Lo, -o, Lê, -ê = Ey(TR)
Peyva lo û lê, qertafa -o û -ê wek “vokatîf” tên îfade kirin. An ku “deng lê kirin = seslenme(TR)”
Peyva “lo” tê pêş navan û kesekî mêr îfade dike. Ji bo jinan jî peyva “lê” tê bikaranîn. Yên din jî di Kurdî de pêvek(qertaf) in û wezîfeya lo û lê dikin. Ew qertafan -o û -ê ne…
Birastî ev îfadeyan di gelek zimanan de tên bikaranîn. Mînak; Di Holandî de navê Ronald heye, ev peyv di Portekîzî de dibe Ronaldo(ronald+o). Bi vî awayî di Zimanê Îspanî(Sergio, Diego), Îtalî(Alberto, Alessandro, Antonio), Latînî û hwd. de jî gelek îfade he ne.
Bi vî awayî gelek mînak he ne, ji bo wî divê em zanibin ku taybetîyên Zimanê Kurdî di gelek zimanên Hînd-Ewrûpî de derbas dibin. Ev bikaranîn heta parzemînê Amerîkayê jî dihere. Birastî ev qertafan tenê ne ji bo mêr û jinan in. Ji bo hemî peyvên nêr û mê tên bikaranîn.
Çeng, Çengeh, Çong = Koltuk Altı, Çene, Diz(TR)
Bingeha ev peyvan xwe didin ser hereketa “girtin û vebûnê” Birastî jî hem çeng, hem çengeh û hem jî çong vedibin û tên girtin. Li devera Sirûcê peyva çeng di heman demê de ji bo qurça(kefa) destan jî tê bikaranîn. An ku Tirk dibêjin “bir sıkım köfte yedim = min çengek çîg xwar”
Bi vî awayî peyvên di serik de hatine nivisîn li derdora “açma – kapama hareketi, sıkma hareketi” digere.
Rûçikandin(rû + çik + and + in) = Yolmak(TR)
Divê pêşkî peyvên ev peyvê werin rave kirin;
rû = wech, sûret, zemîn, yüz(TR)
çik = vekirî, dera ku lê tiştek tuneyî, açık(TR)
Bi vî awayî bingeha rûçikandinê tê wateya “pirç rakirin û rû derxistin” Wek Tirkî de “Kılları, tüyleri çekmek suretiyle deriyi veya zemini ortaya çıkarmak”
Erê – Na = Evet – Hayır(TR)
Peyva Na di gelek zimanên Hînd-Ewrûpî de derbas dibe. Mînaken di zimanê Sanskrîtî de wek “na” derbas dibe. Di zimanê Latînî de “non”, di Îngilîzî de “no”, di Almanî de “nein” derbas dibe.
Lê belê peyva “erê” di zimanên din de heye an na?
Erê di zimanê Farisî de wek “âre” derbas dibe û wateya xwe erê ye. Di zimanê Azerkî de jî wek “həri” derbas dibe û fonetîka ev peyvê û peyva erê li hevdu tê. Birastî peyva həri jî tê wateya erê…
Sol = Pêlav, Ayakkabı(TR)
Ev peyv têkilîya xwe bi peyva “zol” re heye, ji ber ku peyva zol tê wateya “dûzayîya binê lingan, pehnayîya lingan, tabana lingan”
Birastî di hin zimanên Hînd-Ewrûpî de şibîyên peyva Sol û Zol’ê hene. Mîsalen di zimanê Îngilîzî de peyva “Sole” heye û tê wateya “pehnayîya lingan” Di Latînî de jî “Solum” heye û tê wateya “zemîn, taban”
Bi vî awayî mirov dikare bibêje ku têkilîya peyva Sol’ê bi Zol’ê re heye û têkilîya peyva Sole û Solum jî bi peyva Zol’ê re hene.
-stan = Cihê ku lê tê sekinîn, cih, der, şûn
Ev peyv di gelek navên welatan û deran de derbas dibe. Çend mînak:
Kurdistan = Cihê ku Kurd lê disekinin, cihê Kurdan
Ermenîstan = Cihê Ermenîyan
Tirkmenîstan = Cihê Tirkmenan
Gulistan = Cihê gulan, baxçeyê gulan
Goristan = Cihê merzelan
Qebrîstan = Cihê qebran, cihê tirban
Morîstan = Cihê morîyan, hêlûna morîyan
Daristan = Cihê daran
Birastî ev peyv di zimanê Awesta(Zend) û Farisîya Kevn de wek “-stâna” derbas dibe û tê wateya “cihê ku lê tê sekinîn, rawestgeh, cih, şûn”
Poz = Burun (TR)
Ev peyv di Proto Hînd-Ewrûpî de wek bʰūs derbas dibe. Ev peyv tê wateya “qebirîn, ji derekê dirêj bûn”
Birastî jî poz ji rûyê mirov dirêj dibe. An ku poz “qebera rûyê mirov” e.
Di Sanskrîtî de wek “búsa” derbas dibe. Herwiha di Ermenkî de jî wek “bus” derbas dibe.
Nivîskar: Adem OK
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…