Fitara Komeleya Nûbiharê Ya Diyarbekirê

Komeleya Nûbiharê ya Çand û Perwerdehîyê du roj berê 27 ‘ê Adarê roja pêncşemê de li Amedê bi beşdariya hejmareke zêde ya mêvanan bernameyeke fitarê organîze kir.

Di nava mêvanan de serokên partiyên siyasî yên bajêr, hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nûnerên STK’yan, kesayetên dînî, karsaz, akademîsyen, nivîskar, nûnerên çapemenî û weşanxaneyan û hevalên disoz ên din hebûn.

Bernameya ku tê da pêşkeşîyên Kurdî zêdetir bûn, tevlîbûneke berfireh û eleqeyeke mezin dît.

Bername bi xwendina Qur’ana Pîroz dest pê kir û paşê axaftina silavdayînê ya Serokê Komeleya Nûbiharê Doç. Dr. Osman Aslanoğlu’ doma. Mamoste bi pîrozkirina Remezana Şerîf, behsa xebatên komeleyê kir.

Bername piştî fitarê bi xwendina duayê ji aliyê Seyda Mela Seyfettin ve berdewam kir.

Piştre ji nûnerên Weqfa Zehrayê Abdulkadir Kurşun li ser wate, girîngî û armanca bernameyê axaftinek kir.

Abdulkadîr Kurşun di axaftina xwe da ku bi pîrozkirina meha Remezanê û Şeva Qedrê dest pê kir, rengîniya ku bi hatina cem hev a nêrînên cuda di bernameyekê da, şiband gulistaneke biharê û li ser yekîtî û hevgirtinê rawestîya.

Kurşun, amaje bi wê yekê kir ku divê civaka Nûbiharê û neteweyên îslamî ne bi kîn û dijminatî, lê bi nêrîneke li ser bingeha hevkarî û hevgirtinê nêzîkî hev bibin.

Kurşun, li ser wekhevî û bihevrabûneke bêhempa û azad ku tê de mafên her milletekî hatine parastin rawestiya.

Kurşun, got ku Xeta Nûbiharê nirxên hevpar hembêz dike û dixwaze ku pirsgirêkên welêt li ser zemînên azad û demokratîk bên nîqaşkirin. Nûbihar perspektîfeke pirdeng û xweşbîn qebûl dike; û armanc dike ku bi serdestîya hiqûqê û pêkanîna edaletê û sekna li dijî yekrengbûnê raweste; “Nûniharê di şûna xeteke politik da sekna xwe di qada civakî da tercih kir.”

Kurşun, dîyar kir ku alîyên entellektuel ên Nûbiharê ji Bedîzuzzeman hatine îlhamgirtin û ev têkoşîn digihêje rêwîtîya Munazaratê.

Rêwîtîya Munazaratê, navê dûrketina ji cehaletê û vekirina rê li ber marîfetê ye; bi nîşandana zirarên îxtilafê navnîşana îttîfaq û îttîhadê ye.

Kurşun atfa gotina Bedîuzzeman ku dibêje: “Eger hûn bi nezaniyê mafên xwe neparêzin, hûn ê ehlê hemîyetê jî li serê xwe bikin zorderst.” kir û got ku di rêwitîya milletbûnê da Kurd divê xwedî li nasnameya xwe derkevin.

Kurşun wiha dewam kir: Rêwîtiya Munazaratê, bi gotina Bedîuzzeman kurteya Medreseya Zehrayê ye û bi hewldana ji bo pêkanîna dahatûya Kurdan û alimên Kurdan, divê para felsefeya yekîtî û pêşketinê ji rayedaran were xwestin.
Axftvanê Nûnerê Weşanxaneya Nûbiharê Raûf Çîçek jî li ser xebat û armancên pêşerojê yên Nûbiharê sekinî.

Di berdewamiya bernameyê de mêvan bi axaftinên xwe beşdarê bernameyê bûn. Ji Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatûn di axaftina xwe ya kurt de bal kişand ser xebatên Komeleya Nûbiharê ya li qada zimên û bal kişand ser girîngiya van xebatan.
Li gel guhdarîya neyê, xwendina helbestan a nivîskar û helbestvan Perwîz Cîhanî, helbestvan Berken Bereh, Şêx Misbah û Prof. Dr. Cenap Ekinci cih girtin.
Bername bi mozaîkeke ku yekîtiya dilsoz, kedkar û hezkiriyên Kurdî û Komeleya Nûbiharê yên ji derdorên cuda nîşan dide, bi daxwazên xweş bi dawî bû..

Çandname

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *