1️⃣ Di nav Kurdan de berê herî zêde mezheba şafîî û henbelî hebû (li Meyafarqînê medreseya henbelî, li Amedê medreseya şafîî)
2️⃣Medreseyên Kurdan serbixebûn zêde bin tesîra Mîran de nediman
3️⃣Seyda û Feqî azadin, ku bixwazin li cem hev dimên ku nexwazin diçin cem seydayekî din û an jî medreseya xwe avadikin
4️⃣Ne girêdayî tu saziyan in
5️⃣ Medrese him cihê perwerdeyê ne him jî cihê dadgehê ne, pirsgirêkê civakê li vir tên çareserkirin
6️⃣ Tu caran ji bo berjewendiya mîr, beg û siltanan nexebitiyane. Tim xwestine azad bimînin.
7️⃣ Heta sedsala 19an li Kurdistanê hîn zêde terîqeta Qadirî pêşketî bû/serdest bû lê ji Mewlana Xalidê Şarezorî/Bexdadî şûnda li nav Kurdan de Neqşîbendîtî hat belavbûn.
8️⃣ Di nav cîhana Îslamê de bi bandora sê alîman sê doktirînê tesewûfî derketine
A) Hellacê Mensûr
B) Behlûlê Dana
C) Cuneydê Bexdadî
Tesîra Cuneydê Bexdadî zêde dibe û 30 feqiyan digihîne û feqiyê wî alema îslamê belav dibin.
Evdilqedirê Geylanî jî bin tesîra wî de ma ye!
9️⃣Di sedsala 18an de Mewlana Xalidê Şarezorî terîqeta Neqşebendî bi şêweyeke cuda û nû li nav Kurdan de belav kir.
1️⃣0️⃣Gelek pêşengên/malbatên Kurdan ji terîqeta Qedirî vediqetiyan û xwe bi Mewlana Xalid va girê didan. (Malbata Berzencî, Nehrî, Arwasî…)
1️⃣1️⃣ Dema siltanê Osmanî Mehmudê diduyan dixwaze Kurdan bi navendê ve girê bide terîqeta Qadirî yan bideng dimîne yan jî li cem siltan dimîne lê yên Neqşîbendî li hember vê biryarê disekinin
1️⃣2️⃣ Di sedsala 19an de ku mîrektî tên rakirin medreseyên Neqşîbendî defakto dibin otorîte.
1️⃣3️⃣ Dema şerê Wehabî û Osmanîyan, Osmanîyan pir zorî dan Mewlana Xalid ku li cem Osmaniyan bisekine û pişgiriya wan bike lê Mewlana Xalid qet nexwest bibe teref û li Bexdayê çû Silêmaniyê li wir jî çû Şamê û li wir wefat kir.
1️⃣4️⃣ Ji vê helwesta Mewlana mînakek: Xelîfeyekî wî bi navê Ebdulwehab es-Susî hebû, ji bo îrşadê yê bişanda Stenbolê lê şertekê Mewlana hebû, gere bi tu awayî bi desthilatdarên serayê re têkilî daneyne, lê Ebdulwehab pîştî demekê bi desthilatdarên serayê re têkilî danî li ser vê Mewlana Xalid ew ji Stenbolê paşva anî, xalîfetiya wî jî jê girt û “terd” kir (Xelîfetiyê avêt).
1️⃣5️⃣ Dema ku Mewlana di jiyanê de bû 34 medrese/hicre û 90 xelîfeyên Mewlana Xalid çêbûne.
Fırat Bawerî
Ji nivîsa Mele Mihemedê Kêrsî/ Kovara Nûbiharê r.20-21an sûd hat wergirtin
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…