navê tiştekî tu dikarî tîpeka wê peyvê bitewînî, mînakan;
Ker = birrîn
Kêr = Tiştî ku dibire
Şer = herb, sewaş
Şêr = Şerkar, bi taybetî “aslan, lion”
Zer = Yellow, sarı
Zêr = Tiştî ku bi zerbûna xwe meşhûr, gold, altın…
hwd.
Anku di Kurdî de herfa “e” tê tewandin û ew peyv dibe navê tiştekî…
Emê îcar li ser peyva “zarok” bisekinin lê divê em pêşkî li ser hinek pêveyan(ekler) bifikirin;
-ok, -ik, -k
Ev pêveyan ku tên paş peyvekê wê peyvê dikin navê tiştekî yan kesekî û wateya xwe dide wî tiştî/kesî…
Zarok(zar + ok), zari(zar + î)
Bingeha ev peyvê ji peyva “zar” tê.
Zar = awaz, bang, dengê girînê, dengê qirînê…
Rastî jî ku zarok îhtîyacîyeke xwe hebin wê îhtîyacê xwe bi bang kirinê, bi girînê raber dikin. Ji bo wî ji bo yên piçûk peyva zar+ok hatîye bikaranîn.
Heval(hev+al)
Peyva “hev” wek di Tirkî de tê wateyên “bitişiklik, birliktelik, yapışıklık, işteşlik”
Mesela hevîr ji bo ku ard bi hev de digre, Hevok(kelîme, cumle) ji bo ku herf bi hev de digrin…
Heval jî ji bo ku hevdu digrin û bi hev re dimeşin û li eynî terefî disekinin bo wî ji wan re gotine heval…
Birastî peyva “hev” û peyva “hem” hemanî hevdu ne. Herdu jî eynî peyv in lê di Kurdî de li şûna hevdu nayên bikaranîn û ji hevdu cûda bûne.
Welat(Wetan, memleket, homeland)
Peyva welat ji Erebî tê û wateya xwe “cihê ku ji dayik bûn” e…
Bo ku were fehmkirin çend mîsal;
wulîde = ji dayik bû
walîde = yê zorakan tîne, dayik
weled = yê ji dayikan dibe, zarok
ewlad = pirhêjmarê weled e(velet kelimesinin çoğulu)
welat = derê ku zarok lê têne dinyayê, memleket, wetan
Diran(tooth, diş)
Di Kurdî de pevya “dir” ji “dirandinê” tê. Dirandin wek “birîn kirin, parçe kirin” e…
Mîsal;
Dirinde(wehşî), dirmix(mîxên didirin), dirgan, dirpîyan, dirnax û hwd dikare fikrekî bide we…
Bêjûhej(tetkîk, examination, inceleme)
Ev peyv min ji Akademîsyenekî Kurd yî ji Zanîngeha Helebê bihîstibû. Wateya xwe ya dîrekt li jor hat nivisîn…
bêj + hej
Bêj = bêtin(filter, süzmek)
Hej = hiş, aqil, bîr
Yanî em dikarin bibêjin ku bêjûhej kirin “tiştekî ku ji bêjinga mêjîyê mirov re derbas dibe” re tê gotin…
Etîmolojîya Mehên Bi Kurdî
Çile, Çileya Paşî, Rêbendan(Çele jî tê gotin)
Çile/Çele ji çileyê zivistanê tê. Peyva çil(40) di gelek milletan de tê bikaranîn û tê wateya “zorî û zehmetîyê” Çûn kî mesela berê 40 royî îbadet hebûye û gelek murîd di wî çil/çel royî de pir zehmetî dikşandine. Peyva di Tirkî de “Çile, Çile çekmek” jî ji çile tê…
Koka Rêbendanê li min ne aşkere ye lê ji xwe wateya “rê” û “bend”ê aşkere ye… Belkî bi vî awayî têkilî wan hebe…
Sibat, Reşemî
Bawer im Sibat ji Şibatê tê. Bingeha Şibatê pir ne eyan be jî bawer im ji şewatê tê. Şewat serma û seqema giran e…
Reşemî li ba me nayê bikaranîn bo wî ez nikarim li ser şiroveyan bikim bes meriv dikare çend tiştan bide bîr;
reş = reşayî, şem = roj, reşemî = rojên reş û bi zehmet(ev şirove ye)
Adar
Adar peyveke kevnar e û tê wateya “agir, adir, adar” Hetta navê Azerbaycanê jî di dîrokê de aterpatyan e an ku yên perestê êgir… Hûn dizanin li ew deran agir dadidan û rêzdarî lê dikirin.. Bo ku di meha adarê de dunya êdî ji sermayê xelas dibe û germahî zêde dibe wer gotine…
Avrêl, Nîsan
Avrêl di Fransî de avrîl di Latînî de aprîlîs di Îngilîzî de aprîl e bes koka xwe ne aşkere ye ku digihe çi…
Nîsan di zimanê medenîyetên Mezopotamyayê de wek Nîsanne, Nîsag, Nîsanû ws derbas dibe…
Bes di Sûmerî de Nîsag tê wateya “fekîyên ewilî” û em dizanin ku meha adarê meha çîçek û pelcikan a, meha nîsanê jî êdî fekî di daran da mezin û çê dibin…
Gulan
Yê ku ez dizanim meha gulan e û di wê mehê de gul tam vedikin û bîhn didin… Lê dîsa jî ev jêderka şirove ye…
Pûşper, Hezîran
Di vê mehê de li xwezaya Kurdistanê herî zêde pûşê gênim, ceh û nîsk û hwdyan li erde ye ji bo wî wer gotine…
Hezîran li derekê têkilîya xwe bi Erebî re heye wek meha “xezîran, xenzîran” hwd… Bes tê gotin ku têkilîya Hezîran û Xenzîran şirove ye…
Tîrmeh
Tîr = Tîra royê, di vê mehê de roj pir li erdê dixe û hewa pir germ dibe.. Navîna havînê va meha ye…
Tebax, Gelawêj
Va meha di piranîya zimanan de wek “agust” derbas dibe lê ez negihîştim koka “tebax”ê Bawer im Kurdî ye.
Gelawêj stêrka “Wenûs” e, di 4î wê mehê de stêrka Wenûsê derdikeve… Her wiha Kurd ji Wenûsê re dibêjin Gelawêj…
Rezber, Îlon
Rezber meha rezan e, di wê mehê de rez tên berhevkirin…
Min peyva Îlonê di ti deran de nedît, li ba me tune, dibe ku di Kurdîya hîn şerqî de derbas bibe…
Cotmeh, Çirîya Pêşî, Kewçer
Di vê mehê de cot tê kirin û genim, ceh, nîsk û hwd tên çandin… Meha cot ajotinê ye, meha çandinîyê ye…
Mijdar, Çirîya Paşî, Sermawez
Ev mehê de li Kurdistanê mij zêde dibe çûn kî ew meha êdî dinya ber bi zivistanê ve dihere…
Sermawez jî dibe ku têkilîya xwe bi sermayê re hebe…
Berfanbar, Çileya Pêşî
Meha ku li Kurdistanê berf dest pê dike û dibare…
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…